07 december 2008

Di zebtên meclîsa tirk da navê kurdî bû "Zimanekî nayê zanîn"

Bi qasî ku tê gotin TRT Heyşt ewê di destpêka sala bê da(1/1-09) dest bi weşana kurdî bike, lê di zebtên meclîsa Tirkiyê da navê zimanê kurdî ”zimanekî nayê zanîn” e.
Gava mebûsekî kurd di axaftina xwe da gotinekê bi kurdî dibêje, nabêjin bi kurdî wiha got, dibêjin ”Bi zimanekî nayê zanîn peyivî” û bi vî rengî derbasî zeptan dikin.Piştî ku hin mebûsên kurd ji hemû serokên partiyan, ji serekerkanê tirk û gelek rayedarên din ra kartên pîrozbahiya Cejna Qurbanê bi kurdî şandin, serekerkanê tirk ji hemû baregehên leşkerî ra genelgeyeke pir balkêş şandiye.
Li gor hin agahiyên di çapemeniyê da belav bûne, Serfermandariya Giştî bi genelgeyekê emir daye hemû baregehên leşkerî û gotiye ku divê berî Cejna Qurbanê ew hemû kart û pakêtên kargo û posteya ku ji wan ra tê baş konturol bikin.
Çimkî guman heye ku kartên pîrozbahiya cejnê yên ne bi tirkî ji fermandaran ra hatibin şandin. Di fermanameya serekerkan da tê gotin ku û bi şandina van kartên bi kurdî dixwazin Tirkiyê perçe bikin.
Li gor emir, divê kartên pîrozbahiyê ”yên ne bi tirkî” neyên vekirin û paş da werin şandin. Du roj berê, mebûsên DTP-ê yên Cizîrê Hasip Kaplan û Sevahir Bayindir ji serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, serekerkan Ilker Başbug, serokê CHP'ê Deniz Baykal, serokê MHP'ê Devlet Bahçeli û gelek gelek kesên din ra kartên pîrozbahiya Cejna Qurbanê bi kurdî şandibûn.
Di kartan da bi kurdî gotine:
“Em cejna we ya qurbanê û sersala we pîroz dikin, di xebatên we de serkeftinê hêvî dikin.”Şandina kartên bi kurdî di nava mebûsên tirk da bû mijara minaqeşeyê û di meclîsê da li ser hate peyivîn. Lê katibên meclîsê hin gotinên mebûsên kurd yên bi kurdî derbasî zeptan(protokolê) nekirin, ji dêlî wê, weke ”bi zimanekî nayê zanîn peyivî” nivîsîn.Heta nuha mebûsên kurd di axaftinên xwe da çi bigotana derbasî zebtan dikirin û loma jî gelek gotinên kurdî ketibûn zebtên meclîsê.
Lê diyar e hukûmeta AKP-ê ya ku xwedêgiravî di TRT-ê da birayra weşana kurdî daye, ev yek qedexe kirye, divê ji nuha û pêva gotinên kurdî nekevin zebtên meclîsa Tirkiyê.
Belê, xwedêgiravî roja yekê sala bê di TRT-ya tirkî da ewê weşana bi kurdî dest pê bike, lê di zebtên meclîsê da navê kurdî ”zimanekî nayê zanîn”e, kartên bi kurdî paş da li xwediyên wan tên vegerandin û ji bo ku bi kurdî cejna hin rayedarên tirk pîroz kirine rexne li wan tê girtin, ji bo ku di civîn û mitîngekê da çend gotinên bi kurdî gotine kurd herroj li mahkiman e û cezayên giran digrin.
Dewlet berî hilbijartinên mehelî bi destê AKP-ê û gelek kurdên nezan û xwefiroş bi kurdan dilîze, dixwaze bi çend ”bertîlên” taktîkî û bêgarantî xwînê bide AKP-ê û mixalefeta li hember wê ji hev da bixe û zeîf bike.
Heger hîle û durrûtî û sextekariyek di bin biryara weşana TRT-ê da tuneye, wê demê ev bêtehamuliya li hember zimanê kurdî çi ye, çima di zebtên meclîsê da navê kurdî dibe ”zimanekî nayê zanîn”?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE