28 februari 2009

Çete dev ji kuştina hev bernadin

Wezîrê derve yê Tirkiyê Beşîr Atalay, di derbarê xwekuştina Serokê Dahîreya Tevgera Taybet Behcet Oktay da do beyanek kin da çapemeniyê û got ”Hemû delîl întîxarê nîşan didin.”
Ez bixwe belovacî wê, tiştê ji vê beyana Atalay fêm dikim, ”hemû delîl nîşan didin ku bûyer ne întîxar e”, înfaz e.
Ji ber ku Atalay qala rapora edlî nake, qala delîlên di destê xwe da nake, tenê dibêje ”întîxar” e.
Çima, ji bo çi û çawa?
Ew jî pir tarî ye.
Jixwe ferdên malbata wî jî bawerî bi vê çîrokê neanîne û loma jî îtîraz kirine. Lawê Oktay û hin xismên wî yên din dibêjin “ev yek ne mimkûn e.”
Behçet Oktay bi salan serokatiya dahîreya emniyetê ya herî girîng kiriye, bi salan li Diyarbekrê maye, li hember kurdan tevî gelek bûyer û cînayetan bûye. Yanî şahidê gelek bûyeran û gelek tiştî dizane.
Behcet Oktay, piştî Îbrahîm Şahînê sûcdarê Sûsûrlûk û Ergenekonê bûye serokê Dahîreya Tevgera Taybet. Û tam ev 13 sal in ku vî karê xwe dimeşîne. Hukûmet û wezîr hatine û çûne lê ew neguheriye, mêrik her li ser karê xwe maye. Û di van demên dawî da di hin bûyerên Ergenekonê da navê wî jî derbas dibû.
Berê gotin dema întîxar kiriye bi tenê bûye. Lê dûra hevalekî Oktay yê teqawit(Mehmet Yasak) got dema bûyerê ez ne li ba Oktay bûm. Piştî xwarinê ew bi yekî din ra çû, ez nikanim bibêjim ew meriv kî bû...)
Yasak dûra jî gotiye, “tu sebeb tuneye ku hevalê min xwe bikuje.”
Li ser van gotinên Mehmet Yasak û îtîraza malbata Oktay, hukûmet mecbûr ma ku dosyeyê negre. Lê tişê meriv ji beyana wezîrê hundur Beşîr Atalay fêm dike, dixwazin ser vê cînayeta xe jî bigrin.
Çimkî ev îş wiha ye, dewlet demekê karê xwe wan dide kirin, kurdan bi wan dide kuştin û di gelek sûc û cînayetan digerîne.
Lê piştra demek tê, kesên wiha êdî ji bo dewletê dibin bar û heta tehlûke. Çimkî êdî gelek tiştan dizanin û bi van zanînên xwe jî hatine nixteya ku zirarê bidin mezinên dewletê û bi taybetî jî leşker û generalan.
A wê demê biryara ”întîxara” wan tê dayin û yek li derekê weke mar pêvedide û dûra jî dibêjin, ”weleh gelşeke wî ya malbatî hebû, dev ji jina xwe berda bû ya jî ketibû boraneke psîkolojîk” û loma xwe kuştiye.
Lê tiştekî pir xerîb e, bi ”întîxara” Behcet Okta ra tam ev kesê 17-mîn e ku întîxar dike.
Belê, ji sala 1993-an û virda ye tam 17 elemanên Tevgera Taybet xwedêgiravî întîxar kirine.
Tu dibêjî qey dahîre bûye komaleya ”xwekujan”, zûdereng lê dawiyê rojek tê Ezraîl li ser sîngên Tîmên Taybet datîne û bi riya ”întîxarê” ruhê wan bi dor digre.
Roja pêşî pûlis got, Behcet Oktay bi dabançeya xwe bera cênîga xwe rastê daye û bi vî şiklî întîxar kiriye.
Lê dûra lawê Oktay got, bavê wî çep bûye, çawa dibe ji alî rastê da bera cênîga xwe bide?
Helbet nabe. Merivekî çep, nikane bidestê rastê bera serê xwe de.
Diyar e kesên ev derew avêtin ortê, hesabê çepîtiya wî nekiribûn. Loma jî derewa wan zû derket.
Bes ferq nake, derkeve dernekeve tiştekî naguhere. Çimkî dewlet û sîstem bûye çete û mafya. Bi girtina yek û duduyan dawî nayê, bi hezaran qatil hene. Bi vê hukûmetê û di şertên îro da tasfiyekirina qatilan ne mimkûn e. Lê eşkerebûna bûyerên wiha darbeyê demekê rê li ber cînayetên wan digre, wan ditirsîne û zeîf dike.
Bi cînayetên wiha rejîm îfşa dibe û sekte li karên çete û qatilan dikeve. Û ev jî ji bo kurdan baş e, zirara me tê tuneye…

1 kommentar:

  1. Nice blog here! Also your web site loads up fast! What host
    are you using? Can I get your affiliate link to your
    host? I wish my site loaded up as fast as yours lol

    My blog: best cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE