09 februari 2009

Mesela Ergenekonê di kurdan jî geriya

Kovara Aydınlık-ê di hejmara xwe ya sê roj berê da(6/2-09)bi sernivîsa ”Ji numreya 1-ê heta bi 69-an, şemaya MÎT-ê ya Ergenekonê” xeberek weşand.
Ez bi xwe îro bi xeberê hesayim. Heta nuha haya min ji vê xebera Aydinlikê çênebûbû, xeberên li ser weşana Aydinlikê min îro xwend.
Di lîsteya Aydinlikê da ji generalan bigre heta bi rojnamevan, siyasetmedar, sermiyandar, alim, welhasil gelek kesên bi nav û deng weke endamên çeteya Ergenekonê tên nîşan dan.
Di xeberê da tê gotin ku MÎT-ê ev şema û lîsteya navan piştî îfadeya Tuncay Guney di sala 2003-an da weke raporekê daye serokwezaret û serokerkaniyê.
Serokerkanîyê ev îdîa MIT-ê red kir, got ”di arşîva me da tiştekî wiha tuneye”, lê rapora 2006-an qebûl kir û şand ji dadgehê ra.
Ji ber ku MIT-ê gotibû di 2006-an da jî li ser Ergenekonê wan raporeke bi wî rengî daye wan. Rapora serekerkaniyê qebûl kir ev rapor e.
Ev şema û lîste di dosyeya doza Ergenekonê da hebû, lê li ser daxwaza MÎT-ê dadgehê ew eşkere nekiribû.
Lê di şeşê mehê da kovara Aydinlikê ev lîsteya navan weşand û got lîsteya ew diweşînin ya MIT-ê ye. Û bi îdîayê şema rêxistina Ergenekonê û navê 69 kesan belav kir.
Rojekê piştî weşandina Aydinlikê, rojnameya Ynî Şafakê û Tarafê jî cî dan nivîsa Aydinlikê. Tarafê hemû lîsteya navan jî weşand.
Rojnameya Yenî Şafakê vê lîsteyê weke ”dezenformasyoneke Dogu Perînçek” bi nav dike, dibêje perînçek wiha dike ji bo ku xwe xelas bike.
Di lîsteya rojanameya Tarafê da(ku ji Aydinlikê girtiye)navê du kurdên muşhûr jî hene. Yek jê Yaşar Kaya ye û yê din jî nivîskar Faîk Bûlût e.
Weke tê zanîn ev cara pêşî ye ku navê Yaşar Kaya û Faîk bûlût bi çeteya Ergenekonê rat ê gotin. Berê jî qala navê Yaşar Kaya hatibû kirin.
Dîsa çend sal berê, bi qasî tê bîra min carê jî Emîn Çolaşan jî Yaşar Kaya bi hevalbendaya MIT-ê îtham kiribû.
Heta wê demê min nivîsek jî ji Çolaşan ra şandibû û çavkanî, delîl jê xwestibû. Lê bersîv neda min. Min crareke din nivîsî dîsa bersîv neda.
Herçî Faîk Bûlût e meriv di nava kurdan da gelek tiştî di heqê wî da dibihîze, lê nizanae çiqas rast in çiqas jî tenê şik in. Lê bi ya min Bûlût merivê Ergenekonê be jî tiştekî pir ne ecêb be, lê tê, jê ne dûr e.
Em werin ser birêz Yaşar Kaya.Dema min navê Yaşar Kaya careke din jî di nava tiştekî wiha qirêj da bihîst, bibêje nebêje min ev pirs ji xwe kir:
-Çima careke din navê Yaşar Kaya?
-Gelo ciyê agir lê tunebe dûxan jê hiltê?
-Gelo tiştên tên gotin hemû buhtan in?
-Heger hemû buhtan in, çima ev buhtan ne li Yekî din lê tim li Yaşar Kaya tên kirin?
Û gelek pirsên wiha tên bîra meriv.
Heta nuha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku dewleta tirk ya jî MÎT-ê buhtan,(îftîra)li kesên sedîsed paqij kiribe.
Kîm zêde miheqeq "têkiliyek" ya jî "sozeke biçûk" heye.
Tiştê tên gotin û îdîakirin dikanin kêm û zêde bin, lê ne mimkûn e ku ji binda derew bin. Hewqas ne rehet e li ciyê rehetiyê, bêyî ku ”têkiliyek” ya jî ”sozek” hebe, MIT rabe xelkê bi ajantiyê îtham bike.
Welhasil bi ya min bûyera Yaşar Kaya gelkî cîdî ye û dibê ji alî Yaşar Kaya ve were zelalkirin.
Gelo çima ev çend car in navê Yaşar Kaya di têkiliyên wiha da derbas dibe?
Ev dewlet çima ev çend car in tim buhtanan li wî dike?
Heta nuha Faîk Bûlût û Yaşar Kaya li ser vê îdîayê hîn tu tişt negotine. Ez hêvî dikim ku di rojên pêş da bibêjin û vê îthama giran pûç bikin, vê lekeyê ji ser navên xwe rakin.
Di çarçeweya doza Ergenekonê da navên bi sedan kesî derbas dibe, lê tiştê herî xerîm heta nuha tenê navê kurdan tune ye.
Geleo bi rastî jî merivên wan di nava kurdan da tunene loma ,ya jî ji ber ku naxwazin wan îfşa bikin?
Bi baweriya min merivên Ergekonê û MIT-ê yên di nava kurdan da ji yên di nava tirkan da pir û pir zêdetir in. Lê eşkere nakin.
Ne mimkûn e ku tunebin. Kesên wer di nava kurdan da hene ku dema eşkere bibin merivê şok bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE