03 december 2008

Tik dijminatiya xwe ya li hember kurdan venaşêrin

Tirk kîn, nefret û dijminatiya xwe ya li hember miletê kurd tu carî venaşêrin, van hestên xwe di her fersendê da didin der.
Lê gelek kurd li hember vê dijminatiya tirkan çavên xwe digrin, xwe kerr dikin û naxwazin rastiyê qebûl bikin.
Gav û seetê qala çîroka “biratiyê” û jiyana bi hev ra dikin.
Lê tirk quruşekî xwe jî di van gotinên serok û siyasetmedarên kurdan nadin û dev ji dijminatiya xwe ya eşkere bernadin.
Mêrikan teror û dijminatiya xwe ya li hember kurdan bi rengekî bêperwa didomînin.
Nimûneye vê nîjadperestiya tirkan ya herî dawî xwe li Îskenderûnê, bi destê serokê belediyê nîşan da.
Serokê belediya Îskenderûnê Mete Aslan, li dijî kurdan afîşên gelkî mezin li panoyên bajêr xistiye û bi rengekî pir vekirî dijminatiya kurdan dike.
Teksta li ser afîşan wiha ye:
-Ev welat yê me ye. Ya hezbike ya terkbike!Wek tê zanîn ev ne cara pêşî ye ku tirk vê sloganê li hember kurdan bikar tînin. Berê partiya faşîst MHP-ê û serokê AKP-ê Recep Tayyip Erdogan jî çend caran ev slogan bikar anîbûn û ji kurdan ra gotibûn, “ya hezbikin ya jî vî welatî terk bikin”!Afîşê hatiye daliqandin ne afîşekî wisa biçûk miçûk e, pir mezin e û weke reqlam bi panoyên reqlamê va bidarde kirine.
Ala tirk li ser nexşeya Tirkiyê ya weke gola xwînê sor e û li ser afîş jî bi pûntoyên gelkî mezin teksta, “Ev welat yê yê me ye. Ya hezbike ya terkbike” heye.
Li bajarekî ku bi sedhezaran kurd lê dijîn serokê belediya bajêr dikane li hemberî kurdan afîşekî wiha weke reqlam li panoyan xe.
Ev afîş jî nîşan dide ku tirk çiqasî ji kurdan nefret dikin.
Lê ez bi xwe gazinan ji vê şêla tirkan nakim. Mêrikan çi difikirin wiya dibêjîn.
Ma ne bêjin ewê çi were guhertin?
Gotina wan hîn baştir e, belkî hinek bi xwe hay bibin û dev ji "biratiya" tirkan berdin.
Bi baweriya min ne serokê belediya Îskenderûnê tenê, Baykal jî, Bahçelî jî û Erdogan û piraniyeke mezin ya tirkan jî wiha difikirin, lê hinek hewqasî eşkere nabêjin. Ferq tenê ev e, ne tiştekî din e.
Li vir dibê em kurd ders û mesajekê ji van afîşan bigrin. Ew jî ew e ku dibê em dev ji “biratiya” derewan û israra jiyana bi tirkan ra berdin û stratejiyeke li gor serxwebûnê bidin ber xwe, miletê xwe li gor wê perwerde û organîze bikin.
Ji ber ku tirk ne mafên me didin û ne jî dixwazin bi me ra bijîn. Kesên bixwazin bi me ra bijîn afîşên wiha li panoyên reqlamê naxin.
Ya din jî dibê em dev ji mahciriya bajarên tirkan berdin û li rê û îmkanên vegerra welatê xwe bigerin. Bi vî hawî dibê em nîşanî tirkan bidin ku em naxwazin bi wan ra bijîn û entegreyî civata wan bibin.
Dibê êdî em ji tirkan ra vekirî bibêjin ya mafên me yên netewî bidin, em di çarçeweya federeasyonê da bi hev ra bijîn ya jî welatê me terk bikin.Çawa ku ew ji me ra dibêjin, “ya hûnê bibin tirk ya jî vî welatî terk bikin”, dibê em jî ji wan ra eynî tiştî bibêjin, ya federasyonê qebûl bikin ya biterqizin.Hevseroka DTP-ê Emîne Aynayê di axaftineke xwe da dîsa tiştekî pir rast û di cî da gotiye. Aynayê gotiye, piştî înkareke hewqas vekirî û hewqas zulm û zor, divê êdî yekî kurd ji AKP-ê nebe namzed. Ew kesê ku ji AKP-ê bibe namzed ne kurd e.
Bi baweriya min ne tenê namzet, kesên ku ji xwe ra dibêjin em kurd in û hema piçek hestên kurdayetiyê pê ra hebe divê raya xwe jî nede AKP-ê.
AKP dixwaze bi bertîl û meqaman, bi destê kurdên nezan û bêxîret doza kurd vemrîne, bi qezenckirina xwe nîşan bide ku kurd tiştekî naxwazin.
Çimkî li kurdistanê xurtbûn û qezenckirina AKP-ê û partiyên tirkan yên din dibe îspat û delîlê ku kurd doza tu mafî nakin, heger bikirana ewê ray nedana partiyên tirkan.
Ji ber ku hemû patiyên tirkan dibêjin “ya bibin tirk ya ji vir herin”!Hilbijartinên belediyan ji bo miletê kurd dikane bibe referandûm û serkeftineke dîrokî. Dibê kurd bi meqam û kurtêl û kulûcên AKP-ê nexapin û yek kurd jî nebe namzedê van partiyên dijminên gelê me.
Kesên ji van partiayn bibin namzed û raya bidin van, maneya xwe ew e ku ew jî weke Bahçelî, Baykal û Erdogan dixwazin kurdan bindest bihêlin û bikin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE