26 december 2008

Yê binî sekinîye yê ser nasekine

Du roj berê min ji kurdekî bi navê Ahmet Kiran ev meyla bi tirkî girt:
”ben ahmet kıran beni bu numaradan arayabilirsiniz … yazınız dikkatimi çekti benimle ilgili olan köşe yazının”
Kurdî û rastnivîsîna wê wihaye:
"Ez Ahmet Kiran tu dikanî ji vê numreyê li min bigerî ...nivîsa we bala min kişand, nivîsa we ya li ser min"
Helbet ez bi telefonê lê negeriyam. Min rabû ev meyla jêr jê ra şand:
” Merheba! Birêz Ahmet, ku tiştekî tu ji min bipirsî hebe kerem bike bipirse. Heger tu nikanî bi kurdî binivîse bi tirkî binivîse. Bimîne di xêr û xweşiyê da”Camêr ji min ra çend rêz dîsa bi tirkî nivîsî. Lê di wan rêzan da jî negot ew li dijî çi ye û ji min çi dixwaze?
Lê min fêm kir ku ji nivîsa ku sê meh berê min li ser nivîsîbû aciz bûye. Li ser vê, min ev bersîva jê dayê.
Ji ber ku mesela em minaqaşe dikin ne meseleyeke şexsî ye, me hemû kurdan alaqadar dike, loma jî ez vê bersîva xwe bi yek du rastkirinên biçûk îro diweşînim.
Min ev bersîv do dabû.
”Birêz Ahmet Kiran, min e-maila te ya duyem jî xwend. Di herdu meylên (nivîsên) xwe da her çiqas te derdê xwe baş neanîbe zimên jî tiştê min fêm kir ku, di meha îlonê da min li ser te nivîsek nivîsîbû, tu ji wê nivîsa min aciz bûyî û tu dixwazî bibêjî ku min li te neheqî kiriye.
Li gel ku bi mijara me ra tu têkiliya wê tuneye, te gotiye ku tu ji ”Celal Talabanî û Mesûd Barzanî” pir hez dikî û te gelekî pesnê xwe da ye.
Lê ji rêza nivîsa te ya pêşî meriv fêm dike ku ”tu çiqasî kurd î?”
Rêza pêşî ya nivîsa te wiha dest pê dike:
”siz küzey ırak kürtlerindenmisiniz yoksa diğer bölgelerin kürtlerindenmisiniz.”(Ma hûn ji kurdên bakurê Îraqê ne ya jî ji kurdên herêmên din in?)
Heger bi rastî jî tu merivekî hewqasî kurd û dilsozê kurdan î, tu çima weke tirkan dibêjî ”bakurê Îraqê û herêmên din?”Ma ne navekî ”bakurê Îraqê” yê din, yê rastîn heye û ew jî Herêma Kurdistana Federe ye. Û Xwedê kir ku tu hîn nizanî navê "Kuzey Îrakê" jî rast binivîsînî.
Te ji Kurdistanê ra ne gotiye Kurdistana Federe û ne jî başûrê Kurdistanê, ji dêlî wê va te gotiye ”Bakurê Îraqê!”Kesên ji Kurdistana Federe ra dibêjin ”bakurê Îraqê” tirk in, xêrnexwaz û dijminên miletê kurd in. Heger bi rastî jî hinek şuûrê kurdayetiyêbi meriv ra hebe dibê meriv weke tirkên nîjadperest ji ”Kurdistana Federe” ra nebêje ”bakurê Îraqê”, ev yek.
Ez werim ser mijara me.
Di meha îlonê da di nabêna Erdogan û Aydin Dogan da minaqaşeyek derketibû. Herdu seriyan jî êrîşî hev dikirin û rexne li hev digirtin.
Di van minaqeşeyan da Aydin Dogan ji Erdogan ra got:”Erdogan, hin îthamên bêbingeh ji xwe ra kiriye tebîet, îthamên wiha bi sifetê Serokwezîrê Komara Tirkiyê nakeve.”Divan gotinên Aydin Dogan da ji xwe tu heqaret tuneye, lê bira hebe jî, çi ji te ra?
Du tirk (esas herdu jî ne tirk in lê axir xwe tirk qebûl dikin) bi hev ketine, çi bi te ketiye tu yê rabî ji Swêregê bidî rê herî Ruhayê û Aydin Dogan bidî mahkimê?
Ma tu wekîlê heysiyet û şerefa Erdogan î?Heger tu merivekî hewqasî jêhatî û bi xurûr î, wê demê li hember heqaretên ku Erdogan û hevalên wî heroj li miletê te û li serokên kurdan dikin derkeve.
Erdogan, Cemîl Çîçek û Mehmet Alî Şahîn heta nuha gelek caran heqaretên gelkî mezin li hemû serok û mezinên kurdan kirine; ji Mesûd Barzanî Û Celal Talabanî ra gotine ”serokeşîr”, gotine ”em bi serokên eşîran ra rûnanin.”
Ma ne ev Erdogan û Cemîl Çîçek û Şahîn bûn ku ji bo Mesûd Barzanî û Celal Talabanî gotin, ”vana kesên solalêsin”, ”em gotinên solalêsan” cidî nagrin.Heger tu merivekî hewqasî bi xurûr î û tu carî neheqiyê qebûl nakî, çima tu li hember van heqaretên tirkan derneket, çima ji ber van heqaretan te Cemîl Çîçek û M. Alî Şahîn neda mahkimê?
Ma tu heroj bi çavên serê xwe nabînî û bi guhên xwe nabihîzî ku serokên tirkan çi zulmê û çi heqaretê li miletê te dikin?
Çima tu bi van heqaretên tirkan naêşî?
Tirkan toqa bindestî û koletiyê xistine hustuyê miletê te, lê tu dîsa jî bi serbilindî dibî hevalê wan, di partiyên wan da dibî namzet?
Welhasil di nivîsa xwe da min gotibû ku xwedêgiravî tu kurd î, lê zilm û heqareta li miletê te dibe tu nabînî û tu carî jî pê nerehet nabî.
Ma ev gotina min ne rast in?
Fena ku tu tiştekî pir baş dikî, te gotiye”Terürüst ve Terör eylemlerine karşı olmuşumdur her zamanda karşı olmayada devam ediyorum.”Yanî, "ez hertim li dijî terorîstan û terorê bûme û ezê tim jî li dij bim”.
Xwedêjêrazî, carê tu hîn nizanî gotina ”terorîst” çawa tê nivîsîn. Berî hertiştî fêrî nivîsîna gotina ”terorîst” bibe dûra li dijî wê şer bike.
Ya din tirk ji JÎTEM, tîmên taybet, Ergenekon û gelek çete û qatilên dewletê yên din ra nabêjin ”terorîst”, ji zarokên te û yên birayên te ra dibêjin ”terorîst”, ji her kurdê ku doza azadiya miletê xwe dike ra dibêjin ”terorîst”.
Çima tu bi vê xebat û marîfeta xwe ya li hember wan hewqas îftîxar dikî?
Te di gilînameya xwe da gotibû ku:
”Heqareta li serokwezîr hatiye kirin em weke ku li hember me hatibe kirin qebûl dikin, ji ber ku ew(Erdogan) nûnerê îrada me ya milî ye. Aydin Dogan, ji bo menfeeta xwe ya şexsî ji serokwezîrê Komara Tirkiyê ra dibêje hodrî meydan. Ne ez, ne jî miletê tirk xwestina vê hodrîmeydanê û vê heqaretê nikanin hezim bikin.” Van gotinên te eşkere dike ku tu xwediyê qerekterekî çawa yî? Meriv dikane gelek tişt li ser bibêje, lê ne hewce ye.
Te gotiye ”serokwezîr nûnerê îrada me ya milî ye”.Malneket, Erdogan serokwezîrê dewleteke îşxalkar e, welatê me bi darê zorê îşxal kirine û di ser da jî zulmeke nedîtî li me dikin. Merivekî wiha çawa ewê nûnerê îradeya kurdan be?
Jixwe li ba te mefhûma(têgîna)miletê kurd tuneye, loma jî te gotiye ”ne ez û ne jî miletê tirk” yanî tu xwe jî wek ferdekî miletê tirk dihesibînî.
Netîce. Te beyanek dabû û te hin tişt gotibûn. Min jî rexne li wan gotin û beyana te girtibû. Tu ji kê hez dikî, ji kê hez nakî, te kî vexwendiye otêla Hîltonê, kî venexwendiye ew ne derdê min e û min qala wan tiştan jî nekiriye. Min rexne li gilîname û wan gotinên te yên ”şelafwarî”, yên tirkperest girtibû.
Di van rexneyên xwe da ez bawer nakim ku ez neheq im.”
Dibe ku mesela otêla Hîltonê neyê fêmkirin, dibê ez ronî bikim. Ahmet Kiran di nivîsa xwe da gotiye, ”Di sala 2004-an da dema serok Barzanî hat Tirkiyê min ew bi heyeta wî ra li hotêla Hîltonê kiriye mîvan. Tirkiya nivîsê wihaye,”2004 de Serok Berzani Türkiyeye geldiğinde Heyetiyle Beraber hilton otelinde misafir etmişimdir.”
Wekî din Ahmet Kiran qala xebat û endametiya xwe ya ”Komîsyona Sûsurlukê” jî kiriye. Xwedêgiravî di wê komîsyonê da wî gelek xebatên baş kiriye û hwd.
Di wan çend rêzên nivîsa wî da meriv dibîne ku Ahmet Kiran merivekî çizaqasî nezan e, bêyî navê ”Tirkiyê” hîn nizane ku navên şexsan û welatên din jî bi tîpên mezin tên nivîsîn, bêyî ”Tirkiyê” ew navê şexsan û hemû welatan jî bi herfên biçûk dinivîse. Ji ber ku li ber çavên wî tenê Tirkiye mezin e.
Ahmet Kiran xwestiye weke tirkan bibêje ”Kuzey Iraq” lê a bixêr ku nizane wiya jî rast binivîse, gotiye ”küzey ırak”Û tirkan ev camêr kirine endamê Komisyona Sûsûrlûkê.
Nuha meriv fêm dike ku çima Komîsyona Sûsûrlûkê negihîşt tu netcîyê û bû fiyaskoyek mezin. Diyar e tirkan bi zanîn kesên ne ehlê wî karî kirin endamên komisyonê, ji bo ku komîsyon karekî baş neke.
Gotinek me kurdan heye, dibêjin yê binî disekine yê ser nasekine. Mesela min û Ahmet Kiran jî bû mesele, camêr him şûrkêşiya tirkan û miletê tirk dike û him jî xwe bi heq dibîne.

2 kommentarer:

  1. Desti xweşbe birez Zinare Xemo!
    Kefa min geleki ji ve nivisa TE re hat.Jixwe tişte heri xerab u nexweş mirove ku "xwefiroşin".Mirove ku hebuna xwe qabul neke.Mirov ti heviya ji wan xwefiroşan ji neke.
    Tiştek bi wan destan neye birez Zinare Xemo.
    Heviya jiyanek xweş jibo salen veren-2009
    Midyadi

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,
    Te bersiva vî zirzopî baš daye. Tištê ku mirov lê zêde bike, tune. Ez hêvîdar im ku tu dê ži ber gotinên kesên wilo sivik li ber xwe nekevî.
    Bîržen Žehr

    SvaraRadera

PARVE BIKE