08 februari 2009

Hin kurd dimrin û dev ji tirkî bernadin

Berê jî çend caran di vî quncikê xwe da min qala nivîsên endamên grûba Dîwanxeneyê(diwanxane@googlegroups.com)kirbû.
Dîwanxane grûbeke kurdî ye, gelek kes endamên vê grûbê ne. Bi riya vê platformêmeriv nivîsên xwe ji hev ra dişîne.
Min îro bi riya Dîwanxaneyê li ser Şivan Perwer nivîsek girt. Nivîs ji alî yeka bi navê ”Nazê” ve hatiye nivîsîn û di malpera ”satirbaşi” da(http://www.satirbasi.com/?a=1518) hatiye weşandin.
Li ser nivîsê, bi riya Dîwanxaneyê min meylek ji Nazê ra şand.
Ez bersîva xwe li jêr diweşînim.
Nazê xanim, min ji vê nivîsa te tiştek fêm nekir.
Şivan Perwer kurd e û hemû kasêtên wî bi kurdî ne(belkî di yek du kasêtên wî da stranek ya jî du stranên tirkî hebin).
Dema tu dikanî muzîka Şivan şirove bikî maneya xwe ew e ku tu bi kurdî baş dizanî. Yanî ne bi qasî "çawa yî baş î", bi qasî fêmkirin û şirovekirina stranên Şivan tu bi kurdî dizanî.
Ê wê demê ev tirkiya te ji bo çi ye?
Tu kurd, Şivan kurd, muzîka xwedêgiravî tu şirove dikî kurdî û em kesên ku dikin şiroveya te bixwînin kurd.
Lê nivîsa te bi TIRKÎ ye.
Nuha ev ne sosiret û ibret ?
Ez bi xwe tu mane û mentixekî di vê yekê da nabînim.Heger te şiroveya xwe di malpereke tirkan da û ji bo tirkan biweşanda karekî di cîda bû, me yê bigota weleh waye kurdeke me muzîka kurdî bi tirkan jî dide naskirin û bi vê yekî jî ji muzîka kurdî ra xizmetekê dike.
Lê tiştekî wiha jî tuneye, em kurd xwe bi xwene ne.
Û tu radibî dengbêjekî kurd, muzîka kurdî bi zimanê tirkî bi kurdan didî naskirin.
Bi rastî jî hertiştê me ji dinyayê der e.
Ez bawer nakim bêyî kurdekî li cîhanê kes tiştekî wiha bike.
Vê asîmîlasyonê çi felaket aniye serê vî miletî, xwedêgiravê yê herî kurdperwer jî destê wî/wê ji tirkî nabe.
Hewqas nabe ku, Şivan Perwer û muzîka wî jî bi tirkî bi me dide nasandin.
Ez çi bibêjim?
Hema Xwedê miletê kurd ji bêtar û feleketên hîn mezin bistirîne!
Amîn... û wesalam...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE