30 december 2008

Min saleke din jî kevin kir

Sala 2008-an bi hemû başî û xerabiyên xwe va, bi hemû dilşadî û xemgîniyên xwe va sibe bişev ewê xatir ji me bixwaze.
Û dusube jî saleke nuh dest pê dike, sala 2009-an.
Sala 2008-an ji bo gelê kurd saleke mişt bûyer, êş, azar û serkeftin bû. Kurdan di sala 2008-an da jî dîsa gelek şehîd û bedelên mezin dan.
Li Kurdistana Federe madeya 140-î hîn nehatiye bicîanîn, Kerkûk, Xaneqîn, Şengal û hin herêmên din hîn venegeriyan ser herêma Kurdistanê. Hîn hemû wezaretên herdu hukûmetên kurd nebûne yek. Bi baweriya min ev yek gelşeke pir girîng e.
Topbaranên Îran û Tirkiyê ser Kurdistana Federe berdewam in. Bêguman meriv dikane gelek tiştên din jî rêz bike lê ne hewce ye.
Lê li alî din gelê kurd hin qezanc û serkeftinên mezin jî bi dest xistin. Vebûna kanala Kurd1-ê û bi taybetî jî ya TRT şeş-ê ez weke du qazanc û serkeftinên gelê kurd yên gelkî girîng dibînim.
Herdu kanal jî ewê sibe, şeva serê salê dest bi weşanê bikin. Bi weşana wan ra ez bawer dikim hejmara kanlên kurdan derdikevin 14 ya 15-an.
Ji ber kul i ser kanala TRT şeş-ê min berê jî du sê caran nivîsî loma jî ez naxwazim zêde dubara bikim.
Do di kanala TRT 1-ê da li ser TRT şeş-a kurdî debatek hebû. Ji kurdan Umit Firat, Muhsîn Kizilkaya, Hasan Kaya, Gulten Kaya, Selîm Temo, Yilmaz Ensarioglu, Bejan Matur û ji tirkan jî Gulay Gokturk û sê kesên din hebûn. Heta derengê şevê(heta saet 02.00)min li debatê temaşe kir.
Di debatê da kurdan jî tiştên xerab negotin. Lê herî zêde kêfa min ji şêla Guleten Kaya û Umît Firat ra hat, herduyan jî ji kesî ra nedirin ”pişopişo” û gelkî dobre dipeyivîn.
Ya din Umît Firat li hember tirkan bi zanîna xwe jî kêfa meriv dianî.
Di debatê da Gulay Gokturkê bi dûrbîniyeke pir rast got, weşana TRT şeş-ê ji bo zimanê kurdî ronesanseke, kurdî ji komayê derdikve, ji mirinê xelas dibe û êdî dibe zimanekî zindî.
Bi baweriya min ev tespîteke rast e û jixwe du roj berê min jî navê sernivîsa xwe kiribû, Bi weşana TRT ya kurdî kemalîzm ket komayê”.
Yanî dema kemalîzm têkeve komayê bêguman kurdî jî ji komayê derdikve. Lê mixabin ku PKK û hin kurd vê yekê nabînin ya jî dîtina wê nayê hesabê wan.
Nêt û planên dewlet û AKP-ê çi dibin bila bibin, ewê netcîyê neguhere. Macûna diranan carê ji tupê derkeve hew bi paşda tê dewisandin.
Heger dewlet dibe poşman bibe û kanalê bigre jî dîsa kurd li karê ne. Ji ber ku kurdan tiştek nedaye ku wenda bikin.
Loma jî ez vê gava dewletê ji bo zimanê kurdî gelkî girîng dibînim. Esas dewleta tirk bi vê tawîza xwe ya mecbûrî uzrê xwe ji gelê kurd dixwaze. Lê ji ber ku ew cesareta medenî bi siyasetmedarên tirk ra tuneye nikanin vê yekê eşkere bibêjin.
Lê maneya vê kanalê ev e.
Helbet kurd tenê vê yekê minaqaşe nakin, tirk jî di nava xwe da pir li ser radiwestin. Yên destûr dane vê gavê, dibêjin belkî bi weşanê bikanibin rê li ber xurtbûna daxwazên serxwebûnê bigrin. Yanî kurdan hinekî aş bikin.
Lê divê kurd pê "aş" nebin, bilekis pê hîn gurr û geş bibin û doza hin mafên din bikin.
Bi minasebata vekirina TRT şeşê-ê, serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan jî daxuyaniyek daye Kanala TRT-şeşê û di dawiya axaftina xwe da jî bi kurdî gotiye ”TRT-şeş bi xêr be û sersala we pîroz be!”
Çapemeniya tirk ev gotina Erdogan îro bi sedûyek şiklî dane. Bêyî rojnameyên Taraf û Starê, hemû rojnameyên din ev herdu gotin çewt dane.
Milliyetê gotiye "Bê xer be", Postayê gotiye ”TRT Şeş bi xwê(r) be” , Radîkalê jî eynî tişt gotiye, Akşamê gotiye ”TRT şeş bi heyr be”, Zanê gotiye ”Bihar be”…
Welhasil bêyî du rojnameyan, hemû rojnameyên tirk nikanîbûne gotina ”TRT şeş bi xêr be!” rast binivîsîn.
Ev nimûne bi serê xwe nîşan dide ku çapemeniya tirk çiqasî rezîl û bêmistewa ye, zimanê wan dirêj e lê zanîn kêm e.
Di vê heftê da bûyereke din ya gelkî girîng e hat meydanê. Li gor min heger bi ser keve ew jî gelkî grtîng e.
Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd-TEVKURD ji bo ku hevkariyeke di nabêna partî, sazî û grûbên kurdan da pêk were kete nava xebat û hewildaneke pir hêja.
Ji bo pêkanîna vê armancê heyeteke Tevkurdê( Sabahattin Korkmaz, Fuat Onen û Arif Sevinç) bi serok û birêvebirên DTP-ê, KADEP-ê û HAK-PAR-ê ra hevdîtin pêkanîn û nameyek pêşkêşî wan kirin.
Di nameya TEVKURD-ê da bang li hemû aliyên kurd tê kirin û ji wan tê xwestin ku divê ew wekî bloqeke yekgirtî beşdarî hilbijartinên belediyan bibin û dûra jî vê tifiaqê weke cepheyeka siyasî bidomînin.
Ez bixwe vê teşebusa TEVKURD-ê gelkî girîng û hêja dibînim. Û hêvî dikim TEVKURD şopa nameyê bernede û bibe taqîbçiyê wê. Di hilbijartên belediyan da pêkhatina tifaqeke di nabêna hêzên kurd da gaveke pir girîng e. Heta nuha tu carî tifaqeke wiha çênebûya. Ez hêvî dikim ku di vê hilbijartinên adarê da ev tifaq pêk were.
Beyan û mesajên serok û birêvebirên DTP-ê, KADEP-ê û HAK-PAR-ê yên li ser vê teşebusa Tevkurd-ê pir pozîtîf in. Ez hêvî dikim ku ne beyanên ”dîplomatîk” û xweşkirnê bin.
Ji ber girîngiya wê, ez nameya ku TEVKURD-ê pêşkêşî serok û birêvebirên DTP-ê, KADEP-ê û HAK-PAR-ê kiriye li jêr diweşînim:

”Bang li Kurdistaniyan;
Ji bo hilbijartinên herêmî dest bidin hev!
Demokrasî, navê sîstema xwe bi xwe îdarekirina gel e. Du şêweyên demokrasîyê hene: xwe bi xwe îdarekirina raste rast û xwe bi xwe îdarekirina temsîlî. Belê baştirîn ew e ku gel, raste rast û li şûna xwe, xwe bi xwe îdare bike.
Helbet li Tirkiyeyê ji alî hiqûqî, îdarî û siyasî ve nav û nasnameya kurd/Kurdistan nayê qebûlkirin, hertişt bi navê sîstema serwerîya Tirk e. Lê belê rastîya civatê; ya kulturî, demografîk, sosyolojîk û tarîxî tiştekî din e.
Di rejîma demokrasiyê de Îdareyên Herêmî çiqas xurt bin, kultura demokratîk jî ewqas serwer dibe. Bandora gel li ser hêza îdarî û sîyasî ewqas zêdetir dibe. Rayedarên siyasî û îdarî, baştir têne kontrolkirin û demokrasî pêş dikeve.
Li pêşîya me hilbijartinên herêmî hene. Ji niha ve “şerê hilbijartinê” destpê kiriye! Wisa xuya dike ku, hilbijartinên 2009an ji bo hemû terefan gelek girîng û stratejîk e.
Lê belê, hilbijartinên herêmî û îdareyên herêmî ji bo me kurdan du car girîng in! Kurd, bi riya hilbijartin û îdareyên herêmî dikarin ji van derfetan sûd werbigirin û di vê çarçoveyê de li ser nirxên kurdayetîyê bingeha xwe bi xwe îdarekirinê ava bikin.
Li Kurdistanê, yên ku dengan didin û yên ku têne hilbijartin jî îstisna ne têde, kurd in. Ne bi kurdî be jî, kolan, bazar, civat kurd e û kurd li welatê xwe ekserîyet in. Ji wê bonê; her çiqas tu statuya me ya yasayî nebe jî, rewşa fiîlî tiştekî din e.
Ji wê bonê; di ‘heqîqeta hal’ de pêvajo dikare bi du şêweyan pêk bê û bimeşe:
Yek; Kurd dê lê bixebitin û li hêvîyê bipên ku, li Tirkîyeyê qanûn, nîzam bên guhartin û heqê kurdan yên nasnameyî, kulturî û siyasî bi wan bên dayîn.
Dido; dê kurd mafên xwe yên kolektîfî; ziman, çandî, nasnameyî, siyasî û îdarî de-facto bînin cîh, bi pêş ve bibin û li dora van mafan xweşbînî û qebûleke maqûl peyda bikin û têbikoşin ku rewşa de-factoyî ber bi statuya de jou ve biguhêr in.
Ya rast ew e ku, kurd li hêvîya guhartinên destûrî û yasayan nesekinin û de-facto pêdivîyên xwe yên neteweyî, însanî û siyasî bijîn, bînin cih.
Rewşa sîyasî ya Kurdistanê, Tirkîyeyê û hêza tevgera kurd ya siyasî û kîtlewî îro gihîştîye wê astê ku, kurd dikarin statuyeke de-factoyî pêk bînin.
Wexta ku kurd bi ekserîyetî di îdareyên herêmî yên li Kurdistanê de, li ser nîrxên kurdayetiyê bibin desthilatdar, li mafên xwe yên siyasî û kolektîfî xwedî derkevin û tecrûbeyeke demokratîk, plural û azadîxwaz pêş bixin, wê çaxê jî dê mafê self determînasyonê, referandûmê û piştgirîya hiqûqa navneteweyî jî bê rojevê.
Ya rast, rasyonal, demokratîk, sivîl û rewa ev e.
Baş e, gelo ev ê çawa pêk bê:
Di vir de siyaseteke neteweyî, muşterek û demokratîk pêwîst e. Ji wê bonê em bang li hemû partî, grûb û alîyên kurdan dikin ku; ji hesabên teng, yên grûbî û şexsî dûr bikevin û biîdraq û berpirsiyarîya doza neteweyî tevbigerin.
Helbet çi biçûk çi mezin mesûlîyeta herkesî heye. Ji sosyalîst û lîberalan heta dîndar û muhafezekaran û çi legal-îlegal divê hemû alî, hemêza xwe ji hevkarî û yekîtîyê re vekin. Belê mesûlîyeta giran ya partiyên legal ên kurd DTP, HAK-PAR û KADEPê ye.
Werin bi hev re bloqeke hilbijartinên herêmî ava bikin! Belkî piştî hilbijartinan ev bibe bereyekî neteweyî.
Bê tu hesabeke grûbî û şexsî, em wek Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd amade ne, li gor prensîbên ku li jor hatine îfadekirin, hemû xizmet û fedekarîyê bikin.

Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd-TEVKURD”

Nivîsa îro hinekî dirêj bû lê tişt nabe. Belkî nivîsa dawî ya vê salê be.
Bi çend gotinan ez dixwazim qala xwe jî bikim.
Hema berî hertiştî saleke jiyana min ya din jî li xerîbî û surgûniyê derbas bû. Dema ez derketim der, ez xortekî 29 salî bûm. Şûr simêla min nedibirî! Lê îro min por kiriye hirî, pişt xûz bûye û heta ji ber nexwaşiya bapêşî jî dikeveim nava nivînan.
Berê heftêûheft nexweşiyên weke bapêş mapêşê jî tesîr li min nedikirin, min quriûekî xwe jî di wan nedida.
Lê îro ne wihaye.
Sibenedusibe ez dikevim 59 saliya xwe. Maneya vê jî, 29 salên jiyana min li welêt û 30 salên wê jî li surgûniyê derbas dibe.
Gelo ez nuha malê kîjan welatî me?
Ya jî kîjan welat bêtir welatê min e?
Bi ya min welatê xelkê bi mana salan tu carî nabe welatê meriv, ez sedûyeksalî jî li vir bimînim swêd nabe welatê min. Ez her kurd im û welatê min jî Kurdistan e. Ne di dilê swêdiyan da ciyê min heye û ne jî di dilê min da ciyê wan. Em herdu serî jî bi çavên xerîban li hev dinêrin.
Heta mirinê jî ji bo wan ezê tim xerîb bim.
Lê herçiqas ez û xanim kurd in jî zarokên min swêdî û welatê wan jî Swêd e. Bi baweriya min ev tiştekî pir xerîb e. Ji ber ku dudu ji zarokên 5 û 7 salî bûn hatine Swêd û herduyên din jî li vir hatine dinê. Tenê Azad ji kurdistanê çend bîranînên wî hene.
Bixêr di dawiya 2009-an da surgûnî diqede. Heger eksiyek dernekeve veger jî qerde bi qerde nêz dibe.
Ez bawer dikim ew roj jî ewê were.
Helbet dibê ez qala quncikê xwe jî bikim. Wek tê zanîn di îlona 2007-an da min dest bi bloga xwe kir. Piştî rojeke din ezê têkevim sala sisiyan. Bi ya min ev jî ne tiştekî hindik e.
Ez hêvî dikim ku di sala 2009-an da xwendevan kêm nebin û ez jî newestim.
Ji nuha da sala we ya nuh ji dil û can pîroz dikim û hêvî dikim ku di sala nuh da hertişt ewê li gor dilê we be û ji bo miletê kurd jî ewê bibe sala azadiyê û serkeftinên hîn mezintir.
Belê min saleke din jî li surgûniyê kevin kir û rizand...

29 december 2008

Hinek kurd şeqizîne

Di malpera Kurdistan-Postê da min bîstek berê nivîsa Hasan Bîdîrîcî-Aynî hîkaye/Eynî çîrok- xwend.
Ev ne cara pêşîye ku Hasan Bîldîrîcî li dijî TRT6-ê nivîsên wiha ”dilperêt” dinivîse û pê gelek hunermendî ditirsîne.
Hasan Bîldîrîcî kurdperwerekî pir dilzîz e, zû radibe pêdarê û gotinên mişt hest û ji risasê jî girantir li hev radigre.
Gelek caran bi gotinên wî ra kela dilê meriv radibe…
Bîldîrîcî, berê jî li ser Şivan û TRT6-ê nivîseke mişt ajîtasyon nivîsîbû.
Piştî xwendina nivîsa wî ya îro min ev nivîs bi zimanê tirkî jê ra şand.
Min bi tirkî nivîsî çimkî ez dizanim ku Hasan Bîldîrîcî bi kurdî nizane. Li jêr ez kurdiya wê nivîsê diweşînim.(*)
Bira haya xwendevanan ji min hebe, ku min îro çi kar û çi xebat kiriye.
”Merheba Hasan beg!
Tu rastiyê bixwazî dijîtiya ya beramberî TRT6-ê ez matmayî hîştim. Birêz Hasan, jixwe 5 TRT-yên dewletê hene û bi hezaran kurd jî lê dixebitin. Bira ji van yek jî kurdî be.
Çima tu hewqasî li dij î ez fêm nakim?
Bi dehhezaran mirovên kurd mamûrên dewletê ne, mamostene, zarokên me fêrî zimanê kurdî dikin. Dewlet bi hezaran dem û dezgeh û milyonan kadroyên xwe va bi zimanê tirkî zarokên me asîmîle dikin. Li hember vê, tu nivîsên hewqasî dilşewat nanivîsînî, ji van dezgehan tu însanan dawetî îstîfayê nakî. Lê herçi hîkmetî îlahîye weke PKK-ê te jî li hemberî TRT6-ê ala herbê vekirye.
Ya rast heyret!
Esas hger tu hinekî sakîn bî, tu yî bibînî ku dewleta tirk di dîroka xwe da ev cara pêşîye ku tawîzeke wiha mezin dide kurdan. Di nava hemû dezgehên dewletê da tenê TRT6 ewê kurdan asîmîle neke, ewê feydeyê bigihîne pêşketina ziman û edebiyata kurdî û şuûra kurdayetiyê xurttir bike. Heger weşaneke xerab bike divê meriv li dij derkeve, ji bo weşaneke hîn baştir divê meriv têkoşînê bide.
Haaa dikane naveroka wê xerab be. Rast e, ji nuha da ne mimkûn e ku meriv viya bizanibe. Divê meriv demekê weşanê taqîb bike.
Kurd ewê nikanibin ji dewleta tirk hemû mafên xwe bicarekê da bistînin, ev ne mimkûn e, ev yek ewê perçe perçe û hêdî hêdî eewê bibe. Divê meriv hinekî jî bi vî çavî lê binêre.
Kesî tu sened nedaye dewletê û negotiye ”ji vê weşanê zêdetir em tiştekî naxwazin”, tiştekî wiha tuneye. Dewlet bi xwe mecbûrî dayina vê tawîzê bûye. Ji bo çi kurdên li dijî vê derkevin ku?
TRT6 destpêkek e, tawîzên din ewê li pey wê werin. Bi avêtina vê gavê ra kemalîzim ketiye komayê.
Herkesê ku pozîtîf li TRT6-ê dinêre, însanên ku xebata li wir rast dibînin, tu êrîşê dibî ser wan û gelkî bi ser wan da dikî. Ev ne rast e. Di nava kurdan da yê herî biaqil û durust ne tu tenê yî.
Kesên ku TRT6-ê weke gaveke pozîtîv dibînin, yên xebata li wir rast dibînin ne xayin in. Îmayên wiha bi te nakeve.
Hinekî sakîn be.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Not:
Ji bo xatirê te, ji bo ku qedir didim tiştên ku tu dinivîsînî, min prensîbê xwe îhlal kir û ev nivîs bi tirkî nivîsî.
(*)Piştî weşandina nivîsa min derengê şevê min ev meyla bi tirkî ji Hasan Bîldîrîcî girt. Ji ber ku min meyla xwe weşandiye, ez bersîva wî jî diweşînim.
"Zinarê Xamo yê hêja,
Tiştên te nivîsî bû min bi dîqet xwend. Ez di nivîsên xwe da dibêjim çima ez li dij im. Min ev yek di nivîsa xwe ya ku min ji ber biryara wî Şivan Perwer tê da tebrîk kiribû da jî gotiye. Tiştekî nuh ez lê zêde bikim tuneye.
Helbet ez ne kurdê herî biaqil im, lê ez ne ehmeq im jî.
Di vê nabênê da ez dixwazim sala we ya nuh pîroz bikim.
Bi silavên hezkirin û dostaniyê.
Hasan Bîldîrîcî"

28 december 2008

Bi weşana TRT ya kurdî kemalîzm ket komayê

Di 25-ê mehê da bi destpêkirina weşana testê ya TRT ya kurdî di nava kurdan da minaqaşeyeke pir gurr dest pê kir.
Kanal di yekê meha yekê da(1/1-09)ewê dest bi weşana xwe daimî bike. Di sohbetên şexsî û çapemeniya kurdî da îro mijara herî sereke û herî girîng weşana TRT ya kurdî ye.
Di derbarê weşana TRT ya kurdî da belhazir kurd bûne du beş. Beşek, weşanê baş dibîne û beşek jî bi şîdet li dij derdikeve û pir xerab dibîne. Xebata di TRT ya kurdî da weke ”cahşên/cerdevanê çandê” bi nav dikin.
Kurdên ku vê gava dewletê baş dibînin dibêjin, hukûmet vê gavê bi daxwaza dilê xwe navêje, ew bi netîca têkoşîna gelê kurd ya netewî mecbûrî vê tawîzê bûye û ji bo kurdan qazanceke gelkî girîng e. Loma jî divê meriv destekê bidê û bipêş bixe. Yên li dijî weşana TRT ya kurdî derdikevin PKK û hin rêxsitin û hunermendên nêzî wê ne.
PKK û hunermendên nêzî wê bi kurtî dibêjin:
-Ev rişweteke AKP-ê ya hilbijartinan e. Dewlet dixwaze bi vê rişweta bêgarantî demeke din jî serî li kurdan bigerîne. Dewlet, bêyî ku hebûna kurdan qebûl bike û hemû qedexeyên li ser elîfba û nasnameya kurdan rake vê gava xapandinê davêje.
-Di qanûna RTUK-ê (Licneya Bilind a Radyo û Telewîzyonê) da qala zimanê kurdî nayê kirin. Navê kurdî weke ”zimanên herêmî” derbas dibe. Yanî bi rengekî resmî ”zimanê kurdî” hîn nehatiye pejirandin.
-Dewlet bi vê weşanê dixwaze tevgera kurd ya netewî tasfiye bike. Yanî nêtê dewletê xerab e.
Û hin rexneyên din...
Bêguman dîtin û argumentên herdu aliyan jî rast in. Divbê meriv nêt û hesabê dewletê jî bibîne. Lê ev yek nayê wê maneyê ku merivê li dijî weşanê derkeve.
Lê berî hertiştî dibê meriv weşana TRT ya kurdî weke diyariyeke AKP-ê û dewleta tikrk nebîne. Hukûmeta AKP-ê vê tawîzê, vî mafî bi nêteke paqij, ji bo ku ji kurdan pir hez dike û dixwaze ziman û edebiyata kurdan bi pêş keve nade, dewlet mecbûr maye vê gavê bavêje. Ev maf bi saya xebat û têkoşîna gelê kurd ya salan hatiye bidestxistin.
Kurdan ji bo bidestxistina vî mafî gelek bedelên mezin dane. Ev rastiyeke û dibê em wê bibînin.
Dewleta tirk û bi taybetî jî leşker êdî dibînin ku bi şerê çekdarî nikanin têkoşîna miletê kurd ya netewî rawestînin.
Loma jî bi rengekî ”fedyok” vê gavê davêjin. Divê kurd baş bizanibin ku ev gav ne biryar û tasarufa AKP-ê teneê ye, bêyî destûr û okêya leşkeran AKP bi rengê heyî jî nikane destûrê bide weşaneke wiha. Ji bo wê, divê destûra hemû aliyên dewletê hebe.
Li ber dewletê wekî din tu rê tuneye, piştî vê gavê mebûr e hin gavên din bavîje. Mebûr e hin qedexeyên din rake.
Çimkî van qedexeyên heyî û weşana kurdî li hev nakin, ji bo berdewamiya TRT ya kurdî divê ev qedexe rabin.
Ji bo ku kurd baweriya xwe bi vê gava dewletê bînin, divê dewlet hemû qedexe û astengên li pêş kurdî hêdî hêdî rake.
Lê divê em ji bîr nekin ku TRT ya kurdî bixwe di rojên pêş da ewê zorê bide gelek qedxeyên beradayî û dewletê mecbûrî resmîbûna zimanê kurdî bike.
Dewletê heta nuha ji bo şikandina liberxwedana kurdan gelek tiştên xerab kiriye, bi sedmilyaran çek kirîn, bi hezaran însan kirin korîcî, bi hezaran kurd dan kuştin, bi hezaran gund vala kirin û şewitandin, axir kirin û kirin.
Lê netîce vala ye, miletê kurd teslîm nabe û PKK jî naqede.
Tê gotin ku ev weşan ji bo tasfiyeya PKK-ê ye, heyran hema bira hemû tedbîrên tasfiya dewletê wiha bin.
Lê ya herî esasî jî li hember TRT ya kurdî hemû hêzên kurdan bi hev ra tu send û sepeteke ku em tiştekî din naxwazin nedane dewletê, bi dewletê ra tiştekî wiha îmze nekirina. Kurdan ji dewletê ra negotina ev weşan têra me dike, ji vê zêdetir em êdî doza tu mafekî din nakin.
Bêyî ku em weke milet û hêz peymanekê bi dewletê ra îmze bikin, dewletê ev gav avêtiye. Û gaveke pir baş e. Dewleta tirk di dîroka xwe da tu carî mafekî wiha mezin nedaya kurdan.

De îcar çima em li dij in?
Ka me serbestiya weşan û zimanê xwe dixwest?
Diyar e PKK û gelek kesên din dixwazin hertişt tim di bin tekla wan da be û dewlet tu carî gavekê bêyî destûra wan navêje. Dema tiştekî bike jî divê bi wan ra û bi destê wan bike.
Îro ev ne mimkûn e. Dewlet bixwaze çi tawîzê bide jî ewê şiklekî li gor menfeeta xwe bidê, têxe qalibekî wisa. Ji bo ku kes nebêje ev tawîz daye PKK-ê. Lê herkes dizane ku dewlet ji min zêdetir vê tawîzê dide DTP-ê û PKK. Divê PKK û DTP jî vê yekê bibêjin. Ne ku li dij derkevin.
Kî li hember vê weşanê derkeve di rojên pêş da ewê were henberî milet û pûc bibe.
Loma jî divê PKK ji herkesî bêtir li TRT ya kurdî xwedî derkeve û pê kêfxweş bibe.
Ji avabûna dewlet tirk û virda ye li gor îdeolojiya resmî hebûna miletê kurd û zimanê wî hatiye înkarkirin.
Bi destpêkirina weşana TRT ya kurdî ev tez û îdeolojiya dewletê ya rasmî tarûmar dibe, miletê kurd vê îdeolojiya kemalîst ya nîjadperest davêje ser sergo.
Ez bi xwe weşana TRT ya kurdî bûyreke pir mezin û dîrokî dibînim.

Di têkçûn û belavbûna Sîstema Sovyet da rola hilweşîna Dîwarê Berlînê (9-ê mijdarê meha yanzdan) çibe bi ya min di hilweşandina tabûyên kemalîzmê da jî 25-ê çileye pêşîn(meha donzdan)roja weşana TRT ya kurdî ew e. Dîroknas sibe dema qala destpêka têkçûna kemalîzmê bikin ewê ji 25-ê mijdarê ya jî ji 1-ê çileya paşîn(meha yekê) dest pê bikin.
Di kanala telewîzyona dewletê da weşana kurdî ewê rê li ber hertiştî veke. Êdî tu qedexe û tabûyeke ku neyê guhertin, neyê rakirin tuneye.
Divê kurd bi zanîn û sîstematîk gav bi gav daxwazên xwe bidin pêş.
Bêguman dewletê bixwaze naveroka programê li gor xwe şikil bidê. Ev tirs ûfikar di cî da ye. Lê divê kurd bi xebat û têkoşîna xwe nehêlin naveroka weşanê xera bibe. Evy ek bi xebata me va girêdayî ye.
Ji bo miletê kurd di kanaleke telewizyona dewletê da weşana kurdî ne tiştekî hindik e, bi ya min qazandeke gelkî mezin û dîrokî ye.
Zimanê kurdî êdî bere bere resmiyetekê digre û dibe zimenekî ku însan kanibin pê debara xwe bikin.
Şuûr û hestên netewî ewê di nava kurdan xurttir bike. Divê PKK û kesên li dijî weşanê derdikevin van feydeyên mezin û netewî bibînin.
PKK pir pir ewê bikanibe rê li ber çend kesên der û dora xwe bigre, lê dema naveroka weşanê baş û li gor dilê milet be, milet tu carî guh nede van êrşî û tehdîdên PKK-ê.
Hebûna TRT-ê meriv bixwaze nexweza ewê bibe sebebê reqabetekê jî. Her kanal ewê bixwaze programên hîn baştir pêşkêşî milet bikin.
Di vê reqabetê da bi îhtîmaleke mezin ewê kar û nan ji bo hin kesên ne ehlê vî îşê ne nemîne. Bazara tirkî ewê zeîf bibe. Loma jî ji nuha da ye fena ku huzûra hin kesan xera bibe, xwe aciz dikin. Çimkî dûzana wan xera dibe. Ew fêr bûna çi bidin ber milet, milet jî ji mecbûrî wiya qebûl beke.
Lê dema reqabet hebe meriv mecbûr dibe xwe baştir bike.
Êrîşên PKK yên ser hin hunermendan pir neheq û şaş e. Jixwe nuha jî bi hezaran kurd di TRT û dahîreyên dewletê da kar dikin û ji van kesan gelekên wan jî însanên kurdperwer, dost û dilxwazên PKK-ê ne.
Kesên di vê kanalê da bixebitin çima ewê ji mamosteyekî zimanê tirkî xerabtir be ez fêm nakim?
Lê dema dewletê xwest bi naverokeke li dijî tevgera kurd ya netewî weşanê bike divê meriv li dij derkeve. Mesele hewqas vekirîye. Neku meriv bibêje dibe ku dewlet wiha bike loma jî ji nuha da divê meriv li dij derkeve. Ev şaş e.
Berî hilbijartinên mehelî bi destpêkirina weşaneke wiha ne şert e ku rayên AKP-ê zêde û yên DTP-ê jî kêm bibin.
Ma herkesê ku weşanê baş bibîne û lê temaşe bike mecbûr e raya xwe bide AKP-ê?
Mesela diya min, birayên min TRT ya kurdî baş dibînin û ewê bi dilşadî jî lê temaşe bikin, lê dîsa jî ewê rayên xwe nedin AKP-ê.

27 december 2008

Rojeke tevlihev

Min nêt hebû ku îşev careke din jî li ser TRT6 a kurdî çend gotinan bibêjim. Herçiqas çend roj berê jî min nivîseke li ser vê meselê nivîsî bû û destpêkirina TRT ya kurdî ji bo miletê kurd û tevgera kurd ya netewî weke serkeftineke girîng û dîrokî nirxandibû jî lê ez dibînim ku di çend gotinên din da jî ewê zirar tunebe.
Jiber ku dijberiya PKK-ê û ya hin hunermed û nivîskaran min matmayî dihêlê. Loma jî min xwest li ser van reaksiyonan çend tiştên din jî bibêjim. Lê ez vê nivîsê dihêlim ji sibe ra.
Îşev ez dixwazim qala du e-meylên di nabêna min û kurdekî gelkî hêja, birêz Umit Yazicioglu da û serpêhatiya telewîzyona xwe bikim.
Bixêr sibe jî, heger nexweşî dîsa li min venegere, li ser reaksiyonên li dijî TRT ya kurdî jî ezê çend gotinên din bibîjim.
1.Weke endamekî Dîwanxaneyê min îro ev meyla jêr ji birêz Umît Yazicioglu girt.
Heval û Dostên Hêja,
yeni yilinizi kutlar islerinizde basarilar dilerim. Asagidaki linkte yeni makaleme ulasabilirsiniz.
http://yuksekovahaber.com/author_article_detail.php?id=1081
Prof. Dr. Ümit Yazicioglu
2. Min ev meyla jêr ji birêz Yazicioglu ra şand.
Ji Prof. Dr. Ümit Yazicioglu ra
Xwedêjêrazî, te nivîsek bi kurdî destpêkir bi kurdî bibe serî, neku sê gotinên pêşî bi kurdî û dûra jî zûzûka xwe bigihînî wê tirkiya "şîrîn û lezîz"(!)
Ev bêxwediya tirkî çi nexweşiyeke bêderman e, wey li min bavo!
Piştî nivîsîna sê gotinên kurdî, kurdên me tavilê bi îskînî bîriya tirkî dikin û tavilê lê vedigerin.
Hertişt usûleke wê heye, meriv ya bi kurdî dinivîse ya jî bi tirkî. Meyir xwarineke çiqasî basît û sade be, lê dîsa jî ji gêrmiya gavanan xweştir û bi lezettir e.
Birêz Umit Yazicioglu, heger tu kurd î û di ser da jî bi kurdî dizanî wê demê ji kerema xwe ra wan çar gotinên xwe yên din jî bi kurdî dom bike. Lê heger tu bi kurdî nizanî wê demê qoye jî ne xweş e û ne jî hewce ye.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
3. Bersîva birêz Umît Yazicioglu ku gelkî kêfa min jê ra hat. Bersîva wî wihaye:
Birêz Zinarê Xamo,
êvar baş, ez kurd im. Zimannê Kurdan Kurdî ye. Kurdistan welatekî mêhtinggeh û parçekirî ye. Îro li başûrê Kurdistanê rêveberiyeke federal a kurdan heye. Ez dixwezim biçim Kurdistanê. Ez dixwezim kurdî gelek baş binivîsim. Du dikarî alîkariya min bikî? Bi xeml, revş e, Şîrîn û xweş e, Zimanê Kurdî.
Bi silavên dostaniyê
Ümit Yazıcıoğlu
4.Bersîva min
Merheba!
Gelek sipas ji bo bersîva te ya bi kurdî û gelkî hêja.
Birêz Yazicioglu, ne ji bo ku dilê te xweş bikim dibêjim, lê bi rastî kurdiya te ji ya min ne kêmtir e, weke hingivê Belîsê şîrîn û xweş e. Û ez bawer nakim ku hewcedariya te bi alîkariya kesî hebe. Xwezî her kurdî bi qasî te zimanê diya xwe bizanîbûya.
Lê li gel vê jî gava pêwîst be û tiştekî ji destê min bê, bêguman ezê bi kêfxweşî ji te ra bibim alîkar.
Bi silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo
Û nuha jî serpêhatiya telewîzyona min:
Nexweşî ne bes bû nuha jî kanalên min yên kurdî û tirkî xera bûn. Yanî bû qembûrê ser zembûr.
Ev demak bû ”boxa/parabola” min ya telewîzyonê xera bûbû, bêyî Kurdistan TV min nikanîbû li yek kanalê jî temaşe bikira.
Ji ber ku serê salê bixêr û xweşî ewê 2 kanalên din jî li kanalên kurdî zêde bibin, loma jî min got ya herî baş ew e ku ez herim tuxtorekî bînim ser, bira berî serê salê ji min ra çêbike.
Ji bo ku şewa serêsalê em têra dilê xwe li muzîk û leylanên kurdî temaşe û guhdarî bikin.
Ev çar roj bûn ez wer di nava nivînan da bûm, ji bo xatirê ”parabolê” ez ji nava nivînan rabûm û çûm ba camêrê ku parabolên dîgîtal difroşe.
Min derdê xwe jê ra got. Got baş e, êvarî emê yekî bişînin, ewê lê binêre.
Bi kurtî, saet piştî 18.00-an xwest were lê rê dernexist. Dawiya dawî min dîsa da rê û çû dikanê da pêşiyê û anî mal.
Du heb bûn, yek ji Bexdayê hîn nuh hatibû tişt fêm nedikir. Aletê yê hoste radikir. Virda lê nêrî wirda lê nêrî, got wele ”boxa” te xera bûye, divê tu biguherînî.
Ji mecbûrî min got heyra biguherîne.
Çûn ”boxek” anîn. Hoste tam saetekê hemû kanalên kurdî û tirkî yên min dixwestin qeyd kirin û dûra jî nîşanî min da ku ezê çawa bikar bînim.
Lê di vê nabênê da sînyal ji ser kanalên kurdî qut bûn û sêlik doş nebû neçû sar wan. Mêrik çiqasî pê da ket jî pere nekir. Dawiya dawî dev jê berda, got roja duşemiyê ezê werim çêkim.
Vê yekê him bîna min gelkî teng kir û him jî serêşî û kuxuka min zêde kir.
Yanî nexweşî ne bes bû nuha jî gelşa telewîzyonê xwe daser.

26 december 2008

Yê binî sekinîye yê ser nasekine

Du roj berê min ji kurdekî bi navê Ahmet Kiran ev meyla bi tirkî girt:
”ben ahmet kıran beni bu numaradan arayabilirsiniz … yazınız dikkatimi çekti benimle ilgili olan köşe yazının”
Kurdî û rastnivîsîna wê wihaye:
"Ez Ahmet Kiran tu dikanî ji vê numreyê li min bigerî ...nivîsa we bala min kişand, nivîsa we ya li ser min"
Helbet ez bi telefonê lê negeriyam. Min rabû ev meyla jêr jê ra şand:
” Merheba! Birêz Ahmet, ku tiştekî tu ji min bipirsî hebe kerem bike bipirse. Heger tu nikanî bi kurdî binivîse bi tirkî binivîse. Bimîne di xêr û xweşiyê da”
Camêr ji min ra çend rêz dîsa bi tirkî nivîsî. Lê di wan rêzan da jî negot ew li dijî çi ye û ji min çi dixwaze?
Lê min fêm kir ku ji nivîsa ku sê meh berê min li ser nivîsîbû aciz bûye. Li ser vê, min ev bersîva jê dayê.
Ji ber ku mesela em minaqaşe dikin ne meseleyeke şexsî ye, me hemû kurdan alaqadar dike, loma jî ez vê bersîva xwe bi yek du rastkirinên biçûk îro diweşînim.
Min ev bersîv do dabû.
”Birêz Ahmet Kiran, min e-maila te ya duyem jî xwend. Di herdu meylên (nivîsên) xwe da her çiqas te derdê xwe baş neanîbe zimên jî tiştê min fêm kir ku, di meha îlonê da min li ser te nivîsek nivîsîbû, tu ji wê nivîsa min aciz bûyî û tu dixwazî bibêjî ku min li te neheqî kiriye.
Li gel ku bi mijara me ra tu têkiliya wê tuneye, te gotiye ku tu ji ”Celal Talabanî û Mesûd Barzanî” pir hez dikî û te gelekî pesnê xwe da ye.
Lê ji rêza nivîsa te ya pêşî meriv fêm dike ku ”tu çiqasî kurd î?”
Rêza pêşî ya nivîsa te wiha dest pê dike:
”siz küzey ırak kürtlerindenmisiniz yoksa diğer bölgelerin kürtlerindenmisiniz.”(Ma hûn ji kurdên bakurê Îraqê ne ya jî ji kurdên herêmên din in?)
Heger bi rastî jî tu merivekî hewqasî kurd û dilsozê kurdan î, tu çima weke tirkan dibêjî ”bakurê Îraqê û herêmên din?”
Ma ne navekî ”bakurê Îraqê” yê din, yê rastîn heye û ew jî Herêma Kurdistana Federe ye. Û Xwedê kir ku tu hîn nizanî navê "Kuzey Îrakê" jî rast binivîsînî.
Te ji Kurdistanê ra ne gotiye Kurdistana Federe û ne jî başûrê Kurdistanê, ji dêlî wê va te gotiye ”Bakurê Îraqê!”
Kesên ji Kurdistana Federe ra dibêjin ”bakurê Îraqê” tirk in, xêrnexwaz û dijminên miletê kurd in. Heger bi rastî jî hinek şuûrê kurdayetiyêbi meriv ra hebe dibê meriv weke tirkên nîjadperest ji ”Kurdistana Federe” ra nebêje ”bakurê Îraqê”, ev yek.
Ez werim ser mijara me.
Di meha îlonê da di nabêna Erdogan û Aydin Dogan da minaqaşeyek derketibû. Herdu seriyan jî êrîşî hev dikirin û rexne li hev digirtin.
Di van minaqeşeyan da Aydin Dogan ji Erdogan ra got:”Erdogan, hin îthamên bêbingeh ji xwe ra kiriye tebîet, îthamên wiha bi sifetê Serokwezîrê Komara Tirkiyê nakeve.”
Divan gotinên Aydin Dogan da ji xwe tu heqaret tuneye, lê bira hebe jî, çi ji te ra?
Du tirk (esas herdu jî ne tirk in lê axir xwe tirk qebûl dikin) bi hev ketine, çi bi te ketiye tu yê rabî ji Swêregê bidî rê herî Ruhayê û Aydin Dogan bidî mahkimê?
Ma tu wekîlê heysiyet û şerefa Erdogan î?
Heger tu merivekî hewqasî jêhatî û bi xurûr î, wê demê li hember heqaretên ku Erdogan û hevalên wî heroj li miletê te û li serokên kurdan dikin derkeve.
Erdogan, Cemîl Çîçek û Mehmet Alî Şahîn heta nuha gelek caran heqaretên gelkî mezin li hemû serok û mezinên kurdan kirine; ji Mesûd Barzanî Û Celal Talabanî ra gotine ”serokeşîr”, gotine ”em bi serokên eşîran ra rûnanin.”
Ma ne ev Erdogan û Cemîl Çîçek û Şahîn bûn ku ji bo Mesûd Barzanî û Celal Talabanî gotin, ”vana kesên solalêsin”, ”em gotinên solalêsan” cidî nagrin.
Heger tu merivekî hewqasî bi xurûr î û tu carî neheqiyê qebûl nakî, çima tu li hember van heqaretên tirkan derneket, çima ji ber van heqaretan te Cemîl Çîçek û M. Alî Şahîn neda mahkimê?
Ma tu heroj bi çavên serê xwe nabînî û bi guhên xwe nabihîzî ku serokên tirkan çi zulmê û çi heqaretê li miletê te dikin?
Çima tu bi van heqaretên tirkan naêşî?
Tirkan toqa bindestî û koletiyê xistine hustuyê miletê te, lê tu dîsa jî bi serbilindî dibî hevalê wan, di partiyên wan da dibî namzet?
Welhasil di nivîsa xwe da min gotibû ku xwedêgiravî tu kurd î, lê zilm û heqareta li miletê te dibe tu nabînî û tu carî jî pê nerehet nabî.
Ma ev gotina min ne rast in?
Fena ku tu tiştekî pir baş dikî, te gotiye”Terürüst ve Terör eylemlerine karşı olmuşumdur her zamanda karşı olmayada devam ediyorum.”
Yanî, "ez hertim li dijî terorîstan û terorê bûme û ezê tim jî li dij bim”.
Xwedêjêrazî, carê tu hîn nizanî gotina ”terorîst” çawa tê nivîsîn. Berî hertiştî fêrî nivîsîna gotina ”terorîst” bibe dûra li dijî wê şer bike.
Ya din tirk ji JÎTEM, tîmên taybet, Ergenekon û gelek çete û qatilên dewletê yên din ra nabêjin ”terorîst”, ji zarokên te û yên birayên te ra dibêjin ”terorîst”, ji her kurdê ku doza azadiya miletê xwe dike ra dibêjin ”terorîst”.
Çima tu bi vê xebat û marîfeta xwe ya li hember wan hewqas îftîxar dikî?
Te di gilînameya xwe da gotibû ku:
”Heqareta li serokwezîr hatiye kirin em weke ku li hember me hatibe kirin qebûl dikin, ji ber ku ew(Erdogan) nûnerê îrada me ya milî ye. Aydin Dogan, ji bo menfeeta xwe ya şexsî ji serokwezîrê Komara Tirkiyê ra dibêje hodrî meydan. Ne ez, ne jî miletê tirk xwestina vê hodrîmeydanê û vê heqaretê nikanin hezim bikin.” Van gotinên te eşkere dike ku tu xwediyê qerekterekî çawa yî? Meriv dikane gelek tişt li ser bibêje, lê ne hewce ye.
Te gotiye ”serokwezîr nûnerê îrada me ya milî ye”.
Malneket, Erdogan serokwezîrê dewleteke îşxalkar e, welatê me bi darê zorê îşxal kirine û di ser da jî zulmeke nedîtî li me dikin. Merivekî wiha çawa ewê nûnerê îradeya kurdan be?
Jixwe li ba te mefhûma(têgîna)miletê kurd tuneye, loma jî te gotiye ”ne ez û ne jî miletê tirk” yanî tu xwe jî wek ferdekî miletê tirk dihesibînî.
Netîce. Te beyanek dabû û te hin tişt gotibûn. Min jî rexne li wan gotin û beyana te girtibû. Tu ji kê hez dikî, ji kê hez nakî, te kî vexwendiye otêla Hîltonê, kî venexwendiye ew ne derdê min e û min qala wan tiştan jî nekiriye. Min rexne li gilîname û wan gotinên te yên ”şelafwarî”, yên tirkperest girtibû.
Di van rexneyên xwe da ez bawer nakim ku ez neheq im.”
Dibe ku mesela otêla Hîltonê neyê fêmkirin, dibê ez ronî bikim. Ahmet Kiran di nivîsa xwe da gotiye, ”Di sala 2004-an da dema serok Barzanî hat Tirkiyê min ew bi heyeta wî ra li hotêla Hîltonê kiriye mîvan. Tirkiya nivîsê wihaye,”2004 de Serok Berzani Türkiyeye geldiğinde Heyetiyle Beraber hilton otelinde misafir etmişimdir.”
Wekî din Ahmet Kiran qala xebat û endametiya xwe ya ”Komîsyona Sûsurlukê” jî kiriye. Xwedêgiravî di wê komîsyonê da wî gelek xebatên baş kiriye û hwd.
Di wan çend rêzên nivîsa wî da meriv dibîne ku Ahmet Kiran merivekî çizaqasî nezan e, bêyî navê ”Tirkiyê” hîn nizane ku navên şexsan û welatên din jî bi tîpên mezin tên nivîsîn, bêyî ”Tirkiyê” ew navê şexsan û hemû welatan jî bi herfên biçûk dinivîse. Ji ber ku li ber çavên wî tenê Tirkiye mezin e.
Ahmet Kiran xwestiye weke tirkan bibêje ”Kuzey Iraq” lê a bixêr ku nizane wiya jî rast binivîse, gotiye ”küzey ırak”
Û tirkan ev camêr kirine endamê Komisyona Sûsûrlûkê.
Nuha meriv fêm dike ku çima Komîsyona Sûsûrlûkê negihîşt tu netcîyê û bû fiyaskoyek mezin. Diyar e tirkan bi zanîn kesên ne ehlê wî karî kirin endamên komisyonê, ji bo ku komîsyon karekî baş neke.
Gotinek me kurdan heye, dibêjin yê binî disekine yê ser nasekine. Mesela min û Ahmet Kiran jî bû mesele, camêr him şûrkêşiya tirkan û miletê tirk dike û him jî xwe bi heq dibîne.

25 december 2008

Heta ku xwendevanên weke we hebin nexweşî mexweşî nikane bi min

Bi xwendina van hersê mesajên ”serdanê” min hemû serêşî merêşiyên xwe ji bîr kirin û tavilê ruh bi min da hat.
Serdana herî xweş ya hefsî û nexweşan e. Dema meriv hefsî be û ya jî li nexweşxaneyekê nexweş be û yek were serdana meriv gelkî xweş e, wek roj li meriv hilê.
Ji bo çend deqîqeyan be jî meriv girtîtî û nexweşiya xwe ji bîr dike, xwe weke însanekî serbest û bisihet his dike.
Ev hersê mesajên xwendevanên qedirşînas bi min weke serdana nexweşekî li nexweşxanê hat. Gelkî kêfa min hat û ji bo demeke kin be jî min guh neda êş û kuxukê.
Bi taybetî jî gotinên xwarziyê min ê Ruhayî, "Ez dibêjim xalê min êdî extîyar bûye. Berê li ser Qereşdaxê berf diket, bayê kur dahat lê xalê min tena qutik(îşlig)bê serpî li der digerya nexwaş nedibû. Ê naha qilîmak jî sert pifa xalê min dike nexweş dibe. Dêmeg hukmê kalbûnê ye”, ez birim dem û dewranên xortaniyê û gerên li perav û zozanên Qerajdaxê.
Erê ez Wêranşarî me lê bi qasî wê jî ez Qerejdaxî me, beşekî jiyana min ya zaroktî û xortaniyê li gundên Qerejdaxê/Çiyayê Reş derbas bûye.
Mehên buharan di nava wan ferş û kevirên reş da ez gelkî lukumîme. Di nava wan mêrg, çîmen û kulîlkên rengo rengo da min gelek kar û berx çêrandine.
Qeda li dinyayê keve, ew jî dewranek bû!
Henek li aliyekî, bi rastî bi van hersê mesan jî ez gelkî kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo xwediyên hersê mesajan jî.

24 december 2008

Tiştê hat serê axayê kurd hat serê min jî

Xwendevanên hêja, di nivîsa xwe ya pêr-22/12-08-da min qala pêkenîneke kurdî kiribû û gotibû ku ez hîn nebûme ”bîstan”, lê mimkûn e ku ez weke wî axayê kurd ez jî bibim.
Mixabin texmîna min rast derket û ez nuha ji bîstên-bîstan-jî xerabtir bûme.
Li Swêd îro Cejna Noelê destpêkir û herkes li mala xwe ye. Do heta min xwe gîhand mal hal di min neme.
Nuha xanim ne tê da ez û herdu xort li mal di nava nivînan da ne û kuxte kuxta me ye.
Em hebên Alvedon, Îpren, Bisolvon, Link 700 mg û Strepsilsê ji destê hev direvînin.
Ji bo ku we ji halê xwe agahdar bikim bi zor van rêzan dinivîsim. Heger min sibe jî tiştek nenivîsê dibê hûn bizanibin ku ne ji ber tembeliyê ye.
Serî li min bûye kundir û ez ji kezebê dikuxum.
Dibê hûn baş bizanibin saeta ku ez bikanim li ser kursiyê çûçî bikim ezê tiştekî binivîsim û we bê nivîs nehîlim.

22 december 2008

Ez hîn tam nebûme bîstan...

Dibêjin axayê gund nexweş ketibû, ketibû nava nivînan. Piştî çend rojan bala xwe dayê ku halê wî ne tu hal e, baş nabe.
Ban xulamê xwe kir û jê ra got:
-Heso, law hela rabe zû here bajêr ba tuxtor. Silavên min lêke, bibêje axayê min pir nexweş e, zû were ser, dermanekî bidê.
Xulêm got:
-Le ku tuxtor ji min bipirse, bibêje nexweşiya axê te çi ye, ez bibêjim çi?
Axê di nav nivînan da hinekî xwe topî ser hev kir, bû ax û ofa wî û got:
-Kuro ma tu yê çi bibêjî, ema bibêje serê axayê min ji êşê werimîye, bûye kundir, pozê lê sor bûye, bûye gizêr, dest lê werimîne, bûne xiyar, zik lê werîmîye, bûye zebeş, nigên wî werîmîne, bûne petêx, lêv lê reş bûne, bûne bacan…
Xulêm êdî deyax nekir, gotina axê birî û got:
-Axa, wele ez nikanim navê hewqas tiştî di bîra xwe da bigrim. Dema ji min pirsî hema ez bibêjim axayê min bûye BÎSTAN û qediya…
Weleh ez weke vî axayê kurd hîn tam nebûme bîstan, lê destpêk e.
Ji do da ye bi bapêşê(zekemê) ketime, dikuxum û serê min diêşe. Loma jî baş nikanim xwe konsentreyî tiştekî bikim.
Yanî hinekî ji desthilanîn da ketime.
Ev serê hefteyekê ye lawikê me yê biçûk Rojen nexweş e, ji sibê heta êvarî wer fişke fişka wî ye.
Me çuqasî xwe jê parast jî pere nekir, ji do da ye ez û birayê wî yê mezin Serhat jî pê ketine.
Halê Serhat ji yê min gelkî xerabtir e, bapêşê baş ba lê aniye, ew ketiye taya sar û pozê wî tê.
Yê min hîn destpêk e. Me nuha dest bi Alvedonê kir. Û di ber ra jî min zor daye çayê. Ez qedehê li ser qedehê dadigrim.
Di rojên wiha da dermanê diya min derdîderman bû, li fûtê nediçû.
Dermanê diya min li hember her nexweşiyê hebû. Jixwe bapêş ji bo wê nexweşiyeke pir rehet bû. Hema li hundur û hewşê çuqas gîha, pel û pincar bi destê wê keta, tevlihev dikir û dikir çaydank, av bera ser dida û dida ser êgir.
Êdî dermanê ji bo her derdî hazir bû.
Û piştre jî dor dihat vexwarinê.
Bawer bikin piştî vexwarina çend qedehan meriv dibû pîvaz û tiştekî meriv nedima.
Xanim jî dixwaze weke diya min tuxtoriya xwe îspat bike lê dermanên wê weke yên diya min ne bi tesîr in.
Lawikê reben ji êvar da ye vedixwe lê dîsa jî pere nake.
Erê, qeda li dinyayê keve, ka dermanên berê!

21 december 2008

Tirsa PKK-ê ya ji TRT ya kurdî bêmane ye

Li gor tê gotin kanala TRT ya kurdî do dest bi weşana xwe ya testê kir û di yekê meha bê da jî(1/1-09)bi axaftina serokwezîr Recep Tayyip Erdoganê kasimpaşlî ewê dest bi weşana xwe daimî bike.
Weşana ku divê do destpêkiribe min bi xwe hîn nedîtiye û ez nizanim gelo destpêkirye yan na? Lê tiştê heta nuha hatiye gotin divê dest pê kiribe.
Berpirsiyarên TRT-ê di destpêkê da îdîa kirin ku di nava bunyeya TRT-yê da kadirên wan pir in, hewcedariya wan bi kadirên derva tuneye. Lê dûra derket ortê ku ev îdîa pir ne rast e, ji bo weşaneke bîstûçarseetî hewcedariya TRT-yê bi alîkariya kadirên derva heye.
Heta hate gotin ku TRT-ê ji derva bi 6 kurdên ku baş bi kurdî dizanin ra peyman îmze kiriye.
Bi eşkerebûna vê hewcedariyê ra li ser navên gelek dengbêj û hunermedên kurd spekulasyon hatin çêkirin, gotin filankes û filankesî li ser filan programê bi TRT-yê ra li hev kiriye.
Ji kesên ku navên wan derbas dibin hinekan îdîayên çapemeniyê red kirin, hinekan him red kirin û him jî qebûl kirin û hinekan jî heta nuha hîn dengê xwe dernexistine.
Yanî di mesela kadirên TRT6 da hîn tu tiştekî zelal tuneye, hîn baş ne diyar e TRT-ê bi kê ra li hev kiriye.
Bi nêzîkbûna weşana TRT ya kurdî ra di nava kurdan du şêlên cihê xwe dan der. Hinek kurd dibêjin weşana kurdî deskeftineke têkoşîn û liberxwedana miletê kurd e, divê meriv li dij dernekeve û hinek kes, der û dor jî bi şîdeteke mezin li dij derdikevin û wê weke ”kanala îxanetê” bi nav dikin û dibêjin ”tu kurdê bi şeref û welatparêz divê bi tu awayî di vê kanala îxanetê da cî negire û xizmeta wê neke.”
Koma Civakên Kurdistanê(KCK)reaksiyoneke pir mezin nîsan da û weşana TRT ya kurdî, ”ji samîmiyetê dûr” weke “hewldanek ji bo xapandinê” bi nav kir û wiha got:
-Kanala televizyonê ya kurdî, hewildan û siyaseta AKP-ê a ji nû ve xapandina gelê kurd e. Bi vê siyaseta durû dixwaze tovên fesadiyê di nava gelê kurd de biçîne. Ev hewldan li dijî tevgera azadiyê ya bi rûmet, bi armanaca pêşxistina pêla îxanetê ye, ev pîlan gelekî tehlûke ye. ”
"Eşkereye ku dewleta tirk bi vekirina kanala kurdî hewil dide gelê kurd bixapîne û tevgera azadiyê jî tine bike. Çawa li dijî pêngava 15-ê Tebaxê cerdevanên çekdar pêş xistin, îro jî dixwazin cerdevaniya siyasî pêş bixin. Kesê ji xwe re dibêje ez kurd im, welatparêz im, divê bi van planan nexape û nebe perçeyek vê plana xeter."

Yanî bi kurtî kanal ji bo xapandinê ye.
Bi vê kanalê dixwazin hejmara kesên xayin zêde bikin.
Bi vê kanala kurdî dewlet dixaze tevgera azadiyê tasfiye bike û loma jî divê her kurdê welatparêz li dij derkeve û têda cî negire.
Wekî din, hin kes û rêxistinên nêzî PKK-ê jî beyanên di vê çarçeweyê da dan û xwestin û ku tu hunermendekî kurd di TRT ya kurdî da cî negrin û nebin aletê siyaseta dewleta tirk.
Bêguman dewleta tirk vê tawîzê, vî mafî bi nêteke paqij, ji bo ku ji kurdan pir hez dike û dixwaze ziman û edebiyata wan bi pêş keve nade, dewlet mecbûr maye vê gavê bavêje. Ev maf bi saya xebata û liberxwedana gelê kurd ya salan hatiye stendin. Kurdan ji bo bidestxistina van mafan gelek bedelên mezin dane. Ev rastiyeke û dibê em wê bibînin. Dewleta tirk li hember têkoşîna gelê kurd mecbûrî avêtina vê gavê bûye.
Lê helbet dewlet ewê bixwaze vê tawîza xwe li gor berjewendiyên xwe yên dûr û nêzîk bikar bîne û heger mimkûn be feydeyekê jî jê bigre, pê zirarekê bide tevgera kurd ya netewî.
Dibê em vê nêta dewletê bizanibin û siyaseteke li gor wê bidin ber xwe.
Yanî ne rast e ji ber ku nêta dewletê xerab e divê em li dijî bidestxistina vî mafî derkevin.
Ji bo ku kurd dev ji daxwaza Kurdistaneke serbixwe berdin, dewleta tirk di rojên pêş da ewê hîn gelek tawîzên wiha biçûk bide.
Ma divê em li dijî wan jî derkevin?
Çimkî her tawîza ku dewleta tirk dide û ewê bide ji bo xapandinêye. Yanî ji bo ku kurd veneqetin. Di TRT-yê da weşana bi zimanê kurdî di rojên pêş da ewê bibe sebebê bidestxistina gelek mafên din. Sibe ji mecbûrî ewê kanalên şexsî jî serbest bikin, ev pêvajoyeke, ewê dom bike.
Divê kurd van mafan red nekin, lê pê neyên serî jî, doza hemû mafên xwe yên netewî bikin.
Divê em baş bizanibin ku dewleta tirk, tiştên hêzên kurd yên siyasî dixwazin ewê tu carî bi carekê da qebûl neke, ev ewê hêdî hêdî û perçe perçe bibe.
Tê gotin ku “Kanala televizyona kurdî, hewildan û siyaseta AKP-ê a ji nû ve xapandina gelê kurd e.”
Bêguman di virda para rastiyê heye, lê divê kurd nexapin. Divê em gelê xwe şiyar bikin ji bo ku bi dayina her tawîzeke biçûk neyên xapandin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.
Ev yek karê siyasetmedaran e.
Tirsa xapandinê divê nebe sebebê redkirina bidestxistina hin mafan. Û miletê kurd hewqasî ne nezan û cihile ku bi kanaleke kurdî bibêje mesele qediya û êdî em tiştekî naxwazin.
Divê em baş bizanibin ku bi hebûna qanalên telewîzyonan kurd dev ji têkoşîna xwe ya netewî bernadin û nabin tirk, ecem û ereb.
Heger wiha bûya nuha ji zûda kurdên Kurdistana Îran û Îraqê dev ji têkoşîn û daxwazên xwe yên netewî berdabûna, hemû bûbana ecem û ereb.
Ji ber ku li Îran û Îraqê ev 40-50 sal in ku radyo û kanalên kurdî hene, mekteb, meclîs û zanîngehên kurdî hene, lê kurdan dîsa jî dev ji têkoşîna xwe ya netewî bernedan.
Divê em bala xwe baş bidin dîrok, tercûbe û serpêhatiyên kurdên Îraqê û ji wan gelek dersan derxin.
Li Îran û Îraqê bi hebûna radyo, telewîzyon û hin mafên din kurd hemû nebûn hevalên dewletê, têkoşîna netewî jar û pûç nebû, bi vacayî kurdan jê moral û feyde girtin. Lê tu carî jî pê nehatin serî û têkoşîna xwe domandin.
Ev yek li Kurdistana bakur jî ewê wiha be. Ne hewceye meriv têkeve panîkê û bibêje bi weşana vê kanalê ra kurd ewê bixapin, bibin hevalên dewletê, tevgera netewî ewê têk biçe û hwd.
Ev tirseke ne rast û ne di cî da ye.
Wek tê zanîn ji sala 2003-an û virda ye ku di TRT3-da heftê nîv seet weşana bi zimanê kurdî ji xwe heye. Nuha tenê dikin 24 saet.
Ya din jixwe nuha jî bi hezaran kurd di TRT-yê da dixebitin û TRT jî di mala her kurdî da heye. Lê bi tirkî ye. Tiştê nuh ewê bibe kurdî. Û ev jî gelkî baştir e.
KCK di beyana xwe da ji bo kesên ku ewê di TRT ya kurdî da bixebitin gotinên gelek giran dibêje, wan bi “cerdevaniya/korîcîtiya siyasî” îtham dike, li gor KCK-ê kesên ji xwe ra dibêjin em kurd in û welatparêzin divê di TRT ya kurdî da kar nekin.
Nuha berî hertiştî em dizanin ku PKK serxwebûnê, federasyonê, otonomiyê naxwaze. Tiştê dixwaze “Cumhûriyeta Demokratîk” û demokrasiye. Û ev weşan jî ne li dijî vê daxwazê ye.
PKK-ê heta îro tu carî negotiye kurdên ku mamûrtiya dewletê bikin “xayin in, cerdevan in” û hevalbendên dijmin. Di nava dezgehên dewleta tirk da bi sedhezaran kurd û hevalbendên PKK-ê hene.
Meriv fêm nake PKK ji bo çi heta nuha li dijî mamûrtiya dewletê derneketiye(jixwe dema derkeve divê doza veqetandinê bike)lê îro li dijî xebata di TRT-ê da derdikeve?
Çima kurdekî ku mamostetiya zimanê tirkî dike û bi wî karê xwe jî zarokên kurdan dihelîne, ji kultur û çanda wan dûr dixe ewê ne “cerdevanê siyasî” lê kurdekî ku di TRT ya kurdî da kar dike ewê “xayin” û “cerdevanê siyasî” be?
Di esasê xwe da karê kurdê ku di TRT ya kurdî dike ji bo miletê kurd ji ya hemû mamûrên kurd yên din çêtir û baştir e. Qet nebe ji ziman û kultura miletê xwe ra xizmetê dike.
Ya din dema bi riya TRT-yê kurdî têkeve her mala kurd ji bo demeke dûr û dirêj ev yek ji bo miletê kurd û him jî ji bo PKK-ê bi xwe perwerdekirina hêz û potansiyelekî pir mezin e. Bi milyonan kurdên ku îro em nikanin xwe bigihînin wan ewê fêrî ziman, kultur û dîroka xwe bibin. Mileteke ewê bixwe bihese.
Ji ber ku weşaneke kurdî divê qala kurdan, kultur, dîrok û edebiyata wan bike.
Tê gotin ku dewletê viya neke, ewê dijminatiya kurdan û propagandeya tirkîtiyê bi kurdî bike.
Mimkûn e nêt û hesabê dewletê ev be, di destpêkê da bixwaze viya bike. Dema ev tişt kir, divê em li dij derkevin û ji bo weşaneke hîn baştir têkoşînê bidin. Ne ku ji nuha da red bikin û nehêlin însanên baş tê da kar bikin.
Divê em bibêjin, çima di kanaleke telewîzyona dewletê da kurdî serbest e lê di dahîre û dibistanan da ne serbest e?
Divê em li dijî tekela dewletê ya ser weşana telewîzyona kurdî derkevin û doza kanalên şexsî bikin.
Divê em doza perwerdeya bi zimanê kurdî ya di her astê da bikin.
Û axir gelek daxwazên weke van...
Netîce, nêta dewletê çiqasî xerab dibe bila bibe, bi weşana kurdî nikane PKK-ê û tevgera kurd ya netewî zeîf bike ya jî biqedîne, ev tirs bêbingeh e. Divê PKK, vê tawîza dewletê ji bo xwe jî weke serkeftin û qezenceke siyasî bibîne û jê netirse, li dij dernekve.
Dibe ku PKK, TRT ya kurdî weke raqibekî ROJ TV-ê dibîne û loma jî li dij derdikve. Heger wiha be ev jî ne rast e.
Ji armancên hebûna ROJ TV-ê yek jî ew bû ku dewletê mecbûrî qebûl û serbestkirina weşana bi kurdî bike, ne ku her û her Roj TV tenê be. Ne rast e ku kî bixwaze kanaleke kurdî veke PKK rabe tim li dij derkeve û bi çavê dijmin lê binêre.
Divê PKK dev ji vê siyaseta xwe ya hertiştê ku ne di bin dest û emrê wê da xerab e û îxanet e berde.

20 december 2008

Guhê Abdullah Gul ewê demeke din jî biêşe

Heta çend roj berê jî dihat gotin ku serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul îro ewê biçûya Bexdayê û ji wir jî ew û Seokkomar Celal Talabanî bi hev ra ewê biçûyana Hewlêr û Kerkûkê.
Lê hefteya borî tirkan ji nişka ve problema ”êşa guhên” Abudullah Gul kirin behane û gotin tixtor destûrê nadin ku Gul derkeve rêwîtiyekê.
Dewleta tirk ev ”guhêşiya” Gul, di îptalkirina ziyareta wî ya Diyarbekrê da jî kiribûn bahane.
Lê derûdorên siyasî wê demê jî gotin û nuha jî dibêjin ku ev ”sebeba guh” ne rast e, tenê behane ye.
Ji dêlî ziyareta Gul, îro cîgirê serokkomarî îraqê Tariq Haşimî bi serdaneke fermî ji nişka ve çû Anqerê.
Li gor xeberên di çapemeniyê da derketine Tariq Haşimî ewê çend rojan li Tirkiyê bimîne û bi serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ra hevdîtinan bike.
Piştî serdana xwe ya Tirkiyê, Haşimî ewê derbasî Sûriyê û Lubnanê jî bibe û serok û perpirsiyarên van wealtan ra jî were ba hev.
Piştî serdana Tariq Haşimî, hefteya bê roja çarşemiyê îcar jî ewê serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî here Tirkiyê û Îranê.
Xwedêgiravî Abdullah Gul ewê biçûya Îraqê û Bexdayê, ew neçû ji nişkave Haşimî û Malikî li pey hev diherin Tirkiyê.
Abdullah Gul ji bo çi serdana xwe îptal kir?
Gelo ziyareta heyeta DTP-ê û hin gotinên serok û berpirsiyarên kurdan, tirk aciz kirin loma serdan îptal kirin?
Ya jî berî çûyinê hin tawîz, hin tişt ji kurdan xwestin lê kurdan ew daxwazên wan qebûl nekirin, loma?
Axirê divê ji bo neçûna Abdullah Gul sebebekî ji ”êşa guhê” wî girîngtir hebe. Çimkî him kurd û him jî ereb dibêjin ku bi ziyareta Gul ya bexdayê ewê gelkî kêfxweş bibin.
Ereb ji tirkan ra dibêjin heger hûn dixwazin li hember PKK-ê tiştekî bidest xin divê hûn têkiliya xwe ya hukûmeta Kurdistana Federe ra xurttir bikin.
Lê tirk vê gavê navêjin û xwe giran dikin.
Miheqeq li pey tiştekî ne, ji kurdan tiştekî dixwazin. Nexwe di danûstendina resmî da ewê hewqas naz û nûz nekirana.
Îcar ji bo çi him Tariq Haşimî û him jî Malikî bi du sê roj nambên li pey hev Tirkiyê ziyaret dikin ew jî hîn baş ne diyar e.
Tiştê meriv texmîn dike miheqeq mijar PKK û kurd in. Tirk dixwazin ereban li hember kurdan pîj bikin, zextê bidin ser wan. Ev gelkî diyar e.
Lê erebê çiqasî guh bidin van zirtên tirkan ew jî baş ne diyar e.
Bêguman heger ji Malikî ra nebe serêşî yanî jê ra biserife li hember kurdan ewê tirkan ra hevkariyê bike.
Hukûmeta AKP-ê ji bo ku li ser hukum bimîne, weke Erbekan neyê qewirandin ketiye bin dest û emrê leşkeran û her daxwazên wan bicîh tîne. Û ji van daxazên leşkeran yek jî divê siyasî têkilî şerê li hember PKK-ê û kurdan nebin, leşker çi emrî bidin wan, divê bicîh bînin.
Tiştê xuyaye leşker nuha hîn destûrê nadin çûna Gul ya Hewlêrê. Û ji ber ku rebeno ne bi serê xwe ye, loma jî mecbûr e li bende destûrê bimîne.
Û derketina destûrê jî wisa ne hêsa ye. Ji ber ku leşker zalim in, dema dilê wan nexwaze dikanin îzna Gul tew ji bin da bişewitînin…
Ez bawer dikim "guhê" Gul ewê demeke din jî biêşe...

Careke din li ser ferqa me û ereban

20 december 2008
Di nivîsa xwe ya pêr da(Şekala Muntezer el-Zeydî û şuûrê kurdayetiyê)ez li ser bûyera ”solavêtina” rojnamevanekî ereb ya ji Bush da rawestiyabûm û min neteweperestiya/nasyonalîzma ereb û kurdan miqayese kiribû.
Di nivîsa xwe da min gotibû ku ereban bûyer gelkî mezin kirin û Muntezer el -Zeydî jî weke qehremanekî ereban yê nuh bi asîman xistin.
Bi belavbûnaê bûyerê ra li gelek welatên ereb, milet daketin kolanan û bûyer bi şahiyeke mezin pîroz kirin.
Do, min di hin rojnameyan da xwend, Muntezer el-Zeydî bûye îdol û qehremanê herî mezin yên keçên ereb.
Li gor lêpirsîna/ankêta ku di zanîngeha Bexdayê da çêbûye, piraniya keçên xwendevan gotine ku ew dixwazin bi el-Zeydî ra bizewicin.
Li Lîbyayê afîşên el-Zeydî hatine çêkirin û milet wan ji dest hev direvînin.
Di meclîsa Urdunê da parlamenter ji bo vê qehremaniya Muntezer el-Zeydî rabûne deqîqeyeke rawestîna hurmetê.
Muammer Kaddafi gotiye, ji bo vê mêraniya Zeydî ewê nîşan cesaretê bide wî.
Birayê Zeydî Uday Zeydî goiye, ”Muntezer dilê îraqiyan bi xurûr tije kir. Piraniya îraqiyan dixwazin di deswsa Muntezer da bûna”.
Li bajarê Şerîa Rojava Cenînê, dikandarekî 55 salî yê bi navê Gazî Ebûbekir jî bi vê êrîşa Zeydî gelkî kêfxweş bûye û gotiye, ”Dibê ev rojnamevan bibe serokê Îraqê”.
Û pesin û halanên erebab vî rengî dom dike.
Tiştê ez ji vê kêfxweşî û dilşadiya ereban derdixim, erebên siyasî ne siyasî, yên mitefikên emerîka û yên li dijî emerîka, erebên hevalbendên Saddam û yên li dijî Saddam yanî mirovên ereb yên ji her fikir û baweriyê bi vê mêraniya yekî ereb kêfxweş û serbilind bûne.
Li ba piraniya ferdên miletekî hebûna van hestên neteweparêz ez tiştekî pir baş û pozîtîf dibînim û weke kurdekî dilbijokiya wê dikim.
Min ji dil û can dixwest ku piraniya me kurdan jî weke ereban bi mêranî û egîdiya kurdekî wisa kêfxweş bibûna û xwe pê serbilind his bikirana.
Min ji dil û can dixwest ku keçên kurd jî weke yên ereban wisa bîrewer û welatperwerbûna û ji ber cesaret û mêraniyeke kurdekî bixwestana pê ra bizewicin.
Xwezî kurdan jî weke miletê tirk û ereb xêra hev bixwestana, bi serketin û mêraniya kurdekî dilşa bibûna, bi tirsonekî û xayiniya wî jî jê nefret bikirana.
Min dixwest ku hemû kurdên xêra hev naxwazin, kurdên ku ji ber baweriyên dînî û siyasî dijminatiya hev dikin, ji vê şêl û miletperweriya ereban ji xwe ra îbret û ders bigirtana, dev ji berberî û xêrnexwaziya hev berdana û bi çavên bi çavên dost û biran li hev binêriyana.

18 december 2008

Şekala Muntezer el-Zeydî û şuûra kurdîtiyê

Wê rojê(15/12-08) li Bexdayê di dema civîna çapemeniyê ya serokê Amerîkayê George Bush û serokwezîrê Iraqê Nurî El-Malikî da erebekî(dibêjin rojnamevan e)sola xwe ji nigê derxist û herdu fer jî avêt ji ruyê Bush da.
Bush mêrik xwar kir û sol lênekt.
Bush bi xwe bûyer qet mezin nekir, bi rengekî mîzahî got, ez qet pê muteesîr nebûm, lê ez dizanim ku numra solê 10 e.
Bûyerê tavilê li cîhanê olan da, hemû ajansên cîhanê xebera êrîşê dan, telewîzyonan dîmenê bûyerê weşandin.
Lê bi taybetî jî ereban kirin hela hela bûyer gelkî mezin kirin û Muntezer el -Zeydî yê ku sol avêtibû ji ruyê Bush da kirin qehremanekî ereban û bi asîman xistin.
Piştî belavbûnê bûyerê li gelek welatên ereb, ereb daketin kolanan û weke hertim dîsa li hurobiyê xistin, weke ku dinya fetih kiribin kêf kirin, reqisîn û lîrandin.
Ji bo çi, mesele çi ye?
Erebekî sola nigê xwe avêtiye ji ruyê serokê Emerîkayê Bush da!
Heger ne derew be, dibêjin milyonerekî ji Erebîstana Siûdî yê bi navê Hesen Muhammed Mexafe, gotiye ewê sola rojnamevanê telewîzyona El Bexdadiye Muntezer el Zeydî bi 10 milyon dolaran bikire.
Hesen Mexfe ji telewîzyona El Erebiye ra gotiye, ewê wê solê bikire û weke madalyayeke dîrokî li muzexaneya Siûdî bidarde bike.
Ereban ev êrîşa el Zeydî a bi solê ya li hember Bush hewqas mezin kirin, fena ku ji Emerîkayê heyfa Seddam girtibin.
Ne tenê kesên îslamî û dilxwazên Seddam, bi rastî jî hemû ereb, yên li dijî Seddam jî bi vê êrîşa el -Zeydî pir û pir kêfxweş û serbilind bûn.
Ji ber ku erebekî şekala nigê xwe(li ba ereban heqareteke herî mezin e)avêtiye ji ruyê serokê dewleta herî mezin û herî xurt da.
Erebên nezan, yên dostên emerîka jî bi vê qeheremaniya yekî ereb fexir bûn, îftîxa kirin.
Ev şêl û hesta li ba ereban nîşana xurtbûna hest û şuûrê netewî ye.
Hemû ferdên miletekî, yên ji her bîr û baweriyê bi serkeftin û mêraniya ferdekî ji qewmê xwe îfîxar dikin, serbilind dibin.
Mixabin, tiştê li ba kurdan kêm jî ev hest û şuûrê netewî ye.
Ne flîstînî tenê, hemû ereb ji cuhuyan hez nakin û bi çavên dijmin lê cuhuyan dinêrin. Herkes viya li herderê eşkre neke jî lê di hundurê xwe da wiha difikire, li gor wî cuhû dijminê miletê ereb e û divê jê hez neke.
Li ciyê karê min jineke 59 salî ya fasî paqijiyê dike. Roja sêşemiyê dema oda min paqij dikir, ji min ra got:
Ma te do li telewîzyonê temaşe kir?
Min got erê, ji bo çi?
Got:
-Yekî ereb sola nigê xwe avêt ji ruyê Bush da. Bi rastî gelkî xweş bû.
Navê viya şiyarî û xurtiya hest û şuûra netewî ye.
Jinek ji fasê ye, feqîr e, nexwendeye lê dost û dijminê xwe otomatîkman ji hev digerîne, bi mêraniya yekî ereb şa dibe, kêfxweş dibe.
Heger kurdekî jî şekala nigê xwe bavîta ji ruyê Malikî da, gelo li Kurdistana bakur jineke nexwenda û nezan jî weke vê jinika fasî, ewê jî hewqasî kêfxweş bibûya?
Gelo ew ê jî weke vê jina fasî, biçûya ev kêfxweşiya xwe ji xelkê ra bigota?
Ez bawer nakim.
Bira jineke nezan li wir bimîne, ez bawer nakim jineke kurd ya xwenda û zana jî ev têgihîştina netewî û ev dilşadî nîşan bida.
A ji ber ku li ba piraniya kurdan ev zanîn û ev xurtiya şuûra netewî tuneye loma jî 30-40 milyon kurd hîn bindest û bêdewlet in, lê ereb xwedî 22 dewlet in.
Heger sibe ji bo serxwebûna Kurdistanê di nava tirkan da refarandûmek çêbibe ez bawer dikim heger ne ji sedî sed be jî, ji sedî 99,9-ê tirkan ewê li dij derkevin.
Lê heger ji bo eynî tiştî referandûm di nava kurdan da çêbibe, ez bawer nakim ku ji sedî 30-î kurdan jî dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.
Piraniyeke mezin ewê li dijî serxwebûna Kurdistanê derkevin.
Bira milet li wir bimîne, carê serokê hêza herî mezin Ocalan bi xwe li dijî Kurdistaneke serbixwe ye, îcar milet ewê çawa ne li dij be.
Ez dizanim min mesele hinekî dirêj kir, lê ji ber ku ez ji ber bêxîretiya hin kurdan pir tije bûme loma jî ezê nimûneyeke din jî bidim.
Weke min li jor jî qal kir, hemû ereb bi ”mêraniya” Muntezar el-Zeydî gelkî kêfxweş bûne. Ez bi xwe vê dilşadiya wan normal dibûnim, ji ber ku ew ereb in û bi mêraniya erebekî kêfa wan tê.
Lê ez fêm nakim çi bi kurdên me hatiye ku ew ji ereban bêtir ji el-Zeydî ra li çepikan dixin û dilîrînin?
Hin malperên me yê herî kurdçî tew bi pesindanê jî nehatin serî, bi anîmasyonan wan jî xwendevanên xwe ji ”pêlavavîtinê”bêpar nehîştin.
Lê bi taybetî jî Nabîla Abdul Fetaha kurda Lubnanê îro di quncikê xwe yê rojnameya Metro(http://www.metro.se/se/article/2008/12/17/13/0613-45/index.xml) da ji ber vê kirina rojnamevanê îraqî ji kêfan tu nemaye ku bifire.
Nabîle xanim, weke erebeke Baasî, bi vê êrîşê Zeydî gelkî kêfxweş bûye û di nivîsa xwe ya îro da wiha nivîsî ye:
-Rojnamevanê îraqî Muntezar al-Zaydî di rojekê da li dinyayê meşhûr bû. Ew jî weke gelek rojnamevanên din rûniştibû û li serokkomarê xerbî guhdarî dikir, ku pênc sal berê soza wealtekî azad, demokratîk û aştîxwaz dabû wî û gelê wî. Muntezar tiştekî biçûk kir lê bû qehreman. Ez abwer nakim ku ev kirina wî ewê tiştekî biguherîne. Lê axir dîsa jî ji dîtina solavêtina ji dînekî şerxwazê cîhanê yê herî mezin da min zewqeke mezin girt.
Weke tê dîtin, Nabîla xanim bi azadî û demokrasiya îro li Îraqê heye nayê serî, tinazê xwe pê dike. Qesabiya ereban weke sûcê Bush dibîne.
Lê heger erebekî sola nigê xwe bavîta ji ruyê Saddam da gelo ewê aqîbeta wî û malbata wî çawa bibûya?
Ewê çi bihata serê wan?
Carê ne mimkûn bû ku kesî cesaretî erîşeke wiha bikira.
Bi saya serê Bush, îro şexsek diwêre sola nigê xwe bavêjê ji Bush da. Ev bûyer bixwe jî îspata hebûna "demokrasiyê", hebûna rejîmeke ku hezar carî ji ya Saddam pêşdatir e.
Saddam di nava du salan da 180.000 kurd sax sax xist binê erdê, bi hezaran ereb gullebaran kir. Kê diwêrîbû solek bavîta jê da?
Bêguman kesî newêrîbû, ji ber ku tavilê ewê li qazixan xista.
Saddam û zilamên xwe heta nuha çend caran di civînên ereban da şekalên nigên xwe li nava çavên serok û mezinên ereban xistine, lê kesî newêrîbûye sola nigê xwe bavîje ji wî da.
Lê îro diwêrin bavîjin ji Bush da.
Jixwe ereb ji Seddam fêrî avêtina solan bûne. El-Zeydî pir mêr bû piştî hewqas cirmên rejîma Saddam, bira ferek sol jî bavîta ji Seddam da
Ya din, xwediyê wê solê, yanî erebên nasyonalîst îro jî hîn ji kurdan ra dibêjin ”esas tiştê Seddam aniye serê we hindik e”,Nabîla Abudul Fetaha me dîsa jî ji xwediyê vê dîtinê ra li çepikan dixe. Ji ber ku ruh û hestên kurdayetiyê zeîf e, ji ber ku şuûr û zanîna netewî sifir e. Heger ne wiha bûya ewê kêfa wê ji vê êrîşa li hember Bush ra nehata.
Ew kesê sol avêtiye ji Bush da di esasê xwe xwe da avêtiye ji serokê kurdan da jî. Bi ya min maneya wê ev e.
Îro nayê hesabê wan solan bavêjin ji kurdan da lê sibe fersendê bibînin ewê eynî tiştî bikin. Divê qet çika mej i vê yekê tunebe.
Û ya dawî.
Gelo kurdekî sola xwe bavîta ji ruyê Alî Kîmyayî, Recep Tayip Erdogan ya jî Ahmedî Necad da ewê kêfa Nabîla xanimê hewqasî bihata?

17 december 2008

Li ser rexneyeke neheq

Xwendevanekî li nivîsa min ya do rexne girtiye, gotiye min ji bo kurdên başûr gotiye heta nuha ew ”xayin û xwefiroş bûne” lê nuha biaqil bûne.
Ji ber ku bersîva wî pir dirêj bû loma ez ne di ciyê şiroveyê da, lê vir diweşînim. Bi vî rengî xwendevanên din jî dikanin ji sohbeta me haydar bin.
Xwendevanê hêja wiha gotiye:
"Kekê Zinar, li gor te kurdên başûr xayin û xwefiroş bûn gelo îro biaqil bûne".
Li hember vê îthamê ez hinekî matmayî mam. Çimkî di nivîsa min da gotineke ku were vê amneyê tuneye.
Ez nizanim vî birayê ezîz ji kîjan gotina min, netîceya "xayinî û xwefiroşiya" kurdên başûr derxistiye?
Min tu tiştekî ku were vê maneyê negotiye û tu carî jî nabêjim. Bi vacayî min şêla Nêçîrvan Barzanî û bi taybetî jî ya Mesûd Barzanî gelkî hêja û dîrokî dîtiye û gelkî pesê wê daye.
Min gotiye, ev gotinên Mesûd Barzanî ji daxwazên PKK-ê û partiyên kurdan yên din sedqatî pêşdatir in.
Çimkî serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe da bi çavê yek miletî li kurdan dinêre û doza mafê hemû kurdan dike.
Lê min qala rastiyekê jî kiriye. Min gotiye ku heta nuha kurdên başûr li ba xwe wisa bawer dikirin ku dema ew îşê xwe ji kurdên Tirkiyê neynin, piştgiriya wan nekin, dibe ku tirk û cîranên wan yên din dev ji wan berdin û wan rehet bihlên.
Lê jiyanê nîşan da ku ev hesab ne rast e, kurdên başûr alîkariya kurdên bakur nekin, dijminatiya wan bikin jî ji bo tirkan ferq nake.
Tirk ewê dîsa dijminatiya kurdên başûr bikin, heger ji destê wan bê ewê nehêlin Kerkûk vegere ser Kurdistanê û kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe, Kurdistana serbixwe îlan bikin.
Tirk eşkere nebêjin jî lê bi dizî bi çavê yek miletî li kurdan dinêrin, loma jî naxwzin li tu perçeyekî Kurdistanê kurd rizgar bibin.
Ji ber vê yekê ye ku tirk, bi qasî ku li dijî kurdên bakur in hewqasî jî li dijî kurdên başûr in jî.
Tirk naxwzin li tu beşekî Kurdistanê kurd azad û serbixwe bibin.
Tirk hîn navê Kurdistanê bilêv nakin, hîn statuya Kurdistanê û sifetên serokên kurdan yên qanûnî û resmî qebûl nakin.
Çima nakin?
Ji bo kurd in.
Ji ber ku naskirna statuya wan weke destpêka naskirina statuya kurdên xwe dibînin.
Yanî kurdên başûr çiqasî xwe ji kurdên bakur dûrbixin jî, tirk wan dûr nabînin, azadiya wan weke azadiya kurdên Tirkiyê dibînin.
Bi gotineke din, tirk, serxwebûna kurdên başûr weke destpêka serxwebûna kurdên bakur dibînin.
Lê siyasetmedarên kurdên başûr berê bawer nedikirin ku tirk bi vî rengî li meselê dinêrin.
Wan wisa bawer dikir ku, dema ew bi rengekî vekirî alîkariya kurdên bakur nekin, bi tirkan ra nebin dijmin û tîcareta xwe jî bi wan ra xurt bikin ewê mesele hel bibe, tirkê bela xwe ji wan vekin.
Min gotiye ev texmîna kurdên başûr ne rast e. Dewleta tirk wisa bi rehetî dev ji dijminatiya kurdên başûr bernade û heta ku mecbûrî berdanê nebe jî ewê bernede.
Gotinên serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî,” Li Tirkiye heta ku 20 milyon kurd azad nebin, mefên xwe yên demokratîk bidest nexin, destkeftiyên me yên li vir nikanin payîdar(mayinde)bin.”him dîrokî ne û him jî şêleke nuh e.
Bi van gotinan diyar dibe ku siyasetmedarên başûr êdî bere bere fêm dikin ku tirk bi qasî ku li dijî têkoşîn û daxwazên kurdên bakur in hewqasî jî li dijî wan û azadiya wan in.
Çimkî ji bo tirkan, pîvaz çi sor çi sipî ferq nake. Û di esasê xwe da mêrikan li gor xwe hesabekî rast jî dikin.
Bi rastî jî dema kurdên başûr ji bin destên ereban rizgar bibin û bibin xwedî dewleteke serbixwe, wê demê kurdên bakur jî ji mirin û tirkbûnê xelas dibin. Tirk viya dibînin û loma jî dixwazin rê li ber vê pêvajoyê bigrin.
Min bixwe tu maneyek neda vê rexneya xwendevanê hêja.

16 december 2008

Du beyanên dîrokî

Ev çend roj in heyeteke DTP-ê ya ji 5 kesan di bin serokatiya Ahmet Turk da Kurdistana Îraqê ziyaret dike.
Heyeta DTP-ê heta nuha bi serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, serokkomarê Îraqê Celala Talabanî, serokê parlamentoyê Ednan Muftî û gelek şexsiyet û berpirsiyarên din ra hevdîtinên bi feyde pêkanîn.
Bi qasî ku ez ji çapemeniyê taqîb dikim heyeta DTP-ê ji ziyaret xwe û pêşwazîkirina kurdên başûr gelkî razî ne.
Him di mistewa hikûmetê da û him jî di mistewa partiyan da gelkî qedrê mebûsên DTP-ê girtine û mesajên li gor dilê wan dane Tirkiyê.
Bêguman ji bo DTP-ê di arîfeya hilbijartiann da ev serkeftineke pir baş e.
Di hemû hevdîtinan da beyan û mesajên kurdên başûr li gor dilê DTP-ê bûn, pir baş û maqûl bûn.
Lê bi taybetî jî beyanên Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî ji bo kurdan pir girîng û dîrokî ne.
Nêçîrvan Barzanî, di axaftina xwe ya hevdîtinê li ser şerê birakujuyê û tifiqa bi dewletên cîran ra da gotiye:
-Ji bo aştiyê em dixwazin roleklê bigrin, di vî warî da çi bikeve ser milê me emê bikin. Lê bi eksê vê divê kes ji me roleke din nepê. Êdî xetên kurdan yên sor hene, ji van xetan yek jî cînegitina di şerê birakujiyê da ye.
Bi dengekî bilind, li hember bîrûraya giştî gotina van gotinan gelkî girîng e. Divê tirk vê şêla kurdên başûr baş bizanibin, hêviya xwe ji fesadî û gelaciya di nava kurdan da qut bikin.
Ji ber ku hîn jî ji hesabê tirkan yek jî ew e ku bi ”dostaniya” xwe ya bi hêzeke kurd ra kurdan bera hev din, bînin hemberî hev.
Divê kurd vê hêviya tirkan ji bin da qut bikin.
Lê alî din ev gotinên Nîçîrvan Barzanî, rê li ber hin speklasyonên PKK-ê jî digre. Loma jî ev beyana Nêçîrvan gelkî girîng e.
Beyana Mesûd Barzanî hîn jî girîng e û dîrokî ye. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe da gotiye, mesela kurd meseleyeke siyasî ye û divê çareseriya wê jî siyasî be. Barzanî ji şer û tecrûbeyên xwe gelek nimûne daye û piştre jî gotiye:
-Em kurd ji kesî natirsin. Gelek bombe bi ser serên me da barîn. Di hin deman da me di du salan da 180 hezar şehîd dan. Lê nuxteya em hatinê li ortê ye. Divê êdî were fêmkirin ku gelş bi aştî û riya diyalogê werin çareserkirin. Ji ber vê yekê, li Tirkiyê mesela kurd jî divê miheqeq bi riya lihevkirinê were çareserkirin.
Mesûd Barzanî, di mesela PKk-ê da jî gotiye, di şerê PKK-ê û Tirkiyê da em tu carî li ba Tirkiyê cî negrin û dûra jî wiha domandiye:
-Şerê di nabêna kurdan da êdî ne mimkûn e. Êdî em di salên 1990-î da najîn. Em ji êrîşên Tirkiyê yên derî sînor pir nerehet in. Emê êdî di şerekî di nabêna kurdan da cî negrin. Dema şerê kurdan, li hember kurdan êdî qediyaye. Bi destê kurdan rijandina xwîna kurda weke tarîx êdî qediyaye. Li Tirkiye heta ku 20 milyon kurd azad nebin, mefên xwe yên demokratîk bidest nexin, destkeftiyên me yên li vir nikanun payîdar(mayinde)bin. Di mesela kurd da divê miheqeq li Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê li ser xuluqandina zimanekî aştiyê yê mişterek mitabaqatek were pêkanîn.
Ev gotinên Mesûd Barzanî pir û pir girîng in û dîrokî ne, ji daxwazên PKK-ê û partiyên din sedqatî pêşdatir in. Bi çavê yek miletî li kurdan dinêre û doza mafê hemû kurdan dike.
Ev pir girîng e.
Barzanî, bi rengekî bêtirs dibêje em kurd ji kesî natirsin û heta ku li Tirkiyê 20 milyon kurd azad nebin, ne mimkûn e ku li wir ew jî bikanibin destkeftiyên xwe biparêzin.
Û ya din jî ne Îraq tenê, divê Tirkiye, Îran û Sûriye jî êdî bi kurdan ra rûnin û mafên wan yên netewî û demokratîk bidin.
Vana gotinên dîrokî ne û divê kurd qelkî qîmetê bidin van gotinan û vê şêlê Mesûd Barzanî.
Cidî û dîrokî ne ji ber ku, heta nuha kurdên başûr li ba xwe wisa bawer dikirin ku dema ew îşê xwe ji kurdên Tirkiyê neynin, piştgiriya wan nekin, heta hevkarî û dostiyê bi tirkan ra bikin, tirk û cîranên din ewê dev ji wan berdin û wan rehet bihlên.
Bes jiyanê nîşan da ku ev hesabê kurdên başûr ji bin da çewt bûye, qedera hemû kurdan bi hev va girêdayî ye, heta ku sê beş bindest bin azadî û xelasiya beşê rizgarbûyî tu carî ne saxlem e, ne di bin garantiyê da ye.
Ji bo ku li başûr Kurdistana Federe di dergûşê da neyê fetisandin û kanibe heta û heta bijî, divê berî hertiştî 20 milyon kurdên Tirkiyê bigihîjin azadiya xwe, ji bin vê esaretê derkevin.
Hatina kurdên başûr ya vê nuxtê, bi ya min gaveke dîrokî ye.
Û divê ne kurdên başûr tenê, kurdên Kurdistana Sûriyê û Îranê jî bi vî çavî li meselê binêrin û siyaseteke li gor wê bimeşînin.
Yanî em hemû kurd rêwiyên keştiyekê ne, em mecbûr in alîkariya jhev bikin û bi hev ra keştiyê ji binavbûnê xelas bikin.

15 december 2008

Ocalan jî weke Ataturk kurdan dixapîne

Yekcarnan ez ji xwe ra dibîjim, ezê hew qala Ocalan û gotinên wî yên tewşomewşo ku meriv ji dîn û îmanê dikin bikim.
Demek di ser ra derbas dibe, tu hew mêze dikî ku mêrik tiştekî wisa gotiye ku nabe ku meriv li hember bêdeng bimîne.
Li gor ajnsa xeberan ANF-ê, Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî da dîsa gelek gotinên ku madê meriv jê digere, verşiya meriv tîne gotine.
Di nava gotinên Ocalan da beşek heye gelkî girîng e û divê her kurd van gotinên Ocalan bibihîze.
Di van gotinên xwe yên dawî da Ocalan pir vekirî gotiye, kurdên ku di salên 1918-an da alîkariya Seyid Abdulqadir dikirin û Kurdistaneke serbixwe dixwestin îro li dijî wî ne û yên ku alîkariya Ataturk dikirin jî û îro alîkariya wî dikin.
Yanî bi gotina wî, Ataturkçiyên do Apociyên îro ne.
Baş e ku ew bi xwe vi ya dibêje.
Ocalan wiha domandiye:
-Min li Diyarbekrê salekê mamûrî kiriye, li wan aliyan mam. Ji bo ku meriv Diyarbekrê fêm bike divê meriv şertên Diyarbekrê yên 1918-an baş bizanibe. Heger em 2008-an bigrin bibin 1918-an, emê bibînin ku şert pir dişibin hevûdu. Di salên 1918-an da li Diyarbekrê Cemiyeta Kurd Tealî hebû. Merkeza wê li Diyarbekrê bû. Li aliyekî vê cemiyetê, Dogu Mudafa-i Hukukçular(Huquqnasên Parzêvanên Rojhilat), li aliyê din jî Seyid Abdulqadir û derûdora wî hebûn. Wê demê Mustefa Kemal, ji eşrafên Diyarbekrê ra name nivîsandiye û gotiye ku, ”ji îngilîzan dûrkevin, heger hûn bi wan ra hevkariyê bikin hûnê Kurdistana heyî jî wenda bikin”. Li ser vê, Cemiyeta Kurd Tealî bû du beş. Li aliyekî Seyid Abdulqadirê nêzî îngilîzan û derûdora wî, li aliyê din jî kesên piştgiriya Mustefa Kemal dikirin, ya rastir Diyarbekiriyên ku bi cumhûriyetê ra bûn hebûn. Diyarbekriyên ku wê demê piştgiriya cumhûriyetê kirin îro piştgiriya min dikin, bi helwesta xwe bi min ra ne û yên îngilîz tercîhkirin jî li dijî min derdikevin.
Ji van gotinan vekirîtir hevalbendiya dewleta tirk û kemalîzmê nayê kirin. Mêrik ji kurdan ra pir vekirî dibêje, ez kemalîst im û tiştê ku Mustefa Kemal di saxiya xwe da dixwest bîne serê kurdan lê umrê wî têr nekir, ezê temam bikim.
Yanî weke miletên din ezê kurdan jî bihelînim, bikim tirk.
Kurdan, Kurdistan ne ji ber hevkariya bi îngilîzan ra, xwezî hevkariyeke wiha rast bûya, ji ber hevkariya bi kemalîstan ra wenda kirin.
Lê Ocalan vê rastiyê jî belovacî dike, hedefê çewt nîşanî kurdan dide, ciyê dost û dijminan bi hev diguherîne.
Erê rola îngilîzan jî di bindestiya kurdan da heye, lê ev yek dewleta tirk dernaxe paqijiyê. Ji ber ku yên welatê me îşxal kirine ne îngilîz in, tirk in û loma jî divê em berê tivingên xwe têkên sînga wan.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Rojhilata Navîn, li Balkanan û li Kafkasan gelek milet ji bin zilma Osmanî û Rûsan rizgar bûn û bûn xwedî dewlet.
Hin mezin û rêberên kurdan yên wê demê, ji ber bêtercûbeyî û nezaniya xwe bi soz û ahdên Mustefa Kemal û hevalên wî xapiyan û weke miletên din doza serxwebûna xwe nekirin, ji dêlî wê va li hember kurdên azadîxwaz derketin, li hemberî wan piştgirî dan kemalîstan, nehîştin kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Ev piştgirya kurdên nezan û hin kesên xayinên miletê xwe ya bi kemalîstan ra bû sebeb ku Kurdistan careke din perçe bibe û kurd jî weke milet têkevin bin destê rejîma kemalîst ya dîktator û xwînxwar.
Û Ocalan jî nuha rabûye bi rengekî bêperwa pesnê kemalîzmê û kesên musebîbên vê bindestiya me dide, celadên me weke xelaskarên me difroşe me.
Hela ka carê em bala xwe bidinê, bi piştgirî û hevkariya bi Mustefa Kemal ra kurdan weke milet çi bi dest xistiye?
Berî hertiştî, ji ber vê piştgiriya bi kemalîstan ra li bakurê Kurdistanê kurdan dev ji daxwaza referandûmeke ji bo Kurdistaneke serbixwe berdan.
Kurd, ketin bin destê rejîmeke faşîst û dirinde û ev 90 sal in ku hebûna wan jî tê înkarkirn.
Ji navê welatên kurdan bigre, heta bi navên bajar, gund û mezrayên Kurdistanê, ji rengê ala Kurdistanê bigre heta bi navên kurdî jî axirê hertşt li kurdan hatiye qedexekirin.
Îro li cîhanê rewşa herî xerab ya qereçiyan e, lê li Tirkiyê rewşa kurdan ji ya qereçiyan jî xerabtir e.
Kurd, ji ber ku kurd in, ji ber ku bi zimanê xwe dipeyivin, ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî dikin herroj li kuçe û kolanan tên lînckirin.
Ji bo ku kurd ji Ocalan ra nabêjin ”serokê terorîstan, qatilê zarokan” heroj tên mahkimekirin.
Ocalan di qulika zîndana kemalîzmê da nikane bi xwenga xwe ya ku bi tirkî nizane du gotinan bi kurdî bipeyive, lê li gel vê jî bêyî ku fedî bike dîsa jî pesnê avakarê vê rejîmê, pesnê kesên em xistine vî halî dide, kemalîzmê û cumhûriyeta wê ya dîktator û faşîst li ber çavên kurdan şîrîn dike.
Çi şermeke mezin e!
Ez fêm nakim piştgiriya bi kemalîstan ra bêyê înkar, zulm û kuştinê çi daye kurdan?
Serokekî kurd, heger bi rastî xêra kurdan bixwaze û rastiyê ji kurdan ra bibêje, çawa dikane piştgiriya bi Mustefa Kemal ra rast û baş bibîne?
Kurdekî xwedî ûjdan û merhemet çawa dikane vê piştgiriya ku bûye sebebê bindestî û qetla me biparêze?
Kurdekî durust û nêtpaqij çawa dikane pesnê zilamekî ku welatê wî îşxal kiriye û miletê wî jî kiriye kole bide?
Lê Ocalan dide, ji ber ku dizane ku hinek hîn guh didin gotinên wî.
Ocalan weke tirkekî kemalîst li dijî hevkariya bi îngilîzan ra derdikeve. Fena ku kurdan bi vê hevkariya xwe ya bi tirkan ra mafek bi dest xistibin.
Bi redkirina hevkariya bi îngilîzan ra li başûr kurd ketin bin destê rejîma Baas û li bakur jî ketin bin destên rejîma kemalîst.
Û ev nod sal in ku ereb û tirk bi rengekî pir hov û bênabên wer xwîna kurdan diherikînin.
Heger kurdan jî weke ereban hevkariya bi Mustefa Kemal ra red bikirina nuha ew jî xwedî dewlet bûn.
Her tişt li ortê ye, bi hevkarî û piştgiriya bi kemalîstan ra kurd nebûn xwedî dewleteke serbixwe, ji dêlî wê va bûn êsîr û koleyên rejîma kemalîst ya nîjadperst û faşîst.
Do, di sala 1918-an da bi piştgirya bi Mustefa Kemal ra kurdan çewtiyeke gelkî mezin kirin û bûn sebebên bindestiya xwe.
Kesê ku vê piştgiriya kurdan ya bi Mustefa Kemal ra rast bibîne maneya xwe ew e ku ew bindestiya kurdan ya îro jî diparêze.
Kurdan do bi piştgiriya bi Mustefa Kemal ra xwe kirin bindest û weke milet hebûna xwe xistin tahlûkê,
Û bi domandina piştgiriya bi yekî weke Ocalan ra jî kurd dikanin vê carê xwe bi temamî biqedînin.
Mustefa Kemal û rejîma wî heta nuha nikanîbûne kurdan bihelînin, bikin tirk, nuha Ocalan ev vatinî daye ser milê xwe, ew dixwaze vî karî ji tirkan ra bibe serî.
Mustefa Kemalê ku Ocalan gelkî pesnê wî dide merivekî hewqas bêbext û zalim bû ku ne tenê Seyid Abdulkadir, Kemal Fevzî, Bavê Tûjo û piştre jî Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Diyarbekirê bi rengekî hovane dan îdam kirin, kurdên ku piştgirî dabûn wî jî ji vê aqûbetê xelas nebûn, weke Seyid Abdulkadir ew jî kişandin ber darê sêpiyê û îdam kirin.
Ocalan bi hosteyiyek pir mezin dewleteke federal û serbixwe li ber çavên kurdan reş dike û bêyî tirkan hemû cîhanê jî weke dijmin nîşanî kurdan dide.
Ma ji bo tirkan ji viya çêtir çi heye?
Serxwebûn, na.
Federasyon, na.
Otonomî, na.
Alîkariya îngilîz û emerîkiyan na.
Baş e, mesele çi ye, Ocalan ji bo kurdan çi dixwaze?
Dixwaze li ser navê kurdayetiyê da kurdan bixapîne, serî li wan bigerîne, nehêle ji fersenda hatiye meydanê feydeyê bigrin, doza serxwebûna xwe bikin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Mustefa Kemal bi hosteyiyeke pir mezin kurd berra hev dan û nehîşt wan şertên misaîd feydeyê bigrin, weke gelek miletên din ew jî doza mafên serxwebûna xwe bikin.
Weke Ocalan gotiye, bi rastî îro jî hema hema eynî rewşa sala 1918-an peyda bûye, kurd weke milet rabûna ser piyan û bi rengekî canfîdane doza mafê xwe dikin, hêdî hêdî cîhan piştgiriyê dide van daxwazên kurdan.
Lê Ocalan rê li ber vê pêvajoyê digre, ne dihêle PKK û ne jî DTP bi serê xwe hereket bikin, siyaseteke li gor berjwendiyên miletê xwe bimeşînin.
Bi parastina kemalîzmê û hevkariya bi tirkan ra Ocalan dixwaze hêz û îmkanên tevgera kurd ya netewî biqedîne, tarûmar bike, nehêle kurd ji bin destên tirkan derkevin.
Divê PKK û DTP vê plana Ocalan bibînin…

14 december 2008

Carê ji min ra xerab hatiye

Di nivîsa xwe ya nehê mehê da(9/12.08)min gotibû ku zêdayiyek ji me ra çêbûye, yanî ez bûme kalikê pitikekî weke şêr û pilingan.
Ji ber ku mala keça mel i bajarekî din e, loma jî heta nuha me neviyê xwe ji nêz ve nedîtibû û nekiribû himêza xwe.
Do, malbata Xamo hemû bi hev ket û me berê xwe da bajarê Nykopingê.
Trafîka Swêd sal bi sal xerabtir dibe. Çend sal berê hemû wasite deqîq bûn û di wexta xwe da dihatin, dema meriv deqîqeyekê jî dereng bima, meriv dizanîbû ku êdî dereng e, ne hewwceye meriv here.
Lê nuha ne were ye, hêdî hêdî dişibe trafîka Tirkiyê, êdî ne bi derengmayinê, bi di wextêhatina trên û otobozan da însan matmayî dimînin.
Ji ber vê yekê trêna me jî bim kêmvagonekê li dora 20 deqîqeyan dereng hat. Ji ber ku vagonek kêm bû hertişt li binguhê hev ket, gotin êdî bilêtên binumre pere nakin, kî li ku rûnişt serbest e.
Tevî zarokan em şeş kes bûn, em bûn weke nokên tu li tahtê xe, heryek bi derekê da pengizîn, lê ji ber ku me zêde xwe da ser hev û xwest li ba hev rûnin, di netîceyê da cî bi destê me kesî neket, em giş man liser danê nigan.
Xanimê gazin ji nigên xwe kir û got ew nikane zêde ji pê bisekine. Li ser vê, axirê piştî keftelefteke temam min du cî ji xwe û wê ra dît û em ji yên qetiyan.
Saet li dor duyan(14.00)dema em li Nykopingê daketin texsiya me hazir bû, me tê da cî li xwe xweş kir û em bi rê ketin.
Dema me li zîla derî xist, xortê bênav(me hîn nav lê nekirye)di himêza diya xwe da li bende me bû. Pîrikê berî me gişan girt himêza xwe û li ser şikil û şemalê wî gelek teorî çêkir.
Nizanim çenga wî dişibe ya kê, pozê wî dişibe ya kê, tiliyên wî zirav û dirêj in dişibin yê kê û wesaîre û wesaîre...
Netîce dor hat min, min jî girt himêza xwe û çend pozên(rismên) baş pê ra kişand. Lê camêr qet çavên xwe venekir û li min nenêrî, wer raketîbû.
Ê ji xwe zarok bi raketinê mezin dibin...
Li gor gotineke pêşiyan, zarok fêkiyên mala ne, maleke bêzarok weke dareke bêfêkî ye.
Divê meriv bi hebûna wan kêfxweş be û bikanibe wan weke zarokên baş mezin bike. Bi hêviya ku em bikanibin wî weke însan û kurdperwerekî baş mezin bikin.
Û helbet nehêlin ew jî weke me bindest bêwelat mezin bibe.
Bi şev em hinek vegeriyan mal, xanim û xortê me yê biçûk jî li wir man.
Li Stockholmê, li îstasyonê dema ez ji nêrdiwanê(pêpelûkan) dadiketim jêr, min dît ku waye sê(3) deqîqe ji hatinê trênê ra maye. Loma jî min hinekî lezand. Lê nizanim çawa bû, hema ji nişka ve nigê min ê rastê berwar şikiya(fistiqî) û janekê da dilê min.
Ez xwar bûm, min hinekî mizda û xwe gîhand trênê.
Bi rê da heta min xwe gîhand mal, min zêde tiştek ferq nekir. Lê vê sibehê dema ez ji nava nivînan hêzê ser xwe kir ku rabim, min dît ku ne îşê henekan e, tew ez nikanim xwe bidim ser. Wer xuyaya qevda nigimê min baş êşiyaye.
Li mal gopalê min jî tuneye ku bidim dest xwe. Min çavên xwe li hundur gerand û doxa paçikê paqijiyê dît, nuha ez vê doxê didim ber xwe û weke qazê bi nigekî xwe hol dikim. Heta min xwe gîhandiye ber makîneyê(kompîtorê)û ev rêz nivîsandine min ezabekî mezin kişand.
Heta meriv ”seqet” nebe, meriv nizane halê seqetan çi ye. Nuha ez halê kesên bi nigekî baştir fêm dikim.
Ya rast jixwe ew nigê min berê jî ne tu nig e, heta nuha gelek bela hatine serî. Lê dîsa ji tunebûnê çêtir bû, baş xerab ez ji xwe ra pê diçûm û dihatim...
Xanimê telefon kir got, heta em werim tu û Serhat divê hundur paqij bikin!
Min got, xanim tu qala çi dikî, vaye ez kût bûme, nikanim xwe bigihînim daşirê, tu hîn doza paqijiyê li min dikî.
Min mesele jê ra got û dengê wê birî.
Şansê kurdan wiha ye, tu carî rojekê bi temamî dilşa namînin, kêfxweşiya wan herî zêde heta danê êvarê dajo, piştre miheqeq tiştekî ne xwe diqewime, qeza û belayek tê serê wan.

12 december 2008

Dinya biçûk e

Kurd dibêjin reva pisikê heta kadînê ye. Yê min jî tiştekî weke wê ye, herrojên îniyê piştî kar diçim li trêna xwe siwar têm û berê xwe didim aşxaneya Yilmaz. Saet di nabêna pênc û pêncûnîvan da(17.00-17.30)xwe digihînim aşxanê.
Bi ketina hundur ra qahweya min tê dagirtin û bi îkrama wê ra ji min rat ê gotin ku, ”Zinar, bi rastî jî xwesiya te gelkî ji te hez dike”.
Çimkî qahwe teze çêbûye.
Û ji ber ku ez gihîştime ser qahweya teze, şansê min heye, yanî jî xwesiya gelkî ji min hez dike.
Ez serê w ene êşînim pişrî kar ez îro jî çûm wir. Dîsa qahwe û dîsa xwesiya min gelkî ji min hez dikir.
Piştî vexwarina qahwê min ji xanima wî ra got, vê qahwa Yilmaz hundurê min reş kir, weleh ezê îro bidim nav û bîrayekê vexwim.
Wê jî got, tu bûyî kalik, loma jî heqê te heye, vexwe.
Û min dest bi vexwarina bîraya xwe kir. Yek min kir dudu. Tam li ber derketinê du nas û dostên ku serê salan bû ku me hevûdu nedîtibûn ketin hundur.
Yek jê xwarziyê min Reşatê dêrikî û yê din jî Yalçinê KUK-î bû.
Yalçin berê li Hollandayê dima, lê nuha li Fransayê dimîne.
Xwarziyê min Reşad, ez bawer dikim ev du sal zêdetir e me hevûdu nedîtibû. Ev demeke ji xerîbiyê aciz bûye û vegeriyaya welatê xwe, nava qewm û nasên xwe. Li Diyarbekrê bicî bûye.
Bi dîtina wî ez gelkî kêfxweş bûm.
Di derbarê welêt da min jê pirsî û wî jî bi şewq û heyecaneke temam bersîva min da.
Min bîstekê li dîtin û mişahadeyên wî yên li ser welêt û însanan guhdarî kir. Li ser guhertinên li welêt yên baş û xerab û rewşa hêzên siyasî hin tespîtên wî yên balkêş hebûn.
Çavdêriyên(mişahadeyên)wiha ji bo min gelkî înteresant in. Kî ji welêt were ez çavdêriyên wî meraq dikim. Çavdêrî û tespîtên însanan meriv jî dike xwedî hin zanîn û agahdariyên ji devê duduyan.
Di nava sohbeta me da Reşat qala bîranîneke xwe ya paltakê ya gelkê xweş kir. Got, yekî tirk carê di paltakê da jê ra gotiye:
”Ez nizanim hûn kurd çi dixwazin? Li Stenbolê dergevanê(kapiciyê)apartmanên herî luks jî kurd in lê hûn dîsa jî hûn dîsa jî pê nayên serî”.
Yanî li gor hin tirkan, piştî ku kurd kanibin bibin dergevanên malên wan, divê şikiriya xwe ji Xwedê ra bînin û tiştekî din nexwazin.
Yalçin, cara pêşî di sala 1976-an da min li Wêranşarê dîtibû. Wê demê ji êxistineke çepê tirk hîn nuh veqetiyabû û bûbû KUK. Çend PDK-liyên dêrikî li Wêranşarê hebûn, hebû ba wan. Wan jî anîn dikanê ba min.
Jixwe wî û PDK-liyan wê demê baş ji hev fêmnedikirin jî. Çimkî wan bi tirkî û Yalçin jî bi kurmancî nizanîbû.
Welhasil anîn ba min. Me bîstekê bi tirkî sohbet kir. Tiştê di bîra min da maye, min gotibû van dîtinên te ne yên KUK-ê, yên THKP-C-ê ne.
Cara duyem, di havîna sala 1978-an da li Serêkaniyê(Ceylanpinarê)li dikana Şêxmûs Ceylan ya kitêbfiroşiyê me hevûdu dît.
Me li wir jî li ser şerê di nabêna YNK-ê PDK-ê da minaqaşeyeke pir sert kiribû. Wê demê em weke partî û DDKD dostên YNK-ê û KUK-jî yê PDK-ê bû. Ji bo ku PDK û YNK li dijî hev bûn, li gor vê dijayetiya wan, em û KUK jî li dijî hev bûn, me berberiya hevûdu dikir.
Loma jî me hevûdu lik u bidîta, em diketin gewriya hev. Axir li Serêkaniyê jî ez û Yalçin ketin gewriya hev.
Dûra di ser ra sal û zeman derbas bû, ez bawer dikim di orta salên 80-î da li Swêd li mala hevalekî me dîsa hevûdu dîtibû.
Ji wê demê virda ye me qet hevûdu nedîtibû. Ji alî fizîkî pir nehatiye guhetin, tenê hinekî qelaw bûye.
Min jê ra got, Yalçin, dinya çi biçûk bûye, Wêranşar li ku Stockholm li ku? Kê bîr dibir piştî 32 salan emê hevûdu li Stockholmê bibbûnin?
Di hersê hevdîtinên me yên berê da em bi tirkî peyivîbûn. Lê îcar em bi kurmancî peyivîn. Kurmanciya wî îdare bû, axir cila xwe ji avê derdixist.
Yalçin zaza ye, nehat bîra min jê bipirsim, gelo bi zazakî dizane ya na?
Li gor rojên din, roja min îro hinekî cihêtir derbas bû, min du nas û dost dîtin û sohbeteke cihê kir, li dîtin û mişahadeyên gelkî balkêş guhdarî kir.
Loma jî min îşev qet bala xwe neda xeberên li ser kurd û tirkan. Jixwe ez bawer nakim tu tiştekî nuh hebe. Miheqeq dîsa leqleqa vala ye…

11 december 2008

Li "dilê kurdistanê" dîsa xwîna kurdan herikî

Dijminên miletê kurd îro dîsa bi dilreşî, bêbextî û pûştiyeke mezin destên xwe di xwîna kurdan gerandin, bi rengekî bêûjdan qetlîameke mezin kirin.
Îro danê nîvro li ser riya di nabêna Hewlêr û Kerkûkê da li aşxaneya kurdekî terorîstekî xwekuj xwe teqand û bû sebebê kuştin û birîndarbûna gelek kurdî. Li gor agahiyên pûlisên Kerkûkê di teqînê da 40 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne.
Ji ber ku teqîn di saetên xwarina nîvro da bûye loma jî hejmara kuştî û birîndaran hewqasî zêde ye.
Li hember wahşeteke wiha dilê meriv ji terorîstên maşeya destê dijminê miletê kurd digere, kîn û nefreta meriv ya li hember zalim û zulumkaran zêdetir dibe.
Dijminê miletê kurd, dijminekî pir xedar û wahş e, ji hemû hest û hêjayiyên însaniyetê hatine şuştin.
Loma jî di êrîş û qetlîamnên xwe da qet nabêjin ev zarok e, kal e, pîr e yan jî sivîl e, ji bo wan kurdbûna kesên werin kuştin têr dike, piştî ku kurd e divê were kuştin.
Ev dijmin ne tenê xedar û bêmerhemet e, bi qasî wê jî rezîl û tirsonek e, her babet bêbextiyê mubah dibîne.
Bi dizî êrîş dike, di êrîşên xwe da zarok, belengaz û kesên dîn bikar tîne, bi xapandinê însanan dikin aletê êrîşên xwe yên wahş.
Bi van êrîşan armanca wan ew e ku ewê miletê kurd biwestînin, bitirsînin, ji doz û hedefên wî vegerînin.
Lê miletê kurd bi êrîşên wiha natirse, dev ji doza azadî û serxwebûna xwe bernade. Bi vacayî, êrîşên wiha daxwaza miletê kurd ya avakirina dewleteke serbixwe xurttir dike.
Bi van êrîşan kurd baştir fêm dikin ku heta ku weke her miletî ew jî nebin xwedî dewleteke serbixwe ewê tu carî reht nekin û ji van êrîşên hovane xelas nebin.
Li alî din ev ne cara pêşî ye ku dijmin bi vê pûştiyê xwîna bi sedan kurdî dirjîne, berê jî gelek caran eynî tişt kirine.
Loma jî divê dijmin êdî hewqasî bi hêsayî nikanibe were di nava me da rûne û piştra xwe biteqîne û bibe sebebê kuştin û birîndarbûna bi sedan kesî. Piştî hewqas tecrûbe û bedel divê pêkanîna qetlîamên wiha mezin êdî ne mimkûn be. Em dizanin ku dijminê me pir xedar e û çi xerabî ji dest bê texsîr anke. Loma jî divê kurd bi xwe bikanibin rê li ber van êrîşên dijmin bigrin.
Û ya din jî divê bi tu hawî şansê jiyanê nedin van hêzên ku bi şev û roj li qetla miletê me digerin.
Ji ber ku dijmin ji me ra dibêje ”ya hûn ya em”, bêyî teror û kuştinê tiştekî din nade ber me. Divê em vê nêta dijmin baş bizanin û li gor wê hesabê xwe bikin, li gor wê tedbîrên xwe bigrin.

10 december 2008

Rewşa kurdan û çend gotinên li ser jiyanê

Polîtburoyên YNK-ê û PDK-ê di bin serokatiyên Mesûd Barzanî û Celal Talabanî da îro dîsa li Dukanê li hev civiyan.
Li gor ragîhandinên çavkaniyên siyasî herdu alî ewê li ser gelek meseleyên girîng rawestin û di vî warî da hin biryaran bigrin.
Bêyî polîtburoyên YNK-ê û PDK-ê, herdu cîgirên serokkomarê Îraqê Celal Talabanî jî li Dukanê bi serokên kurdan ra rûniştin.
Ev demeke polîtburoyên YNK-ê û PDK-ê civînê li ser civînî çêdikin, serokên herdu partiyan hevûdu dibînin. Diyar e hin gelşên girîng yên hîn çareser nebûne hene.
Lê bîrûraya giştî ji naverok û netcîyên van civînan baş ne agahdar e. Tenê tiştê tê zanîn kurd û gelekên ereban ji hukûmeta Malikî ne razî ne.
Gelo ev civînên li ser hev amadeyiyeke xistina Malikî ye?
Lê di vî warî da hîn tu nav û alternatîveke berbiçav tuneye, tenê qala nerazîbûna ji Malikî tê kirin.
Malpera Avesta îro xebereke girîng daye, gotiye, xebatkarekî CIA-yê yê berê û pisporê Iraqê Kenneth Katzman gotiye, Emerîka ewê ji Iraqê vekişe û kurdan bi tenê bihêle. Li gor Katzman, dema Emerîka ji Îraqê vekişe îhtîmal heye ku kurd rûbirûyî êrîşan bibin.
Katzman gotiye, divê serokên kurdan baweriya xwe zêde bi Obama neynin. Bêguman tiştê Katzman gotiye rast e, netîce Emerîka rojekê miheqwq ewê ji Îraqê vekşe, îro nebe ewê sibe vekşe ev vekirî ye û kurd jî bi vê yekê dizanin. Yanî weke herkesî kurd dizanin ku Emerîka heta û heta ewê li wir nemîne û rewşa îraqê jî ewê tim wiha dom neke. Ya din Emerîka li wir pir bimîne, hindik bimîne jî bi kurdan tenê ra tu peymanan îmze nake. Serokên kurdan vê yekê eşkere dibêjin.
Bêguman dijminên kurdan dixwazin êrîşî kurdan bikin û vê satatuya heyî xera bikin. Lê ev yek êdî ne mimkûn e. Emerî ka here jî, dev hevkariya bi kurdan ra berde jî li Îraqê hertişt dîsa weke berê nabe, tu hêz êdî nikane van mafên kurdan yên di qanûna esasî ya Îraqê da hatiye naskirin paşda j iwan bistîne.
Netîce, helbet dewleteke weke Emerîka mezin piştgiriya kurdan bike pir baş e, lê neke jî kurd dîsa venageran rewşa berê.
Piştî ku min ev rêzên jorîn nivîsîn ji nişkave bala min çû ser maneya jiyanê. Min ji xwe ra got, yahû ev jiyan çi tiştekî tevlihev e, meriv nizane kînga ewê çi were serê meriv?
Meriv geh dilşa ye, geh xemgîn e. Hestên meriv weke pêlên deryayê geh bilind, geh jî nizm dibin.
Jiyan dişibe demokrasiya Tirkiyê, tim bê îstîkrar e, hertim dikane hertişt were serê meriv.
Tiştê ez dibînim, jiyan hertim ne weke riya paporê dûz e, yekcarnan serberjor, yekcarnan serberjêr e, yekcarnan jî kêrtkortîye, meriv dilikume.
Jixwe dibê jiyan hertim ne weke şahiyê be, dibê rojên wê yên xerab û tahl jî hebin, ji bo ku meriv aliyê xwe yê xurt û zeîf, cesûrî û tirsonekiya xwe nas bike.
Jiyan yekcarnan weke peqlawa Dîlokê şîrîn, yekcarnan jî weke îsota Ruhayê tûj e, devê meriv dişewitîne.
Ji bo ku meriv ferqa tûjî û şîrîniyê bizanibe divê meriv ji herduyyan jî tam bike.
Jina bê derd û bela, bê jan û dilşadî, bê têkçûn û serkeftin, bê ketin û rabûn jiyaneke vala û monoton e, weke birinca rijî ye, bê tam û bê lezet e.
Baharatên jiyanê ketin û rabûn e, xemgînî û dilşadî ye.
”Jiyan dişibe lîstika setrancê, gelek caran tu dibêjî şah, lê tenê carekê mat dikî.”
Bi baweriya min jiyaneke bê heyecan, bê teqûreq, jiyaneke mirî ye, weke meriv bi yekî ecemî ra nezerê/pinîkêrê bilîze, meriv ji lîstika xwe poşman dibe.
Jiyan mişt sir û surprîz e, meriv nizane kînga ewê çi derkeve hember meriv û ewê meriv matmayî bihêle.
Axir kî çi dibêje bila bibêje, tiştê min ji jiyana bêbext fêm kiriye, jiyan sinetekî gelkî zor e, heta mirinê jî meriv wê baş fêr nabe…

08 december 2008

Ez îro nikanim "dirêj" bikim

Weleh hûn bixeyidin yan nexeyidin hûn bi qîma xwe ne, ez îşev nikanim tiştekî dirêj binivîsim. Îro Cejna Qurbanê ye, zarok li me kom bûne. Ez hinekî zû ji kar derketim, min çû hin tişt kirîn û bi lez berê xwe da. Saet di 17.00 da gihîştim mal û ketime hinge dinga xwarinê. Loma jî îmkana ku ez li ser siyasetê tiştekî binivîsim qet tuneye.
Xanim bi qahr ji min ra dibêje, ma qey te qebale girtiye, te ne şev e, ne roj e, ne eydî ye...
Ma te xêr?
Min soz da ku ezê zêde dirêj nekim, pir kin bibirim. Milet li bende min e. Bi wî şertî min destûra vekirina kompîtorê girt.
Ya rast min tam nizanîbû îro cejn e, ez baş ne emîn bûm Ji bo ku bizanim min telefonî Mêrsînê birayê xwe kir û jê pirsî. Got, keko, texmîna te rast e, îro eydî ye.
Li ser wê, min xeber da zarokan hatin mal. Min ji wan ra masî û wokek bi dilê wan çêkir, bawer bikin weke Efê pismam "telî" xwe pê ra xwarin.
Helbet Cejna Qurbanê bêyî şîranî î nabe, piştî xwarinê berê min çayeke bi şeref û dûra jî peqlawe weke paşîv da wan.
Zarokên min jî weke min, ji peqlawê pir hez dikin, kîloyek li hewa çû.
Berî ku rabin herin, gotin bavo, zikê me teqiya, bes e...
Min dirêj kir, hinek di herin û tên û di bin çavan ra li min dinêrin, destê min ji we nabe lê ez mecbûr im li vir biqedînim...
Li bende min in.
Careke din Cejna we ya Qurbanê ji dil û can pîroz dikim û hêvî dikim ku her tişt ewê bi dilê we be.

07 december 2008

Li ser hevpeyvîna bi Nêçîrvan Barzanî ra çend gotin

Berpirsê Netkurdê Mûrad Ciwan û rojnamevan Eşref Okumuş, di hevpeyvîneka dûr û dirêj da gelek pirsên girîng ji serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirine.
Pirsên ji Nêçîrvan Barzanî hatine kirin hemû jî baş û girîng in.
Lê bi taybetî jî pirsên Eşref Okumûş yek ji yekê xweştir û girîngtir in.Yek pirsa wî jî ne tewşomewşo, vala û bêmane ye. Hemû pirsên wî jî pirsên rojnamevanekî jîr, pirsên pêwîst û di cî da ne.
Ji ber ku pirs dicîda ne û li ser ser tiştên pir konkret in, bersîvên wan jî hemû konkret û mişt agahdarî ne, him xweş in û him jî li ser civata Kurdustanê û sîstema wê ya siyasî û aborî meriv dibe xwedî zanîneke nuh.
Bi bersvan ra meriv hin dîtin û baweriyên birêz Nêçîrvan Barzanî yên derbarê demokrasiyê, azadiya ferdî û ya rojnamevaniyê û di hin warên din da jî kêmzêde fêr dibe.
Di hevpeyvînê da meriv li pişt her pirseke Eşref, lêkolîn û agahiyên kûr û temam dibîne. Mêrik berî here bi Nêçîrvan Barzanî ra rûne, çûye geriyaye, dîtiye, pirsîye û piştî ku têra xwe bûye xwedî agahdarî dûra çûye rûniştiye û pirsên xwe kirine.
Eşref weke hinekan, her tişt û îdîayeke ku li der û doran bi ber guhê wî ketibe nepirsiye, Nêçîrvan zeyt nekirye.
Camêr ji bo her pirseke xwe xebateke pêşî kirye, nimûneyeke berbiçav û bûyereke qewimî jî tim weke çavkanî nîşan daye.
Yanî karê xwe baş kiriye.
Dema yê hember dibîne ku pirs cidî ne û xwediyê pirsan jî têra xwe xwedî zanîn û agahdarîye, wê demê bersîv jî tu bixwazî nexwazî cidî, baş û xweş dibin.
Çimkî meriv tu carî nikane bersîveke cidî bide pirseke beradayî, pirsên vala otomatîkman dibin sebebê bersîvên vala.
Di pirsên Eşref Okumuş û şiklê pirsîna wan da meriv ferq û rola xwendina ilmê rojnamevaniyê baş dibîne. Di rewşên wiha da diyar dibe ku xwendin tu carî vala naçe, keda meriv nabe keda Bersîs û bi erdê da naçe.
Piştî van pesnên derbarê hevpeyvînê da, dibê ez qala kêmasiyeke hevpeyvînê ya pir mezin jî bikim û çend gotinan jî li ser wê bibêjim.
Di hevpeyvînê da, lê bi taybetî jî di pirsên Mûrad Ciwan da tunebûna pirseke di derbarê qanûna pirjiniyê(zewaca bi çend jinan ra)da min weke kêmasiyeke pir û pir mezin dît.
Mûrad Ciwan hevalekî ku ji kok û kultura çep û sosyalîstiyê tê, însanekî medenî û demokrat e û li gor dîtin û baweriyên wî yên ku bîrûraya giştî pê dizane, ew di her warî da wekheviya jin û mêran diparêze, serdestiya mêran bi tu hawî qebûl nake.
Di vî warî da li gor wî, ez merivekî pir mihafezekar im. Divê ez vê rastyê jî li vir bibêjim.
Hercara ku li Kurdistanê jinek tê kuştin, ya jî ew bi xwe, xwe dikuje, dişewitîne Mûrad Ciwan di Netkurdê da berî herkesî li dijî vê tawan û bûyerê derdikeve û bi şîdet protesto dike, bi dengekî herî bilind azadî û wekheviya jin û mêran diparêze.
Bêguman baş dike.
Lê di hevpeyvînê da ji serokwezîrê hukûmeta ku biryara pirjiniyê girtiye, di derbarê vê biyara meclîsê da yek pirs jî nekiriye.
Tiştekî pir xerîb e, meriv çawa bi serokwezîrê Kurdistanê ra fersenda hevpeyvîneke hewqas dirêj bibîne û derbarê vê biryara meclîs û hukûmeta wî da pirsekê jê neke?
Em bîrûbaweriyên wî yên di vî warî da bidin aliyekî, hema weke rojnamevanekî jî nepirsiye, negotiye birêz Nêçîrvan Barzanî, di derbarê biryara meclîsê ya pirjiniyê da tu çi difikirî, dîtinên te yên li ser vê meseleyê çi ne?
Di heqê şairbûna Nêçîrvan Barzanî da pirs jê kiriye û şîîr jê xwestiye, lê nehatiye bîrê jê ra bibêje, serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di axaftineke xwe da got:
”Em ne li gel wê ne ku yasaya rewşa kesayetî li dijî Qurana pîroz, şerî´et û mafên mirovan be,” gelo dîtina te ya di vî warî da çi ye?
Gelo li gor te jî divê huqûq û qanûna medenî ne li dijî Quranê û şerîetê bin?
Gelo tiştekî wiha mimkûn e, şerîet û huqûqa medenî ewê çawa li hev bikin?
Û gelek pirsên weke van jê nehatine kirin.
Divê xwendevanên kurd şêl û dîtina serokwezîrê Kurdistanê bizanibin.
Ji ber ku biryara meclîsa Kurdistanê ya serbestkirna zewaca bi gelek jinan ra îro di nava kurdan da pir aktuel e û gelkî li ser tê peyivandin. Bi peydabûna îmkaneke wiha ra nabe ku meriv hevpeyvînê bi serokwezîrekî xwediyê vê biryarê ra bike û pirseke li ser vê meseleyê jê neke.
Esas divê pirsa Netkurdê ya pêşî ev bûya, li ser vê meseleyê bîrûbaweriyên serokwezîr bi berfirehî bihata zanîn.
Lê pir mixabin, pirseke di heqê pirjiniyê da ji serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî nehatiye kirin, ji dêlî wê şiir jê hatiye xwestin.
Dibe ku ev kêmasî jî ji ber kêmtecrûbetiya rojnamegeriyê bê, yanî gava ilim/zanist kêm be zikir jî kêm dibe.
Bira Cejna Qurbanê li hemû miletê kurd pîroz û bimbarek be!