01 januari 2009

Saleke nuh û nivîsa pêşî

Belê, îro roja pêşî ya saleke nuh e, sala 2009-an.
Îro li gor do ez hinekî din kaltir, hinekî din biaqiltir û hinekî din kamiltir im.
Sala 2008-an ji bo min û miletê kurd xerab neqediya û sala 2009-an jî xerab destpênekir.
Di dawiya sala 2008-an da ez bûm kalik. Li gor baweriya min di jiyana însanan da dîtina vê merhelê jî tiştekî girîng e.
Weke demsalên salê ye, sal bi hemû demsalên xwe va xweş e. Salek bêbuhar, bêhavîn, bêpayiz ya jî bêzivistan weke birinca rijî ye, bêtam û bêlezet e.
Ez gelkî dilşa me ku min ev qonax jî dît.
Di sala 2008-an da kitêbeke min derket. Bi vî hawî berhemeke din jî li kitêbxaneya kurdî zêde bû.
Ez nexweş û di nava nivînan da nektim sala 2009-an. Şeva serêsalê ez, xanim û hemû zarok jî kêfxweş û li ser xwe bûn.
Û ya herî girîng telewîzyona min di deqîqeya dawî da hat çêkrin û heta destê sibehê min têra dilê xwe li qanalên kurdî temaşe kir. Şeva serêsalê ez ji temaşekirina kanalên kurdî bêpar bûma
bêguman ewê destpêkeke ne baş bûya.
Loma jî weke şexs tu gazineke min ji sala borî tuneye.
Ji bo gelê kurd jî sala 2008-an li gor salên din saleke pir ne xerab bû. Berî hertiştî kurd weke milet li hev in, di nava kurdan şer tuneye û dijminatî û berberî jî kêm e.
Beşê Sûrî û Îranê ne tê da, lê li başûr û li bakurê Kurdistanê rewşa kurdan pir ne xerab e.
Li bakurê Kurdistanê bi weşana TRT şeş, miletê kurd derbeke mezi li îdeolojiya resmî da û ew birîndar kir.
Gelê kurd bi hêvî û moralekî pir bilind û bi du kanalên nuh sala 2008-an li pey xwe hîşt û ket sala 2009-an.
Ez bixwe ji sala 2009-an pir bi hêvî me.
Ez bawer dikim programa vekirina TRT şeş-ê dike dest pê bike. Ez dixwazim destpêka vekirinê bibînim. Loma jî ez nivîsa xwe li vir diqedînim.
Ez bawer dikim di sala 2009-an da emê gelek tiştên xweş û baş bibînin. Ji ber ku êdî dor hatiye kurdan, sedsala 21-ê ewê bibe sedsala xelasiya miletê kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE