24 december 2008

Tiştê hat serê axayê kurd hat serê min jî

Xwendevanên hêja, di nivîsa xwe ya pêr-22/12-08-da min qala pêkenîneke kurdî kiribû û gotibû ku ez hîn nebûme ”bîstan”, lê mimkûn e ku ez weke wî axayê kurd ez jî bibim.
Mixabin texmîna min rast derket û ez nuha ji bîstên-bîstan-jî xerabtir bûme.
Li Swêd îro Cejna Noelê destpêkir û herkes li mala xwe ye. Do heta min xwe gîhand mal hal di min neme.
Nuha xanim ne tê da ez û herdu xort li mal di nava nivînan da ne û kuxte kuxta me ye.
Em hebên Alvedon, Îpren, Bisolvon, Link 700 mg û Strepsilsê ji destê hev direvînin.
Ji bo ku we ji halê xwe agahdar bikim bi zor van rêzan dinivîsim. Heger min sibe jî tiştek nenivîsê dibê hûn bizanibin ku ne ji ber tembeliyê ye.
Serî li min bûye kundir û ez ji kezebê dikuxum.
Dibê hûn baş bizanibin saeta ku ez bikanim li ser kursiyê çûçî bikim ezê tiştekî binivîsim û we bê nivîs nehîlim.

3 kommentarer:

  1. Xwedayê Mîhrîban şifahîya xêrê bide. Derbasbuyî be."Ez dibêjim xalê min êdî extîyar buye.Berê li ser qereşdaxê berf diket, bayê kur dahat lê xalê min tîna kuttik bê serpî li der digerya nexwaş nedibu.
    Ê naha qilîmak ji sert pifa xalê min dike nexweş dibe. dêmeg hukmê kalbunê ye.Zaten îdî bîye kalik."!!!
    Cardin derbasbuyîbe Xweda şifaya xwêrê bide, Ömrekî dirêj bide.Nivîsê te li malpêrê kêm nebin.
    Bi silaf u rêz.
    REHAWÎ

    SvaraRadera
  2. Derbasbuyibe birez Zinare Xemo!
    Hevi dikim ku rojek beri rojeke TI başbibe u em wan nivise TE en heja bixwinin.
    Bimine di xweşiyede
    Midyadiye

    SvaraRadera
  3. Derbasbuyi be u Noela te piroz be

    SvaraRadera

PARVE BIKE