02 februari 2009

Baskin Oran:Komara Tirkiyê kurdan dan avakirin

Li gor Baskin Oranê kemalîstê bi nav û deng, Komra Tirkiyê wek tê gotin ne ji alî tirkan, ji alî kurdan ve hatiye damezirandin.
Prof. Baskin Oran, do di kanala Haberturkê, di programa Cem Mumcu û Harûn Tekîn da(Kisa Devre/Devreya kin)*li ser derbarê avabûna Komara Tirkiyê îdîayeke nuh û gelkî balkêş avêt ortê.
Li gor vê îdîaya Baskin Oran, di avabûna Komara Tirkiyê da tiliya kurdan heye, heta wan bizanetî bi Ataturk dane avakirin.
Ji bo ku kurd li ser mal û milkên ermeniyan rûnin bi Komara Tirkiyê dane avakirin û bi vî hawî jî ji vegera ermeniyan xelas bûne.
Oran dibêje, ji ber ku eşîrên kurdan di terqa(tehcîra)ermeniyan ya 1915-an da dest danîn ser mal û milkên wan, loma jî ji bo ku ermenî bi paş da venegirin piştgirî dan Ataturk.
Yanî Ataturk û kesên li pey wî doza tiştekî nedikirin, kurdan ji bo menfeeta xwe ew derxistin pêş û dewleta tirk pê dan çêkirin.
Xwedê beriv ji bêtarên tirkan ya hîn rasttir, ji bêtarên mahcirên Balkan û Kafkasan bisitirîne.
Lawo bê hûn dizanin çiqasî xweş li hev bînin!
Baskin Oran ev îdîaya xwe visa domandiye:
”Heger Kurdan destek nedana Mustefa Kemal Komara Tikiyê ava nedibû.”Û ”heger Komara Tirkiyê ava nebûya îhtîmal hebû ku ermenî vegeriyana cî û warên xwe û mal û milkên xwe dîsa paşda bigirtana.”Îcar ji bo mal û milkên ermeniyan paşda nedin, kurdan rabûn piştgirî dan Ataturk û Komara Tirkiyê pê dan çêkirin.
Siyasetmedar û rewşenbîrên tirk mirovên pir bêedeb û pir bêehlaq in, ji bo ku sûcê pêşiyên xwe veşêrin rastiyeke dîrokî belovacî dikin, qetlîama ku pêşiyên wan kiriye dixwazin têkin hustuyê miletekî ku wek ermeniyan mezlûm û bindest bû.
Ev 80 sal in ku di hemû kitêbên dîrokê da tê gotin ku miletê tirk piştî liberxwedan û qehremaniyên gelek mezin Komara Tirkiyê ava kir.
Lê Baskin Oran îro eksê vê dibêje, dewleta tirk bi kurdan dide avakirin.
Wê demê hemû qeheremaniyên "miletê tirk" ne rast bûne, heta nuha we derew kiriye, we zarokên xwe xapandine.
Ya din, heta çand sal berê jî miletekî bi navê “kurd” tunebû, yên ji xwe ra digotin kurd, di eslê xwe da “tirkên çiyayî” bûn. Hebûna kurdan hîn nuh tê qebûlkirin û ew jî hîn ne bi temamî.
Wisa xuyaye ji bo ku hûn jenosîda pêşiyên xwe têxin hustuyê kurdan, hûn nuha hebûna kurdan qebûl dikin û Komara Tirkiyê jî bi wan didin avakirin.
Heger bi rastî jî hêza kurdan bi qasî avakirina dewletekê hebûya, ewê dewleta xwe, Kurdistaneke serbixwe ava bikirana.
Çima ewê rabin Komara Tirkiyê ava bikin, jê ra bibin êsîr û bindest û dûra jî ji bo serxwebûna xwe bi dehan caran serî li hember hildin.
Di 1915-an da kurd ne xwedî dewlet û ne jî xwedî artêş bûn, tank û topên kurdan tunebûn ku bikanibin milyone û nîv însan bikujin.
Weke ermeniyan ew jî miletekî di bin destê dewleta Osmanî da bûn. Qetlîama bûye bi dest û emrê Dewleta Osmanî bûye, heger li Kurdistanê hin bûyerên ferdî bûbin jî dîsa dewlet mesûl e, dibê dewletê nehîşta.
Û ji xwe bi sedan delîl hene ku bûyerên li Kurdistanê bûne jî hemû bi destûr û emrê birêvebirên dewletê bûne, wan ferman daye.
Ma ermenî nizanin kê ew kuştine?
Heger kurd bûna ji dêlî tirkan va ewê bigotana kurdan em kuştin.
Ji bo ku berpirsiyarîyê û sûc ji hustuyê tirkan derxe, Oranê kemalîst hebûna kurdan qebûl dike û dewleta tirk bi wan dide çêkirin.
Par((05.07.2008) di civîna Platforma Abantê da Mumtazer Turkone ê faşîstê kevn jî gotibû Komara Tirkiyê ji alî tirkan ve nehatiye avakirin. Lê wî bi kurdan nedabû avakirin, wî gotibû Komara Tirkiyê ji alî çerkez û makedoniyan va hat avakrin.Turkone di axaftina xwe da gotibû:
“Yên komar ava kirin kî bûn? Ev îradeya avakar hîn jî berdewam e. Yên komar avakirin, yek çerkez û yek jî makedonî ne. Derî van kes heye? Vana herdu jî civatên welatên xwe wendakirne. Yek ji Kafkasan hatiye, yek jî di Şerê Balkanan da cî û warên lê bûye û lê mezin bûye wenda kirye. Ataturk jî yekî ji van e. Û rûdinin dewletekê avadikin û dema dewletê avadikin, dixebitin ku ji bo vê dewletê neteweyekî jî bixuliqînin.”( (Cihan Haber Ajansı) 05.07.2008)
Mêrik tiştên rast gotiye, bi rastî jî çêbûna miletê tirk piştî avabûna Komara Tirkiyê ye. Berî avabûna dewletê miletekî bi navê "tirk" û zimanekî bi navê "tirkî" tunebû. Miletê "osmanî" û zimanê osmanî hebû.
Herşiqas di avakirina Komara Tirkiyê da para kurdan jî hinek hebe, lê weke Turkone gotiye, bi rastî jî Komara Tirkiyê ji alî mahcirên Balkan û Kafkasan va hat damezirandin.
Ji ber ku hemû birêvebir û qumandarên him yên dewra Dewleta Osmanî û him jî yên Komara Tirkiyê, bêyî Îsmet Înonu, hemû kesên ji Balkanan û ji Kafkasan bûn.
Helbet Baskin Oran bi vê rastiyê dizane, lê zindîqiyê dike, rastiyê nabêje.
Ji ber ku Baskin Oran bi xwe jî ya ji Kafkasan e ya jî ji Balkanan e, loma jî naxwaze berpirsiyariya jenosîdê têxwe hustuyê pêşiyên xwe. Ji dêl wan ve dixe hustuyê kurdan.

*Televizyon Gazetesi

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE