01 februari 2009

Hûn zarokan ji Îsraîlê baştir dikujin

”Wuqûata” Erdogan ya li Davosê di panela Gazzayê da bû weke kaxeta turnusolê, him durîtiya siyasetmedar û çapemeniya tirk û him jî dost û dijminên kurdan eşkere kir.
Erdogan li Davosê di panela Gazzeyê da weke merivekî humanîst û aştîxwaz ji serokkomarê Îsraîlê Şîmon Perez ra gotibû, ”Ez pir baş dizanim hûn çawa zarokan dikujin. Hûn kuştinê baş dizanin” û dûra jî civîn terikandibû.
Van gotinên Erdogan li Tirkiyê olaneke mezin da û hema hema herkesî ji ber van ”hestên wî yên însanî” jê ra li çepikan xist.
Lê eynî Erdoganî û eynî kesan di bûyerên Newroza sala 2006-an da li hember zarokên kurdan ev ”hestên însanî” nîşan nedabûn, bi vacayî Erdogan fena dîktatorekî bêûjdan gotibû, ”zarok be jî, jin be jî tiştê pêwîst ewê were kirin.”Yanî dixwaze bira zarok be ya jî jin be, ferq nake, emê bikujin. Û eynî Erdogan îro Şîmon Perez ra dibêje “hûn zarokan dikujin”, ev ne rast e.
Cîgira serokê DTP-ê û mebûsa Diyarbekrê Emîne Aynayê jî li Depa(Qereqoçan)qeza Xarpêtê di axaftina xwe ya vekirina buroya hilbijartinê da qala bûyerên Newroza Diyarbekrê ya 2006-an û gotinên Erdogan wê demê kir û rexne li vê durûtiya Erdogan girt.
Aynayê di axaftina xwe da got birêz Erdogan, “hûn jî dizanin zarokan baş bikujin.”
Ayna axaftina xwe wiha domand:
”Em ji AKP-ê ra dibêjin ku hûn jî dizanin zarokan baş bikujin. Ma ne hûn bûn ku we got, ”zarok be jî, jin be jî tiştê pêwîst çibe emê bikin? Îro bi kîjan ruyî hûn dikanin berê xwe bidin Îsraîlê û jê ra bibêjin, hûn dizanin zarokan baş bikujin. Tenê gelê kurd dikane viya ji Îsraîl ra bibêje. Ji ber ku îro li cîhanê gelê kurd bi gelê filîstîn ra eynî êşê dikşîne. Ji ber wê yekêye em êşa wan di dilê xwe da his dikin. Eynî êşan ev gel li vir dikşîne. Bi eynî bombeyan dimrin. Ji ber wê yekê ye ku em dibêjin ji dêlî ku tu yê aqil bidî hinekên din, berê pîsiya ber mala xe pak bike.”
Çapemeniya tirk li hember van gotinên Emîne Aynayê gelkî aciz bû û manşetên weke:
-Ji Aynayê gotinên nexweş yên ji hedê xwe mestir kir.
-Ji Emîne Aynayê gotinên nexweş yên provakatîv.
Li dijî zarokên flîstîniyan derketin baş e, şêleke însanî ye û “herkesê însan dibê piştgiriya vê şêla Erdogan bike” lê dema dor tê zarokên kurdan, navê wê dibe “gotinên nexweş, gotinên prowakatîv” û gelek tiştên din.
Ev cotstandardî û dubelmoralîye, bi gotina kurdî sextekarî û durûtî ye.
Heger bi rastî jî hûn li dijî kuştina zarokan e, dibê hûn kuştina zarokên kurdan jî qebûl nekin, dibê hûn nehêlin pûlisên we li ber kamareyên telewîztonan milê zarokên kurdan jî bişkînin.
Heger bi rastî jî hûn li dijî kuştina zarokan e, dibê hûn nehêlin pûlisên we bav û lawê wî yê neh deh salî bi serhev da bikujin.
Heger bi rastî hûn li dijî kuştina zarokan e, dibê hûn navên kurdî li zarokên kurdan qedexe nekin. Heger bi rastî hûn li dijî kuştina zarokan e, dibê hûn perwerdeya bi zimanê kurdî li zarokên kurd qedexe nekin.
Bi jimarê dawiya durûtiya siyasetmedarên tirk nayê. Lê bûyerên wek yên Davosê dibe sebeb ku kurd dost û dijminên xwe hîn baştir ji hev bigerînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE