28 januari 2009

"Gotina me ya em bibêjin, hêza me ya em bigrin heye"!

Heyran li Kurdistana bakur milet, cîlên nuha di hilbijartinan da slogan û şiklên propagandayê yên wiha dîtine ku aqilê meriv disekine.
Di dema me da weke hertiştên din, propaganda jî weke nuha hewqas ne emerîkawarî bû.
Nuha însan sloganên wiha diqîrin, bandrolên wiha hildidin aqilê meriv disekine. Ez fêm nakim tiştên hewqas xweş çawa tê bîra wan?
Her êvar heger ji bîr nekim û wexta min hebe pir hindik guh didim xeberên hemû kanalên kurdî.
Vê êvarê di Roj TV-ê da min li xeberên saet şeşan(18:00)guhdarî dikir. Spîker di xeberan da qala gera namzetên DTP-ê û kêf û şahiya milet dikir.
Piştî ku qala çend bajaran kir, dor hat Wanê. Îcar qala qeza ya jî nahiyeyeke Wanê kir ku nuha di destê AKP-ê da ye.
Piştî çend gotinên li ser xerabî û nebaşiya şarederê AKP-ê, spîker got, milet ji nuha da gorra AKP-ê kolaye û tew xistiye gorrê jî. Û dûra jî dîmenê gorê anî ser ekranê.
Gorrek ji berfê çêkiribûn. Gurûbek însan, piranî zarok bûn, li dora gorrê kom bûbûn. Û mele jî şaşika wî li serî, fatîhe li ser gora mirî dixwend.
Piştî fatîheyê melle ji milet pirs kir, gelo ew heqê xwe li ”rahmetî” helal dikin ya na?
Milet bi yek dengî got em heqê xwe lê helal nakin.
Ez bawer dikim li ser kevirê ber serî jî, ”AKP li vir di gorrê da ye” nivîsî bûn. Lê ji ber ku dîmen zû çû min baş temaşe nekir.
Kî bîra xwe û gorrê, melle û xwendina fatîheyê biriye?
Heyran bixwedê kurd jêhatîne.
Piştî guhdarîkirina xeberê û dîtina ”gorra AKP-ê”, di cî da bûyereke dîrokî û gelkî girîng, karîkatorê tirkan yê li ser Serîhildana Agiriyê hat bîra min.
Wek tê zanîn Tirkiye û Îran li ser serê serîhildêr û qehremanên Serîhildana Agiriyê(1926-1930) bûn yek û serîhildan şikandin.Piştî şikestina serîhildanê tirkan di rojnameyekê da karîkatorek weşandin. Di wî karîkatorî da, li quntarên çiyayê Agiriyê gorekê(mezelekî) xuya dikir. Li ser kevirê ber serê gorrê jî bi tirkî wiha nivîsîbûn:
”Muhayyel Kurdistan burada gömüldür.”Yanî ”Kurdistana xeyalî, ya di xeyala we da di vir da gorkirîye.”Min ji xwe ra got, tirkan 70 sal berê li ser Agirî wiha nivîsîn û demeke dirêj wisa baer kirin ku bi rastî jî ”Kurdîstana di xeyala miletê kurd da” kirine gorrê û êdî jê xelas bûne.
Lê miletê kurd bi xebeteke bênabên, bi fedekariyeke bêhempa û bi înadeke dûrî aqilan nîşanî dost û dijminên xwe da ku kurd dikanin ”miriyan” jî ji gorrê rakin.
Ew Kurdîstana ku tirkan digot belkî wan kiriye ”gorrê”, avabûna wê pir ne dûr e, nêzîk e.
Dora gorkirinê îcar dora me ye.
Çimkî ne hertim be jî lê dinya yekcarnan bi dor e. Miletê kurd îro li qezayeke Wanê AKP gorr kir. Bixêr sibe jî ewê dor were îşxala dewleta tirk jî...
Di bandrolekê da ev slogana jêr jî gelkî kêfa min jê ra hat:
“Gotina me ya em bibêjin, hêza me ya em bigrin heye...”Gotineke çiqas xweş!
Di bextê min da me nizanîbû tiştên hewqas xweş bigota.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE