25 januari 2009

Dîyaloga kerr û lalan

Îro danê nîvro di Roj TV-ê da min bîstekê li programa turxtorê(doktorê) zarokan, Tendurustîyê temaşe kir.
Esas min nedixwest lê temaşe bikim, lê xanim li kêlek min rûniştibû, wê got bihêl, hela ka tuxtur çi dibêje?
Ji Kurdistanê û ji Ewrûpayê gelek kesî telefon dikir û derdê xwe ji tuxtora ra digot. Kesên telefon dikirin bi piranî jin bûn, lê yê ji Batmanê telefon kir mêr bû.
Mêrikê batmanî got tuxtor, ji xanima min ra zarok çênabe. Em çûn ser tuxtoran, ji me ra gotin ”sorin di yûmûrtayên wê da heye”.Yanî kurdiya wê, ”di hêkên wê da gelş/problem heye.”Helbet tuxtorê reben tiştek fêm nekir, xwest mêrik bersîva xwe dubare bike. Mêrik gotina xwe dubare kir, lê dîsa bi eynî tişt got. Loma jî tuxtor tu feyde jê bidest nexist.
Tuxtor ji Kurdistana Sûrî ji kurdên Torê bû, bi devoka wan dipeyivî. Ji bo ku meriv jê fêm bikira dibê meriv hemû stranên Ciwan Haco ji ezber zanîbûya.
Tuxtor ji mecbûrî dev ji dubarekirina pirsê berda, îcar pirseke din kir. Got baş e, tuxtor got çi, “mahreca” wê çawa ye?
Îcar dora matmayinê hatibû yê Batmanî, îcar wî fêm nekir “mahrec” çi ye û tuxtur pirsa çi dike?
Ez jî nizanim “mahrec” çiye, lê dibe ku têkiliya wê bi analîz ya jî netîceya analîza tuxtor hebe. Axir mêrik fêm nekir û ez jî nizanim çiye.
Tuxtor xwest bizanibe ku ew û xanima wî çend salî ne, ev çend sal in ew zewicîne û ji kînga û virda zarok ji wan ra çênabe?
Malneketiyê batmanî geh got ew li dora çelî ye, dûra derxist çelûnehan, dûra daxist bin çelî û wer di wê nabênê da bir û anî. Tuxtor çuqasî pê da ket jî emrê xwe û jina xwe ras negot, dibe ku bi rastî nizanîbû.
Tuxtor dev ji wê pirsa xwe jî berda, îcar xwest bizanibe ev çend sal in ew zewicîne û ji kînga û virda ye ku zarok ji wan ra çênabe?
Weke bersîva derbarê temenê xwe da, di vir da jî geh qala sîh salî kir, dûra paşda girt nizanim got çend sal. Gotibû jina wî li dor çelî ye lê ev sîh sal bûn ku zewicî bûn.
Tuxor ji mecbûrî dev jê berda û telefoneke din girt.
Îcar jinekê ji Wanê telefotn kir.
Xanima Wanî got tuxtor, di ningê min da “mantar” heye, ez çi bikim?
Yanî nexweşiya kimê, ya jî nigê min pîrkotkî dibe ya jî di nigê min da ”kuvark” heye.
Tuxorê reben ji gotina ”mantar” tiştek fêm nekir. Û bi devoka xwe ya torî ji jinikê ra çend tişt gotin. Lê jinêkê fêm nekir ku tuxtor çi dibêje û çi dipirse?
Min di dilê xwe da got, îşê me kurdan pir zor e. Du kesên nabêna wan 100.150 km. e ji hev fêm nakin
Dûra jinekê ji Diayrbekrê telefon kir, wê jî nîvtirkî û nîvkurdî derdê xwe ji tuxtor got. Lê tuxtorê reben rindikî ji wê jî tiştek fêm nekir. Wê jî qala "kinchatinê, ketina kincan" û tiştên wisa kir. Lê rebenê tuxtor ji gotinekê fêm dikir, ji sê çar gotinan fêm nedikir. Di rewşên wiha da meriv baş dibîne ku asîmîlasyonê çi felaket aniye serê kurdan.
Min bala xwe dayê programa ”Tendurustî” bû diyaloga kerr û lalan. Ne tuxtor ji kesên telefon dikin tiştekî fêm dike û ne jî kesên telefon dikin ji devoka tuxtur tiştekî fêm dikin.
Dema kurdekî Sûrî û bi devoka torî rabe bi yeka diyarbekrî ya jî ruhayî ra têkeve diyalogê bêguman ibreteke wiha derdikeve meydanê.
Bira zaza, soran, hewram û goran li wir bimînin, waye em kurdên kurmanc ji hev fêm nakin. Ma yekî gewerî, diyarbekrî, ruhayî û cizîrî çiqasî ji hev fêm dikin?
Bi xêra telewîzyonan ez dibînim ku zêde ji hev fêm nakin.
Telewîzyona TRT6 belkî di vî warî da roleke pozîtîv bilîze, bi programên gelêrî devokan bi hev bide nasîn, yanî însan devokên derî herêma xwe jî bibihîzin û belkî hinekî fêm bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE