27 november 2008

Xebera vexwendina Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê dîsa derew derket

Gelek malperên kurd do li ser navê malpera Pukmedîaê xeberek belav kiribûn û gotibûn ku, Tirkiyê bi rêya konsolosê Tirkiyê yê Mûsilê Ahmet Yildiz dawetnameyeka resmî gîhandiye serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ew dawetî Enqereyê kiriye.
Di nivîsa xwe ya do da ez jî li ser vê mijarê rawestiyam û min got, ”tirsa min ew e ku tirk sibe vê şaiya kurdan îcar jî tekzîb bikin û bibêjin Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê nuha ne aqtuel e û îdîaya kurdan derew derxin.”
Texmîna min rast derket, îdîa kurdan bêbinake û derew bû.
Hinekan ev xeber ji bal xwe çêkiribûn û gelek malperên kurd jî bêyî ku çavkaniya xeberê fêr bibin ev xeber dan.
Li gor ku Netkurd îro dinivîse, ”berpirsê peywendîyên derve yê hikûmeta Kurdistanê Felah Mustefa, îdiayên ku serokwezîr Nêçirvan Barzani ji alîyê Tirkiyeyê ve hatîye dawetkirin red kiriye.”Carê berê, çaxa kurdan dîsa îdîayek wiha avêtibûn ortê, wê demê tirkan bi xwe îdîaya kurdan ya ku Nêçîrvan Barzanî ji alî Tirkiyê va hatiye vexwendin, red kiribûn.
Diyar e tirkan îcar ev tekzîb ji dêlî ku ew bi xwe bikin, bi kurdan dan kirin.
Felah Mistefa di beyana xwe da gotiye:
”Tu dawetnameyek fermî ji Tirkiyeyê negihîştîye destê serokwezîr Kurdistanê Nêçirvan Barzanî.”Ê yanî çi?
Nuha ne şerm e ev du car in derewên wiha di çapemeniyê da tê belabkirin. Ez fêm nakim kî û ji bo çi xberên wiha belav dike?
Û ya din jî dema di malperekê da hat belavkirin divê her kes hema ji wê malperê negre û belav neke.
Divê bi hukûmeta Kurdistanê ra têkilî were danîn û xeber ji bal wan ve jî were teyidkirin.
Di vê demê da danîna têkiliyê û pirîsîn pir ne zor e, li gelek welatên Ewrûpayê nûnerên hukûmeta Kurdistanê û yê partiyê hene, meriv dikane xwe bigihîne wan.
Ya din bi teknîke îro, meriv dikane raste rast ji hukûmetê bi xwe bipirse û bide teyidkirin.
Belavkirina xeberên ne rast ne xweş e û zirarê dide kurdan.
Do, dema min xeber xwend, min zanîbû ne rast e, loma jî di nivîsa xwe da min got, ”Ez hêvî dikim ku dawet îcar rast derkeve, lê heger îcar jî derew derkeve bi rasîtî ji bo kurdan şermeke mezin e.”Netîce xeber rast derneket.
Serokwezîr Erdogan di serî da, hemû wezîrên hukûmeta AKP-ê hîn tu carî tehamulî navê Kurdistanê nakin û nabêjin Kurdistan, ji Kurdistanê ra dibêjin ”Bakurê Îraqê”, îcar ewê çawa serokwezîrê hukûmeta Kurdistanê dawet bikin.
Ez vê hêviya kurdan pir realîst nabînim.
Tirk bi dizî, gava du çav nebînin û kes nebihîze dikanin gelek derewan bikin, lê tu qîmetî herbiya gotin û sozên bêsened û bêbelge tunene.
Naskirin bi dizî nabe, divê eşkere bibêjin.
Kurd dibêjin, bizin bi dizî tê nêrî lê eşkere dizê. Heger tirk ê jî hukûmeta Kurdistanê nas bikin divê eşkere nas bikin, yanî divê eşkere bizên.
Lê tiştê xuyaye hîn nêteke tirkan ya naskirina statuya Kurdistanê tuneye, tenê mecbûrî hin têkiliyên di bin ra û bidizî bûne, hewqas.
Ev yek nayê wê maneyê ku tirkan siyaseta xwe guherandiye. Na, tenê dixwazin bi gotin û sozên vala kurdan bêtir bixapînin, îşê xwe bi wan bidin meşandin.
Û heger mimkûn be, bi saya vê silava xapandinê kurdan berra hev bidin, hin gotinên ne xweş ji devê wan bigrin û bi vê yekê jî wan li ber çavên kurdên Kurdistana bakur reş bikin.
Divê hukûmeta Kurdistanê hay ji vê zindîqiya tirkan hebe û neyên lîstika wan.
Meleyên tirk pir fisgenî ne û takiyê dikin.
Divê haya kurdan ji vê yekê hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE