28 december 2008

Bi weşana TRT ya kurdî kemalîzm ket komayê

Di 25-ê mehê da bi destpêkirina weşana testê ya TRT ya kurdî di nava kurdan da minaqaşeyeke pir gurr dest pê kir.
Kanal di yekê meha yekê da(1/1-09)ewê dest bi weşana xwe daimî bike. Di sohbetên şexsî û çapemeniya kurdî da îro mijara herî sereke û herî girîng weşana TRT ya kurdî ye.
Di derbarê weşana TRT ya kurdî da belhazir kurd bûne du beş. Beşek, weşanê baş dibîne û beşek jî bi şîdet li dij derdikeve û pir xerab dibîne. Xebata di TRT ya kurdî da weke ”cahşên/cerdevanê çandê” bi nav dikin.
Kurdên ku vê gava dewletê baş dibînin dibêjin, hukûmet vê gavê bi daxwaza dilê xwe navêje, ew bi netîca têkoşîna gelê kurd ya netewî mecbûrî vê tawîzê bûye û ji bo kurdan qazanceke gelkî girîng e. Loma jî divê meriv destekê bidê û bipêş bixe. Yên li dijî weşana TRT ya kurdî derdikevin PKK û hin rêxsitin û hunermendên nêzî wê ne.
PKK û hunermendên nêzî wê bi kurtî dibêjin:
-Ev rişweteke AKP-ê ya hilbijartinan e. Dewlet dixwaze bi vê rişweta bêgarantî demeke din jî serî li kurdan bigerîne. Dewlet, bêyî ku hebûna kurdan qebûl bike û hemû qedexeyên li ser elîfba û nasnameya kurdan rake vê gava xapandinê davêje.
-Di qanûna RTUK-ê (Licneya Bilind a Radyo û Telewîzyonê) da qala zimanê kurdî nayê kirin. Navê kurdî weke ”zimanên herêmî” derbas dibe. Yanî bi rengekî resmî ”zimanê kurdî” hîn nehatiye pejirandin.
-Dewlet bi vê weşanê dixwaze tevgera kurd ya netewî tasfiye bike. Yanî nêtê dewletê xerab e.
Û hin rexneyên din...
Bêguman dîtin û argumentên herdu aliyan jî rast in. Divbê meriv nêt û hesabê dewletê jî bibîne. Lê ev yek nayê wê maneyê ku merivê li dijî weşanê derkeve.
Lê berî hertiştî dibê meriv weşana TRT ya kurdî weke diyariyeke AKP-ê û dewleta tikrk nebîne. Hukûmeta AKP-ê vê tawîzê, vî mafî bi nêteke paqij, ji bo ku ji kurdan pir hez dike û dixwaze ziman û edebiyata kurdan bi pêş keve nade, dewlet mecbûr maye vê gavê bavêje. Ev maf bi saya xebat û têkoşîna gelê kurd ya salan hatiye bidestxistin.
Kurdan ji bo bidestxistina vî mafî gelek bedelên mezin dane. Ev rastiyeke û dibê em wê bibînin.
Dewleta tirk û bi taybetî jî leşker êdî dibînin ku bi şerê çekdarî nikanin têkoşîna miletê kurd ya netewî rawestînin.
Loma jî bi rengekî ”fedyok” vê gavê davêjin. Divê kurd baş bizanibin ku ev gav ne biryar û tasarufa AKP-ê teneê ye, bêyî destûr û okêya leşkeran AKP bi rengê heyî jî nikane destûrê bide weşaneke wiha. Ji bo wê, divê destûra hemû aliyên dewletê hebe.
Li ber dewletê wekî din tu rê tuneye, piştî vê gavê mebûr e hin gavên din bavîje. Mebûr e hin qedexeyên din rake.
Çimkî van qedexeyên heyî û weşana kurdî li hev nakin, ji bo berdewamiya TRT ya kurdî divê ev qedexe rabin.
Ji bo ku kurd baweriya xwe bi vê gava dewletê bînin, divê dewlet hemû qedexe û astengên li pêş kurdî hêdî hêdî rake.
Lê divê em ji bîr nekin ku TRT ya kurdî bixwe di rojên pêş da ewê zorê bide gelek qedxeyên beradayî û dewletê mecbûrî resmîbûna zimanê kurdî bike.
Dewletê heta nuha ji bo şikandina liberxwedana kurdan gelek tiştên xerab kiriye, bi sedmilyaran çek kirîn, bi hezaran însan kirin korîcî, bi hezaran kurd dan kuştin, bi hezaran gund vala kirin û şewitandin, axir kirin û kirin.
Lê netîce vala ye, miletê kurd teslîm nabe û PKK jî naqede.
Tê gotin ku ev weşan ji bo tasfiyeya PKK-ê ye, heyran hema bira hemû tedbîrên tasfiya dewletê wiha bin.
Lê ya herî esasî jî li hember TRT ya kurdî hemû hêzên kurdan bi hev ra tu send û sepeteke ku em tiştekî din naxwazin nedane dewletê, bi dewletê ra tiştekî wiha îmze nekirina. Kurdan ji dewletê ra negotina ev weşan têra me dike, ji vê zêdetir em êdî doza tu mafekî din nakin.
Bêyî ku em weke milet û hêz peymanekê bi dewletê ra îmze bikin, dewletê ev gav avêtiye. Û gaveke pir baş e. Dewleta tirk di dîroka xwe da tu carî mafekî wiha mezin nedaya kurdan.

De îcar çima em li dij in?Ka me serbestiya weşan û zimanê xwe dixwest?
Diyar e PKK û gelek kesên din dixwazin hertişt tim di bin tekla wan da be û dewlet tu carî gavekê bêyî destûra wan navêje. Dema tiştekî bike jî divê bi wan ra û bi destê wan bike.
Îro ev ne mimkûn e. Dewlet bixwaze çi tawîzê bide jî ewê şiklekî li gor menfeeta xwe bidê, têxe qalibekî wisa. Ji bo ku kes nebêje ev tawîz daye PKK-ê. Lê herkes dizane ku dewlet ji min zêdetir vê tawîzê dide DTP-ê û PKK. Divê PKK û DTP jî vê yekê bibêjin. Ne ku li dij derkevin.
Kî li hember vê weşanê derkeve di rojên pêş da ewê were henberî milet û pûc bibe.
Loma jî divê PKK ji herkesî bêtir li TRT ya kurdî xwedî derkeve û pê kêfxweş bibe.
Ji avabûna dewlet tirk û virda ye li gor îdeolojiya resmî hebûna miletê kurd û zimanê wî hatiye înkarkirin.
Bi destpêkirina weşana TRT ya kurdî ev tez û îdeolojiya dewletê ya rasmî tarûmar dibe, miletê kurd vê îdeolojiya kemalîst ya nîjadperest davêje ser sergo.
Ez bi xwe weşana TRT ya kurdî bûyreke pir mezin û dîrokî dibînim.

Di têkçûn û belavbûna Sîstema Sovyet da rola hilweşîna Dîwarê Berlînê (9-ê mijdarê meha yanzdan) çibe bi ya min di hilweşandina tabûyên kemalîzmê da jî 25-ê çileye pêşîn(meha donzdan)roja weşana TRT ya kurdî ew e. Dîroknas sibe dema qala destpêka têkçûna kemalîzmê bikin ewê ji 25-ê mijdarê ya jî ji 1-ê çileya paşîn(meha yekê) dest pê bikin.Di kanala telewîzyona dewletê da weşana kurdî ewê rê li ber hertiştî veke. Êdî tu qedexe û tabûyeke ku neyê guhertin, neyê rakirin tuneye.
Divê kurd bi zanîn û sîstematîk gav bi gav daxwazên xwe bidin pêş.
Bêguman dewletê bixwaze naveroka programê li gor xwe şikil bidê. Ev tirs ûfikar di cî da ye. Lê divê kurd bi xebat û têkoşîna xwe nehêlin naveroka weşanê xera bibe. Evy ek bi xebata me va girêdayî ye.
Ji bo miletê kurd di kanaleke telewizyona dewletê da weşana kurdî ne tiştekî hindik e, bi ya min qazandeke gelkî mezin û dîrokî ye.
Zimanê kurdî êdî bere bere resmiyetekê digre û dibe zimenekî ku însan kanibin pê debara xwe bikin.
Şuûr û hestên netewî ewê di nava kurdan xurttir bike. Divê PKK û kesên li dijî weşanê derdikevin van feydeyên mezin û netewî bibînin.
PKK pir pir ewê bikanibe rê li ber çend kesên der û dora xwe bigre, lê dema naveroka weşanê baş û li gor dilê milet be, milet tu carî guh nede van êrşî û tehdîdên PKK-ê.
Hebûna TRT-ê meriv bixwaze nexweza ewê bibe sebebê reqabetekê jî. Her kanal ewê bixwaze programên hîn baştir pêşkêşî milet bikin.
Di vê reqabetê da bi îhtîmaleke mezin ewê kar û nan ji bo hin kesên ne ehlê vî îşê ne nemîne. Bazara tirkî ewê zeîf bibe. Loma jî ji nuha da ye fena ku huzûra hin kesan xera bibe, xwe aciz dikin. Çimkî dûzana wan xera dibe. Ew fêr bûna çi bidin ber milet, milet jî ji mecbûrî wiya qebûl beke.
Lê dema reqabet hebe meriv mecbûr dibe xwe baştir bike.
Êrîşên PKK yên ser hin hunermendan pir neheq û şaş e. Jixwe nuha jî bi hezaran kurd di TRT û dahîreyên dewletê da kar dikin û ji van kesan gelekên wan jî însanên kurdperwer, dost û dilxwazên PKK-ê ne.
Kesên di vê kanalê da bixebitin çima ewê ji mamosteyekî zimanê tirkî xerabtir be ez fêm nakim?
Lê dema dewletê xwest bi naverokeke li dijî tevgera kurd ya netewî weşanê bike divê meriv li dij derkeve. Mesele hewqas vekirîye. Neku meriv bibêje dibe ku dewlet wiha bike loma jî ji nuha da divê meriv li dij derkeve. Ev şaş e.
Berî hilbijartinên mehelî bi destpêkirina weşaneke wiha ne şert e ku rayên AKP-ê zêde û yên DTP-ê jî kêm bibin.
Ma herkesê ku weşanê baş bibîne û lê temaşe bike mecbûr e raya xwe bide AKP-ê?
Mesela diya min, birayên min TRT ya kurdî baş dibînin û ewê bi dilşadî jî lê temaşe bikin, lê dîsa jî ewê rayên xwe nedin AKP-ê.

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar gellek spas ji bo vê nivîsa teya hêja.Ew milletê ku digotin tune, ew zimanê ku digotin ne zimane.A naka dewlet bixwe zimanê wî milletî tv wedikîye u weşanê dikîye.Ez dinêrim pir millet digot;" zimanê kurdi zikê me têr nake ne hewceye ku ez fêr bibim." anaha millet dixwaze fêra zimanê Kurdî bibe. Lewra ê ku Kurdî zanin pere dikîye. Dewletê heta naha "zimanê ku nê femkirin" digot.Seru niva dibêj ew zimanê kurdîye u weşanê pê dikîye. Mala Xwedê avabe. Dengê me rîya xwe zanin şaşnabin.Lê belê ê ku diqeherin pêwiste ku wek miletê xwe bibin. Wek qapaxê li ser qoşxanê nemînin, tevlêya bîr û bawerya milletê xwe bibin.Lê gerek lixwe bipirsin, çima tayîbê kasimpaşê tê ewqas dengê milletê me bi pirani digre u dibe.Pêwiste ku emjî defterê xwe yoxle bikin.""WEJENE ZİMANÊ XWE EY XWENDEVAN, HİÇ KESEK NEBÎYE MİLLET BÊ ZİMAN"" Bi silaf u rêz.
    Rehawî

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar,
    Wekî tu zanî, ez yek ji midawîmên "bolg" a te me û gelek caran jî min kêfxweşî û teqdîra xwe ji bo wan nivîsên te bi rêya tel. yan jî rûbirû ji te re behs kirîye. Ev yekem şirove û teqdîra bi nivîsandî ya min e.
    Ev nivîsa te jî yek ji wan e ku cîhê teqdîrê ye. Lê eger destûra te (îzina te) hebe ez dixwazim sernivîsa meqaleya te hinek dirêjtir bikim, ew jî ev e; "KEMALÎZM KET KOMAYÊ û PÊ RE JÎ KEMALÎSTÊN KURD ketin TAYÊ!..."
    Siheta te xweş...
    Bi silavên biratî.

    Vîldan Tanrikulu

    SvaraRadera

PARVE BIKE