29 december 2008

Hinek kurd şeqizîne

Di malpera Kurdistan-Postê da min bîstek berê nivîsa Hasan Bîdîrîcî-Aynî hîkaye/Eynî çîrok- xwend.
Ev ne cara pêşîye ku Hasan Bîldîrîcî li dijî TRT6-ê nivîsên wiha ”dilperêt” dinivîse û pê gelek hunermendî ditirsîne.
Hasan Bîldîrîcî kurdperwerekî pir dilzîz e, zû radibe pêdarê û gotinên mişt hest û ji risasê jî girantir li hev radigre.
Gelek caran bi gotinên wî ra kela dilê meriv radibe…
Bîldîrîcî, berê jî li ser Şivan û TRT6-ê nivîseke mişt ajîtasyon nivîsîbû.
Piştî xwendina nivîsa wî ya îro min ev nivîs bi zimanê tirkî jê ra şand.
Min bi tirkî nivîsî çimkî ez dizanim ku Hasan Bîldîrîcî bi kurdî nizane. Li jêr ez kurdiya wê nivîsê diweşînim.(*)
Bira haya xwendevanan ji min hebe, ku min îro çi kar û çi xebat kiriye.
”Merheba Hasan beg!
Tu rastiyê bixwazî dijîtiya ya beramberî TRT6-ê ez matmayî hîştim. Birêz Hasan, jixwe 5 TRT-yên dewletê hene û bi hezaran kurd jî lê dixebitin. Bira ji van yek jî kurdî be.
Çima tu hewqasî li dij î ez fêm nakim?
Bi dehhezaran mirovên kurd mamûrên dewletê ne, mamostene, zarokên me fêrî zimanê kurdî dikin. Dewlet bi hezaran dem û dezgeh û milyonan kadroyên xwe va bi zimanê tirkî zarokên me asîmîle dikin. Li hember vê, tu nivîsên hewqasî dilşewat nanivîsînî, ji van dezgehan tu însanan dawetî îstîfayê nakî. Lê herçi hîkmetî îlahîye weke PKK-ê te jî li hemberî TRT6-ê ala herbê vekirye.
Ya rast heyret!
Esas hger tu hinekî sakîn bî, tu yî bibînî ku dewleta tirk di dîroka xwe da ev cara pêşîye ku tawîzeke wiha mezin dide kurdan. Di nava hemû dezgehên dewletê da tenê TRT6 ewê kurdan asîmîle neke, ewê feydeyê bigihîne pêşketina ziman û edebiyata kurdî û şuûra kurdayetiyê xurttir bike. Heger weşaneke xerab bike divê meriv li dij derkeve, ji bo weşaneke hîn baştir divê meriv têkoşînê bide.
Haaa dikane naveroka wê xerab be. Rast e, ji nuha da ne mimkûn e ku meriv viya bizanibe. Divê meriv demekê weşanê taqîb bike.
Kurd ewê nikanibin ji dewleta tirk hemû mafên xwe bicarekê da bistînin, ev ne mimkûn e, ev yek ewê perçe perçe û hêdî hêdî eewê bibe. Divê meriv hinekî jî bi vî çavî lê binêre.
Kesî tu sened nedaye dewletê û negotiye ”ji vê weşanê zêdetir em tiştekî naxwazin”, tiştekî wiha tuneye. Dewlet bi xwe mecbûrî dayina vê tawîzê bûye. Ji bo çi kurdên li dijî vê derkevin ku?
TRT6 destpêkek e, tawîzên din ewê li pey wê werin. Bi avêtina vê gavê ra kemalîzim ketiye komayê.
Herkesê ku pozîtîf li TRT6-ê dinêre, însanên ku xebata li wir rast dibînin, tu êrîşê dibî ser wan û gelkî bi ser wan da dikî. Ev ne rast e. Di nava kurdan da yê herî biaqil û durust ne tu tenê yî.
Kesên ku TRT6-ê weke gaveke pozîtîv dibînin, yên xebata li wir rast dibînin ne xayin in. Îmayên wiha bi te nakeve.
Hinekî sakîn be.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Not:
Ji bo xatirê te, ji bo ku qedir didim tiştên ku tu dinivîsînî, min prensîbê xwe îhlal kir û ev nivîs bi tirkî nivîsî.
(*)Piştî weşandina nivîsa min derengê şevê min ev meyla bi tirkî ji Hasan Bîldîrîcî girt. Ji ber ku min meyla xwe weşandiye, ez bersîva wî jî diweşînim.
"Zinarê Xamo yê hêja,
Tiştên te nivîsî bû min bi dîqet xwend. Ez di nivîsên xwe da dibêjim çima ez li dij im. Min ev yek di nivîsa xwe ya ku min ji ber biryara wî Şivan Perwer tê da tebrîk kiribû da jî gotiye. Tiştekî nuh ez lê zêde bikim tuneye.
Helbet ez ne kurdê herî biaqil im, lê ez ne ehmeq im jî.
Di vê nabênê da ez dixwazim sala we ya nuh pîroz bikim.
Bi silavên hezkirin û dostaniyê.
Hasan Bîldîrîcî"

3 kommentarer:

  1. Kekê hêža,
    Wellehî tištekî weha di bîra min da žî hebu. Ez žî carina dikevin malpera kurdistan-post'ê (bi zimanê tirkî va hemî têkiliya min žî ev e!). H. Bildirici hew dikare di nivîsekê da sekena ya ruhî bihewîne. Li gel her nivîsê ruh u haliyeta wî diguhere; carina di nivîsan da wilo dike, qey mirov dibêže ewê sibe Kurdistan azad be; carina rewšeke wilo nečar u binketî nîšan dide ku êdî bila xwedê harîkarê xwandevên be. Min heta niha ti romaneke H. bildirici nexwandiye, bawer nakim ku rožekê bixwînim žî, ži ber ku min ži zu va hemî pireyên di navbera min u tirkî da šewitandiye. Herweha ez ti qîmetê nadim nivîskarê kurd yê ku li hêlekê bi tirkî dinivîse u li hêla din žî qala azadiya mîletê xwe dike. Li šuna ku ez ê bi zimanê tirkî sed romanan yan žî lêkolînên gerdunî binivîsînim, baštir e ku bi kurdî hevokeke cheft chêbikim.

    H. Bildirici žî wekî gelek kurdan sîlleya tirkên heramzad, qedera kambax u ya Pkk'ê xwariye. Gelek kes hen in ku berê bi Pkk'ê ra kar kirine u pašê veqetiyane. Lê bi rastî žî rewša van kesan pirr-pirr xirab e. Qey bêbextiyên ku žiyanê li van kiriye ne bes e, îcar Pkk bi xwe žî her tištî ži wan ra dike zîndan. Carina terim komeleyên ku li vî welatî žibo kesên wilo harîkariyê didin, xizmeta karê wergerê dikim... Ax axxx, xalê Zinar, mirov ži xwe šerm dike, dixwaze yekcar li šuna xwe bimire! Berî čend heftan bu, min ži bo žineke kurd ya ku di bin zilm u zordariya šerê ži însaniyetê derketibu, dît. Di van salên yên sî u pêncan wekî pîreke heftê u pênc salan xuya dikir. Divêt te čavên wê yên sor buyî carekê bidîta, bi xwedê kezeb li min šewitand. Ev cara yekan bu ku ez li gel vî karî wilo kelegirî bubum.

    Bibore, min dirêž kir.

    Di gel silavên germ

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  2. Xalê Zinar!
    Seatate xweşbe , gellek spas jibo nivîsa te. Xwedayê Alemê li heq u adaletê şaş neke.
    Silaf u rêz
    Rehawî

    SvaraRadera
  3. Desti xweşbe birez Zinare Xemo!

    Tirka kanalek kurdi vekirye; bila
    kurd ji xwer xweş bikin.Ze fem nakim çima hinek kurd hawqas xwe aciz dikin.TI her biji birez Zinare Xemo.
    Midyadiye

    SvaraRadera

PARVE BIKE