08 januari 2009

Li Tirkiyê karê narkotîkayê ketiye destê pûlis û leşkeran

Pûlîs, li ser riya Diyarbekrê erebeyeke/wasiteyeke emniyetê da sekinandin û saxî kir û dûra jî ji xwe ra matmayî ma.
Çimkî di erebeya pûlîsan da tam 21 kîlo heşîş derket.
Du roj berê dîsa li Diyarbekrê di erebeya albayekî teqawit da 9 kîlo 300 gram eroîn hatibû girtin. Diyar e dewlet di her warî da li bin guhê hev ketiye.
Li ser îxbarekê pûlisên narkotîkayê yên Diyarbekrê erebeyeke ku ji Licê berbî Diyarbekrê va diçe dide sekinandin û erebê saxî dike.
Ji du kesên di erebê da yek dibêje ku ew pûlis e û loma jî divê ew erebeya wî saxê nekin. Lê ji ber ku îxber heye pûlis erebê saxî dikin. Di netîceya saxîkirinê da 21 kîlo esrar di erebeyê da tê dîtin.
Weke tê zanîn ev ne cara pêşîye ku pûlis û leşkerên rutbebilind di karê narkotîkayê da tên girtin. Li Tirkiyê di nava leşker û pûlisan da gelek kes di nava karê narkotîka û jinfiroşîyê da ne.
Ji xwe piraniya narkotîka tê Ewrûpayê di ser Tirkiyê ra derbas dibe. Di transporata narkotîkayê da Tirkiye di nabêna Rojhilat û Rojava da pirake pir girîng e û loma jî gelek beşên dewletê di vî karî û di tîcareta jinfiroşiyê geriyane.
Çend roj berê li Stenbolê di operasyoneke li hember çeteyên jinfiroş da dîsa gelek pûlis û amîrên rutbebilind hatin girtin.
Yanî li tirkiyê bûyerên wiha gelkî normal in. Çimkî ev serê 30 salî ye ku kes û çeteyên eroînfiroş û jinfiroş di nava dewletê da weke berxên bermale bêslî dibin. Êdî wisa bûye ku di her qedemeyê da dewlet bi xwe di nava vî îşî da ye. Çeteyên di nava dewletê da, yên weke Ergenekon û yên din ji bo fînansekirina şerê li dijî kurdan pereyên mezin ji eroînfiroşî û jinfiroşiyê qezenc dikin.
Yanî ji ber gelek cînayet û karên bêqanînî dewletê bi hezaran çete û qatil gîhandiye. Û ev qatil û çete jî zû bi zû dev ji vî karê xwe bernadin. Ji ber ku yên li Kurdistanê hukum dikin ev çeteyên dewletê ne û hertişt di destê wan da ye. Yanî dewlet ew in.
Yekcarnan hinek kes ji van çeteyan timayiyê dikin û dixwazin kesên di ser xwe ra, yanî dewletê bixapînin û ew jî ji xwe ra derbekê lêxin. Yekacarnan nayên girtin û zelas dibin.
Lê yekcarnan jî, weke van herdu bûyerên dawî bi tesadufî tên girtin. Çimkî pûlis di destpêkê da nizanin albay û pûlis di nav da ne, piştî girtinê derdikeve ortê ku yên hatine girtin albay û pûlis in.
Yanî bûyer dişibe kuçê koran, bi tesadufî bûye. Heger li gor pergala mezin û meqaman kiribana bêguman ewê nehatana girtin.
Dewlet rizyaye, dest davêjin kuderê berbatî çêdibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE