05 november 2008

Neviyê koleyan gelo ewê bibe dostê bindestan?

Barack Obama, neviyê koleyên reşikên ji Afrîkayê îro bû serokkomarê Emerîkayê.
Bêguman hilbijartina Barak Obama weke serokkomarê Emerîkayê bûyereke gelkî mezin û dîrokî ye.
Barak Obama li gor Buch, bi ferqeke pir mezin hat hilbijartin û bû serokê Emerîkayê. Piştî jimartina ji sedî nodûpêncê dengan derket ortê ku Barak Obama zêdetirî 62 milyon(62 202 645) ray girtiye. Tê gotin ku di dîroka Emerîkayê da heta nuha tu kesî hewqas ray negirtiye.
Obama di rayên elektoran da jî ferqeke mezin kiriye, ji 537 rayên elektoran 364 hebên wan girtiye. Ji bo serketinê rayên 270 elektoran têr dike. John McCain jî 173 rayên elektoran girtiye.
Yanî ferq li vir jî pir mezin e.
Bavê Obama ji Kenyayê ye û diya wî jî xanimeke emerîkî ya sipî ye. Navê Barack Obama yê rastî, Barack Husein Obama ye.
Wek tê dîtin navê wî, navê ereb Misilmanan e û ”Barack” jî bi îhtîmaleke mezin ewê ”Mubarek” a erebî be.
Yanî ”Reşo” him reşik e û him jî misilman e ya jî berê misilman bûye lê dûra dîn guhertiye. Axir ne ji reng û parzemînê be jî, ji dîn em digihîjin hev, yanî em ”birayên” hev yên dînî ne.
Gelê Emerîkî dikane lawê mahcirekî ji Afrîkayê bike serokkomarê xwe. Lê li tirkiyê em kurd hîn nikanin navekî kurdî li zarokên xwe kin, nikanin herfên elîfbeya xwe bi tirkan bidin qebûlkirin.
Dema ez wek kurdekî demokrasî û pêşketinên li welatê xelkê dibînim dilê min bi halê me yê perîşan dişewite, ez kelogirî dibibim.
Lê tirk ji vî halê xwe fedî nakin.
Dîsa kela dilê min rabû û min tişt li bin guhên hev xistin...
Em werin ser siyaseta Barack Obama.
Çimkî ji bo me kurdan kok, esl û feslê wî ne girîng e, ya girîng ewê xêr û feydeyeke wî bigihîje me kurdan ya na?
Ji me ra ev girîng e.
Divê em serê xwe bi vî aliyê wî ra biêşînin.
Obama ji destpêkê li dijî îşxala Îraqê bû. Û soz daye ku herî dereng heta sala 2010-an ewê hemû hêzên emrîkî ji Îraqê bikşîne. Obama li dijî zêdekirina hêza leşkerî ye jî.
Îcar serokekî wiha, gelo ewê ji bo me kurdan ji Buch xerabtir be ya çêtir be?
Gelo bi rastî jî Obamayê heta sala 2010-î hemû hêzên emerîkî ji Îraqê bikşîne û bibêje bi xatirê we ya jî ewê siyaseteke din bide ber xwe?
Ji bo kurdan ev yek gelkî girîng e.
George Buch herçiqas ji mecbûrî bû mitefiqê kurdan lê li gel vê jî ji kurdan bêtir dostanî bi tirkan ra kir, tu carî kurd tercîhî tirkan nekir.
Dema tirkan zirara herî mezin da Emerîkayê jî wî dîsa dev ji tirkan û Tirkiyê berneda. Yanî “dostanî” mitefîkiya bi Tirkiyê ra tim ji ya bi kurdan mihîmtir dît û siyaseteke li gor wê ajot.
Loma jî ez weke kurdekî ji siyaseta Buch ya li hember Tirkiyê pir ne razî me, hêviya min ew e ku Obama bi kurdan ra hevkariyeke hîn xurttir bimeşîne û li hember Tirkiyê jî hewqas ne tawîzkar be.
Erdogan di axaftina xwe ya piştî qezenckirina Obama da pir bi temkîn bû û kêfxweşî nîşan neda. Diyar e tirseke wan heye.
Ji ber ku Obama berî hilbijartianan çend caran di mesela Qibrisê û qetlîama ermeniyan da tiştên ne li gora dilê tirkan got. Loma jî tirk ditirsin ku Obama li hember Tirkiyê bêtir sert be.
Di vî warî da kurdan hîn tiştek negotiye.
Gelo neviyê koleyên reşik û hêviya milyonan ewê destê alîkariyê dirêjî kurdên bindest bike ya na?
Gelo di têkoşîn û şerê miletê kurd yê serxwebûn û azadiyê da Obamayê bibe dost û piştevanê kurdan ya na?
Ev yek hîn ne diyar e û di esasê xwe da girêdayî menfeeta Emerîka ye. Di rojên pêş da ev yek ewê hîn baş diyar bibe.
Bi hêviya ku neviyê koleyan, "Reşoyê" me nebe hevkar û piştevanê zalim û dîktatoran, bibe mitefik û alîkarî bindestan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE