06 december 2008

Li ser rexneya xwendevanekî "bênav"

Xwendevanekî "bênav"(anonîm) nivîsa min ya roja îniyê(4/12.08)pir bi hêrs û bi hîdet şirove kiriye.
Bi belavbûna xebera ku serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, ewê Cejna xwe ya Qurbanê li Diyarbekrê pîroz bike, çapemenîyê û hin siyasetmedarên kurd gelek şirove kirin, hin temenî û hêviyên xwe yên ji vê ziyareta Gul anîn zimên.
Mesela hin siyasetmedarên kurd gotin, “Ziyareta Gul a Diyarbekirê ewê baş be û ewê xizmeta nermbûna atmosfera siyasî bike.”Di nivîsa xwe ya roja îniyê da ez li ser vê ziyareta Gul rawesriyam û min got ku. Çûyina Gul ya Diyarbekrê bêyî propagandeya AKP-ê û xapandina kurdan tu feyde û maneyeke wê ya siyasî tuneye. Gul dixwaze bi vê ziyaretê reqlama dewletê û partiya xwe bike.
Dîsa min gotibû ku:
”Gul di heqê kurdan û daxwazên wan yên netewî da tiştên baş nafikire. Loma jî divê meriv tu hêviyê ji Gul neke.”Û weke sernivîs jî min gotibû, Kurdê ku hêviyekê ji Abdullah Gul bike ewê xeyalşikestî bibe.”Xwendevanekî ”bênav” ji vê nivîsa min gelkî ture bûye(qeherîye)û bi hêrs şiroveyeke kin di binê nivîsa min da kiriye.
Xwendevanê ”bênav” gotiye:
”Hêviya me ne Evdila Gül e. Hêviya me serokê te, şêrê İmraliyê Öcalan e. Kurd tu hêvi jı tırka nakın.”Berî hertiştî xwediyê van gotinên êrîşkar û bi îtham merivekekî ji cesareta medenî bêpar e, loma jî nivîsa min weke ”bênav” şirove kiriye. Ewê gelkî baştir bûya heger bi navê xwe yê rastîn dîtinên xwe bianiya zimên.
Wê demê zemîna minaqaşeyeke medenî peyda dibû.
Ji ber ku tu sebeb tuneye di meseleyeke hewqas basît da jî meriv xwe veşêre. Di ”paş perdê” da êrîşkirina ser xelkê û hin îthamên bêbingeh ne karê însanê medenî ye.
Divê meriv biwêribe dîtinên xwe eşkere biparêze.
Ez bi xwe bi gotna, ”Hêviya me ne Gul e”, gelkî kêfxweş bûm.
Kêfxweş bûm ji ber ku, divê tu hêviyeke kurdan ji serokê artêşa dijmin tunebe. Lê ez dizanim ku gelek kurd ferqeke mezin dixin nabêna Gul û Erdogan ya jî Gul û Başbûg.
Bi baweriya min ev ”ferqa pozîtîv” ne rast e, Gul bidîtinên xwe yên derbarê mesela kurd da ji Erdogan û Başbûg ne baştir e û tiştekî cihêtir nafikire.
Xwendevanê ”bênav” piştî cumleya xwe, ”Hêviya me ne Gul e”, gotiye, ”Hêviya me serokê te, şêrê İmraliyê Öcalan e.”
Xwendevanê ”bênav” di paş perdê da çamûr avêtiya ji min da, li gor aqilê xwe ”sûcekî” min, ”rûreşiyeke” (!) min îfşa kiriye.
Berî hertiştî ez tu carî ne bûme endamê PKK-ya Apociyan û ne jî endamê komeleyeke wan ku ”Ocalan” bibe serokê min.
Evy ek.
Ya din jî, di seranserê jiyana xwe ya siyasî ya van 35 salan da, li ser PKK-ê û şexsê Ocalan bi xwe, heger ne bi sedan be jî min bi dehan nivîsên rexneyî nivîsîne û ew rexne kirine.
Gelo rexnegirê ”bênav” heta nuha li ser Ocalan çi gotiye?
Navê xwe yê rastî binivîsiya me yê ev yek fêm bikira.
Lê tiştê herî balkêş, camêr hêviya xwe ji Gul biriye, lê ji Ocalan nebiriye, gotiye, ”hêviya me şêrê Îmraliyê Ocalan e”.
Wehewww, îcar ”Şêrê Îmraliyê”!Ê heger ku ”hêviya te şêrê Îmraliyê Ocalan” be, te havil kir!
Yê min bi xwe tu hêviyeke min ji êsîrekî di zindanên dijmin da tuneye. Lê axir waye hêviya te ji ”Abullahekî” tunebe jî ji Abdullahekî din heye.
Herçiqasî nekeve serê min lê dîsa jî ez hêvî dikim ku ”hêviya” te pûç dernekeve…

1 kommentar:

  1. Ez žî wekî kekê Zinarê Xamo difikirim, divêt kurd ti carî bi lîstikên dewleta dagirker xwe nexapînin. Bêguman Gül li gorî daxwazên Erdogan tevdigere! Di navbera herduyan da qasî kerê yek u du salî ferq tune. Herweha rexneya wî xwandevanê anonîm ez nikarim fahm bikim. Gelo xalê me Zinarê Xamo či gotiye ku ew yekser bi vî hawî hêrîšên sosret dike? Ew serokokê te yê ku li Îmralî’yê ye, ži zu va heft eždadê kurdan firote tirkan. Aniha žî bi firotina nižadên pêšerožê va mužil e.
    Bîržen Žehr

    SvaraRadera

PARVE BIKE