31 januari 2009

Dewleta ku bi metodên mafyayê tê îdarekirin

Li Tirkiyê meqam û rutbeya te çi dibe bila bibe, miheqeq ajanên dewletê lê pey te ne, te taqîb û guhdarî dikin.
Di vî warî da nimûneya herî dawî du roj berê derket ortê.
Li gor qeydeke telefonê ku di çapemeniyê da hin beş jê hat belav kirin, serekerkanê kevn(1994-1998)Îsmaîl Hakki Karadayi, di sala 2007-an da ji bo ku Abdullah Gul nebe serokkomar bi serokê ANAP-ê Erkan Mumcu û serokê Dozgêriya Bilind yê kevn Sabih Kanadoglu ra peyivîye û gelek emir û talîmat daye wan.
Mêrik serokekan e, mamûrê dewletê ye û xwedêgiravî di bin emrê hukûmetê da ye, lê ji der û doran ra telefon kiriye, xelk tehdît kiriye û xwestiye ku ew rê li ber hilbijartina Gul bigrin.
Lê li alî din ji ber ku ew serokerkanê Tirkiyê bûye ev nayê wê maneyê ku ewê ji taqîb û guhdarîkirina MIT û pûlis xelas bibe.
Serokerkan di bin ra dixebite ku hukûmetê bixîne, serokkomarê ne li gor dilê xwe nede hilbijartin û hukûmet jî baweriya xwe serokerkanê xwe nayne, wî digre bin taqîbatê û hemû axaftinên wî dide guhdarîkirin.
Li vir ji îdareya dewleteke medenî, demokratîk û qanûnî bêtir, şerê çeteyan mezîbahîs e. Herkes ji herkesî bi şik e, herkes ji herkesî ditirse, herkes herkesî dide taqîbkirin.
Baweriya serokwezîr bi serokerkanê wî tuneye(û ne neheq e jî)û loma jî ajanan bera pê dide û telefonên wî dide guhdarîkirin.
Lê serokwezîr jî ji jiyana xwe ne ewle ye, ew jî ji tirsa serokerkan newêre li mala xwe rehet rakeve. Hertim bi tirs radikeve.
Weke serokekî mafyayê, jiyana wî gav û seetê di tahlûkeyê da ye, hertim dikane were girtin, were kuştin û îktîdara xwe bi darê zorê teslîmî hinekên din bike.
Ji 203 sadrazamên(serokwezîrên) dewra osmaniyan 44 hebên wan bi emir û fermana padîşahan hatine kuştin.
Padîşah, gelek caran dema ji sadrazamekî xwe aciz dibû tavilê celladekî weke zebelihan dişand ser feqîro û hema li ser kursiya wî dest dikir gewriyê û dixeniqand.
Yanî weke nuha zêde dirêj nedikirin, di odeya wî da û li ser kursiya wî, bê mahkime, bê îfade, ji alî celladekî va dihat xeniqandin.
Loma jî tiştekî pir ne xerîb e ku Erdogan ji jiyana xwe bitirse û ji ber vê yekê jî serokerkanê xwe bide guhdarîkirin.
Ji ber ku Erdogan bav û kalên xwe nas dike, bi fêilên wan dizane, ew dizane ku amîrên Karadayi di demên pir nêzîk da serokwezîrên weke wî avêtine zindanan û kişandine ser darên sêpiyan.
A ji ber vê hewla ruh e ku li Tikriyê her serokwezîr ji jiyana xwe ditirse û loma jî derece, maqam û rutbeya însanan çi dibe bila bibe ferq nake, herkes ji herkesî ditirse, taqîb dike û dide taqîbkirin.
Ha meriv li Îtalyayê bûye serokê malbateke mafyayê, ha jî bûye serokwezîrê Komara Tirkiyê, herdu jî biqasî hev tahlûke ne.

Erdogan tam weke "serokê qabîleyekê" dipeyive

Piştî ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di forûma Davosê, di panela Gazzeyê da bi serokkomarê Îsraîlê Şîmon Perez ra ket minaqeşeyê û dûra jî bi hêrs panel terikand, weke ku meriv texmîn dikir, bûyerê li Tirkiyê olaneke gelkî mezin da, ji kêf û heyacabê milet xwe wenda kir.
Pêncî hezar tirk, alên wan di destên wan da çûn ber balafirxaneyê û Erdogan weke serleşkerekî ku cengeke pir mezin qezenc kiribe pêşwazî kirin.
Ev sê roj in ji heyecana qehremanî û egîdiya Erdogan gelê tirk rabûye pêdarê û ”mêraniyên” xwe yên rojên borî, yê dema osmaniyan bibîr tîne.
Ev sê roj in li Tirkiyê di nava milet û di çapemeniyê da mijara sereke ev ”qehremaniya” Erdogan e.
Xeyda Erdogan û terikandina wî ya panelê ne tiştekî dûrî aqilan e, bi vê yekê dinya feth nekiriye, normal e ku di minaqeşeyekê da însan ji hev aciz bibin, dilê hev bihîlin, heta rabin hev jî.
Di nivîsa xwe ya berê da min bi xwe jî ev protestoya Erdogan”teqdîr” kiribû.
Lê tirkan weke hertim îcar jî ev şêla Erdogan gelkî mezin kirin, ji adetê û usûlê derxistin.
Li hember vê ”qehremaniya” Erdogan herkes matmayî ma, ”şok bû”, ji kêf û heyecanê ”giriya”.
Her tirk ji xwe ra matmayî ma ku Erdogan çawa ev mêranî kir?
Bi hezaran tirk daketin kolanan û bi heyecan, bi ruhekî di cuzbê da gotin:
-Tirkiye bi te îftîxar dike.
-Erdogan ”ruhê zafera Çaneqeleyê” bi paşda anî.
-Erdogan Şîmon Perez sîle kir.
-Şok…Şok…Şok… Nuha ez diricifim… Me serokekî din yê wiha nedîtiye…
-Ez di nava heycanê da me.
-Ez nizanim ezê çi bibêjim.
-Lîderiye Cîhana Îslam kete destê Tayip Erdogan.
Erdogan jî yekî ji vê civatê ye, yekî weke wan e. Loma jî li hember van halanên miletê xwe bêguman ew jî hat heyecanê, wî jî girt û berda, wî jî dest bi pesindan û mêraniya bav û kalên xwe kir û piştra jî mesele anî ser xwe û got:
-Tiştê li Davosê qewimî we temaşe kir. Emê destûrê nedin kesî ku li hember serokwezîrê Komara Tirkiyê bêhurmetiyê bike.
-Tirkiye dewleteke mezin e.
-Ez weke serokwezîrê Komara Tirkiyê li wir bûm. Em ne reîsê Qabîleyekê ne. Em serokwezîrê Komara Tirkiyê ne.
-Yên li der jî û yên li hundur jî dibê hêza Tirkiyê baş fêm bikin û dibê li gor wê hereket bikin.
Ji bo ku bi Erdogan ra hevpeyvînekê bikin û ya jî du sê gotina ji devê vî hûtê heftserî bigrin telewîzyon û rojname xwe di ber hev ra dikin, hemû rojname bi gotin û rismên wî xemilî ne.
Dibêjin û dibêjin, lê dîsa jî dawî li destana Erdogan nayê.
Mesele çi ye, çi bûye?
Erdogan li hember Şîmon Peres "rabûye" û panel terikandiye…
Civata tirk civateke bi kompleks e, li hember ewrûpiyan xwe gelkî biçûk dibîne. Li gel ku Tirkiye xwedêgiravî welatekî Ewrûpa ye û tirk jî xwe "ewrûpî " dihesibînin, lê dizanin ku ewrûpî ne ji wan hez dikin û ne jî wan weke miletekî ewrûpî qebûl dikin.
Li Ewrûpayê miletê herî paşdamayî, herî nezan, herî cahil, herî bêsinet û marîfet û nekalîfiye tirk in. Loma jî li Ewrûpayê miletê herî jê nayêhezkirin jî tirk in, her welat dixwaze ji tirkan xelas bibe.
Tirkiye ev 57 sal in ku endamê NATO-yê ye û 66 sal in jî ji bo endametiyê serî li Yekîtiya Ewrûpayê daye, lê ewrûpî hîn jî nahêlin ku Tirkiye li vagona Yekîtiya Ewrûpa ya dawî jî suwar bibe. Tirk xwe diçirînin lê dîsa jî nikanin bilêteke klasa sêyem jî bidest xin...
Bira suwarbûn li wir bimîne, nahêlin Tirkiye ji der da jî xwe bi trêna Yekîtiya Ewrûpayê ve daliqînin.
Kesên herî optîmîst dibêjin dibêjin ancax piştî 30 salên din Tirkiye bikanibe bibe endam. Yanî piştî 99 salan û ew jî ne garantî ye. Ji ber ku gelek welat tirkan ewrûpî qebûl nakin.
Yanî netîce, ji ber ku tirk di her warî da ji ewrûpiyan paşdatir û nezantir in, ji ber ku di her warî da mihtacê wan in, vê yekê tesîreke pir xerab li ser şexsiyeta mirovê tirk kirye.
Ev yek bûye sebebê şexsiyeteke netebitî, ji xwe nebawer û bêîstîkrar. Ji tirkê herî sade bigre, heta bi serokwezîr, her tirk xwedî şexsiyeteke bi kompleks e. Di vê bûyerê da meriv vê kompleksa tirkan ya xwebiçûkdîtinê baş dibîne.
Kesên xwedî kompleksa xwebiçûkdîtinê ji bo ku vê rewşa xwe veşêrin ji hedêxwe zêdetir xwe dinepixînin, xwe qure dikin, pesnê xwe didin. Xusûsiyeta van kesan ya herî esasî tehemula wan ji rexneyan ra qet tuneye, dema yek j iwan ra bibêje hilê bilê, rexneyeke herî biçûk jî li wan bigre dîn dibin, reaksiyonên wisa nîşan didin ku meriv matmayî dimîne.
Dema meriv bala xwe dide reaksiyonên tirkan yên piştî bûyerê, meriv bi hêsanî dibîne ku civata tirk, civateke çiqasî jixwenebawer û bi komplek e.
Ez gotnên milet û hin nivîskaran didim aliyekî, di vî warî da nimûneya herî baş Erdogan bixwe ye.
Erdogan dema vegeriya Tirkiyê di axaftina xwe da got,” Emê destûrê nedin kesî ku li hember serokwezîrê Komara Tirkiyê bêhurmetiyê bike.”
Weke şexs xwe tiştekî nabîne, lê ji ber ku ”serokwezîrê Komara Tirkiyê” ye dibê însan jê bitirsin û hurmetê nîşanî wî bidin. Yanî ji şexsê wî bêtir, hurmetê nîşanî rutbeya wî bidin.
Ya jî gotina wî ya, ”Em ne reîsê Qabîleyekê ne. Em serokwezîrê Komara Tirkiyê ne…”
Ev gotinên jorîn îspat dikin ku Erdogan tam wek ”serokê qabîleyekê” difikire û wisa hereket dike.
”Serokê qebîleyekê” ya jî serokê mafyayê ancax wisa bêtehamul be, sîrek neçe eyarê wî, divê kes wî rexne neke, neêşîne, li hember wî herkes bihurmet be.
Çimkî ew ”serokê qabîleyekê” ya jî serokê mafyayê ye. Loma jî dibê herkes li gor wê qedir û qîmeta wî bizanibe.
Erdogan jî ji însanan viya dixwaze.
Di felsefeya ”serokê qabîleyê” û serokê mafyayê da ciyê gotinê, guftugoyê, îqnayê tuneye, ji wê bêtir hêrs e, zirt e, gef û tehdît e û ku ew jî têr neke kuştin e.
Erdogan jî di dawiya axaftina xwe da eynî wisa kiriye, ji dijminên Tirkiyê yên der û hundur ra(hundur kurd in)gotiye:
”Yên li der jî û yên li hundur jî dibê hêza Tirkiyê baş fêm bikin û dibê li gor wê hereket bikin.”
Yanî tam weke ”serokê qabîleyekê” û mafyayê peyivî ye.

29 januari 2009

Erdogan li Davosê herkes matmayî hîşt

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di foruma Davosê rûniştina ”Gazzeyê” da wek berdevkê Hamasê peyivî, gotinên pir giran ji Peres ra kir, got hûn Hamasê totî derî demokrasiyê dikin, destê xwe li destê moderator xist û dûra jî panel terikand.
Piştî axaftina serokkomarê Îsraîlê Şîmon Peres, Erdogan mafê axaftinê girt û ji Peres ra got:
”Birêz Peres tu ji min bi umirtir î. Dengê te zêde derdikeve. Ev psîkolojiya sûcdariyê ye. Hûn kuştinê baş dizanin. We zarokên li plajan kuştin. Parastina kesên ev însan kuştin sûcekî mirovayiyê ye. Ez kesên ji kirinan ra li çepikan dixin şermezar dikim. Ji bo min Dawos êdî qediyaye. Ezê carekek din neyêm Dawosê."
Dema moderator xwest midaxeleyî axaftina wî bike, Erdogan bi hêrs destê xwe li destê wî xist û got:
”Ji bo min Dawos qediyaye, ji nuha û pêva ezê neyêm. Hûn min nadin peyivandin.” Piştî van gotinan forum terikand û çû.
Ez ji Erdogan qet hez nakim û li dijî îdeolojî û siyaseta partiya wî me. Lê li gel vê jî ez vê şêla wî teqdîr dikim.
Xwezî serokên me jî li hember Erdogan biwêrîbûna mêraniyên wiha bikirana. Yên me li hember Erdogan, Bahçelî û yên din dibin pepûk.
Erê reaksiyon û bersîva Erdogan derî nezaket û dîplomasiyê bû, lê baş kir.
Ev şêla Erdogan, bi îhtîmaleke mezin di nabêna Îsraîl û Tirkiyê da ewê bibe sebebê dilsariyê û belkî demekê jî bibe sebebê kirîzeke siyasî jî.
Lê li alî din jî Erdogan ewê li der û li hundur sempatî destegeke gelkî mezin qezenc bike.
Bi taybetî jî ev şêla Erdogan di hilbijartinên mehelî da ewê feydeyeke mezin bigihîne partiya wî.
Ez bawer nakim li Tirkiyê siyasetmedarekî din biwêrîbûya li Davosê ev rest bikşanda.
Têkiliya vê ”cesareta” Erdogan hinekî jî ji "cahilî "û xamiya wî ya siyasî û dîplomatîk tê. Civata ji nav hatiye, kultura pê perwerde bûye şêleke wiha mimkûn dike.
Helbet meriv dikane hev û du rexbe bike, lê ne bi vî rengê û gotinên derî dîplomasiyê, mesele ev e.
Lê li gor hertiştî jî ew û partiya wî ewê li karê derkevin.
Erê Hamas rehet nasekine, tim tevliheviyê derdixe, xelkê sivîl ji xwe ra dike mertal, ev hemû rast in.
Lê ev yek nayê wê maneyê ji ber ku terorîstên Hamasê di nava gel da xwe vedişêrin Îsraîlê rabe herkesî û herderê bombebaran bike.
Ev ne rast e. Dema Tirkiye li hember me dike em dibêjin ne rast e. Û ya Îsraîl jî ne rast e û dibê meriv bibêje.
Loma jî Erdogan li gor bawerî û siyaseta xwe şêleke pir mêrane û bi cesaret nîşan da.
Ne tenê di nava tirkan da, di nava ereban da jî şêla Erdogan ewê olaneke mezin bide, çapemeniya ereb sibe ewê wî weke qehreman îlan bike.
Erdogan di rexneyên xwe da gelek tiştên rast gotin, lê tenê dema mesle Flîstîn be tiştên ”rast” dibêje, dema dor tê kurdan dewleta wî ji Îsraîl hovtir û ew jî ji Şîmon Peres gelkî zalimtir û bêûjdantir dibe.
Empatî û humanîza Erdogan li hember flîstîniyan temam û gelkî xurt e, lê dema mesele tê ser kurdan û mafên wan yê netewî antîpatî, zalimî, kîn û nefret dewsa empatiyê û humanîzma wî digrin.
Erdogan ji bo ku îsraîlî bi Hamasê ra rûnanin aqil dide Peres û wî rexne dike, lê şêla wî ya li hember PKK-ê û DTP-ê ji ya Peres gelkî xerabtir e.
Li hember gotina Erdogan "hûn kuştinê baş dizanin", Peres ji Erdogan ra negot, em çiqasî zanibin bi qasî we ne profesyonel in, we 30 hezar kurd kuştin û 5 hezar jî wenda kirin. Îcar nuha tu hatiyî dersa ehlaq û însaniyetê didî min!
Di eynî saetên civîna Davosê da di eynî bînayê da civîneke Yekîtiya Ewrûpayê jî hebû. Ji ber pirseke rojnamevanekî ji Roj TV-ê, wezîrê dewletê yê Erdogan Mehmet Aydin gelkî ture bû, bersîva pirsê neda û ji rojnamevan ra got, "here li konferansa kurd guhdarî bike" û dûra da rê çû.
Erdogan ji îsraîliyan ra dibêje bi Hamasê ra rûne, ji bo vê yekê şîretan li wan dike lê ew û wezîrê wî tehamuli pirsa kurdekî jî nakin. Yanî şûjinê di xelkê ra dikin lê tehamula wan tuneye ku yek derziyê di wan ra ke.
Îsraîl heta nuha tim gotiye ku ew Tirkiyê tu carî bi kurdan naguherînin, ji bo wan Tikiye gelkî mihîm e.
Di têkoşîn û liberxwedana miletê kurd da Îsraîl heta nuha tim hevalbendiya Tirkiyê kiriye. Ji bo ku artêşa tirk kurdan rehettir bikuje dewleta îsraîl ji perwerdeya leşkerî bigre, heta bi balafir û çekên herî modern û giran daye dewleta tirk.
Îsraîl ne di warê teknîk û leşkerî tenê da, di warê siyasî da jî bêteref hereket nekiriye, tim alîkariya tirkan kiriye.
Di van salên dawî da Îsraîl baweriya xwe gelkî bi tirkan dianî û digot belkî birastî jî tirk ”dostên” wan in. Nizanîbûn ku dostaniya tirkan bi dijminatiya kurdan sînorkirî ye.
Meriv hêvî dike ku ji nuha û pêva Îsraîlî fêm bikin ku di şerê wan û flîstîniyan da tirk tu carî nabin dostên wan.
Heger piştî van bûyeran nabêna Tirkan û Îsraîl xera bibe ji bo kurdan baş e, bi kêmanî piştevanekî tirkan kêm dibe.
Û ez hêvî dikim ku nbêna wan xera bibe. Lê ev yek pir ne ekîd e, îhtîmal heye ku Îsraîl vê resta Erdogan zêde mezin neke.

28 januari 2009

"Gotina me ya em bibêjin, hêza me ya em bigrin heye"!

Heyran li Kurdistana bakur milet, cîlên nuha di hilbijartinan da slogan û şiklên propagandayê yên wiha dîtine ku aqilê meriv disekine.
Di dema me da weke hertiştên din, propaganda jî weke nuha hewqas ne emerîkawarî bû.
Nuha însan sloganên wiha diqîrin, bandrolên wiha hildidin aqilê meriv disekine. Ez fêm nakim tiştên hewqas xweş çawa tê bîra wan?
Her êvar heger ji bîr nekim û wexta min hebe pir hindik guh didim xeberên hemû kanalên kurdî.
Vê êvarê di Roj TV-ê da min li xeberên saet şeşan(18:00)guhdarî dikir. Spîker di xeberan da qala gera namzetên DTP-ê û kêf û şahiya milet dikir.
Piştî ku qala çend bajaran kir, dor hat Wanê. Îcar qala qeza ya jî nahiyeyeke Wanê kir ku nuha di destê AKP-ê da ye.
Piştî çend gotinên li ser xerabî û nebaşiya şarederê AKP-ê, spîker got, milet ji nuha da gorra AKP-ê kolaye û tew xistiye gorrê jî. Û dûra jî dîmenê gorê anî ser ekranê.
Gorrek ji berfê çêkiribûn. Gurûbek însan, piranî zarok bûn, li dora gorrê kom bûbûn. Û mele jî şaşika wî li serî, fatîhe li ser gora mirî dixwend.
Piştî fatîheyê melle ji milet pirs kir, gelo ew heqê xwe li ”rahmetî” helal dikin ya na?
Milet bi yek dengî got em heqê xwe lê helal nakin.
Ez bawer dikim li ser kevirê ber serî jî, ”AKP li vir di gorrê da ye” nivîsî bûn. Lê ji ber ku dîmen zû çû min baş temaşe nekir.
Kî bîra xwe û gorrê, melle û xwendina fatîheyê biriye?
Heyran bixwedê kurd jêhatîne.
Piştî guhdarîkirina xeberê û dîtina ”gorra AKP-ê”, di cî da bûyereke dîrokî û gelkî girîng, karîkatorê tirkan yê li ser Serîhildana Agiriyê hat bîra min.
Wek tê zanîn Tirkiye û Îran li ser serê serîhildêr û qehremanên Serîhildana Agiriyê(1926-1930) bûn yek û serîhildan şikandin.
Piştî şikestina serîhildanê tirkan di rojnameyekê da karîkatorek weşandin. Di wî karîkatorî da, li quntarên çiyayê Agiriyê gorekê(mezelekî) xuya dikir. Li ser kevirê ber serê gorrê jî bi tirkî wiha nivîsîbûn:
”Muhayyel Kurdistan burada gömüldür.”
Yanî ”Kurdistana xeyalî, ya di xeyala we da di vir da gorkirîye.”
Min ji xwe ra got, tirkan 70 sal berê li ser Agirî wiha nivîsîn û demeke dirêj wisa baer kirin ku bi rastî jî ”Kurdîstana di xeyala miletê kurd da” kirine gorrê û êdî jê xelas bûne.
Lê miletê kurd bi xebeteke bênabên, bi fedekariyeke bêhempa û bi înadeke dûrî aqilan nîşanî dost û dijminên xwe da ku kurd dikanin ”miriyan” jî ji gorrê rakin.
Ew Kurdîstana ku tirkan digot belkî wan kiriye ”gorrê”, avabûna wê pir ne dûr e, nêzîk e.
Dora gorkirinê îcar dora me ye.
Çimkî ne hertim be jî lê dinya yekcarnan bi dor e. Miletê kurd îro li qezayeke Wanê AKP gorr kir. Bixêr sibe jî ewê dor were îşxala dewleta tirk jî...
Di bandrolekê da ev slogana jêr jî gelkî kêfa min jê ra hat:
“Gotina me ya em bibêjin, hêza me ya em bigrin heye...”
Gotineke çiqas xweş!
Di bextê min da me nizanîbû tiştên hewqas xweş bigota.

27 januari 2009

Leşker cî li hukûmetê teng dikin

Orgenerlê teqawit û serekerkanê kevn yê Tirkiyê Huseyin Kivrikoglu, ku di hin belgeyên doza Eregenekonê da û herî dawî jî li gor îfadeya Dogu Perînçekê endamê çeteya Ergenekonê wek ”merivê Ergenekonê yê yekem” tê nîşandan, îro ji nişka ve çû ziyareta serokerkan Îlker Başbûg.
Vê serdana Kivrikoglu yê ku weke ”serokê rêxistina Ergenekonê ” tê texmînkirin hemû derûdorên siyasî matmayî hîşt.
Lê bi dîtina min di vê ziyareta Kivrikoglu da tu çewtî û tiştekî ecêb tuneye. Ji ber ku wek tê gotin û texmînkirin(esas hukûmet û dadgeh dizanin ku ew merivê yekem e)Kivrikoglu merivê rêxistina Ergenekonê yê yekem e, loma jî dibê ew here serdana Îlker Başbûg.
Bêguman dibê serok bi serok ra rûne…
Dema ew neçûya, ji dêlî xwe va merivê xwe yê duyem ya jî yê sêyem bişanda ewê ne normal bûya û dibê meriv matmayî bima.
Di esasê xwe da ev serdana Kivrikoglu ya serekerkan Îlker Başbûg ya îro nîşan dide ku texmîn û ”îdîayên” derbarê wî da ne bêbingeh û vala bûne. Heger mêrik ne merivê Ergenekonê yê ”yekem”bûya di rojeke wiha da ku Tirkiye ji ber doza Eregenekonê li binguhê hev dikeve biçûya serdana serekerkanê Artêşa welatekî. Û di ser da li der û dora navê wî gelek ”îdîa” û ”spekulasyon” hene. Diyar e ku mêrik merivekî pir girîng e, xwedî hukum e û loma jî serokerkan nikane daxwaza wî ya serdaneke eşkere red bike.
Bala xwe bidinê camêran êdî civîniên xwe qet venaşêrin, hertiştî vekirî û eşkere dikin.
Mesele dema bixwestana dikanîbûn ev hevdîtin bi dizî bikirana, ya jî têxistina qalibekî din. Lê diyar e naxwazin veşêrin. Çimkî tirsa wan ji kesî tuneye, ne hukûmet û nej î edalet nikane dest têke gewriya wan û rutbeyên wan jêke.
A ji ber ku leşker vê yekê dizanin, loma êdî ew jî weke partiyeke leşkeran vekirî dixebitin.
Bêyî serokatiya Eregenekonê, navê Kivrikoglu bi civînên Encumen-î Daniş yanî ”Heyeta Şêwrê” jî ket rojevê. Derket ortê ku leşker, dîplomat û siyasetmedarên ku di dewletê da hatine gelek meqamên girîn ji 15 rojan carê li Stenbolê li Klûba Moda Denizê tên ba hev û xwedêgiravî li ser derdû belayên, gelş û melşên Tirkiyê ”sohbet” dikin, dipeyivin.
Encumen-î Daniş heta nuha hewqas nedihat naskirin, çewreyek pir teng haya ji vê rêxistina aqilmendên artêşê hebû.
Tiştê xuya ye ev ”Heyeta Şêwrê” weke heyeteke leşkeran xebitiye û aqil daye wan. Di vê heyetê da qala 40 kesî dikin, hemû jî merivên dewleta kûr yê xalis muxlis in. Û Kivrikoglu di vê heyetê da jî weke merivê ”yekem” tê texmînkirin.
Li gor lihevkirina leşker û hukûmetê, serokerkan Îlker Başbûg û serokwezîr Erdogan herhefte roja pêncşemiyê ewê bicivin. Yanî Tayyip Erdogan ewê rapora heftê bide qumandarê xwe.
Bi îhtîmaleke mezin di derbarê Ergenekonê da hin daxwaz û pêşniyarên Kivrikoglu ji hukûmetê hene, dixwaze berî civîna roja pêncşemiyê van daxwaz û pêşniyarên xwe bi riya Îlker Başbûg bigihîne hukûmetê.

26 januari 2009

Yaşar Kaya nîvê rastiyê bincil dike

Bîstek berê min di malpera Kurdistan Post da nivîsa Yaşar Kaya(Kurtçe yayin/weşana kurdî)xwend.
Qelema Yaşar Kaya xurt e, xweş dinivîse, ne dirêj dike û ne jî kin dihêle. Têra xwe hosteyê gotinêye, dizane gotina herî ne xweş jî xweş bibêje.
Helbet ji bo vê jî zanîn û hosteyî lazim e.
Xusûsiyeteke Yaşar Kaya ya din jî, dostayiya wî ya bi dîrokê ra ye. Di her nivîsa wî da pir hindik, rast ne rast lê miheqeq çîrokek, serpêhatiyek, bîranînek yanî perçeyek ji dîroka me û tirkan ya dûr û nêzîk heye.
Yaşar Kaya di vê nivîsa xwe ya li ser TRT6-ê da jî dîsa xwe sipartiye hin bûyerên dîrokî yên van 70-80 salên dawî û ji wan çend nimûne daye.
Lê di nimûneyekê da nîvê rastiyê gotiye û nîvî jî bincil kirye yanî "sansor" kirye.
Ji bo ku cîlên nuha bizanibin ku zimanê kurdî di çi zahmetiyan ra derbas bûye û tiştê îro bi TRT6-ê hatiye bidestxistin ne tiştekî wisa biçûk e, nimûneya pêşî ji Bûyera 49-an, têlgirafeke rahmetiyê Muhsîn Şavata(bavê Ganî Şavata) weke mînak daye.
Muhsîn Şavata, têlgirafek daye serokwezîr Adnan Menderes û jê ra gotiye, “Serokwezîrê min ê birêz, em di radyoyan da hinekî jî kurdî dixwazin.”
Di mahkimeya Doza 49-an da hakiman pirsa vê tilgirafê jî ji rahmetî Muhsîn Şavata kirine.
Yanî wê demê(di salên 196-î da)xwestina kurdî sûcekî mezin bûye û herkesî newêrîbû daxwazeke wiha eşkere bike. Lê li gor agahiyên Kaya, Muhsîn Şavata wê demê wêrîbûye bi têlgirafekê vê daxwzê ji serokwezîrê Tirkiyê bike û di mahkimê da jî şêla xwe parastiye.
Nimûneya duyem, ji kovara Îlerî Yurt daye. Kovara Îlîrî Yurt di sala 1958-an da li Kurdistana Bakur, li Diyarbekrê ji alî Mûsa Anter ve hat derxistin. Û cara pêşî di vê kovarê da Mûsa Anter bi kurdî helbesta Qimil nivîsî.
Yaşar Kaya vê gava apê Mûsa gelkî girîng dibîne û loma jî di warê kurdînivîsînê da wî weke pêşeng qebûl dike.
Piştî nimûneya Îlerî Yûrtê dûra qala kovara Dengê(1963) ya bi kurdî tirkî ku li Stenboklê derxistine, gelşa herfên “X,Q,W” û hin zahmetiyê çapkirinê dike.
Û herî dawî jî axaftina gorbuhuştê Wedat Aydin ya bi kurdî ku di sala 1991-ê da li Anqerê di kongreya Komela Mafê Mirovan da(ÎHAD)kir wekî nimûne nîşan dide.
Dibêje:
“Gava ronakbîrî kurd hêja Wedat Aydin axaftina xwe bi kurdî kir, serokê dîwanê xwest axaftina wî bibire, lê Wedat dom kir. Nevzat Helvaci dîwn hîşt û reviya. Katiba dîwanê, xanima Av. Şerîf Felekoglu civînd domand. Hevalekî tercume kir, di wê nabênê da pûlis hatin, ez jî çûm merkeza partiyê û min xeber da mebûsan. Bûyer li Anqereyê mezin bû. Wedat Aydin û hevalê ku axaftin tercume kir çend mehan di zindanên da razan û bedelê wê dan.”
Yaşar Kaya
bi qalkirina van bûyeran bêguman tiştekî gelkî baş kiriye. Bi van bîranînên xwe noteke biçûk li dîroka têkoşîn û liberxwdana kurdan zêde dike û bi vê yekê jî rê li ber jibîrkirina qehremanên hin bûyeran digre, bûyer dema neyên nivîsîn nabin malzeme û çavkaniyên dîrokê. Heger neyên jibîrkirin pir pir dibin “çîrok” û hin îdîayên bê delîl.
Loma jî nivîsîna her bûyereke biçûk jî gelkî girîng û hêja ye.
Lê tiştê herî balkêş di vê nimûneya dawî da Yaşar Kaya tenê nîvê rasrtiyê dibêje, nîvê din bi hosteyî vedişêre. Yanî beşekî bûyerê sansor dike.
Kaya dema qala axaftina Wedat Aydin dike, dibêje,”hevalekî tercume kir”!
Kaya, navê xwediyê axaftinê Wedat Aydin, navê serokê dîwanê yê ji tirsan direve û navê xanima ku ji dêl wî va civînê didomîne dibêje, lê dema dor tê ser kesê wêrîbûya li kêlek Wedet Aydin raweste û axaftina wî tercumeyî tirkî bike nabêje.
Ev ne şêla mirovekî rîsipî û ronakbîr e.
Bi qasî ez ku dizanim ew "heval" Ahmet Okçûoglû ye û Kaya jî navê wî dizane. Lê heger çi hikmetê îlahî be navê Ahmet Okçûoglû nabêje.
Dema merivê qala bûyerekê kir divê meriv xweşik qal bike, meselê belovacî neke û nîvçe nebêje. Û rastiyê nîvçe nequrmiçîne.
Heger di wan şertan da bi kurdî axaftina Wedat Aydin mêraniyeke mezin bû, bêguman wisa ye, ya Ahmet Okçûoglu jî mêraniyeke ji ya wî ne hindiktir e. Axir “mêranî” dibe ya nabe, dema meriv di eynî bûyerê da qala mêraniya yekî kir, dibê qala yê din jî bike.
Ji bo çi navê herkesî tê bîra birêz Yaşar Kaya lê dema dor tê Ahmet Okçûoglû, dibe “heval.”?
Ma çima navê vî “hevalî” tuneye?
Ji nivîsa birêz Kaya, em kesên ji tirsan ya jî ji ber dilreşîya xwe dîwan terikandiye, kesa karê wî girtiye ser milê xwe, kesê axaftin kiriye û ji ber wê jî ketiye hefsê nas dikin û li gor wê jî di heqê wan da digihîjin qenaetekê.
Lê li gel ku tercuman ji ber tercumaniya xwe ketiye hefsê jî em wî bi nav nas nakin, tenê weke “hevalekî” di hafiza me da dimîne.
Him li hember dîrokê û him jî li hember qehremanên bûyerê ev şêla birêz Yaşar Kaya ne şêleke dirist e.
Yaşar Kaya wek guhdar di kongreyê da ye lê dîsa jî qala roleke xwe kirye, çûye xeber daye mebûsên kurd.
Lê qala tercuman Ahmet Okçûoglû nake.
Tiçtekî pir ecêb e!
Gelo yekî din eynî tiştî li hember Yaşar Kaya bike ewê pê xweş be?
Ewê çi bibêje û çi navî lêke?
Ji bo ku Yaşar Kaya qala Ahmet Okçûoglû jî bike ma divê ew jî bimre dûra?
Çimkî kesên din yên ku birêz Yaşar Kaya qala wan kirye bêyî wî herdu jî(Mûsa Anter, Muhsîn Şavata)mirine.
Ji bo çi Yaşar Kaya Qala Ahmet Okçûoglû nekiriye ez nizanim.
Lê tiştê ez baş dizanim ku Yaşar Kaya, Ahmet Okçûoglû baş nas dike û navê wî bi zanetî “sansor” kiriye.

25 januari 2009

Dîyaloga kerr û lalan

Îro danê nîvro di Roj TV-ê da min bîstekê li programa turxtorê(doktorê) zarokan, Tendurustîyê temaşe kir.
Esas min nedixwest lê temaşe bikim, lê xanim li kêlek min rûniştibû, wê got bihêl, hela ka tuxtur çi dibêje?
Ji Kurdistanê û ji Ewrûpayê gelek kesî telefon dikir û derdê xwe ji tuxtora ra digot. Kesên telefon dikirin bi piranî jin bûn, lê yê ji Batmanê telefon kir mêr bû.
Mêrikê batmanî got tuxtor, ji xanima min ra zarok çênabe. Em çûn ser tuxtoran, ji me ra gotin ”sorin di yûmûrtayên wê da heye”.
Yanî kurdiya wê, ”di hêkên wê da gelş/problem heye.”
Helbet tuxtorê reben tiştek fêm nekir, xwest mêrik bersîva xwe dubare bike. Mêrik gotina xwe dubare kir, lê dîsa bi eynî tişt got. Loma jî tuxtor tu feyde jê bidest nexist.
Tuxtor ji Kurdistana Sûrî ji kurdên Torê bû, bi devoka wan dipeyivî. Ji bo ku meriv jê fêm bikira dibê meriv hemû stranên Ciwan Haco ji ezber zanîbûya.
Tuxtor ji mecbûrî dev ji dubarekirina pirsê berda, îcar pirseke din kir. Got baş e, tuxtor got çi, “mahreca” wê çawa ye?
Îcar dora matmayinê hatibû yê Batmanî, îcar wî fêm nekir “mahrec” çi ye û tuxtur pirsa çi dike?
Ez jî nizanim “mahrec” çiye, lê dibe ku têkiliya wê bi analîz ya jî netîceya analîza tuxtor hebe. Axir mêrik fêm nekir û ez jî nizanim çiye.
Tuxtor xwest bizanibe ku ew û xanima wî çend salî ne, ev çend sal in ew zewicîne û ji kînga û virda zarok ji wan ra çênabe?
Malneketiyê batmanî geh got ew li dora çelî ye, dûra derxist çelûnehan, dûra daxist bin çelî û wer di wê nabênê da bir û anî. Tuxtor çuqasî pê da ket jî emrê xwe û jina xwe ras negot, dibe ku bi rastî nizanîbû.
Tuxtor dev ji wê pirsa xwe jî berda, îcar xwest bizanibe ev çend sal in ew zewicîne û ji kînga û virda ye ku zarok ji wan ra çênabe?
Weke bersîva derbarê temenê xwe da, di vir da jî geh qala sîh salî kir, dûra paşda girt nizanim got çend sal. Gotibû jina wî li dor çelî ye lê ev sîh sal bûn ku zewicî bûn.
Tuxor ji mecbûrî dev jê berda û telefoneke din girt.
Îcar jinekê ji Wanê telefotn kir.
Xanima Wanî got tuxtor, di ningê min da “mantar” heye, ez çi bikim?
Yanî nexweşiya kimê, ya jî nigê min pîrkotkî dibe ya jî di nigê min da ”kuvark” heye.
Tuxorê reben ji gotina ”mantar” tiştek fêm nekir. Û bi devoka xwe ya torî ji jinikê ra çend tişt gotin. Lê jinêkê fêm nekir ku tuxtor çi dibêje û çi dipirse?
Min di dilê xwe da got, îşê me kurdan pir zor e. Du kesên nabêna wan 100.150 km. e ji hev fêm nakin
Dûra jinekê ji Diayrbekrê telefon kir, wê jî nîvtirkî û nîvkurdî derdê xwe ji tuxtor got. Lê tuxtorê reben rindikî ji wê jî tiştek fêm nekir. Wê jî qala "kinchatinê, ketina kincan" û tiştên wisa kir. Lê rebenê tuxtor ji gotinekê fêm dikir, ji sê çar gotinan fêm nedikir. Di rewşên wiha da meriv baş dibîne ku asîmîlasyonê çi felaket aniye serê kurdan.
Min bala xwe dayê programa ”Tendurustî” bû diyaloga kerr û lalan. Ne tuxtor ji kesên telefon dikin tiştekî fêm dike û ne jî kesên telefon dikin ji devoka tuxtur tiştekî fêm dikin.
Dema kurdekî Sûrî û bi devoka torî rabe bi yeka diyarbekrî ya jî ruhayî ra têkeve diyalogê bêguman ibreteke wiha derdikeve meydanê.
Bira zaza, soran, hewram û goran li wir bimînin, waye em kurdên kurmanc ji hev fêm nakin. Ma yekî gewerî, diyarbekrî, ruhayî û cizîrî çiqasî ji hev fêm dikin?
Bi xêra telewîzyonan ez dibînim ku zêde ji hev fêm nakin.
Telewîzyona TRT6 belkî di vî warî da roleke pozîtîv bilîze, bi programên gelêrî devokan bi hev bide nasîn, yanî însan devokên derî herêma xwe jî bibihîzin û belkî hinekî fêm bikin.

24 januari 2009

Mahîr Kaynak:Cesedan dernexin emê hemû bişewitin

Fatîh Altayli di malpera Haberturkê da bi ajanê kevn Mahîr Kaynak ra hevpeyvînek kiriye.
Sîxurê(ajanê) dewleta tirk yê kevn Mahîr Kaynak di hevpeyvîna xwe da dibêje: ”Di bin erdê da 15 hezar termên mechûl hene. Lê nekolin hûnê di binî da bimînin”.
Wek tê zanîn Mahîr Kaynak sîxurekî dewletê yê kevn e. Ji dawiya salên 1960-î heta 1980-î weke ajanekî dewletê yê resmî di nava MÎT-ê da xebitiye. Li gor tê gotin piştî salên 1980-î ji MÎT-ê ”veqetiyaye” ya jî ”teqawit” bûye.
Lê ji ber ku bi salan ajntî kiriye, loma jî dewletê û fêilên wê baş nas dike, dizane vê dewletê heta nuha çi aniye serê kurdan û çuqas kurd kuştine.
Loma jî gotinên wî weke yê şahidekî ji nava dewletê ye. Kaynak ji Altaylî ra gotiye:
”Li Tirkiyê li dora 15 hezar term di binê erdê da ne. Dibêjin ku ji bo xelaskirina welêt me ev yek kir. Qismekî ji van kuştiyan xistine binê erdê. Heger ev term werin derxistin emê bi fatûreyeke pir cidî ra rû bi rû bibin. Ji bo pêşeroja me dibê hebûna van terman were zanîn lê dernexin. Û ji nuha pê va jî tiştekî wiha nekin. Welat wiha nayê rizgarkirin. Hesab dikane were pirsîn. Kesên dewlet îdare dikirin ev biryar dan. Hûnê çawa hesab ji vê bipirsin?”
Wek tê dîtin Mahîr Kaynak pir vekirî dibêje:
1-Dewletê 15 hezar însan kuştine û vana hemû jî kurd in
2-Qatilan bi hezaran ji van kuştiyan li vir û li wir xistine binê erdê.
3-Kesên biryara van cînayetan dane ne çend kesên çete û xwe nezan in, dewlet bi xwe ye, yanî kesên wê demê li ser hukum bûne.
4-Û dibê ev term neyên derxistin. Çimkî dema term werin derxistin, wê demê divê qatil û kesên emir dane qatilan jî werin girtin.
5-Tiştekî wiha ji bo dewletê ewê gelkî zahmet be. Ji ber ku qatil û kesên berpirsiyar bi hezaran e loma jî divê ser vê bûyerê were girtin lê careke din tiştekî wiha neyê kirin.
Yanî bi kurtîyî Kaynak ji kurdan ra dibêje, dev ji şopandina qatilan berdin û zêde neçin ser meselê. Erê dewletê bi hezaran kurd da kuştin lê carê bû û çû û dibê hûn bi dû qatil û kesên emir dane wam nekevin.
Mahîr Kaynak mecbûr e wiha bibêje, çimkî ji sala 1980-ê û virda hemû serokwezîr, serokkomar, serokerkan, wezîrî hundur, hemû hukûmet, serok û amîrên emniyetê, walî, qeymeqam welhasil herkesê berpirsiyarê leşkerî, cendirme û pûlisên ku li Kurdistanê fezîfe girtine hemû jî kêm zêde mucrim in û destê wan di xwîna kurdan geriyaye.
Lê tiştê herî baş ev cînayetên dewletê êdî nayên veşartin. Loma jî dii van demê dawî da ne Mahîr Kaynak tenê, kesên weke Mehmet Elkatmiş, Eyûb Aşik û Hasan Fehmî Guneş û gelek kesên din jî êdî bere bere cînayetên dewletê qebûl dikin û dibêjin şaş bû, dibê dewletê ev yek nekira lê kir.
Weke Mahîr Kaynak, wezîrê hundur yê kevn(1.16.1979-5.10.1979) Hasan Fehmî Guneş jî dîsa di Haberturkê da ji Balçîçek Pamîrê ra tiştên gelkî balkêş û ecêb gotiye.
Hasan Fehmî Guneş gotiye ew bawer nake ku doza Ergenekonê here bigihîje ”dewleta kûr”. Guneş wek wezîrekî kev û siyasetmedarekî xwedî tecrûbe gotiye:
”Hedefeke wiha tuneye, armanceke wiha tuneye. Ji ber vê yekê jî ev doz bi qadeke muayen ra sînorkirîye”
Guneş gotiye ”dewleta kûr” ne mimkûn e ku bi dozekeê ji ortê rabe û dûra jî wiha domandiye:
”Dewleta kûr di esasê xwe da kes, derûdor û maqamên ku erka dewletê di destê wan da ye. Wan ew grûb û rêxistin çêkirine, hin wezîfe dana wan grûban, ew şandine operasyonan û operasyon hatine çêkrin. Avahiyeke cihê li derî dewletê tuneye.”
Wek tê dîtin Hasan Fehmî Guneş jî fena Mahîr Kaynak eynî tiştî dibêje, çete jî rêxistin jî ne li derî dewletê ne, bêyî haya dewletê çênebûna, hemû jî bi destê dewletê hatine çêkirin û bikaranîn.
Yanî çete û qatil hemû ji malê û merivên dewletê ne. Loma Sûsûrluk jî, Şemdînlî jî û Ergenekon jî hemû rêxistinên dewletê yên îllegal in.
Di van dozan humûyan da heta ji destê sîstema edaletê û îqtîdara siyasî hatiye nexwestine dewletê deşîfre bikin, mesele tim bi girtina çend kesan va sînorkirî hîştine. Lê weke Kaynak û Guneş jî dibêjin, hemû cînayet bi destûr û emirê dewletê bûne. Loma jî divê hesab ji hemûyan were pirsîn.

23 januari 2009

Rismê bavê Ataturk jî derew derket

Li Swêd kêm caran ceyran dihere. Ev bîst û neh sal in ez li Stockholmê dijîm herî zêde belkî pênc şeş caran ceyran hatiye birîn.
Yanî bi kurtî li Stockholmê qutbûna ceyranê bûyereke pir îstîsnayî ye.
Lê do êvarî ev îstîsna xera bû û saet tam di heyşt û nîvan da(20:30) ceyrana taxa me got çirp û çû.
Min kompîtor hîn nuh vekiribû û du-sê rêzên pêşîn yên nivîsa xwe nivîsîbûn, ji nişka va ceyran qut bû. Herder tarî bû, te tilî di çavên hev ra kira kesî kes nedidît.
Heta neh û nîvan(21:30)jî min pa, lê nehat. Li ser vê, min got fersend ev fersend e, ya baş ew e ku ez îşev zû rakevim.
Û ez çûm ketim nava nivînan. Saet li dora donzdan ez bi xwe hesiyam, min lampeya ber serê vêxist, min dît waye ceyran hatiye. Lê min di xwe ra nedît rabim nivîsa xwe binivîsim.
Min ji xwe ra got, sibe tê xêr vêra.
Bi destûra we, ez dixwazim îşev çend gotinan li ser ”bavê Ataturk” bikim.
Di çapemeniya tirk da do xeberek li ser "bavê Atarurk" hebû, digotin ew rismê ku heta nuha weke bavê Ataturk ”Alî Riza Efendî” tê naskirin, ne bavê Ataturk e, rismê zabitekî ku kes nizane kî ye.
Belkî jî dizanin kî ye, lê nuha nabêjin, wiya jî ewê piştî çend salên din eşkere bikin.
Bi qasî ku di bîra min da maye Apê Mûsa Anter, ya di bîranînên xwe da ya jî di kitêbeke xwe ya din da dibêje, carê li mektebê ji mamosteyê xwe yê dîrokê pirsiye, gotiye mamoste, ev dê û bavê ”Ataturk, Alî Riza Efendî û Zubeyde Xanim” di kitêban da gelkî qala wan tên kirin, herkes wan nas dike.
Lê heçî kalik û pîrikên wî ne qet qala wan nayê kirin. Kes nizane ew kî ne û navên wan çi ye. Ma tu dikanî di heqê wan da jî hinek agahdarî bidî me?
Li ser vê pirsa Apê Mûsa, mamoste pêda qeheriye û gotiye “rûne li ciyê kuro!
Bi zor me bavek jê ra dîtiye, îcar emê kalik ji ku bînin.”
Lê li gor agahiyên Falîh Rifki Atay, ev bavê ku piştî gelek zor û zahmetî û gelek derewên bi boçik jê ra peyda kirine, mixabin ew jî ne bavê wî yê rastîn e.
Ya din, ew mala(xaniyê şîrikî/pembe) ku xwedêgiravî Ataturk lê hatiye dinê, ew jî ne mala wî bûye, bi derwan kirine xaniyê wî.
Yanî bav derew, xanî derew, kalik nenas, pîrik nenas, qewm nenas û dê jî bi şaîbe…
Û mêrik dîsa jî bavê miletê tirk e!
Meriv dibêje qey ev miletê tirk jî li erdê maye û hema ji bo serokekî destê xwe pelendiye… Xwedê tu miletî nexe vî halî...
Falîh Rifki Atay(1894-1971), ji van derewên dîroka tirkan yek du heb berî mirina xwe di kitêba xwe ya bi navê “Çankaya”yê da raxistiye ber çavê xwendevanan. Lê pir mixabin kesî nexwendiye. Yên xwendine jî bi zanetî heta nuha li derekê negotine. Min bixwe heta nuha ev agahî nebihîstibû.
Di dawiya salên 1980-î da min ev kitêb ji Tirkiyê da anîn ku bixwînim. Lê nizanim çi ket nabênê welhasil heta îro min hîn nexwendiye. Ev hewqas sal in di refa kitêban da bi hawakî hustuxwar wer li bende min e.
Lê piştî vê nivîsê di wexteke here nêzîk da ezê bixwînim û belkî jî çend derewên tirkan yên din jî fêr bibim.
Ji ber ku Falîh Rifki piştî avabûna Komara Tikiyê yek ji wan kesên ku gelkî nêzî Ataturk bûye û gelek tiştên wî jî dizane.
Falîh Rifki, herçiqas merivekî tirkçî û gelkî heyranê Ataturk bû, lê li gel vê jî ji gelek kesan rastgotir e. Loma jî gelek agahiyên li ba wî meriv nikane li ba kemalîstên din bibîne.
Ev beşê nivîsa Falîh Rifki Atay, ya li ser bavê Ataturk yê sexte di kovara NTV Dîrok, hejmara sibatê da hatiye weşandin.
Falîh Rifki
Atay, di bîranînên xwe yê ”Çankaya”(1961) yê çapa duyem da di derbarê rismê Alî Riza Efendiyê bavê Ataturk da wiha gotiye:
-Ji zabitan yek weke bavê wî nîşan dane. Heta rojekê gotina wî ya bi tinaz, ”ev ne bavê min e” hat guhê min.
Falîh Rifkî dom dike:
“Piştî mirina bavê Ataturk, diya wî Zubeyde bi yekî halxweş ra dizewice. Û xaniyê ku weke mala Ataturk lê hatiye dinê tê nîşandan jî di esasê xwe da mala zirbavê Ataturk e. Lê yên ku tarîxa resmî ya Ataturk nivîsîne qey ew xaniyê ku Ataturk lê hatiye dinê layiqî wî nedîdine, loma jî rabûna xaniyê zirbavê wî weke yê wî nîşan dane.”
Yanî dîroka malbatê, bavê wî û mala ku li Selanîkê xwedêgiravî lê hatiye dinê ku heta nuha jî dewleta tirk weke muzeyê bikar tîne hemû derew in, ji bo xweşkirinê dûra li hev hatine ragirtin.
Çîrokeke vî xaniyê Ataturk ya gelkî tîrajîk heye.
Di sala 1951-ê da ji bo ku rûman mecbûrî koçkirina Yûnanîstanê bikin dewletê derewek avêt ortê, got mala Ataturk yê li Selanîkê hatiye bombekirin. Li ser vê derewa bi armanc, rojên 6-7-ê îlonê li Stenbolê û li gelek bajarên din bi hezaran faşîstên ji alî dewleta kûr va hatibûn organîzekirin avêtin ser mal û dikanên rûman, şewitandin, wêran kirin, gelek kes kuştin û bi sedhezaran rûm ji Tirkiyê dan koçkirin.
Lê bi rastî jî mala Ataturk hatibû bombekirin, lê ne ji alî rûman va, ajanên îstîxbarata Tirkiyê kiribûn, ji bo ku li Tirkiyê însanan bînin galayanê û bajon ser rûman.
Û di netîceyê da jî gihîştin armanca xwe.
Li gor Falîh Rifki nivîsîye, piştî mirina bavê Ataturk, ( hin kes dibêjin Ataturk pînc e, bavê wî ne diyar)diya wî bi yekî dewlemend ra dizewice. Û ev xaniyê ku heta nuha weke mala Ataturk hatiye nîşndan mala “Ragip Bey” yanî mêrê diya Ataturk yê duyem. Lê tirkan bi derewan kirine mala Ataturk û gotine di vî xanî da hatiye dinê.
Piraniya dîroka tirkan derew e û li ser derewan hatiye avakirin. Heta nuha bapîr, dapîr û kalikên wî nedihatin zanîn, waye bav jî derew bûye.
Yanî kes nizane ji çi miletî ye û dolê kê ye?
Li ser kok û secera Ataturk hin îdîayên Hasan Mezarci jî hene, li gor wî diya wî ne jineke tebitî bûye û loma jî bavê Ataturk ne diyar e, ew ”weledê zinê” ye û gelek îdîayên din. Lê ez li ser wan zêde nasekinim.
Baş e, em bibêjin ku kalikên wî û pîrikên wî nayên zanîn û waye bavê wî jî mechûl e.
Lê gelo ji çi miletî ye?
Yanî bi rastî Ataturk kî ye û ji çi miletî ye?
Hinek dibêjin makedon e, hinek dibêjin yûnan e û hinek jî dibêjin arnawit e.
Yanî di rastiyê da merivekî ku eslê wî, dê û bavê wî û miletê wî nayê zanîn. Tê gotin ku navê bavê wî “Alî Riza” ye, yanî tê naskirn.
Baş e wê demê gorra wî li ku ye?
Carê di forumekê da ez rast hatim. Kurdekî pirsa ”gorra bavê Ataturk Alî Riza efendî” li ku ye ji çend meqamên tirk pirs kiribû. Sefîrî Tirkiyê yê Selanîkê bi nivîskî bersîv dabûyê û gotibû ku haya mej ê tuneye. Dezgeha Dîroka Tirk(Turk tarîh Kurumu) û serekerkaniyê jî bersîv nedabûnê.
Nikanin bidin çimkî nizanin, kî ye û li ku miriye?
Ya çêtir ew e ku dengê xwe nekin.
Lê ev bêdengiya Dezgeha Dîroka Tirk û serokerkaniyê tê wê maneyê ku ne risim tenê, Alî Riza Bey” bi xwe jî tuneye, kemalîstan dûra ji xwe ra li hev ragirtine.
Diyar e Ataturk bixwe jî nizanîbûye bavê wî kî ye û li ku miriye. Heger bizanîbûya ewê gorra wî bida çêkirin.
Min bi xwe heta nuha nebihîstiye kesî qala gorên bav û kalên Ataturk kirbe. Hegr hebûna nuha ji zûda bûbûn qub û ziyaretgehên tirkan.

21 januari 2009

Ji nuha û pêva Erdoganê herhefte bi devkî raporê bide serokerkan

Civîna li ser Ergenekonê û bûyerên dawî ku li ser vexwendina serokkomar Abdullah Gul li Qesra Çankayayê hatibû kirin piştî nîvro qediya û li ser navê serokkomar Abdullah Gul belavokek hat belavkirin.
Belavok bi zimanê çûkan hatiye nivîsîn û loma jî bêyî kundê korê kûpê aqil kes tiştekî jê fêm nake.
Tenê tê gotin ku kesî kes tehdît nekiriye,(feqîrên sivîlan nikanin kesî tehdît bikin, heger tiştekekî wisa hebe ancax leşker dikanin bikin)herkesî li ruyê hev û bi rengekî azad fikrê xwe gotiye û di netîceya civînê da herkesî derz û wezîfeya xwe fêm kiriye.
Meriv dikane viya jî weke hukûmet, pûlis û edaletê fêm bike, yanî wan fêm kiriye ku ji nuha û bi şûnda ewê ne serbixwe bin û azad hereket nekin, dibê tim destûra ji leşkeran bigrin. Ji îro û pêva zêde neçin ser çeteyan. Dema operasyon û dadgehkirin mewzûbahis be dibê pûlis û dadgeh bi hukûmet û leşkeren bişêwirin û li gor wê hin gavan bavêjin.
Di rewşeke wiha da êdî meriv nikane qala pûlis û edaleteke serbixwe bike.
Ev demeke çaviyê mêzînê gelkî bi alî hukûmetê va daket. Ji nuha û pêva divê çaviyên mêzînê baş berberî hev bibin. Çimkî aliyê hukûmetê êdî gelkî giran bûye, dibê ev wezin were guhertin û
aliyê leşkeran girantir bikşîne, çimkî ew çekdar in û loma jî girantir in. Hukûmet dibê hesabê çekan jî bike.
Lê li gel vê jî ji civînê biryareke gelkî girîng derketiye. Li gor çapemenî dinivîse, ji nuha û pêva serokerkan Îlker Başbûg û serokwezîr Erdogan herrojên pêncşemiyê ewê werin ba hev.
Belê we çewt nexwend, serokwezîr heftê carê ewê bi serokerkan ra bicive...
Tirkiye ne di herbê da ye û seferberlik jî îlan nebûye. De îcar ji bo çi ewê serokwezîr herhefte bi serokerkan ra bicive tiştekî pir xerîb e û ancax li welatekî ku navê wî Tirkiyeye ev yek mimkûn be.
Maneya vê yekê ew e ku ji îro û pêva serokwezîr Erdogan herhefte ewê bi devkî raporê bide serokerkan Îlker Başbug.
Diyar e lşker qîma xwe bi civînên Heyeta Ewlekariya Netewî ya ji mehê carê naynin, vê demê pir dirêj dibînin. Dixwazin hukûmet, pûlis û edalet herhefte raporê bide wan.
Serokwezîrê ku şertekî wiha qebûl bike di warê siyasî da êdî miriye, dema meriv bi çavê emirberê serokerkan lê binêre meriv ne nehaq e.

20 januari 2009

Beyana serokerkan hukûmet bizand

Piştî ” întîxara” albayê teqawit û qatilê gelek kurdî Abdulkerîm Kirca, serokerkaniyê xwe gelkî aciz kir û tirs di hukûmet û çapemeniyê firand.
Îro serokerkan Îlker Başbûg û hemû qumandarên din tam taxim beşdarî cenazeyê Kirca bûn û bi vî rengî jî piştgiriyeke tam nîşanî wî û çeteyên din dan.
Li alî din, serokerkan Başbûg di melpera xwe da bi nivîskî jî li Kirca xwedî derket û di eynî wextê da jî hukûmet û dadgeh îqaz û tehdît kir. b
Seroerkan bi rengekî sergirtî dixwaze hukûmet midaxeleyî vê prosesê bike.
Di beyana serokerkaniyê da wiha tê gotin.
”Di pêvajoya darizandinan de kes û meqam bi rengekî bêdarizandin tên înfazkirn. Divê êdî meqamên desthilatdar û mesûl û çapemeniya aqlîselîm ji gotinê bêtir, di praltîkê da tedbîrên pêwîst bigre.”
Yanî dibê hukûmet midaxeleyî dozê bike û çapemenî jî zêde qala meselê neke. Ev beyana serokerkan midaxelaya îradeya siyasî ye û dixwaze dengê çapemeniyê jî bibirin.
Vê beyana serokerkan Başbug, tavilê serokkomar Abdullah Gul xist hereketê û pê hin gav da avêtin.
Serokkomar Gul, sibe di civîneke neasayî da hemû serok û birêvebirên dewletê(serokê meclîsê, serokê dadgeha bilind, serokê dadgeha îdarî û serokê dadgeha qanûna esasî) li Qesra Çankayayê kom dike.
Gul, Serokê Meclîsê Koksal Topatan, serokwezîr Erdogan, serokê dadgeha qanûna esasî Haşim Kiliç, serokê dadgeha bilind Hasan Gerçeker û serokê dadgeha îdarî Mustafa Bîden sibe di xwarina navrojê da tîne ba hev.
Serok û birêvebirên dewletê li ciyê rehetiyê nayên ba hev, miheqeq gelşeke pir cidî heye.
Tiştê xuyaye operasyona dawî ya li hember endamên rêxistina Ergenekonê serolkerkan û artêş gelkî aciz kiriye.
Ji ber ku di vê operasyona dawî da tê gotin ku yek milyon belge ketiye destê dozgeran û ev yek jî him wan xurt dike û him jî karê wan rehet dike.
Bi saya van belge û krokiyan gelek sîleh û cebilxane ketin destê pûlis, şikil û şemaya rêxistinê û gelek planên sûîqastan şekere bûn.
Û ev jî ne tiştekî hindik e.
Yanî bûyer îcar ji şerê navxweyî derketiye, gelkî mezin bûye. Êdî mesele tenê ne ifareya serbêjingêye, êdî hebûna “dewleta kûr” yanî dewleta îllegal ketiye xeterê. Loma jî artêş pir nerehet e.
Meriv dikane bibêje ku li gor carên berê, heger dadgeh û hukûmet bixwazin îcar dikanin zirareke mezin bidin ”dewleta kûr.”
Lê beyana serokerkan û teşebusa Abdullah Gul ne sînyalên xêrê ne.
Sîxurê(MÎTÇIYÊ) kevn Mahîr Kaynak, do di hevpeyvîneke xwe da dibêje, ”ev şer dirêj bû. Heger Ergenekon pes neke ji wê axê ewê vê carê laş derkevin. Yanî mesele ewê pir bikşîne.”
Piştî van gotinan dûra jî Kaynak dibêje, ”divê mesele li ser maseyê were helkirin, dibê kes û dezgeh zêde neyên rencîdekirin.”
Yanî dibê hukûmet, leşker û serokên dadgehên bilind li hev bikin û vê operasyonê rawestînin.
Diyar e civîna Abdullah Gul jî ji bo vê armancê tê kirin. Bi îhtîmaleke mezin ”yasama, yurtme û yargi” yanî hukûmet, dadgeh û hêzên qanûnan didin bicîanîn sibe ewê li ser menfeeta Tirkiyê ya ”ulwî” li hev bikin.
Îtîrafçiyê PKK-ê û endamê JÎTEM-ê Abdulkadîr Aygan, di sala 2005-an da bi alîkariya du rojnamevanan(Tîmûr Şahan û Ûgûr Balik)îtirafên xwe wek kitêb(İtirafçı: Bir JİTEM'ci Anlattı/îtîrafçiyekî JîTEM-î qal kir)weşandibû. Aygan di van îtîrafên xwe da Mûsa Anter jî di nav da di heqê 28 cînayetên ”failên wan nediyar” da agihiyên bi teferûat dide.
Bi destpêkirina operasyona Ergenekonê ra Aygan dîsa hin beyan û hevpeyvîn dan hin rojname û telewîzyonan û di van beyanên xwe da careke din navê Kirca û gelek cînayetên wî xist rojevê.
Wisa xuyaye ku van beyanên Aygan û bûyerên di rojên dawî da qewimîn serok û mezinên Abdulkerîm Kirca xist panîkê û koma jî çûn Kirca kuştin. Ji bo ku mesele firehtir nebe.
Lê ev têr nake, dibê hukûmet, pûlis, MÎT û dadgeh jî zêde pêşda neçin. Armanca midaxeleya serokerkan ev e û bi îhtîmaleke mezin sibe ewê fêkiyên xwe bide. Bi taybetî jî bêdengkirina çapemeniyê ji bo artêşê gelkî girîng e.
Ji ber ku çapemeniya Tirkiyê new eke deh sal berê ye, hindik be, tam ne li gor dilê meriv be jî lê dîsa jî li hember artêşê û çeteyên ”dewleta kûr” gelek qelem û dengên xurt û bêtirs hene, van kesan bi cesaret diçin ser cînayetên dewleta kûr û midaxelayên nelirê.
Mesela roja albay Abdulerîm Kirca ”întîxar” kir, rojnamemeya STARÊ ji îfadeyên Aygan ev rêzên jêr weşand:
”Min bi çavên serê xwe dît ku serokê JÎTEM-ê yê grûba Diyarbekrê Abdulkerîm Kirca sê kes înfaz kir. Vanan Necatî Aydin, Mehmet Ay û Remazan Keskîn bûn. Van kesan ji ber ku ji alî mahkemê va serbest hatin berdan Kirca ew înfaz kirin. Dûra li ser riya Silîva piştî ku meriv ji qereqola Kaxitliyê dibuhure, ronkayiya rojê ev kesan bi çongan xist erdê. Kirca ji mesafeya nêzîk berra serê wan da. Dûra me ew xistin bin erdê.”
Ev îfade li Tirkiyê di rojnameyele tirk da tê weşandin. Berê tiştekî wiah ne mimkûn bû. Tenê çapemeniya kurd tiştên wiah diweşand ew jî bêtesîr bû.
Lê îro gelek roiname êdî diwêre van xeberan biweşîne.
Loma jî serokerkan dixwaze dengê edaletê û çapemeniyê bibire.
Li gor Ahmet Kekeç di rojnameya Starê da dinivîse, ji bo ku sawcî Ozê ku doza Ergenekonê dimeşîne ji wezîfê bigrin pir dixebitin. Dixwazin ya ji wezîfê bigrin ya jî yekî din bidin ser serê wî.
Lê heger mêrok nekujin baş e. Ji ber ku karê wiha ji çeteyan ne dûr e.
Netîceya civîna Çankayayê ya sibe gelkî girîng e...

19 januari 2009

Çeteyên Komara Tirkiyê dîsa dest bi kuştina hev kirin

Çeteyên Komara Tirkiyê ji bo ku şahid û şopê li pey xwe nehêlin albayekî xwe yê teqawit kuştin.
Serokê JÎTEM-ê yê teqawit û qatilê gelek kurdî, Albay Abdulkerîm Kirca îro li mala xwe kuştî hate dîtin.
Li gor beyanên pûlis daye çapemeniyê, Abdulkerîm Kirca li mala xwe ya li Anqerê bi şeşderbê xwe kuştiye.
Komara Tirkiyê ev 30 sal in ku ji alî çete û qatilên profesyonel va tê îdarekirin. Di van 30 salên borî da bi destên van çete û qatilan bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Ji van kurdan bi hezaran hîn hestiyên wan jî nehatine dîtin.
Di van demên dawî da, bi taybetî jî piştî oprasyonên li dijî Ergenekonê ji van qatilan navê gelekan ket rojevê û sawciyan di heqê wan da dest bi lêpirsînê kir.
Tam di vê nabênê da, îtîrafkerê PKK-ê û endamê JÎTEM-ê yê berê Abdulkadir Aygan jî di hin telewîzyon û rojnameyên tirkan da hin tiştên nuh eşkere kir û got Kirca demakê serokê JÎTEM-ê bûye û ew bi çavên serê xwe bûye şahidê gelek cînayetên wî.
Aygan di vê beyana xwe ya dawî da got, Kirca li Diyarbekrê, li Silopîyê, li Şirnexê û li gelek herêmên din yê Kurdistanê gelek kurd kuştiye û daye kuştin.
Di eynî beyanê da Aygan dibêje, wî dîtiye ku Kirca li ser riya Diyarbekir û Farqînê Necatî Aydin, Mehmet Ay û Ramazan Keskîn kuştin û dûra jî li wir veşart.
Li alî din ne Aygan tenê, rojnameya Starê jî ev sê roj in li ser hev înfazên kesên PKK-yî yên ku bi destê qumandarê JÎTEM-ê Kirca hatine kirin, bi tarîx, cî û war yeko yeko nivîsî.
Yanî girtina Kirca nêzîk dibû. Û bi saxî bihata girtin jî dikanîbû ji bo kesên weke Mehmet Agar, Tansû Çîller, Gureş û gelek kesên din bibûya tahlûkeyeke mezin. Loma jî zû îşê wî qedandin.
Piştî belavbûna beyanên Aygan, wesanên hin rojnameyan û destpêkirina lêpirsînan diyar e çete ketin panîkê û tirsiyan ku serî bigihîje wan jî.
Û loma jî piştî van bûyer û pêşketinên dawî bi çend rojan weke Cem Ersever û gelek kesên din, Abdulkerîm Kirca jî ji ortê rakirin.
Ji ortêrakirina Kirca nîşan dide ku pêşketinên nuh çeteyan nerehet dike, ditirsîne û loma jî ketina panîkê.
Abdulerîm Kirca di sala 1998-an da di şerekî bi gerîlayên PKK ra birîndar bûbû û seqet bûbû. Ev 10 sal in ku Kirca seqet e û di erebeyê da dijî.
Serokkomarê Tirkiyê yê kevn û bi îhtîmaleke mezin yek ji çeteyên Ergenekonê yê tirsonek Ahmet Necdet Sezer, di sala 2004-an da Nîşana Şerefê ya dewletê dabû Kirca. Lê îro jî kuştin, çimkî him karê xwe pê qedandin û him jî ditirsin ku zirarê bigihîne wan.
Heta van dawiyan jî dewletê hebûna JÎTEM-ê qebûl nedikir, digotin tiştekî wiha tuneye. Lê çendakî berê, Aygan bodroya meaşê xwe weşand û di wir da xuya dikir ku ew elemanekî JÎTEM-ê yê bi kadro bûye.
Piştî wê, artêş mecbûr ma û hebûna JÎTEM-ê qebûl kir.
Wek tê zanîn, JITEM (rêxistina îstîxbaratê ya li dijî terorê) rêxistineke li dijî kurdan û PKK-ê di nava artêşê da hatiye çêkirin. Bi destê vê rêxistinê heta nuha bi hezaran kurd hatine kuştin.
Ji Sûsurlukê virda ye xwedêgiravî li hember van çeteyan operasyon tên kirn, qaşo maşo dixwazin tasfiye bikin. Lê nabe, weke bizrê pirparê ne, çuqas tên girtin, tên kuştin jî dawî nayê, tim hene, tim xurt in.
Çima?
Ji ber ku li Tirkiyê du dewlet hene. Dewletek li ber çava ye û resmî ye.
Dewletek jî îllegal e yanî bi dizî ye.
Û dewleta xwedî hukum û qudret jî ev dewleta bi dizî ye. Ev dewleta bi dizî herçiqas yekcarnan xwe tevî hin tiştên din bike jî lê di esasê xwe da li hember kurdan hatiye çêkirin.
Îcar ev dewleta îllegal ya ku li hember miletê kurd hatiye çêkirin yekcarnan ji bin kontrolê derdikeve û hin tiştên ne li rê, ne li gor dilê serok û birêvebiran dikin.
Û li li ser vê jî him di nabêna wan xwe bi xwe û him jî di nabêna wan û sîstemê da huqûq û edaletê da şer û teşxele derdikeve, hin kes hin kesan tasfiye dikin, dixin hefsan û yekcarnan jî weke Ersever û Kirca dikujin.
Lê tenê kes tasfiye dibin, ne dewleta îllegal. Struktur û avahiya dewleta îllegal li hember kurdan her tê parastin û mihafezekirin.
Loma jî tu carî dawiya şer û teşxeleyên nabêna çeteyan nayê û heta ku miletê kurd negihîje mafê xwe yê demokratîk û netewî ewê tu carî jî neyê.

18 januari 2009

Ez jî bûm derewçînê derewçînan

Roja pêncşemiyê li ciyê kar di dema xwarina navrojê da em çend kes ji qal û bal dipeyivîn, me qala hertiştî dikir.
Ji me heryekî mijarek diavît ortê û em kesên li dora masê kêlîkekê li ser dipeyivîn.
Piştra yekî din tiştek digot, îcar em li ser wê meselê radiwestiyan.
Nizanim çawa bû, min jî got,(xwezî devê min bişikiya û min negota)ma we bihîstiye, serokkomarê kevn yê Çekîstanê Vaclav Havel wefat kiriye.
Bêyî min kesên li dor masê hemû swêdî bûn. Gişan gotin na, me tiştekî wiha nebihîstiye.
Hinekan got, di xeberan da tiştekî wiha nehat gotin.
Hinekan got, di rojnameya îro da jî tiştekî wiha tunebû.
Bi van bersîvên bi şik, ez jî li gotina xwe ketim şikê. Bi rastî min jî li xeberên swêdî yên telewîzyonê guhdarî kiribû û rojnameya Metro jî xwendibû, lê ez li xebereke wiha rast nehatibûm.
Li ser van gotinên xelkê yên bi guman, min got, heyra weleh min do êvarî di çend malperên kurdî da ev xeber xwend. Lê piştî hûn wiha dibêjin ezê herim baştir bikolim, hela ka rastiya meselê çiye?
Êvarî li mal min ji nuh va bala xwe da malperên ku min xeber têda xwendibû. Min bala xwe dayê ku min çewt nexwendiye, di Avestakurd, Netkurd, Peyamnêr, Rizgarî, Serwext û çend malperên din da xebera mirina Vaclav Havel heye.
Ez matmayî mam. Min berê xwe da çend malperên din yên hewqasî ne bi nav û deng. Min dît ku waye di wan da jî eynî xeber heye.
Lê hemûyan jî eynî xeber, hinekan rasterast û hinekan jî bi du sê gotin guhertin belav kiribûn. Yanî hemû xeber ji yek çavkaniyê ”EuroKurd Human Rights"ê hatibûn girtin.
Xwedêkir ku ez çûm malpera amûde.com-ê.
Dema min sernivîsa ”Hin malperên kurdî Václav Havel bi saxî dikujin!” xwend ez di ciyê xwe da tevîzîm.
Min bi çar çavan xeber xwend. Min dît ku amude.com-ê lêkolîneke gelkî hêja kiriye. Kok û xwediyê vê xebera derew, "EuroKurd Human Rights- yanî Gabar Çiyan û hemû malperên ku bi vê derewa Gabar Çiyan xapiyane derxistiye ortê.
Amûdê.Com-ê gotiye:
”Do û îroj hin malperên kurdî mirina kevneserokê Komara Çekê Václav Havel ragihand. Van malperan heman nûçe bi kar aniye, ku tê de hatiye nivîsandin ku Havel miriye. Lê di rastiyê de Havel hîn sax e û ew nemiriye!”
Piştî vê destpêkê, xwediyê xeberê Sîrwan H. Berko, çavkaniya xeberê meraq kiriye û gotiye, gelo ”van malperan nûçeya xwe ji ku anîn?”
Û dûra jî bi rengekî pir xweşik nîşan daye ku van malperan(Netkurd, Peyamnêr, Rizgarî, Efrîn.net, netew.com, serwext.com, avestakurd, semakurd, PDK-Bakur)hemûyan xebera xwe ji "EuroKurd Human Rights"ê yanî meyla Gabar Çiyan girtine.
Ev demeke navê "EuroKurd Human rights" bi ber çavê min jî dikeve lê min qet guhê xwe nedayê. Çimkî eynî xeber gelek caran ji min ra jî tê. Min texmîn dikir ku yekî ”netemam” li pişt van meylan e loma jî tiştê ji min ra dihat min tavilê davêt.
Sîrwan Berko mala wî ava be, serê xwe pê ra êşandiye û xêliya li ser vê ”EuroKurd Human Rights”a derewan rakirye.
"EuroKurd Human Rights çi ye?
Ew xwedê giravî dezgeheke mafên mirovan e. Kesê li dû vê "dezgehê" Kurdekî bi navê "Gabar Çiyan" e, ku li Swêdê dijî. Wî berî niha jî li jêr navê "Zarathustra News" nûçe û nivîs di rêya e-mailan re belav dikirin û gelek malperan ew diweşandin, bêyî ku bizanibin an jî lêbikolin bê ma ew nûçe û agahiyên di wan de rast in an na. Ji xwe gelek ji wan jî ne rast bûn û ji ber vê yekê Malpera Amûdê ta niha nûçeyek jî ji nûçeyên "Zarathustra News" neweşandiye.”
Ev Gebar Çiyan jî diyar e mêrik têra xwe îşê xwe dizane, ji bo ku tesîrê li însanan bike û malê xwe bifroşe tim navê “giran” li xwe dike.
Lê wek ku dibêjin erê “navî giran e lê warî wêran e”, nav çiqas “giran” be jî li fêzê tiştek tuneye, here were şexsekî “netemam” bi e-meylan ji xelkê ra xeberan dişîne.
Îcar ji ber ku piraniya malperên kurdan jî pir bêçare û bêtecrûbe ne loma jî hema kî ji wan ra çi bişîne li dilê xwe dixin, di cîda diweşînin.
Bi rastî jî eybeke gelkî giran e ku hewqas malper bi dereweke wiha xapiyan e, bêyî ku di çapemeniya welatekî din da jî li rastî û derewa vê xeberê binêrin.
Ji ber ku Havel merivekî bi nav û deng e, dema bimre ne Gabar Çyan tenê, miheqeq çapemeniya cîhanê jî ewê bibihîze û qalê bike.
Lê yek malperê jî bîr nebiriye û negotiye, ev çawa mirine ku li cîhanê bêyî Gebar Çiyan kes qal nake?
Em bibêjin xebereke li ser kurdan be meriv dikane mazûr bibîne, bibêje weleh îmkana saxîkirinê ya tuneye ya jî gelkî zahmet e.
Lê ya Vaclav Havel ne wiha ye, dema cîhan qalê neke maneya xwe vir e, tiştekî wiha tuneye, heger mirin rast bûya miheqeq ewê bibûya xeber.
Min nuha careke din li xebera Amûdê nêrî. Min bala xwe dayê di bin xeberê da çend têbînî hene. Di wan têbiniyan da tê gotin ku malpera ”serwext, PDK-Bakur, avestakurd û efrîn netê” xeber ji malpera xwe derxistine.
Lê yên din hîn ne derxistine û ne jî lêborîn ji xwendevanên xwe xwestine.
Di virda tiştê herî ecêb heta nuha deng ji xwediyê xeberê ”Gabar Çiyan” jî derneketiye.
Wî jî negotiye wî ev xeber ji ku aniye?
Merivekî sax çawa kuştiye?
Bi îhtîmaleke mezin xebereke li ser nexweşiya Vaclav Havel di malpereke swêdî da xwendiye. Îcar ji ber ku him xwendin û nivîsandina wî zeîf e û him jî bi swêdî nizane loma jî tiştê xwndiye fêm nekiriye û ev xebera çewt jê derxistiye.
Û ez werim ser rewşa xwe ya li ciyê kar.
Çimkî weke hin malperên kurdî, min jî xebera mirina Havel belav kiribû. Erê ne malper bû, lê netîce min ji çend kesan ra gotibû.
Roja îniyê, wexta navrojê(firavîn)dîsa dema em li dor eynî masê rûniştin, min mesele vekir û got ku mirina Vaclav Havel derewa kurdekî ”netemam” bûye û gelek kurdên biaqil jî bi vê xebera wî xapiyan e. Ku ez jî yek ji wa kesan im.
Ez bi xwe dikim nakim fêm nakim, piştî vê xebera www.amûdê.com-ê hîn jî hin malperan ev xeber ji malpera xwe derxistine û ji xwendevanên xwe û birêz Vaclav Havel lêborîn nexwestine.
Diyar e hin malper tu carî xeberên xwe rast nakin, dixwaze bira ew xeber dereweke bêbinake be ya jî mirînîşandana yekî sax be.
Ferq nake, kesê mêr gotina xwe paş da nagire, carê çi gotibe ew e...

17 januari 2009

Min do rojek ji felekê dizî

Heger hûn rastiyê dixwazin do êvarî min rojek ji felekê dizî, ez û xanim em çûn sînemayê. Me li fîlmê Marîa Larsson Evîga Ogonblick/Kêlîka Bêdawî ya Marîa Larssonê temaşe kir.
Fîlmê ”Kêlîka Bêdawî ya Marîa Larsson”, li Swêd fîlmê sala 2008-an yê herî baş bû. Xelata fîlmê herî baş, rejîsorê herî baş û artîstên herî baş yê par, Beranêzêrîn girt.
Loma jî pir qala fîlm dihat kirin. Min got dibê em bibînin.
Beranazêrîn ji bal Enstîtuya Fîlm a Swêd ve ji sala 1964-an û virda ye hersal ji bo fîlmê herî baş tê dayin.
Rejîsorê filîm, Jan Troell ev cara şeşan e ku xelata Beranêzêrîn digre, merivekî gelkî meşhûr e.
Welhasil min got şevekê jî ez û xanim em herin der û wek xelk û alemê ji xwe ra hinekî ”kêf” bikin. Em di hundur da riziyan.
Fîlm saet di hijde û çarîkekê(18:15)da dest pê dikir. Ez hinekî zû ji kar derketim. Ji xwe xanim berî min diqedîne.
Saet piştî çaran li bajêr me hevdu dît. Em bîstekê li dikanan geriyan û dûra çûn ba Yilmazê Licî. Camêr qahweyeke bi şeref da me. Kurdekî ez hevza xwe jê dikim li wir bû, loma jî em zêde rûniniştin. Me qahwa xwe vexwar û em rabûn.
Em herdu jî ne birçî bûn. Lema jî ji dêlî aşxaneyê, em çûn pastexaneyeke gelkî meşhûr Vete-Katten, me li wir tiştekî sivik kir ber dilê xwe û dûra jî çûn sînemaya xwe.
Berê ez pir diçûm sînemayê û tiyatroyê. Li ciyê karê me çend xanimên swêdî, bi taybetî jî du hebên pîr hebûn, wan serkêşiya hilbijartina filîm û piyesan dikir. Her meh bi kêmanî carê em diçûn ya sînemayê ya jî tiyatroyê.
Piştî sala du hezarî(2000)ew grûba me belav bû, yên serkêşî dikirin teqawit bûn û yên din jî em ji hev belav bûn. Axir wê demê çend salan bi saya wan min gelek fîlm û piyes dîtin.
Piştî wê ez kêm diherim sînemayê û tiyatroyê. Do di sohbeta min û xanimê da derket ortê ku ez û wê ev cara sisiyan e ku bi hev ra diherin sînemayê. Ez bawer dikim du caran jî em çûne tiyatroyê.
Me herduyan jî ji fîlm gelkî hez kir. Salona mezin heme hema tije bû. Ez bawer dikim 400-500 însan hebû. Ev cara pêşî ye ku di temaşekirina filmekî da ez hewqas qelebalix dibînim.
Fîlm di destpêka 1900-î da (1907)da dest pê dike. Marîa Larssona ciwan jineke feqîr e, di loteriyekê da kamerayeke risman qezenc dike.
Marîa bi yekî bi navê Sigfrîd Larsson ra zewicîye. Kar û sinetekî Sîgfrîd yê sabit tuneye, karê rojane dike, yanî bi gotina kurdî emeletiyê dike.
Geh kar dibîne, geh nabîne.
Lê weke gelek swêdî yê wî jî problema alkolê heye, hertim vedixwe û li jinikê û zarokan dixe, berdûşiyê dike.
Marîa 7 zarokan tîne dinê û di bera jî karê malên dewlenda dike. Dûra Şerê Cîhanê yê Tekem tê, rewşa wan hîn xerabtir dibe. Bêkarî, bîrçîbûn, tirsa şer rewşa însan pir xerab dike.
Mêrê Marîa li benderekê himaliyê dike, dûra bêkar dimîne, dikeve grewê, bûyer diqewimin.
Di vê nabênê da têkiliya wî bi hin kesên çep û anarşîst ra çêdibe, di bin tesîra wan da dimîne, kîn û nefreta wî ya li hember dewlemandan zêdetir dibe.
Demakê halê wan pir xerab dibe, Marîa kameraya ku ji lotê qezenc kiribû ji buxçika xwe derdixe û dibe dixwaze ya bifroşe ya jî rehîn deyne. Çimkî nizane kamera çi ye, çawa tê bikaranîn.
Sabastian Peterssonê wênegir kamareya Marîayê nakire, di ser da wê têşwîqî fêrî wênegiriyê dike, malzemeyên wêneyan belaş didê.
Ev yek jiyana Marîa diguhere, êdî bi çavekî din li derûdora xwe, li tebîetê, li însan dinêre.
Fêrî wênekêşiyê dibe, sûretê însanan digre. Cîran, zarok, bexçe, pisika malê axirê li hertiştî bi çavekî din dinêre.
Sabastîanê wênegir li hember wêneyên Marîa şaş û matmayî dimîne, dixwaze li ba wî kar bike. Lê Marîa ji ber ku diya heft zarokan e loma jî nikane qebûl bike. Ji mêrê xwe jî ditirse. Çimkî merivekî zalim e. Û wê demê lêxistina zaok û jinan ji xwe pir normal e.
Bi wextê ra wênekêşiya Marîayê di nava feqîrî, zulma mêrik û barê zarokan da ji bo wê dibe mijareke kêfxweşiyê, pê sebre xwe tîne.
Di filîm da derûdor, kinc, deng, reng û ronahî mikemel bûn, meriv digot birastî jî belkî ev fîlm di destpêka 1900-î da hatiye kişandin, hertiştî, ji xwezayê bigre, heta bi însanan weke sed sal berê xuya dikir.
Lê bi taybetî jî têkilî û şêla însanan jî muhteşem bû, ew jî ne dişibiyan însanên îro, rabûn û rûniştina wan, axaftin û bersîvên wan weke yên çîrok û romanan bû. Pir mikemel bû.
Ji xwe qusûr nedihat ser hostetiya Marîa Heiskanen û Mîkael Persbrandt, herduyan jî di rolên xwe da bêqusûr bûn.
Sal derbas dibûn û di jiyana Marîa da gelek tişt diguherîn. Di dawiyê da di nabêna wê û Sabastîanê wênekêş da nêzîkbûneke êvîndariyê dest pê kir, di dilê herduyan da pêlên evînê serî hilda. Lê zêde pêş da naçû, Sabastîan ji bajêr bar kir û Marîa li wir hîşt.
Sahneya ji hev qetandinê pir trajîk û bi bandor bû.
Li gel ku mêrê Marîayê merivekî serxweş û sûtal bû, wer li d û jinan digeriya, li wê dixist, heta carê xwest bikuje û loma jî çend mehan ket hefsê.
Lê li gel vê zulmê jî Marîayê dev jê bernade.
Min dîroka swêd û swêdiyan hinekî xwendiye, ez dizanim ne pir, berî nuha bi sed salî swêdî çiqasî feqîr û perîşan bûn. Di fîlm da meriv ev dîrok pir baş didît.
Ev miletê heta sed sal berê hewqas feqîr bû, nan tunebû bixwara, çavê herkesî li çûna Emerîkayê bû, îro hatine çi rewşê, bûne yek ji welatê cîhanê yê herî modern û pêşketî.
Filîmê Jan Troell halê swêdiyan yê sedsal berê û yê nuha bi hosteyiyeke pir mezin dida ber hev û pê însan dihejand.
Heta salên 1930-î bi kêmanî yek milyon û nîv însanên swêdî ji bo jiyaneke hîn baştir koçî Emerîkayê kirine. Lê îro ji herçar aliyê cîhanê ji bo jiyaneke hîn baştir însan koçî Swêd dikin.
Ez bawer nakim di destpêka salên 1900-î da rewşa Tirkiyê ji ya Swêd pir xerabtir bû. Lê îro tirkiye hîn nikane derziyekê jî çêke, hîn jî welatekî ji demokrasiyê bêpar e, hîn jî bi qamçiyên leşkeran îdare dibe. Piraniya tirkan hîn birçî û perîşan in, ji bo ku debara xwe bikin hîn jî direvin Swêd.
Bi kurtî demokarsî bûye dînamîka ku Swêd bi pêşkeve û bibe welatekî refahê û dîktatorî û sulteya leşkerî bûye sebeb ku Tirkiye bi pêş nekeve, demokrasî bicî nebe û helbet kurd jî heta nuha bindest bimînin.
Bi kurtî ji fîrara xwe ya şevê çwîn ez gelkî memnûn mam, heger ji min were ezê tim yekcarnan xwe ji we û ji zarokan vedizim û herim titşê nuh bibînim.

15 januari 2009

Mûcîzeya Swêd!

Îşev jî ez dixwazim qala Swêd û xanimên swêdî bikim. Herşev tirk, çete, opresyon, Ergenekon êdê ji tamê derket.
Bala min lêye li cîhanê herkes gazinan ji kirîza aborî dike. Ji Ewrûpa, Emerîka û Çînê bigre, heta bi Bahreynê hemû welatên cîhanê ketine panîkeke pir mezin û nizanin ewê çawa ji vê kirîza aborî xelas bibin.
Lê Swêd qet natirse.
Erê li vir û li wir hin kesan ji kar derdixin, lê belê di eynî wextê da dibêjin aboriya me pir xurt e, kirîzên wiha tu tesîrê li me nake. Loma jî divê hemwelatiyên me netirsin û ji kêf û zewqa xwe nemînin.
Li gor lêkolîneke nuh, li Ewrûpayê ekonomiya herî xurt ya Swêd e. Li gor vê lokolînê, çend salên îstîsnaî ne têda, seranserê piştî dema şer ev yek nehatiye guhertin.
Swêd tim di pileya herî bilind, yanî tim di zîrweyê da ye. Di hemû lêkolîn û lîsteyan da Swêd tim di rêza pêşî da ye.
Tu bûyer û qirîz tesîrê lê nake. Dinya serobinî hev jî bibe, krîza aborî dinyayê bihejîne jî ne xema Swêd e.
Ekonimiya Swêd tim saxlem e û di her biranşê da pêşeng û xwedî gotin in. Biranş tuneye ku Swêd ne di nava da rêza pêşî da be.
Ji muzîkê bigre heta bigihîje balafirên şer, pola, derman, çek, fuze û telekomînîkasyonê di hertştî da ji çend aktorên û hêzên mezin yek in.
Loma jî tu qirîz tesîrê li Swêd nake.
Di şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem da, di kirîza Kubayê û ya petrolê da, di bilindbûna pêlên çep û rast da, di dema şerê sar û piştî 11 Îlonê, axir di hemû kirîzan da jî Swêd tim weke dîkê sipî xwe xelas dike. Herkes li zirarê ye, lê ew tim li karê ne.
Gava pêwîst be ji herkesî bêtir çep û demokrat in, lê dema eksê wê pêwîst be, hewqasî jî rast û muhafekar in.
Di eynî wextê da him dost û him jî xêrnexwazê Emerîka û Rûsyayê ne. Herdu dewletan jî baş îdare dikin.
Kirîz çiqasî mezin dibe bila bibe, tesîrê li aboriya Swêd nake, meriv dibêjî qey îmuniya wî welatî heye.
Nivîsarekî swêdî yê bi navê Stephan Mendel-Enk vê serfiraziya Swêd tenê bi tiştekî ve girê dide: Jinên swêdî.
Li gor wî, bêyî vê tu îzahek tuneye. Jinên swêdî sîgortaya Swêd e, bi saya wan tu kirîz xwe nagihîne Swêd.
Hemû cîhan, rast çep, Rûsya Emerîka ji swêd hez dikin, dixwazin tiştan ji Swêd bikirin, dixwazin weke Swêd û dostê Swêd bin.
Herkes dixwaze were Swêd, herkes pesnê Swêd dide, herkes ji Swêd û swêdiyan hez dike, kes ne li dijî swêdiyan e.
Li cîhanê tirk çawa sîmbola nefretê ne, swêdî jî sîmbola hezkirinê ne. Lê bi taybetî jî jinên wan herkes jê hez dike.
Çima?
Tenê ji bo xatirê jinên swêdî ye.
Tirkiye bi donera xwe, Rûs bi wotkaya xwe, Fransa bi penêr û şeraba xwe, Îtalya bi pîzza û modeya xwe, Swêd jî bi hinên xwe meşhûr bi nav û deng e. Dema dibêjin jinên swêdî, ava çema disekine…
Li gor Stephan Mendel, hemû karîna/şîyana(kapasîteya) tîcareta Swêd li ser esasê heyraniya li hember jinên swêdî ne.
Jinên swêdî li ber çavê dinyayê yeka dilgeş e, zerik e, narîn û nermik e. Hewqas nazik û nermik e ku meriv dikane weke peçeteyeke nerm ya jî weke dismaleke hevrîşim bikar bîne.
Jinên swêdî, ji hingiv şîrîntir û ji pembo jî nermtir in, kibar û nazenîn in. Lê zûxeydok û bêwefa ne.
Li Swêd zilam baweriyê bi du tiştan naynin; hewa Swêd û jinên Swêdî.
Li Swêd havînê jî li hember berf û baranê dibê meriv tim bi şemsî û bi hazirî be, çimkî dinya çiqasî xweş be jî pere nake, berf û baran tim dikane ji nişka ve jbibare.
Jinên swêdî jî weke baranê ne, çiqasî ji meriv hez bikin jî garantiya wê tuneye, hergav dikanin ji nişka ve çenteyê di destê xwe da li serê meriv xin û bibêjin ”de biteqize ji vir ”!
Tabî van îthaman ez ji kîsê xwe çênakim, çiqas rast e, çiqas derew e ew tiştekî din e, lê axir li ba gelek mêran di heqê jinên swêdî da qenaet û baweriyeke wiha heye.
Rast e, derew e ez nizanim, xêr û guneh li hustuyê fesad û gelacan be.
Li gor wî camêrê Swêdî, di danûstendinên tîcarî da tiştê herî girîng ew e ku tucarên swêdî mefhûma(gotina)”porê zer” û ”çîpên dirêj” têxin nava sohbet û axaftinên tîcarî.
Piştî ku ev herdu gotin têkevin nava sohbetê êdî dikanin hertiştî bifroşin. Çimkî êdî ewê aqilê yê hember here ser ”porê zer” û ”çîpên dirêj”…

14 januari 2009

Min îşev hinekî tevlihev kir

Ez pir kêm li telewîzyonên tirkî temaşe dikim. Ez dikanim bibêjim hema hema ez qet lê temaşe nakim.
Ji sebeban yek, piraniya programên wan qeşmeriyên xav û leqleqên vala ne. Û ji bo temaşekirina tiştên wiha jî wexta min tuneye.
Dudu, xanim bi tirkî nizane, dibê ez hertiştî jê ra tercume bikim. Ew jî nayê hesabê min. Dema tenê bim belkî hinekî bala xwe didimê.
Loma jî tenê li kanalên kurdî temaşe dikim.
Û ji bo ku bizanibim li Tirkiyê çi dibe çi nabe, di înternetê da li rojname û malperên wan dinêrim. Ev jî ji mecbûrî ye.
Weke herşev min îşev jî di nava rojname û malperên tirkan da çirvîtek bi lez û bez da xwe û hema wiha di ser ra çav li sernivîsên wan gerand.
Min bala xwe dayê dîsa hemû xeber li ser leşker û çeteyên Eregenekonê ne.
Hin derên nuh kola ne...
Hin sîleh û cebilxaneyên nuh dîtine...
Hin belgeyên nuh bidest xistine...
Hin îfadeyên nuh belav kirine...
Ji îfadeya Tuncay Gunay ya di sala 2001-ê da lîsteya serokatiya Eregenekonê weşadine.
Hemû jî serokerkan û general in.
Yanî dewletê 8 sal berê jî dizanîbû serok û birêvebirên Ergenekonê kî ne.
Lê van agahiyên Tuncay Guney yên 8 sal berê, nuha diweşînin.
Biweşînin çi xêra wê heye, piştî ku nikanibin serokerkan û qumandarên artêşê bigrin. Herkes hertiştî dizane lê kes nikane tiştekî bike.
Çapemeniya tirk ji rojnamevaniyê bêtir êdî tîcareta vî îşî dike. Xeberan piço piço belav dike. Û hertim jî di dera herî bi heyecan da diqedînin.
Ji bo ku roja din însan li dewama wê bigerin.
Di xeberan da tenê tiştekî nuh bala min kişand. Ew jî îdîaya Tuncay Guney ku Selîm Çurukkaya bi alîkariya Velî Kuçuk derketiye Eweûpayê. Li gor vê îdîayê, Selîm Çrukkaya bi talîmat û alîkariya Velî Kuçuk çûye Ewrûpayê.
Welhasil fena meriv gav û saetê li eynî pîlaqê guhdarî ke, gêja meriv dihere. Tu li kîjan rojnameyê dinêrî xebera herî girîng Ergenekon û çete ne.
Tu diherî kîjan melaperê, dîsa eynî tişt e, dîsa Ergenekon, çete, sîleh, îfade, operasyon û nizanim çi jahr û ziqûm…
Herkes dikane çete be. Meriv nizane destê kê di bêrî kê da ye, kî meriv kê ye? Lê civat bûye civata çeteyan.
Serokerkan, serokê partiyeke di meclîsê da, komînîstekî bi nav û deng, faşîstekî meşhûr, huqûqnasekî herî mezin bi endametiya rêxistineke terorîrîst îtham dikin, lê ji milet, ji sendîkayan, ji rêxistinên demokratîk kirt tuneye.
Mesela serokê dadgeha bilind û sekreterê serokerkan bi îthama endametiya rêxistineke îllegal û haziriya darbeyeke leşkerî digrin.
Lê ne xema kesî ye. Kes guh nadê.
Fena ku çend dizên mirîşkan girtibin, civat milê xwe hil dike, pê dikene. Lê reaksiyoneke herî biçûk jî tuneye.
Diyar herkes weke heve bûye, êdî kes loma ji tu tiştî nake, herkes hertiştî xweş û normal dibîne.
Nêta min ew bû di vî warî da tenê çend gotinan bibêjim û dûra qala roja xwe bikim. Lê waye min bêhemdî xwe dirêj kir. Ji ber ku bi temaşkirin û guhdarîkirina çîrokên çeteyên tirkan, pir hindik meriv jî dikeve bin tesîra wan.
Ez her sibe saet di şeşan da(06:00)ji xwe radibim.
Berê ruyê xwe dişom, diranên xwe firçe dikim û dûra jî êşligê xwe utî dikim. Piştî wê, dor tê ser amadekirian xurînî û navrojê. Ez bi lez wan jî hazir dikim û dikim tasa xwe ya seferê û dikim çentê xwe.
Saet li dora şeş û pêncî da(06:50)bi zû ji hundur derdikevim. Di 2 deqîqeyan da digihîjim pageha otobozê.
Îro, berî saet lêxwe ez bi xwe hesiya. Min bala xwe dayê saet nêzî şeşan dibe. Min saet girt, min got 5-6 deqîqeyên din ezê rabim.
Dema ez bi xwe hesiyam saet ji heftan dibuhurî. Ez ji nava nivînan pengizîm. Zûzûka min haziriya xwe kir û deketim der. Ji şansê min ra otoboza ku dibê bihata nehat. Yanî ez 15 deqîqeyên din dereng mam.
Neyse, dawiya dawî otoboz hat û ez lê siwar bûm û çûm gihîştim semta xwe. Ji bo ku kûlînçeyeke biçûk bikirim û têkim ber dilê xwe dageriyam benzînxaneya li hember ciyê karê min.
Di bêrîka min da 200 kronê min hebû, min derxist jê 100 kron da kasor. Camêr 10 kron jê birî 90 kron jî li min vegerand.
Ez çûm karê xwe.
Danê nîvro ji bo ku ji xwe ra porteqalekê bikirim û piştî navrojê bixwim çûm dikanê. Min firingiyek, porteqalek û çend kakivîlk kirîn û çûm kasê. Dema dora min hat min tiştên xwe danî ser şirîta kasê. Tiştên in hatin wezinandin. Xanima kasor got 20 kron.
Min destê xwe bir bêrîka xwe ji bo ku perê xwe derxim. Min dît ku tenê 100 kronê min heye, 90 kronê min, du bîst pêncî kron tuneye. Min liv ê bêrîka xwe nêrî, li wê bêrîka xwe nêrî xwedê bide, perê min tuneye.
Xwedê kir ku cuzadan û sed kron bi min ra hebû, ji bo ku yên li pişt xwe zêde aciz nekim min perê xwe da û berê xwe da karê xwe.
Li ser xwarinê min qala wendakirna perê xwe kir. Xwezî min qal nekira. Em heft kes li dor masê rûniştibûn. Heryekî/yekê destpêkir qala çend serpêhatiyên xwe kir. Di nava her heft kesan da kesê ku çenda caran çentê xwe, perê xwe wenda nekiribû nedabû dizîn tunebû.
Ji mecbûrî min jî qala çend hebên xwe kir. Lê ji bo ku nivîs zêde dirêj nebe ez îşev qal nakim. Careke din dema wezna wê hat, ez dikanim qala wan jî bikim û wan jî têxim nava serpêhatiyên xwe yên nivîskî.
Erê 90 kron(10 Euro ye)ne pereyekî pir e, lê hema wendakirin tiştekî ne xweş e, bi meriv zor tê.
Ji bo min bi tecrûbeyê sabît e, roja ku sibehê li mal ya jî bi rê da eksiyek çê bibe, miheqeq dawiya wê dom dike. Bûyerên îro ev baweriya min hinekî din xurt kir.
Nivîsa îro bû weke gêrmiya gavan lê tişt nabe. Bira îro jî hinekî tevlihev be. Belkî hinek xwendevan ji tevliheviyên wisa hez dikin…

13 januari 2009

Bi hebûna kurdên wiha meriv serbilind dibe

Bîstik berê(saet 20:20)min di TRT 6-ê da li programa Îhsan Aksoy(mirovek û jiyanek) temaşe kir. Ev cara pêşî bû ku min programa wî didît.
Min nav û dengê îhsan Aksoy bihîstiye lê weke şexs nasiya me tuneye. Heta nuha tu carî karwanê me rastî hev nehat ku em hevûdu nas bikin.
Lê min gelek caran bihîstiye ku kekê Îhsan merivekî henekçî û xweşsohbet e.
Dema min dît programa Îhsan Aksoy e kêfa min hat û di cî da li ber telewîzyonê min cî li xwe xweş kir.
Ji xwe îro îşê min li hev nehatibû û ez bînteng hatibûm malê.
Li ciyê kar swêdiyekî ”dîn” li ciyê rehetiyê bela xwe di min da. Min "îfada" wî girt lê axir weke dibêjin mêş biçûke bes dîsa jî madê meriv digerîne, wî jî bîna min teng kir. Û dûra di dema çûna mal da jî trêna min di nîvî rê da xera bû. Em li otobozan belev bûn. Riya nîv saetê ez di saet û nîvekê da gihîştim mal.
Dema ez gihîştim mal bîna gelkî teng bû û min nedixwest ez îşev jî qala tirkan û çeteyên wan bikim. Ji ber ku her eynî leqeleqe vala ye.
Belê, programê nuh dest pê kiribû.
Min mîvanê Aksoy nas nedikir. Min bi meraq xwe da bende fêrbûna navê wî.
Dema Îshak Tepe nivîsî, navê Ferhat Tepe yê ku ji alî dewleta tirk va hatibû kuştin hate bîra min. Min ji xanimê ra bi kurtî qala qetilkirina Ferhat kir û got, dibe ku bavê Ferhat be.
Di herikîna programê da diyar bû ku texmîna min rast bûye, ew bavê Ferhat Tepe bû.
Ez gelkî kêfxweş bûm ku min birêz Îshak Tepe nas kir. Di sohbeta wî û Îhsan da derket ortê ku birêz Îshak Tepe, alimekî dînî û kurdperwerekî gelkî hêja ye.
Wî jî weke gelek melayên kurdperwer di medreseyên dînî da xwendiye û bûye alimekî hêja. Demakê mamûrtiya dewletê kiriye lê dûra dev jê berdaye ketiye nava siyasetê.
Di warê siyasî da ji gelê xwe ra gelek xizmetên baş û hêja kiriye, welatparêzî tim bûye rêbaza wî ya esasî.
Di dawiya programê da dema qala serpêhatiya xwe ya siyasî û şehîdbûna lawê xwe û cînayetên dewletê kir, di warê siyasî da çend tiştên pir hêja û baş gotin.
Bêyî ku bi zimanekî sergirtî û bi êrifî bipeyive, pir eşkere û bêtirs got dewletê him lawê wî û him jî gelek kurdên din dane kuştin û qatil jî parastine.
Got, dema qala qetilkirina kurdan dikin dibêjin ”cînayetên mechûl”, lê ji bo me cînayet ne mechûl in, em dizanin qatil kî ne. Û dewlet jî dizane, lê nagire, çimkî wan diparêze.
Bi zimanekî gelkî vekirî û mêrane got, dewlet li pişt van cînayeta ye, li gel hemû delîlan jî dewletê qatil negirt û ceza nekir.
Li ser operasyona li hmber çeteyên Ergenekonê jî tiştên pir baş û pir cesûr got. Got, erê di operasyonan da hin kes hatine girtin lê têr nake, naçin ser berpirsiyarên mezin. Got heger dixwazin çeteyan tasfiye bikin divê herin ser yên mezin.
Malbata Îshak Tepe, yek ji wan malbatên kurd e ku di têkoşîna gelê xwe ya netewî da fedekariyên pir mezin kiriye û bedelekî pir mezin daye.
Dema min li birêz Îshak Tepe guhdarî kir, hezkirin û hurmeta min jê ra zêdetir bû. Ji ber ku li hember dijmin bêpaxaf bû, ji ber ku di telewîzyona dewletê da dipeyivî dewlet zeyt nekir û bi zimanê ”ezop” nepeyivî.
Bi qasî misqalê ziriq jî teredut nekir ku ji qatilên dewletê ra bibêje qatil û ji dewleta tirk ra jî bibêje patronê çete û qatilan. Ev şêla wî ya gelkî mêrane ez kêfxweş kirim.
Gelek kurd hene dema bi muhabir ya jî odeciyekï tirk ra dipeyivn di cîda dest bi "aşîtî û biratiya gelan" dikin. Îshak Tepe qet tenezulî zeytkirinên wiha nekir, navê qatil û hamiyên wan rast hilda.
Dema min ev rêz nivîsîn, ji bo ku Îshak Tepe hinekî din baş nas bikim, di Google ê da ez li navê Îshak Tepe geriyam.
Di kovara Serbestî da ez rastî hevpeyvîneke bi wî ra hatim. Hevpeyvîn di sala 2005-an da pê ra hatiye kirin û dûra jî di malpera Rizgarî da hatiye weşandin.
Piştî ku min hevpeyvîn xwend, min hinekî din fêm kir ku birêz Îshak Tepe çi kurdperwerekî hêja, mezin û bêtirs e. Wî di seranserê jiyana xwe da ji bo gelê xwe gelek xebatên hêja kiriye, ew kurdçiyekî kevn e.
Di nava HEP-DEP û HADEP-ê da jî gelek xebatên hêja kirye. Lê piştî teslîmiyeta Ocalan,weke gelek kurdên din, wî jî dev ji xeta siyasî ya di bin kontrola Ocalan da berdaye û ji siyasetê dûr ketiye.
Lê di vê nabênê da bi kurdî 3 kitêb jî nivîsî ye.
Bi hebûna kurdên wiha meriv tenê kêfxweş û serbilind dibe.

12 januari 2009

Hukûmet naxwaze dest bide serokê çeteyan

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû, ”dema general emir nedin, Îbrahîm Şahîn bi serê xwe nikane cebilxaneyan têxe binê erdê û plana kuştina xelkê çêke.”
Xeberên îro di çapemeniyê da ev texmîna min rast derxistiye.
Îbrahîmm Şahîn di îfadeya xwe da gotiye, dewletê ”muşawirtiya ewlekariyê” jê ra pêşniyar kiriye û wî jî li ser vê daxwaza dewletê dest bi hin xebatan kirye. Li gor îdîaya Şahîn, ji serokerkaniyê du generalan, Bekir Kalyoncu û Metin (dikane qumandarê hêzên deryayê Metîn Atac be)lê gerîyane û jê ra gotine ku ewê wî bikin “musteşarê dazgeha nû ya li dijî terorê.”
Bi rastî jî teqrîben 2-3 meh berê hukûmet û leşkeran li dijî “terorê” qala avakirna dezgeheke nuh dikirin, digotin ewê leşker, pûlis û cendirmeyan têxin bi emrê dezgeheke nuh.”
Diyar e hukûmet fikiriye ku Îbrahîm Şahînê faşîst, qatil û çeteyê Sûsûrlukê bîne serê vê rêxistina nuh ya li dijî “terorê.”
Helbet ev skandaleke mezin e. Lê di eynî wextê da derdikeve ortê ku hukûmet çuqasî li dijî Ergenekon û çeteyan e.
Hukûmet dest nade masiyên mezin, bi masiyên biçûk çavê milet boyax dike.
Rojnamevanan rastî û nerastiya ev îdîaya Îbrahîm Şahîn ji wezîrê edaletê û berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek pirsîn. Çîçek ne got rast e û ne jî got derew e. Got, “di derbarê îdîayên Şahîn da ez naxwazim bipeyivim.”
Maneya xwe ew e ku tiştê Şahîn gotiye rast e, hukûmet û artêşê xwestine Şahînê qatil û çete bikin “muşawirê” rêxistina nuh.
Ji ber ku leşker jî tevî meseleyê ne, loma jî serokerkan jî weke Çemîl Çîçek ji gotinên Şahîn nerehet bû û loma jî di malpera xwe da beyanek weşand got, ”tiştên tên gotin ne rast in.”Ji xwe serokerkan tu carî dirêj nake, dibêje nerast e û xelas. Ji bo çi derew e kes nikane biperise. Îbrahîm Şahîn di dema Sûsurlikê da jî dema hat girtin navên serok û berpirsiyarên xwe neda, hertiştişt girt hustuyê xwe û li dora 2-3 salan di hefsê da ma. Lê generalên emir dabûn wî weke mîran dîsa li ser kursyên xwe rûniştin û tu zirar nedîtin.
Wisa xuyaye ku Şahîn naxwaze careke din vê fedekariyê bi tenê bike. Loma jî ji nuha da mesajekê dide amîr û patronên xwe û dibêje heger hûn min xelas nekin ezê navê we jî bibêjim.
Yanî bi qasî ku xuyaye serokerkan û wezîrê edaletê û berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek jî di nava vî îşî da ne. Di operasyona din da jî dîsa navê Cemîl Çîçek bi hevaltiya hin çeteyan(Sînan Aygun)ra hat rojevê lê ser girtin. Belkî jî Çîçek dualî dixebite. Çimkî çi dibe jî mêrik kursiya xwe wenda nake.
Nuha derdikeve ortê ku di operasyonê da ne tenê çek û cebilxane ji bin erdê derxistine, di kompîtora albayekî da kasetên şantajê jî hatin girtin. Di kasêtan da gelek sûretên û dîmenên nemahrem(yên şermê) yên malbat û zarokên hakim, dozger û leşkeran jî hatine bidestxistin.
Bi van sûretan ewê dadgeh û leşkerên ku bi ya wan nekirana tehdît bikirana û bigirtana bin tesîra xwe.
Ev Tirkiye welatekî ecêb e.
Ji salên 1950-î û virda ye her eynî teşxele, eynî teqereq e. Destê leşkeran tim di gewriya sivîlan da ye, nahêlin rindikî bîna xwe bigrin.
Çimkî îdeolojiya resmî û hêza kemalîst û olîgarşîk demokrasîyê, plûralîzmê û pirpartîtiyê qebûl nakin, dixwazin îktîdar tim di destê wan dabe. Dema ku hinek dixwazin ji min emrê wan derkevin tavilê tehdît dikin û ku ew jî pere neke darbeyê dikin. Ev 50 sal e her eynî tiyatro tê lîstin.
Û helbeta ji bo vê hêza kemalîst ya herî girîng jî dibê miletê kurd negihîje azadiya xwe, tim bindest û bêmaf be.
Van çeteyan ji bo ku îktîdarê paşda bigrin di sala 1960-î da darbeyeke leşkerî kirin û dest danîn ser hukum. Serokwezîr Adnan Menderes, Fatih Ruştu Zorlu(wezîrê derve) û Hasan Polatkan(wezîrê maliyê) îdam kirin.
Lê teşxele nesekinî. Tevlihevî, bêîstîkraî, şerê çeteyan, xiran û keşanê dom kir.
Di sala 1971-ê da ergenekonciyên wê demê darbeyeke din kirin, dîsa bera hukûmetê dan û hemû avêtin hundur.
Lê îcar serokwezîr îdam nekirin, qey ne hewce bû.
Demekê jî wiha dom kir. Heta sala 1980-î.
Di sala 1980-î da çete dîsa rabûn pêdarê û darbeyeke din kirin. Bi hezaran kurd û tirk avêtin zîndanan, bi sedan kes kuştin, bi dehhezaran kurd ji welatê xwe reviyan û bi çolan ketin.
Lê mêrikan dest ji serdestî û dîktatoriya xwe bernedan, kîjan hukûmet hat serî tim di bin wesayeta wan da ma.
Piştra di 28-ê sibata 1997-an da rabûn darbeyek din kirin. Lê vê carê ne kes bidarda kirin û ne jî avêtin zindanan, tenê qewitandin, gotin herin li mala xwe rûnin.
Yanî bi kurtî ev 50 sal e ku kîjan partî tê ser hukum, kî dibe serokwezîr, kî dibe serokkomar, dixwaze bira çep be, dixwaze bira rast be, dixwaze bira dîndar be ya jî lîberal be ji bo mêrikan qet ferq nake, ew her xwediyê dewletê ne û dixwazin xwediyê dewletê bimînin.
Yanî ev 50-î sal e kîjan partî tê ser hukum netîce neguhere, herkes dikeve bin emrê leşkeran. Tu kes, tu hêz, tu partî nikane koka van çeteyan biqelîne û rê li ber demokrasiyê veke.
AKP jî eynî siyasetê didomîne, bi serokên çeteyên Ergenekonê ra dixwaze çeteyan tasfiye bike. Ev ne mimkûnne.
Helbet tiştên dibin tiştên baş in, lê têr nake. Dibê hukûmet û sîsteme huqûqê li gor "hin hesasiyetên Tirkiyê" hereket nekin, divê tehdîd û ricaya serokerkan nebe sebebê berdana serokê çeteyan.
Lê mixabin hertim wiha dibe. Di bûyera Sûsûrlûkê da jî wiha bû û di ya Şemzînan da jî wiha bû. Çete li ser sûc tên girtin lê bi mudaxeleya serokerkan tên berdan. Nuha jî eynî tişt tekrar dibe.
Îro waye li Anqerê cebilxaneyeke din dîtine. Heta nuha bi hezaran çek û cibilxane girtine, bi sedan delîl û wesîqeyên amadeyiya kuştin û sûîqastên siyasî ketiye destê pûlis û mahkimeyan. Mêrik dibêje filan generalî ev wezîfe daye min û min jî li ser emrê wî ev kar kiriye.
Lê ji bo girtina generalan dîsa jî têr nake. Weke hertim, dîsa çend sûtal û tetikçkêşên weke Îbrahîm Şahîn, Velî Kuçuk, Yalçin Kuçuk, Dogu Petînçek û çend zabitên teqawit ewê werin girtin, çendakî di hefsê da bimînin û dûra jî werin berdan.
Serokerkan û qumandarên din ewê dîsa simêla xwe badin û karên xwe bidomînin.
Di vê operasyonê da tişttê nuh îcar çend kesên çep û komînîst jî weke endamên Eregenekonê hatine girtin.
Bi taybetî jî partiya komînîst (TKP)bi xurtî li kesên girtî xwedî derdikeve. Di nivîseke xwe ya din da jî min qal kiribû. TKP-ê di beyana xwya li ser operasyona Ergenekonê da xwe gelkî aciz kiriye û gotiye:
"Kesên ku bi girtina van şexsan kêfxweş dibin û dibêjin "sûcdar cezayên xwe dikşînin", şêla wan ya îxanet e ya jî xeflet e."
Lê ibret û sosireta herî giran ew e ku DTP- ya me bi vê partiya ku piştgiriyê dide çeteyên Eregenokê ra çepheyeke hilbiartinan(Çati Partî/partiya parapli) çêkiriye, ewê bi vê partiyê ra dêkve hilbijartinan. Û belkî jî ji kurdan ra bibêje raya xwe jî bidin xwediyê vê belavokê.
Ez çi bibêjim, hema Xwedê aqilekî bide serokên DTP-ê û me kurdan jî ji bêtar û qezayên hîn mezintir bisitirîne...

11 januari 2009

Artêşê merivên xwe dan berdan

Sekreterê kevn yê Heyeta Ewlehîya Netewî ya Tirkiyê Orgeneral Tuncer Kilinç ê ku di operasyona Ergenekonê da bi gumana endametîya ”rêxistina terorê Ergenekonê” hatibû bincavkirin, do bi şev serbest hat berdan.
Vê serbestberdanê gelek kes matmayî hîşt.
Serokerkan Îlker Başbûg, bi girtina orgeneralê teqawit Tûncer Kilinc û çend zabitên muwazaf gelkî aciz bûbû û ji ber vê yekê jî di eynî rojê da bi lez çûbû ziyareta Erdogan û Gul û ”nerehetiya xwe” anîbû zimên.
Gelek derûdorên siyasî, ev ziyareta serokerkan ya bêdawetiye weke midaxeleyeke artêşê şirove kiribû.
Di nivîsa xwe ya roja operasyonê da min qala van ziyaretên Îlker Başbûg kiribû û bal kişandibû ser îhtîmala ku hukûmetê hustuyê xwe li ber leşkeran xwar bike.
Çimkî heta nuha hukûmeta AKP-ê bi lihevkirina bi leşkeran ra îşê xwe meşandiye û tu carî nexwestiye hemû sûcdar û çeteyan, lê bi taybetî jî leşkeran bigre û ceza bike. Tim xwestine bitirsînin lê ceza nekin.
Hukûmetê û dadgehên Tirkiyê tim qîma xwe bi tetikciyên weke Velî Kucuk Îbrahîm şahîn anîne. Halbû herkes dizane ku dema general emir nedin, Şahîn bi serê xwe nikane cebilxaneyan têxe binê erdê û plana kuştina xelkê çêke.
Li gor beyana Ozgur Derê û hin şiroveyên di çapemeniya tirk da mudaxeleya serokerkan Başbûg "fêkiyê" xwe daye.
Di beyana Ozgur Derê da tê gotin ku serokerkan di bin ebayê ra çoyê darbeyê nîşanî hukûmetê daye û bi saya vê midaxeleyê ”mensûbên olîgarşiyê” û hevalbendên wan daye berdan.
Bi îhtîmaleke mezin ev îdîa dikane rast be. Ji ber ku ev hukûmet ne demokrat e û baweriya wan bi demokrasiyeke temam tuneye. Loma jî li ser esasê parstina îktîdara xwe, ew dikanin bi leşekran ra li hev bikin.
Tê gotin ku li ser navê serokerkan daxwaznameyek pêşkêşî serokwezîr û serokkomar bûye. Di vê daxwaznameya xwe da seroerkan ji hukûmetê ra gotiye, divê paşayên di girtî werin berdan û rengekî negirtî werin dadgehkirin. Herwisa zabitên di bin çavan da jî divê werin berdan û dûra bi dawetnameyê ji bo îfadegirtinê werin xwestin.
Îdîa ew e ku hukûmetê jî ev daxwazên serokerkan qebûl kirye û loma jî Tuncer Kilinc, albay Çinar û serokê YOK-ê yê kevn Kemal Guruz û çend kesên din hatin berdan.
Yanî leşkeran bivik nîşanî hukûmetê dan û merivên xwe xelas kirin.
Baweriya hukûmeta AKP-ê ew e ku bi vê operasyona dawî wan him rê li ber darbeyeke leşkerî girtine û him jî pozîsyona xwe xurttir kirine. Ev jî têra wan dike. Zêde pêşdaçûn dikane tahlûkeyê bixwe ra bîne.
Netîce, ji bo edalet û huqûka tirkiyê û hukûmetê endametiya rêxistineke terorîst, amadeyiya darbeyeke leşkerî, girtina bi sedan çek û teqemenî, plankirina gelek kuştin û gelek sûîkastan têr nake ku general werin zîndankirin.
Çimkî pişta wan heye...

