14 februari 2009

Sînorê cehaletê tuneye

Rejîmên monarşî û dîktator li herderê cîhanê ji azadî û demokrasiyê, ji pêşketin û guherînên civakî û ji îradeya însan ya azad dibizin, hinavên wan diqete.
Û ji ber vê tirs û bizîna xwe jî gelek caran hin qanûn û qedexeyên pir berradayî û komîk derdixin.
Lê bi van qanûn û qedexeyan jî tim dibin pêkenînên alemê.
Li Erebîstana Suûdî Pûlisê Dîn ya jî şerîetê, ji bo ku di 14-ê Sibatê, Roja Evîndaran da evîndar gulên sor nedin hev, kirîn û firotina herbabet gulên sor û diyariyên sorpêçayî li milet qedexe kir.
Li gor nûçeya rojnameya ku li Sudî bi îngilîzî derdikeve(Saûdî Gazete), Komîteya Exlaq û Fazîletê, li Riyad û Cîddeyê ji bo ku gulfiroş û mixaze herbabet gul, çîçek û diyariyên rengsor ji ser dezge û wîtîrînên xwe rakin emir û fermaneke belav kirye.
Komîsyonê di talîmat û fermana xwe da gotiye, ne diyarîbe jî dibê ambalaja sor bi tu hawî neyê bikaranîn.
Di fermana Komîsyona Şerîetê da tê gotin ku rojeke binavê ”Roja Evîndaran di urf û adetên Îslamê da tuneye” û loma jî dibê neyê pîrozkirin.
Û dîsa li gor vê komîetê, ev roj, di nabêna mêr û jinên nezewicî da jî têkiliyên li gor şerîetê qedexe ne teşwîq dike.
Dikan û mixazeyên ku guh nedane vê fermana Komisyona Şerîetê, do pûlisan girtiye ser wan û dest dane ser hemû gul û diyariyên sor.
Yanî rejîma Suûdî fermana ”rengê sor” rakirye, kî guleke sor bide destê xwe, ya jî pakêteke sor pê ra were girtin malik lê şewitî.
Sor, serdemekê rengê ala bindestan bû, rengê guherîn, xwenuhkirin û şoreşan e, dema qiralên Suûdî ji vî rengî bitirsin neneheq in.
Sor, rengekê xwînê ye, rengekî bi xof e, rengê bawerî û evînî ye, loma jî gelek caran tirsê dixe hinav û cergê serdestan.
Roja Evîndaran çi ye û ji ku tê?Li gor rîwayetekê li Romayê keşeyekî bi navê Valentîn ya jî Sankt Valentinius hebûye. Tê gotin ku di dema taqîbat û tahda li ser fileyan, ”di 14-ê sibata p.Îs. da serê wî hatiye jêkirin.”
Sûcê wî jî mahrbirîna jin û mêrên xiristan(xaçparêz)bûye. Wê demê Xiristiyanî li Romayê hîn nuh bûye.
Ji dêlî ku ew dev ji baweriya xwe ya olî berde, propagandeya Xiristaniyê neke, camêr bi qehremenî serê xwe feda kirye.
Û ji ber vê mêranî û baweriya wî jî, însan li Ewrûpayê hersal roja 14-ê sibatê weke rojeke bîranîna ji bo Valentîn, bi navê ”Roja Evîndaran” bibîrtînin.
Lê rejîma Sudî vê bibîranîna sembolîk li dijî ”urf û adetên îslamê” dibîne û loma jî yasax dike.
Vê yasaxa rejîma dewleta Suûdî ya bêmane û berradayî gelek yasaxên dewleta tirk anîn bîra min.
Wek tê zanîn li Tirkiyê jî heger ne yasaxa ”Roja Evîndaran” be jî lê gelek yasaxên din yên gelkî îptîdaî(prîmîtîv)hene.
Wek nimûne, navê Kurdistanê, ala Kurdî, rengên kesk, sor û zer, nexşeya Kurdistanê, hin herfên kurdî(W,Q,X, Û, Ê), merşa kurdî ya netewî û gelek sembolên kurd û Kurdistanê tên din hemû qedexene.
Dezgeh, berpirsiyar û mamûrên dewletê tu carî nikanin van nav û sembolên ku kurd û kurdistanê tînin bîra însanan bikar bînin.
Li Tirkiyê kes newêre rozetek kurdî bi sînga xweveke, ala kurd bigre destê xwe ya jî xerîteya Kurdistanê li derekê bidardake.
Dema tiştekî wiha bike û ji alî hêzên esayişê ve were girtin, tavilê doz lê vedibe, dadgeh dest pê dike.
Li Suûdî waye dîsa rengê ”sor” tenê qedexeye, li tirkiyê rengên ”kesk, sipî, zer û sor” bi hev ra qedexe ne. Jineke kurd nikane hirbiyek rengîn, ya ev reng tê da bide serê xwe. Dema bide serê xwe, maneya xwe ew e ku ew dixwaze Tirkiyê perçe bike û dawiyê li dewleta tirk bîne.
Loma jî demakê tirkan xwestin rengê lempeyên trafîkê jî biguherînin, ji ber ku ew jî rengên ala kurd in. Lê ez bawer dikim ji tirsa rêxistinên navnetewî tev ji vê teşebusa xwe berdan.
Dibê meriv ji rengê sor netirse, sor rengê gulê, rengê evîn û evîndaran e. Jiyan bê evîn nabe.
Jiyana bêevîn weke birinca rijî ye, bêtam û bêlezet e…

1 kommentar:

  1. Dest Xweş Xalo Zinar; Nivîsa te ya curbecur tahma Kurdî dide mirovan. Wekî gotina te bi qedexeyan kes nikare bigîhine cihkî. Dewleta romî jî dê bivê nevê hemû mafên me bidin. Roja evîndaran ji hemû evîndarên Kurdî re piroz be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE