22 december 2008

Ez hîn tam nebûme bîstan...

Dibêjin axayê gund nexweş ketibû, ketibû nava nivînan. Piştî çend rojan bala xwe dayê ku halê wî ne tu hal e, baş nabe.
Ban xulamê xwe kir û jê ra got:
-Heso, law hela rabe zû here bajêr ba tuxtor. Silavên min lêke, bibêje axayê min pir nexweş e, zû were ser, dermanekî bidê.
Xulêm got:
-Le ku tuxtor ji min bipirse, bibêje nexweşiya axê te çi ye, ez bibêjim çi?
Axê di nav nivînan da hinekî xwe topî ser hev kir, bû ax û ofa wî û got:
-Kuro ma tu yê çi bibêjî, ema bibêje serê axayê min ji êşê werimîye, bûye kundir, pozê lê sor bûye, bûye gizêr, dest lê werimîne, bûne xiyar, zik lê werîmîye, bûye zebeş, nigên wî werîmîne, bûne petêx, lêv lê reş bûne, bûne bacan…
Xulêm êdî deyax nekir, gotina axê birî û got:
-Axa, wele ez nikanim navê hewqas tiştî di bîra xwe da bigrim. Dema ji min pirsî hema ez bibêjim axayê min bûye BÎSTAN û qediya…
Weleh ez weke vî axayê kurd hîn tam nebûme bîstan, lê destpêk e.
Ji do da ye bi bapêşê(zekemê) ketime, dikuxum û serê min diêşe. Loma jî baş nikanim xwe konsentreyî tiştekî bikim.
Yanî hinekî ji desthilanîn da ketime.
Ev serê hefteyekê ye lawikê me yê biçûk Rojen nexweş e, ji sibê heta êvarî wer fişke fişka wî ye.
Me çuqasî xwe jê parast jî pere nekir, ji do da ye ez û birayê wî yê mezin Serhat jî pê ketine.
Halê Serhat ji yê min gelkî xerabtir e, bapêşê baş ba lê aniye, ew ketiye taya sar û pozê wî tê.
Yê min hîn destpêk e. Me nuha dest bi Alvedonê kir. Û di ber ra jî min zor daye çayê. Ez qedehê li ser qedehê dadigrim.
Di rojên wiha da dermanê diya min derdîderman bû, li fûtê nediçû.
Dermanê diya min li hember her nexweşiyê hebû. Jixwe bapêş ji bo wê nexweşiyeke pir rehet bû. Hema li hundur û hewşê çuqas gîha, pel û pincar bi destê wê keta, tevlihev dikir û dikir çaydank, av bera ser dida û dida ser êgir.
Êdî dermanê ji bo her derdî hazir bû.
Û piştre jî dor dihat vexwarinê.
Bawer bikin piştî vexwarina çend qedehan meriv dibû pîvaz û tiştekî meriv nedima.
Xanim jî dixwaze weke diya min tuxtoriya xwe îspat bike lê dermanên wê weke yên diya min ne bi tesîr in.
Lawikê reben ji êvar da ye vedixwe lê dîsa jî pere nake.
Erê, qeda li dinyayê keve, ka dermanên berê!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE