23 februari 2009

Erdogan dixwaze bi du "balonan" kurdan bixapîne

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan du roj berê li Diyarberkrê careke din bejn û bala xwe nîşanî kurdan da û têra xwe reqlama partiya xwe kir.
Hin derûdoran wisa hêvî dikirin ku Erdoganê li Diyarbekrê ”bombeyeke siyasî” biteqîne, belkî mizgîneke xêrê û xebera hin gav û projeyên nuh bide kurdan.
Lê Erdogan bi yek gotinê, bi rengekî sergirtî be jî qala kurdan û çareseriya mesela kurd nekir.
Û bi vê yekê jî nîşan da ku ji bo kurdan tu plan û projeyên AKP-ê tunene, tiştê Erdogan li Diayrbekrê ji kurdan ra got, hemû demagojî û çîrok berê yên vala bûn.
Efendim em hemû bira ne, ev welat yê me hemûyan e û em li dijî neteweperstiya “irqî, herêmî û dînî”ne.Fena ku lidijbûna wan ji bo kurdan tiştekî gelkî baş e.
Di rastiyê da hûn ne li "neteperestiya irqî, herêmî, dînî" ya tirkan e, hûn li dijî ya kurdan e. Bi van gotinan hûn ji kurdan ra dibêjin em nahêlin hûn weke miletê kurd bijîn, dibê hûn bibin tirk û qala kurdayetiyê nekin.
Bi vê dijayetiya xwe, hûn nahêlin kurd navê welatê xwe hildin, bibêjin Kurdistan.
Lê navê welatê we Tirkiyeye û ji bo tirkan ne qedexeye bibêjin Turkiye.
Hûn nahêlin Kurd partî û rêxistinên kurdî ava bikin, lê ji we ra serbest e.
Bi vê dijayetiyê hûn nahêlin kurd rêxistinên xwe yên dînî ava bikin, lê yên we serbest in.
Yanî dijayetiya we ne li hember tirkan, li hember kurda ye.
Piştî mitînga Diyarbekrê Erdogan di balefirê da bersîv da pirsên rojnamevanan û di van bersîvan da li ser projeya xwe ya xapandidna kurdan ya bi hin tiştên sembollîk jî çend tiştên ”girîng” gotin.
Erdogan got:
”Ji bo xurtkirina TRT6-ê heval dixebitin. Weşanên farisî û erebî ewê wê taqîb bikin. Heger em bikanibin naveroka programan pirreng bikin ez bawer dikim çi li Bakurê Îraqê be û çi jî bi alî merkeza Îraqê ve be ewê bêtir balê bikşîne. Li ba hevalên TRT-ê piçekî teredut heye. Mesela ez dibêjim. Hûn dikanin ji Almanya Şivan bînin. Min ji Ertugrul Guney(wezîrê kultur û turîzmê) beg ra got. Carê bi xanima Ahmet Kaya ra bipeyive. Heger dixwazin gorra wî bînin vir em bînin.”Erdogan bi wî aqilê xwe yê sivik dixwaze kurdan bi vegera Şivan û birina gorra Ahmet Kaya bixapîne.
Weke tê dîtin, Erdogan ji bo kurdan qala dana mafekî siyasî nake, qala du jestên pir biçûk, du tiştên sembelîk dike.
Bêguman Şivan, bi rengekî azad bikanibe vegere welatê xwe baş e, ev yek mafê wî ye jî. Û ji xwe tu sûcekî wî yê ku nikanibe vegere jî tuneye.
Birina gorra Ahmet Kaya jî eynî tişt e, Ahmet Kaya tu mêr nekuştiye, plana darbeyeke leşkerî nekiriye, rêxistineke çeteyan dananîye.
Kaya dengbêjek bû û got min nêt heye ku bi kurdî jî sitranekê bibêjim.
Sûcê Ahmet Kaya ev bû.
Ji dêlî van bertîlên sembolîk yên xapandinê, kurd li bende avêtina hin gavên siyasî ne, kurd doza mafên xwe yên netewî dikin.
Kurd dixwazin hebûna wan di qanûna esasî da were naskirin.
Kurd dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe perwerde bibin.
Kurd dixwazin weke yên tirk, çapemeniya kurd jî serbest be.
Di van waran da tu tiştekî nabêjî, tu dixwazî Şivan vegere û gora Ahmet Kaya bibe welatê wî.
Hema ev herdu tişt bibin çi ye nebin çi ye?
Dema hat hesabê çeteyên dewleta Erdoga, dinya li Ahmet Kaya kirin zîndan, nehîştin li welatê xwe bijî û weke gurên har bera danê û di netîcê da bûn sebebê mirina wî.
Lê îro jî dixwazin gorra wî bibin.
Yanî him dikujin û him jî xwedêgiravî dixwazin şîna wî bikin.
Vana bertîlên pir biçûk in, kurd êdî bi tiştên wiha naxapin.
Erdogan fort daye xwe, gotiye ew naxwaze Şivan û Ciwan Haco li sirgûnê bimînin.
Efendî çi çavê diya xwe ye, naxwaze Şivan û Ciwan li sirgûnê bimînin, lê bi sedan serok û kadirên kud mecbûrî jiyana li sirgûniyê dike, bi hezaran kurdî ji hemwelatiyê derdixe, bi hezaran keç û lawên kurd mecbûrî jiyana li serê çiyan dike, bi hezaran kurdî ji ber dîtinên wan yên siyasî di zindanan da dirizîne, lê naxwaze Şivan û Ciwan li sirgûnê bimînin…
Viya demagojiyeke pir erzan e, kes pênc pereyê xwe tê nade.
Bêyî van herdu “bertîlên siyasî” yên ji bo dewleta tirk bêzirar, Erdogan qala şikandina û têkbirina miletperweriya(mîllîyetçîtiya)kurd jî kir û got.
“Me milîyetçîtiya herêmî jî bi maneyeke ciddî hedimand.”Bi tirkî gotiye, “Bölgesel milliyetçiliği de ciddi manada çökerttik”, yanî me li Kurdistanê îdeolojiya neteweperweriya kurd bi rengekî pir cidî hedimand.
Bi rastî jî mêrik rast dibêje. Li dera ku AKP lê xurt be kurdayetî lê zeîf dibe. Çimkî armanca AKP-ê û hemû partiyên tirk ya mişterek, ”hedimandina”, yanî têkbirina fikir û îdeolojiya kurdperweriyê ye.
Xurtbûna AKP-ê qelsiya kurdayetiyê ye.
Erdogan li Kurdistanê û di nava bi dehan parlemendterên kurd da bi serbilindiyeke mezin pesnê vê serkeftina partiya xwe dide.
Û pir mixabin ku hin kurdên kurdperwer jî hîn hin hêviyan ji vî Erdoganê nîjadperstê tirk dikin

