08 januari 2009

Artêş hukûmetê tehdît dike

Piştî operasyona Ergenekonê ya do, ku tê da gelek burokratên bilind û general jî hatibûn binçavkirin, Anqere li bin guhê hev ket, hukûmet û leşkeran civîn li ser civînê çêkrin.
Di xeber û şiroveyên çapemeniyê da hewake pir bi tirs û xof hakim bû, fena ku leşker hukûmetê tehdît bikin.
Bi bihîstina operasyonê ra do danêêvarê serekerkanê giştî bi lez û bez bi hemû qumandaran ra civînek li dar xist û şeş saetan li ser operasyonê peyivîn.
Îro jî di nabêna leşker û hukûmetê da dîsa civîn li pey civînê, beyan li pey beyanê dom kir.
Piştî civîna leşkeran ya di nava xwe da, serokerkan îro ji nişka ve çû ba Erdogan.
Serokerkan beyaneke pir kin da, tenê got ew çûye ziyareta Erdogan û derbarê bûyerên dawî da dîtinên xwe gotiye.
Dûra heyeta Dadgeha Bilind civiya û wê jî derbarê operasyonê da beyanek. Ji ber ku Dadgeha Bilind jî kelayeke kemalîstan e.
Serokwezîr Erdogan, bi muşteşarê MIT-ê û wezîrê parastin û yê hundur ra elelecele civiya civiya.
Îro saet di 14.30-î da civîna serokerkan Başbug bi serokkomar Gul ra hebû. Lê Başbug neçû civîna serokkomar, bi eksê wê çû ziyareta Erdogan.
Li gor rûtînê divê serokerkan îro civîna çapemeniyê bikira, lê ew jî hate îptalkirin.
Hevdîtina serokerkan Başbug û ya Erdogan ji saetekê zêdetir ajot. Piştî hevdîtinê, Başbug îcar berê xwe da Qesra Çankayayê, ba serokkomar Gul.
Piştî hevdîtinên Başbug yên bi Erdogan û Gul ra herdu aliyan jî daxuyaniyên berfireh nedan.
Di daxuyaniya serokwezaretiyê da tenê tê gotin ku serokwezîr Erdogan li koşka xwe bi serokerkan Başbug ra hevdîtinek kiriye. Û ev hevdîtin li ser daxwaza serokerkan Başbug hatiye kirn.
Di malpera serokerkaniyê da jî li ser ziyaretên Başbûg tenê tê gotin ku birêz serokerkan Başbûg çûye ziyareta serokwezîr û serokkomar û derbarê bûyerên dawî da dîtinên xwe pêşkêş kiriye.
Tiştek pir eşkereye ku leşker ji vê operasyona dawî gelkî aciz bûne ya jî mecbûr mane ku xwe aciz bikin.
Ji ber ku kesên hatine binçavkirin kadir û birêvebirên dewletê yên herî girîng in, heta nuha kesî newêrîbû li siya wan binêriya.
Lê îro pûlis digre ser malên wan û wan digre bin çavan. Li Tirkiyê ev yek ne tiştekî biçûk e, bûyereke mezin e. Otorîte û xofa kemalîzmê û artêşê dişkê. Berê ne mimkûn bû ku pûlis biwêribe bavêje ser mala serokê Datgeha Bilind yê kevn Sabîh Kanatoglu, bavêje ser malên generalan û malên wan saxî bike û wan jî bigrin bin çavan.
Hemû nîjadperest û kemalîst bi van girtinan gelkî diêşin lê darê wan hew di xênî hiltê.
Kesên wek tumgeneral Tuncer Kilinc ku li gor hin îdîayan merivê Ergenekonê yê yekem e, tumgeneral Erdal Şahîn, serokê ordiya 1-ê yê berê Kemal Yavuz, serokê daîreya taybet Îbrahîm Şahîn, Yalçin Kuçuk, Aydin Engîn, serokê YOK-ê yê berê Kemal Guruz û gelek giregirên din hatine girtin. Van kesan îdeologên îdeolojiya resmî û xwediyê dewleta kemalîst in û di eynî wextê da xwe berdevkê artêşê jî dibînin.
Dema neheqî li wan were kirin artêş nikane bêdeng bimîne, ji ber ku hemû yên hev, divê di rojên teng da xwedî li hev derkevin.
Lê helbet li hember kesên wiha operasyon hema wisa bi henekî nayê kirin, divê sebebekî cidî hebe.
Weke min di nivîsa xwe ya do da jî gotibû, dibe ku têkiliya vê operasyonê û hin gavên ku hukûmet dibêje ewê bavêje bi hev ra hebe.
Destpêkirina weşana kurdî, di zanîngehan da qalkirina vekirina beşê edebiyat û dîroka kurdî û belkî jî hin gavên din ku em hîn nizanin di nava artêş û dewletê da bûbe sebebê hin aciziyan.
Axir ev îhtîmaleke. Lê heger sedî sed ne ev mesele be jî, kesên hatine girtin miheqeq li hember hukûmetê di nava hin xebat û haziriyan da bûne. Ne xwe hukûmetê destûra vê operasyonê nedida.
Di vir da ya herî girîng şêla hukûmetê ye. Piştî van hevdîtinên bi leşkeran ra gelo hukûmet û mahkime ewê gavê paş da bavêjin û li gor daxwazên leşkeran hereket bikin ya jî ewê heta dawiyê herin ser sûcdaran, ev yek hîn ne diyar e. Îhtîmala ku hukûmet hustuyê xwe li ber leşkeran xwar bike gelkî zêde ye. Bi taybetî jî serokkomar Gul dikane bêtir li têla artêşê xe. Lê bi hukûmet bi tevayî ne dîwarekî saxlem e.
Diyar e di rojên pêşda li tirkiyê emê bibin şahidê gelek tevlihevî û surprîzên wiha.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE