05 januari 2009

Ev "tiliya" Emerîka jî di herderê da heya bavo!

Dewleta tirk ji bo ku armanc û daxwazên serîhildanên kurdan yên netewî ji gelên xwe û ji cîhanê veşêrin, tim derewa ”tiliya derve” avêtiye ortê, gotiye ”tiliya derve” di serîhildanên kurdan da heye.
Ji serîhildana Şêx Seîd bigre heta bi ya PKK-ê, dewleta tirk tim û tim ev derewa ”tiliya derve” ji xwe ra kiriye siyaseteke esasî. Bi vê siyaseta ”tiliya derve” him miletê xwe xapandine û him jî serîhildanên kurdan yên netewî li ber çavê cîhanê biçûk xistine, weke serîhildanên ”paşverû” lanse kirine.
Bi vê derewa ”tiliyê” gotine serîhildanên kurdan ne netewî ne, der û dor, hin dewletên dijminên tirkan, kurdan pîj dikin û ji bo armancên xwe bikar tînin.
Ev propagandeya dewletê êdî weke berê pere nake, êdî herkes dizane ku kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe şerê çekdarî dikin û serî hildidin.
Lê nuha jî Abdullah Ocalan dest propagandeya ”tiliya derve” kiriye. Di daxwazên kurdên başûr da miheqeq ”tiliya” Emerîka û Îngilîzan heye, kurd çi dixwazin, çi gavê davêjin li gor Ocalan miheqeq bi tahrîk û teşwîqa Emerîka û Înglîzan dikin. Îngilîz û Emerîka dixwazin bi riya kurdan zirarê bidin tirkan.
Li Tirkiyê dewlet, piştî xebat û têkoşîna kurdan ya 150 salî ya bênabên û bi dana sedhezaran şehîd mecbûr maye ku mafekî pir biçûk bide kurdan, di telewîzyon û unîversîteyan da qedexeya li ser zimanê kurdî rake.
Lê li gor Ocalan ev ne normal e, ”tiliya Emerîka” di vê gava dewletê da heye û loma jî divê meriv li dij be.
Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî da vê gava dewleta tirk jî bi zext û tiliya Emerîka va girêdide û dibêje, ”Emerîka weşana kurdî ferz kirye” loma AKP vê gavê davîje.”
Dewleta tirk çi dike li gor Ocalan miheqeq ya bi ”zexta” Emerîka ye ya jî bi ya Îngilîzan e. Tu dibêjî dewleta tirk kûklake Emerîka ye, Emerîka çi bixwaze wi ya dike.
Dema dewleta tirk li hember PKK-ê û kurdan şer dike jî ”tiliya” Emerîka û Îngilîzan tê heye û dema tawîzekê didin kurdan jî dîsa tiliyan wan tê heye.
Yanî dewleta tirk bi serê xwe tu biryarê nagre, Emerîka û Îngilîz çi emrî bide dewleta tirk, ew jî wî emrê wan bicî tîne.
Ev îdîa bêbingeh e û sivikkirina sûcên dewleta tirk e. Di meseal kurd da heger dewleta tirk guh bida Yekîtiya Ewrûpayê û cîhanê nuha ji zûda ev şer rawestiyabû û ev mesele heta derekê çareser bûbû.
Heger tirkan guh bidana "zixtên" Emerîka divê heta nuha Kurdistana Federe nasbikirana, divê bi kurdan ra danûstendinên resmî daniyana. Li gel hemû israr û zixtên Emerîka jî, tirkan hukûmeta Kurdistanê nasnekirin û dev ji dujminatiya kurdan bernedan.
Tirkan heta nuha bi israr guh nedane kesî, kê gotiye dev ji şer berdin, mafê kurdan bidinê ew ji xwe ra weke neyar dîtine.
Kesên weke Dogu Perînçek û Yalçin Kuçuk, ji bo ku kes û hêzên di mesela kurd da li çareseriyeke aştîyane digerin qels bikin van tezan davêjin ortê. Bi vê propagandayê dixwazin sûcê dewleta xwe sivik bikin. Bi nîşandana vê ”tiliya” derve armanca wan ew e ku meseleya kurd çareser nebe.
Ocalan jî di her hevdîtina xwe da miheqeq tiliya Emerîka, Îngilîstan û Îsraîlê dixe nava meselê. Dewleta tirk weke piyonê wan nîşan dide. Ne dewleta tir, Emerîka û Îngilîztan nahêle Tirkiye mafê kurdan bidê, ew dixwazin tim şer û pevçûn hebe.
Ya ew tirkan dixapînin, nahêlin şer rawest e.
Li gor Ocalan, ”Erdogan bi daxwaza xwe, weşana Kurdî nedaye destpêkirin. Li ser Erdogan hatiye ferzkirin. Amerîka van hemûyan ferz dike.”
Wey mala te nekeve!
Emerêka waye nikane te bînê rê, ewê çawa bikanibe dewleta tirk bîne rê?
Dema mesele wiha tê pêşkêşkirin reaksiyona miletê tirk zêde dibe û li dijî van gavên dewletê derdikevin.
Dema neyê hesabê tirkan, tirk guh nadin tu kesî. Ma ne ev dewlet, ev meclîs û ev AKP bû ji Emerîka ra rest xwendin û bi hezaran leşkerên emrîkî paşda şandin, nehîştin êrîşê bibin ser leşkerên Îraqê.
Çima?
Ji ber ku nedixwestin Saddam bikeve.
Lê Emrîka dixwest. Bes tirkan guh nedan zixtên Emrîka û heta ji destê wan hat xwestin Saddam xelas jî bikin, lê nebû.
Dema neyê hesabê Tirkiyê û Tirkiye bi xwe li menfeeta xwe nebîne ne tu gavan davêje û ne jî tu mafî dide kurdan.
Tirkiyê bi emir û zixtên tu dewletê destûr nedaye weşana kurdî, Tirkiye mecbûr maye, wekî din tu rê li ber nemaye, dibîne bi şer nikane biser keve. Loma jî dixwaze riyeke din biceribîne û viya jî bi xwe dike, ”tiliya” tu dewletê tê tuneye.
Ez bixwe van dîtin û beyanên Ocalan weke yên Yalçin Kuçuk dibînim. Fena ku hinek li derve van tiştan hazir dikin û difroşin kurdan. Armanca ew e ku kurd vê gava dewletê bi siyaseteke nerm û maqûl pêşwazî nekin, di şer û tund û tîjiyê da israr bikin.
Ji xwe hemû CHP û MHP li dijî weşana kurdî ye, dema PKK û DTP jî vê dijayetiya xwe bidomîne û êrîşî bibe ser van gavên dewletê wê demê meşandin û berfirehkirina van gavan jî zahmettir dibe.
Divê kurd li gavên tên avêtin xwedî derkevin, teqdîr bikin lê pê neyên serî.

1 kommentar:

  1. Xalê Zinar,

    Te dîsan careke din di donzdehê da lêxistiye. Hin kes dixwazin zilm u zordariya ku dewleta tirkan li kurdan kiriye, bêyî ku ew sucên dewletê bin, nîshan bidin. Rast e ku Apo jî di xizmeta van kesan da ye u bi beyanên xwe hertim vê diparêze.

    Herweha ez bi pirs u bersiva te ya: "Emerêka waye nikane te bînê rê, ewê çawa bikanibe dewleta tirk bîne rê?" gelekî kenniyam u kêfxwesh bum. Xwedêgiravî ez chi bêjim wekî din. Pirs u bersiva te her tishtî eshkere dike. Qet nebe dewleta tirk her tishtî ji bo xwe dike, lê Apo her tishtî li dijî milletê kurd dike, ferq ev e tenê.

    Silavên hêja

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera

PARVE BIKE