1 kommentar:

  1. Dest xweş Zinarê xamo nivîse te dîsa pir baş e. Tê de tiştek tune ye ku meriv bêje ne rast e. Di dilê min de çi hebû te aniye zimên. Birastî jî Erdogan dixwaze me bixapine. Jixwe ew miroveke çawa showmen e me li Davosê dîtin. Niha jî dixwaze bi Şivan û Ahmet Kayayî showeke dî çêke. Ew tenê hisên miletê me bi kar tîne. Dizanin ku miletê me ew her dû hunermendên xwe zehf hez dikin û bila Şivan were û derkeve trt6ê ew jî bi Şivanê reklama xwe bikin. Dîsa dixwaze bi anîna gora Ahmet Kayayî dilê Kurdan xweş bike. Lê wekî gotina we ew balon in. Niha em dilxweşkirin naxwazin em mafên xwe yên herî siruştî dixwazin.

    Tiştekî dî jî heye ku ew jî zehf giring e. Ew televizyona trt6ê ne ji aliyê akpyê hat vekirin. Jixwe akpyê mecbûr bu ku ji bo Kurdan televizyonek veke. Ew di nava lihevhatina yekgirtiya Europê de derbas dibe. Kurdolojî jî di vê lihevhatinê de heye. Jixwe dema wan jî zêde nema bû. Ew bû ji bo akpyê dermanek. Ne akpyê heke chpyê jî bibuya ew jî mecbur bû ku televizyonek ji bo Kurdan veke. Jixwe her kes jî dizane ku bê destura leşkerê kes nikare tiştek jî bike.

    SvaraRadera

PARVE BIKE