02 januari 2009

Heta xera nebe ava nabe

Weqfa emerîkî United States Center for World Mission(USCWM) ku li seranserê cîhanê lêkolînên li ser ol, kokên etnîkî û zimanan dike di meha qanûna 2008-an da(meha 12-an) lêkolînek gelkî hêja jî li ser xerîta nufûsa Tirkiyê kiriye.
Li gor agahiyên lêkolînê ji sedî 20.8-ê nufûsa Tirkiyê kurd in. Ev jî dike nêzî 16 milyonî. Li gor texmîna kurdan, li Tirkiyê nufûsa kurdan nêzî 30 milyonî ye.
Li gor lêkolîna weqfa emerîkî nifûsa Tirkiyê 74 milyon 398 hezar û 700 e. Ji sedî 71-ê vê nufûsê 52.8 milyon tirk in ya jî xwe tirk dihesibînin.
Nufûsa kurdan jî tevî kurmanc û zazayan 15.4 milyon e.
Li gor weqfê li Tirkiyê û li Kurdistanê 15 milyon 426 hezar kurd dijîn û ji van jî 1 milyon û 313 hezar zaza ne. Û 14 milyon 113 hezar jî kurmanc in.
Dîsa li gor vê lêkolînê ji kurdan 5 milyon 902 hezar kes jî bi tirkî dipeyivin. Yanî xwe kurd dihesibînin lê zimanê wan bûye tirkî.
Yanî bi gotineke din 6 milyon kurd asîmîle bûne, ketine prosesa tirkbûnê. Heger di pêşerojeke nêzîk da kurd hin mafên netewî bidest nexin xelaskirina van kurdan ne mimkûn e, ewê bibin tirk. Lê serbestbûna nasnamê û zimên dikane beşekî wan xelas bike.
Li gor vê lêkolînê li gor koka etnîkî nufûsa Tirkiyê wiha ye:
-Tirk 52 milyon 826 hezar
-Kurd 15 milyon 426 hezar
-Ereb 1 milyon 839 hezar
-Çerkez 910 hezar
-Fars 620 hezar
-Azerî 542 hezar
-Gagavuz 410 hezar
-Pomak 331 hezar
-Bulgar 328 hezar
-Laz 151 hezar
-Gurcî 150 hezar
-Tatar 126 hezar
-Boşnak 101 hezar
-Ermenî 76 hezar
-Karakarpaklar 74 hezar
-Arnawit 66 hezar
-Abaza 43 hezar
-Oset 37 hezar
-Suryanî 28 hezar
-Rûm 14 hezar
-Mûsewî 13 hezar
Keldanî 300
Dema meriv bala xwe dide vê lêkolînê meriv fêm dike ku Denîz Baykalê Çerkezê kemalîst û gelek nîjadperestên weke wî çima li dijî weşana bi zimanê kurdî derdikevin û naxwazin nasname û zimanê kurdî were qebûlkirin.
Ji ber ku ew dizanin miletê tirk weke buxçikeke bi pîneyan bi hev va hatiye zeliqandin, tayek jê were kişandin îhtîmal heye ku buxçik bi tevayî ji ber hev da bike, tiştek tê nemîne.
Loma jî Baykal do careke din li dijî weşana kurdî derket û got, divê dewlet vê îmkanê nede kurdan.
Denîz Baykal got:
”Ev yek ewê dewletê têxe zahmetiyê. Hinekên din jî ewê bibêjin ji me ra jî bi çerkezî, erebî û gurcî weşanê bike.”
Baykal got, “Dewlet ne mecbûr e bi zimanekî etnîkî weşanê bike, helwesteka weha pir bizerar e. Divê nasnameyên etnîkî meriv nekşîne misteweya dewletê, tiştekî wiha şaş e. Piştî demekê ewê netîceyên vê yên gelkî cidî derkevin ortê. Ya dizanin çi dikin, wê demê jî tiştên pir bi tahlûke dikin ya jî nizanin çi dikin.”
Lê carê tîr ji kevên pengizîye, kes nikane destê xwe bide ber, miheqeq ewê bigihîje hedefa xwe.
Qajewaja Baykal bê feydeye, miletê kurd dest pê kiriye qeyd û bendên bindestiyê dişkîne, di rojên pêş da ewê jî weke her miletî li ser axa xwe azad û serbest bijî…
Dewleta tirk li ser asasekî şaş û neheq hatiye avakirin, ji bo ku li ser asasekî hîn saxlem û hîn rasttir ava bibe divê were xerakirin...

1 kommentar:

  1. Kek zinar,

    Te tespîteke gelekî li shunê kiriye: "... divê were xera kirin."

    Silavên germ

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera

PARVE BIKE