Ez ji hin kurdan tiştekî fêm nakim

Îro du jinên kurd, xanim Leyla Zana û Gulten Kaya jî di heqê TRT Şeşê da dîtinên xwe anîne zimên.
Leyla Zana bi uslûbeke pir sert û Gulten Kaya jî bi uslûbke fedyok, yanî bêyî ku ne şîşê bişewitîne û ne jî kibabê, li dijî weşana TRT-ê ya bi kurdî derketine û henekê xwe pê kirin.
Di rojnameya Milliyetê da Devrim Sevîmay bi xanima Ahmet Kaya Gulten Kaya yê ra hevpeyvîneke dirêj kiriye. Guletn Kaya di vê hevpeyvînê da li ser pirsekê kanala Kurd 1-ê û kanala TRT Şeşê bi hev ra muqayese kiriye û gotiye:
“Kurd 1 ji TRT-6’ê bêtir heyecanê dide min. Ez weşana Kurd 1-ê di înternetê da dişopînim. Ewê bibe qanaleke kultur û sinet. Projeya wê heyacaneke mezin dide min. Telewîzyoneke serbixwe ye, alîkariyê ji tu dewletê nagire. Bi raya min ya rast û xweş jî ev e.”
Berî TRT Şeş dest bi weşana xwe bike di programeke TRT 1-ê da min li Gulten xanimê guhdarî kiribû. Di wê programê da jî tiştên rast û radîkal gotibû. Digot gavên dewletê baweriyê nadin wê, heger dewlet di gavên xwe da samîmî ye divê nasnameya kurdan di qanûna esasî da nas bike û mafê perwedeyê bide wan û hemû qedexeyên li ber zimanê kurdî rake.
Ji ber ku dewletê di saxiya Ahmet Kaya da ew dernexist kanalên dewletê yên tirkî û ambargo danî nser stranên wî, Gulten xanim rexne li dewletê û hemû kanalên telewîzyonan digre, lê dema TRT Şeş stranên wî biweşîne ewê gelkî ”xemgîn bibe”.
Yanî di kanalên tirkî da bihatana gotin baş bû lê di ya kurdî da werin gotin ewê xerab be.
Ji vê kurtçîtiyê min bixwe tiştek fêm nekir.
Berê jî min di nivîseke xwe da got û nuha jî dibêjim, bêguman şikên Gulten xanimê û yên weke wê difikirin hemû rast in. Lê nesamîmîbûna dewletê dibê nebe sebeb ku em li dijî vê gavê derkevin.
Çimkî dewlet ne ji ber ku ”samîmî ye” û ji me hez dike vê gavê davêje, ji ber ku mecbûr maye. Û ji bo me jî ji xetîcê bêtir netîce girîng e.
Gulten xanimê gotiye weşana TRT şeşê heyecanê nade wê, Kurd 1 bêtir heyacanê didê.
Ez fêm nakim çi yê Kurd 1-ê ”heyecanê dide” Guletn xanimê? Bi rastî min dixwest Kurd 1 heyecanê bide min jî. Lê ji serêsalê da ye ez jî herroj lê temaşe dikim. Bi qasî ez dibînim Kurd 1-ê pîlaqa serêsalê hîn ranekirye, ev 11 roj here were eynî sahne û eynî pîlaq e.
Yanî tu tiştekî meriv jê heyecanê bigre tuneye.
Ev aliyekî meselê.
Aliyê din jî dibê di normal TRT Şeşê bêtir ”heyecan2 bida Gulten xanimê. Ji ber ku ev serê 85 salan e ku em li hember tirkan şerekî milî didin, em doza serxwebûn û azadiya xwe dikin, em doza serbestbûna nasname û zimanê xwe dikin.
Û ev dewlet heger îro tawîzeke herî biçûk jî dide me, heger di telewizyona xwe da destûr dabe weşana kurdî, maneya xwe ew e ku bi vî şerê xwe me tiştek ji dijmin stendiye.
Ev gelkî girîng e.
Berî hertiştî Kendal Nezan ne dijmin e, kurd e. Ya din Kendal Nezan hebûna kurdan û zimanê wan înkar nake ku dema dest bi weşana kurdî bike kêfa me bê, em bibêjin weleh vaye me ev heqê xwe jî pê da qebûlkirin.
Lê xwediyên vê TRT-yê heta nuha hebûna me înkar dikirin, digotin ev ziman tuneye, ev ziman devokeke tirkî ye.
Loma jî dema ew di telewîzyonên xwe da destûrê bidin weşana zimanê kurdî ji kanaleke ku kurdekî vekiriye gelkî mihîmtir e.
Û loma jî weke kurd dibê weşana TRT Şeşê ji Kurd 1-ê bêtir heyecanê bide meriv.
Di siyasetê da ne nêt, netîce mihîm e. TRT Şeş netîceyeke berbiçav e.
Şaxê Komeleya Mafê Mirovan ya Diyarbekrê(IHD), Leyla Zana ji bo xebat û têkoşîna wê ya ji bo mafê mirovan xelat kir.
Di merasima xelatgirtinê da Leyla Zana axaftinek kiriye. Leyla xanim, di axaftina xwe da li ser TRT Şeşê jî rawestiyaye û gotiye ”me pêwîstî bi telewîzyona wan tuneye, berê gelek telewzîyonên me hene.”
Zana yê axaftina xwe wiha domandiye:
” Ji bo TRT-Şeşê divê ne kêfa me bê û ne jî em xemgîn bibin. Ji ber ku ev televîzyon ji bo me venebûye. Dibêjin 15-16 milyon kurd hene. Ji van 5 milyon asîmîle bûne. Ew jî nikanin bi zimanê xwe bipeyivin. Dewlet deynê xwe dide wan. Dewletê ev qanal ji bo kesên ku asîmîle kir vekir. Me pêwîstî bi televîzyona wan tune. Gelek televîzyonên me hene.”
Li hember van gotinan ez bi xwe matmayî dimînim.
Ez dikim nakim, ez nikanim fêm bikim ku ev kurdên ku xwedêgiravî ji bo kurdan siyasetê dikin çima hewqasî li dijî weşana kurdî ne?
Li hember plan û siyaseta dewletê, ez şik û tirsa kurdan fêm dikim û heq didim wan. Kurd çiqasî ji soz û peymanên dewletê bi şik bin, jê bawer nekin heqê wan e û rast dikin. Dema dewlet destûrê dide weşana kurdî divê kurd bizanibin gelo dewlet ji bo çi vê gavê davêje?
Lê ez fêm nakim ji bo çi li dijî weşaneke bi zimanê kurdî ne?
Dewlet dema vê weşanê neke ewê çi feyde bigihîje me?
Dewlet bi tirkî siyaseta xwe ji me ra dibêje, zimanê xwe fêrî me dike, stranên xwe bi me dide guhdarêkirin, em li dij dernakevin, bi vî rengî afaroz nakin.
Lê dema bi kurdî dike em qebûl nakin.
Çima guhdarîkirina muzîk û stranên kurdî, şiîrên kurdî ewê ji yên tirkî xerabtir be ez qet fêm nakim?
Çima debat, axaftin, stran, sohbet, şahî û guhdarîkirina li xeberan dema bi tirkî bin ewê ne xerab bin û emê ne li dij bin, lê dema bi kurdî bin emê li dij bin?
Ez qet fêm nakim ewê çi zirara me tê hebe dema em bi zimanê kurdî li tuxtor, dîroknas, edebiyatnas, lêkolîner, şair û alimekî kurd yê dînî guhdar bikin?
Di kanalên tirkî da herroj melayên tirk mewlûda tirkî dixwînin, beytan bi tirkî dibîjin, waizan bi tirkî didin û miletê kurd jî l iwan guhdarî dike û herroj hinekî din jî asîmîle dibe.
Zarokên kurd ji mecbûrî herroj li fîlmên zarokan yên bi tirkî temaşe dikin û bi saya van fîlman ji kultur, ziman û çanda xwe dûr dikevin û dibin tirk.
Dema ji dêlî van fîlmên tirkî, zarokên kurdan bi zimanê xwe li fîlmên zarokan temaşe bikin çima ewê xerab be, ez qet fêm nakim?
Ev kesên ku îro li dijî kanala kurdî derdikevin, tu carî weşanên bi tirkî protesto nekirne û negotine kesên li wir kar dikin û diçin wir hemû xayin û korîcî ne.
Lê dema melayekî kurd rabe Mewlûda Kurmancî bixwîne, zikir, îbadet û duayan bi kurdî bike ewê xerab be û bibe îxanet û korîcîtî.
Tiştê herî balkêş, kurdçîtî û radîkaliya van kesan ne li hember tirkî û kanalên tirkî ye, li hember kurdî û weşana bi kurdî ye.
Ji vê siyaset û kurdperweriyê min qet tiştek fêm nekir…

10 januari 2009

Ev cinawir dibê were kuştin!

Di van rojên dawî da li Tirkiyê bûyerên wisa mezin û girîng diqewimin ku bixwaze nexwaze meriv mecbûr dimîne ku qala wan bike.
Rojnameya Tarafê do di rûpela xwe ya pêşîn da di derbarê operasyona Ergenekonê da wiha gotibû:
”Neh zabitên muwazaf yên ku nuha girtî ne di sala 2009-an da di bin serokatiya Orgeneralên teqawit Tuncer Kilinc û Kemal Yavûz da darbeyeke leşkerî plan dikirin. Di dema civînên di malan da kamareyên pûlisan fîlmên van neh zabitên muwazaf(wezîfedar) girtin.”
Yanî sebebê operasyona dehemîn ya li hember Ergenekonê, ji texmîna gelek kesan jî cidîtir û mezintir e. Rêxistina Eregenekonê bi rengekî pir cidî xwestiye ku îsal darbeyeke leşkerî bike.
Li ser krokiya ku di mala Îbrahîm Şahîn Mudurê Dahîreya Tevgera Taybetî yê kevn da hat dîtin li daristaneke li Navçeya Golbaşiya Enqereyê kolan hate kirin. Di encama kolanê da gelek çek, bombe û cebilxane ji bin erdê hate derxistin.
Di operasyonê da 9 zabit (jê 3 general) 3 profesor û gelek burokratên dewletê yên mezin jî di nav da, li ser hev 40 kes hatine girtin.
Ji doza Ergenekonê berê jî 87 kes girtî ne û bi tawanbariya hewildana darbeyeke leşkerî, kuştin û damezrandina rêxistineke bi dizî tên tên mahkimekirin.
Di nava vê rêxistina Ergenekonê da ne tenê kesên nîjadperest û kemalîst hene, bi qasî wan, kesên çep û komînîstên weke Dogu perînçek, Yalçin Kuçuk, Aydin Engîn û gelek kesên weke wan jî hene.
Piştî CHP-ê û Partiya Karkiran, do jî Partiya Komunîst Ya Tirkiyê(TKP) li Ergenekonê xwedî derket û şûrê çeteyan kişand. TKP-ê do daxuyaniyek nivîskî da û wiha got:
”Pêvajoya digere, ne pêvajoyeke hiqûqî ye. AKP, qeweta xwe ji hêzên emperyalîst digre û operasyonan li dar dixe. Kesên ku hatine girtin, ne ku sûc kirine hatina girtin, ji ber ku mûxalefeta AKP-ê dikin û li hember hin projeyên Emerîqa derdikevin hatine girtin“
Xwediyên vê beyanê û kesên weke Aydin Engîn xwedêgiravî merivên çep û komînîst û dostên miletê kurd in.
Lê derdikeve ortê ku çepîtî û ”dostaniya” bi kurdan ra meskê bûye, di esasê xwe da wan bi kemalîst û faşîstan ra xwestine darbeyeke leşkerî bikin û tevgera kurd ya netewî bipelçiqînin.
Çimkî nerehetiya van çeteyan yek jî di warê demokratîk û legal da hebûna mixalefeta tevgera kurd ya netewî ye, ew dixwazin vê mixalefeta kurdan bipelçiqînin.
Ji ber ku çete, Ergenekon, JÎTEM, kesên îtîrafçî, cînayetên qatilnediyar û Hizbulaha dewletê hemû jî li hemberî miletê kurd û ji bo jiholêrakirina tevgera kurd ya netewî hatin çêkirin.
Dema îktîdar û hukûmet dest diguhere ev hêzan naxwazin dest ji saltanat û debdebeya xwe berdin.
Çimkî ew carê wisa fêrbûne ku dibê hin meqam û îmkanên dewletê tim di destê wan da be, bêyî wan kes li wan meqaman rûnene.
Û ya din jî dibê kurd tim û tim bindest û bêmaf bin.
Nuha wisa xuyaye ku hukûmeta AKP-ê û beşekî ji dewlet û artêşê êdî gihîştine wê baweriyê ku bi şer mesela kurd çareser nabe, dibê riyeke din biceribînin.
Loma jî hukûmet bi destûra serokatiya artêşê di telewizyona dewletê da destûrê dide weşana kurdî û qala hin tawîzên din dikin.
A ev proses van kes û hêzên nîjadperest, faşîst û kemalîst dîn û har dike û dixwazin rê li ber vê qonaxê bigrin.
Yanî dibê kurd baş bizanibin ku ev şer û ceng di esasê xwe da hemû li ser kurdan û pêşeroja wan e.
Bêguman herdu hêz şerê îktîdarê jî dikin, AKP û hêzên îslamî dixwazin hukum û desthilatiya xwe zêde bikin, lê şer bi qasî wê li ser kurdan e jî.
Heger ev çeteya Ergenekonê biserketa û bi rastî jî darbyeke leşkerî bikira ji hêzên îslamî û kadirên AKP-ê bêtir ewê malik li kurdan bişewitandana, ewê bi hezaran kes bikuştana û wenda bikirana.
Loma jî dibê em kurd ji AKP-ê bêtir kêfxweş bin ku ev çeteya faşîst deşîfre bû, berî ku bigihîje armanca xwe hate girtin.
Di roja pêşî ya operasyonê da serokatiyê artêşê xwe li hukûmetê rakişand û îmajeke piştgiriya bi kesên girtî ra da.
Lê piştî ku armac û planên kesên girtî diyar bû û bi hezaran çek û cebilxane hatin girtin, şêla artêş û edaletê jî nermtir bû. Bi qasî ku ji derve xuyaye eşkerebûna plana darbeyê pozisyona hukûmetê û edaletê xurttir kiriye.
Di vê qonaxê da ev gelkî mihîm e.
Serokerkan rojapêşî xwe hinekî aciz kir, lê weke berê tavilê ”muxtira/nota” neda hukûmetê, tenê di derbarê bûyeran da ji serokkomar û serokwezîr ra bi devkî ”dîtina” xwe got.
Artêşa tirk tu carî wiha nazik û kibar hereket nakiriye, ya raste rast darbeyên leşkerî dike û dest dide ser hukum, ya jî weke 28-ê sibatê bi muxtirayekê hukûmetê ji ser hukim diqewitîne.
Lê wek ku min di nivîseke xwe ya berê da jî gotibû, maç hîn neqediyaye û raqib hîn tam neqawt nebûye.
Lê meriv dikane bibêje ku bi vê operasyona dawî darbeyeke pir giran xwar û hinekî din jî ji hêz da ket.
Ji bo ku ev çete careke din nikanibe derkeve rîngê û me tehdît bike, divê hukûmet û edalet baş li vî ”cinawir/pîrebokê” xin, heger newêribin bikujin jî lê bi kêmasî divê kût bikin, seqet bihlêlin.
Çare ev e, ne xwe sibe piştî hinek îsrihet û tedawî ewê dîsa xwe biceribîne. Heta ev cinawir(kemalîzm) neyê kuştin rehetî ji tu kesî ra tuneye.