07 januari 2009

Çeteyên Ergenekonê rehet nasekinin

Ev demek bû doza Eregenekonê kerr bûbû. Meriv digot belkî çarçeweya bûyerê û hejmara girtiyan ewê mezintir nebe.
Lê vê sibehê ji nişka ve dîsa di çarçeweya doza Ergenekonê da li Anqere, Stenbol, Sêwaz û Îzmîr jî tê da li 6 bajaran operasyoneka nuh hat kirin. Li gor çapemenî dinivîse, di operasyonê da heta nuha 37 giregirên kemalîst hatine binçavkirin.
Operasyona vê sibehê gelek kes matmayî hîşt. Doza Ergenekonê dom dikir û texmîn ew bû ku çeteyên Ergenekonê êdî kevirên xwe bera ber xwe dane û ewê rehet rûnin. Loma jî operasyon ewê berfirehtir nebe û hin kesên din ewê neyên girtin.
Lê diyar e mêrikan rehet nasekinin û hêviyên xwe ji tevlihevî û darbeyên leşkerî qut nakin. Diyar e ew jî dibêjin "berxwedan jiyan e."
Kesên di çarçeweya operasyonê da hatine girtin ne tenê svîlên weke Yalçin Kuçuk û hin burokrat û generalên teqawit in, di nava girtiyan da îcar leşkerên li ser kar jî hene. Loma jî piştî operasyonê serekerkan û hemû qumandarên artêşê tavilê civiyan. Lê hîn ne diyar e ewê çi bikin.
Wisa xuyaye ku têkiliya vê operasyonê bi hin gavên demokratîk ku hukûmetê qala avêtina wan kiribû heye.
Bi taybetî jî piştî weşana TRT Şeş-ê, reaksiyonên Baykal, Bahçelî û gelek kesên weke wan pir sert bû. Serokê MHP-ê Bahçelî got, ”li hember struktura dewleta milî îxanet hatiye kirin û dewleta milî ji para hatiye xencerkirin. Serokwezîr bi kurdî silav daye PKK-ê.”Dema meriv bala xwe dide van beyanan pir ne dûr e ku di nabêna vê operasyonê û hin reformên ku qala wan tên kirin ku di pêşerojê da dewlet dixwaze van gavan bavêje, têkiliyek hebe. Çimkî herkes dizane ku di nava burokrasiya dewletê da gelek kes li dijî serbestbûna zimanê kurdî ne û dixwazin vê prosesê rawestînin.
Beyana serokê YOK-ê ya derbarê vekirina beşê kurdolijiyê da gelek kemalîst û nîjadperestên tirk dîn û har kir. Dibêjin tiştekî wiha ewê dewleta tirk perçe bike.
Loma jî dikane têkilî hebe. Ji ber ku waliyê Sêwazê Veysel Dalmaz di derbarê operasyonê da gotiye, kesên di çarçeweya operasyona Eregenekonê da vê sibehê hatine girtin planên hin sûîkastên gelek mezin dikirin.
Walî wiha gotiye:
”Li gor xebatên îstîxbaratî hin agahî ketin destê me ku dixwazin hin sûîkastên mezin bikin û Sêwaz jî di nava van bajaran da bû. Li bajarê me jî kuştina hin kesan dihat plankirin. Berî ku bigihîjin armanca xwe operasyon hat pêkanîn.”Weke xuya dibe operasyon belasebeb nehatiye kirin, mêrikan haziriyên hin prowaksyonên mezin kirine.
Û viya jî ne texmîn e, waliyê dewletê dibêje di vî warî da me hin agahî girtin, loma operasyon hat kirin.
Ya din him kesên di operasyonê da hatine girtin û him jî beyanên Baykal, Cîndoruk û Demîrel yên piştî operasyonê nîşan dide ku mesele cidî ye. Ji xwe kesên hatine girtin hemû jî ergenekoncîtiya xwe venaşêrin, Yalçin Kuçuk di telewîzyonan da herroj Ergenekonê diparêze û dibêje ez abûqatê wan im.
Bi kurtî şerê çeteyan demeke din jî ewê dom bike. Ji ber ku çete ne yek e û ne jî dudu ne, dewlet bi xwe hêlîna çete û rêxistinên îllegal e.
Loma jî di demeke kin da paqijkirina wan gelkî zahmet e.
Bi taybetî dema çete û nîjadpereset bibînin ku dewlet li hember kurdan nerm dibe, haziriya hin tawîzan dike weê demê ewê bixwazin teşxeleyekê derxin. Di vir da divê hukûmet pir cesûr hereket bike, ne xwe aqîbeta wan dikane gelkî xerab biqede.
Bêguman divê kurd jî li hember van hêzên darbecî û dîktator bêdeng nemînin, dengê xwe bilin bikin.
Di dawiyê da ez dixwazim ji birayên Zarayê Kurdîzan, Bernas Kurmac, Pîran Tîr û hemû xwendevanên din yên ku herroj bi şiroveyên xwe azim û moralekî mezin didin min sipas bikim.
Herçî mesela çerkezan e bêguman mesela me û çerkezan new eke hev e. Berî hertiştî çerkez û hindikayiyên din mahcirên Balkan Kafkasyayê ne, hatine li Tirkiyê û li hin herêmên welatê me stirîne. Lê li gel vê jî dibê mafên wan yên kulturî were dayin. Ev yek ji bo me jî baş e, cepheya li hember me çiqasî biçûk û zeîf bibe baştir e.
Lê em kurd li ser axa xwe ne, em berî tirkan xwediyê vî welatî ne. Em ne mahcir in, Kurdistan welatê me ye. Yên xerîb tirk in, ew pêsekiniyên me ne.
Ya din ez jî bawer nakim ku nufûsa çerkezan 6 milyon e, ku wiha be malik li tirkan viritî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE