10 februari 2009

Kesên kurdînezan dibê nebin nûnerên kurdan

Sê nivîsên min yên vê dawiyê(Dibê em kurdan mecbûrî hevkariya bi dijmin ra nekin, Hind kurd dimrin û dev ji tirkî bernadin, TRT6-ê kurdî bi bîra DTP-ê xist)ji alî xwendevanan va pir hatin ecibandin.
Li ser van nivîsan, min gelek meylên hêja girtin. Bi piranî pesnê nivîsan û xebata min didin.
Lê hinek jî yakcarnan ”gazinan” ji min dikin, dibêjin tu pir bi ser ”DTP”–ê û wê grûbê da dikî.
Ev jî mimkûn e, dibe ku para rastiyê tê hebe.
Lê hemû rexneyên min ji bo kurd û Kurdistanê ne, ji bo xebat û siyaseteke hîn baştir û hîn rasttir e.
Heta ji min tê ez dixwazim pesnê tiştên rast bidim û tiştên şaş jî rexne bikim.
Li hember tu kesî û tu hêzê fikrên xwe sansur nakim. Û tu hêzeke kurd ji xwe ra wek "neyar" nabînim.
Lê dema "şaşîyên" hinekan hindik û yên hinekan jî zêde bin ew ne sûcê min e, ew sûcê wan e.
Netîceya wê jî, kesên zêde şaşiyan dikin zêde tên rexnekirin û kesên kêm dikin kêm tên rexnekirin.
Dibe ku bêmîzanî ji vir be...
Gelek xwendevan hene dixwazin nivîsên min şirove bikin, lê ji şans û bextê min yê xerab ra nizanin nivîsên xwe bişînin. Loma jî ji dêlî wê va şiroveyên xwe ji min ra dişînin. Û ez jî hertim naxwazim bêyî destûra wan, şiroveyan biweşînim.
Helbet li vir ez qala hin xwendevanên ”tembel” nakim, malavayên wisa ancax rojekê li derekê dema rastî min tên, wê demê dibêjin ”weleh filan nivîsa te pir baş bû, tam li gor dilê min bû” û wesaîre.
Di du nivîsên xwe yên dawî da min dîsa rexne li serok û kurdên kurdînezan girtibû. Hin xwendevanan pesnê min dan û hinan jî gazin ji min kirin. Li gor hin kesan dibê meriv wan û şertên wan jî fêm bike.
Di bersîva xwendevanekî da min gotibû:
”Ji dest min bihata minê nehîşta kesên kurdînezan bibin serok û berpirsiyrên kurdan. Bi ya min serokatiya kesên kurdînezan sosireteke mezin e, bêyî kurdan tu miletekî din kesên bi zimanê wan nizanibe nake nûnrên xwe. Lê li ba kurdan hertişt belovacî bûye.”Argumentên siyasetmedar, serok û nûnerên kurdan yên kurdînezan weke argumentên tirkan yên derbarê demokrasiya wan da ye.
Dema meriv sîstem û demokrasiya Tirkiyê rexne dike û dixwaze ku li Tirkiyê huqûq, edalet û demokrasiyeke tekûz hebe, tirk dibêjin ”şertên Tirkiyê pir taybetî ne, hin hesasiyetên tirkiyê hene” dibê meriv wan tiştan bigre ber çavan, li gor wê bixwaze û wesaîre…
Siyasetmedar û seokên kurdan yên kurdînezan, berdevk û şûrkêşên wan jî eynî tiştî dibêjin.
Efendim ”şertan wiha kiriye, dibê meriv realîst be, hêdî hêdî, hertişt bi carekê da nabe” û gelek sebeb û behaneyên tewşomewşo yên din.
Min bi xwe heta nuha nebihîstiye serok û nûnerên miletekî bi zimanê wî miletî nizanibin.
Bêyî kurdan li cîhanê numûneyeke din tuneye.
Ma mimkûn e ku yekî tirk, ereb, faris, yûnan, alman û îngilîz bi zimanê miletê xwe nizanibe û bibe serokê partiyekê, bibe parlamenter û serokê belediyê?
Ma sosireteke wiha qet mimkûn e?
Însan çawa li ser navê miletekî bibe mebûs û serokê belediyê ya jî muxtar, lê bi zimanê wî miletî nizanibe?
Dema nizanin bira nebin.
Bira yên dizanin bibin.
Dibê ev yek weke ehliyeta siyasetê be. Dibê hemû partî vê yekê wek şertekî ji namzetên xwe bixwaze.
Dibê him bizabibin û him jî bi hilbijêrên xwe ra bi kurdî bipeyivin, guh nedin yasaxên qanûnan. Di virda tawîzê nedin.
Ma tirk qebûl dikin ku yekî bi tirkî nizanibe bibe muxtarê gundekî wan? Bêguman na.
Çawa ku bê ehliyet meriv nikane terextorekê ya jî motorsîkletekê bajo, her wisa dibê yekî kurdînezan nikanibe bibe nûnerê miletê kurd, bêyî ku bi kurdî bizanibe.
Mazertên tirkan yên ji bo qebûlkirina demokrasiyeke kor, topal, kerr û lal çiqasî rast û bi heq be, mazereta serok û nûnerên me yên kurdînezan jî hewqasî rast û bi heq e.
Dema milet serokatî û nûnertiya kesên kurdînezan qebûl neke, wê demê ewê jî ji mecbûrî xwe fêr bikin.
Dibê ev yek bibe adet û tore. Kesê bixwaze bibe nûnerê kurdan dibê bi zimanê wan bizanibe.
Û ya din jî ez van dîtinan ne îro û ji bo namzetên DTP-ê tenê dibêjim, ev serê 30 salî ye ku ez wiha difikirim û di her fersendê da jî van dîtinên xwe tînim zimên.
Çendakî berî, dema hin mebûsên DTP-ê gotin ewê di meclîsê da bi kurdî bipeyivin, rojnameyên tirk manşetên bi tinaz(qerf) avêtin, gotin “heger bi kurdî bizanîbûna ewê di meclîsê da bi kurdî bipeyiviyana.”
Dibê meriv xwe hewqasî jî neke pêkenînê xelkê. Miletê kurd ne layiqî vê tinaza tirkan ye .

1 kommentar:

  1. Xalê Zinar,
    Wekî her demê, tu dîsan di fikra xwe da sedîsed bi maf î. Divê zanîna zimanê kurdî wekî "ehliyet" mirov danî ber siyasetmedaran. Yê ku nizane, bila dev ji "sharlataniyê" berde u bicehime here. Di her tishtî da ev wekî prensib e. Te jî aniye zimên, ew camêrên ku dibêjin rewsha me ya awarte heye, bawer bike, (tu u xwîner divêt min biborin) rasterast "keritî, tirkchîtî u menfeatên" xwe difiroshin milletê kurd. Ev fikir u ramana bi taybetî jî di nav siyaseta demokratîk cumhuriyetciyan da buye kultureke bêedebiyê. Gava di mirov da zanîn nebe, hingê gotinên wilo "kulhanbegî" dibin îdeolojiya îdeolojiyên seqet u bi vê jî quretiyê dikin.

    Yan kurdî yan jî cehenembuyîn.

    Silav u hurmet

    Zarayê Kurdîjen ji Qochgîriyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE