13 november 2008

Mebûsê AKP-ê:Ez bi kuştina kesên li hember dewleta min radibin kêfxweş dibim

Li meclîsa Tirkiyê di dema mizakereyên Wezareta Edaletê da mebûsê DTP-ê yê Şirnexê Hesîp Kaplan, di axaftian xwe da rexne li şikil û miameleya pûlisan ya li hember kurdan û gir û got, ”Pûlis, bera yê nesekine dide.”
Mebûsê AKP-ê yê Yozgatê Abdulkadîr Akgul, li hember van gotinên Kap derket û ev bersîva jêr da Hasîp Kaplan:
-Heger kesên li hember dewletê rabin û sûc bikin hebin helbet ewê werin kuştin.
Li gor van gotinên mebpsê AKP-ê, mafê pûlisan heye hema hema hemû kurdan bikuje.
Çimkî bi gotina Akgul, bi milyonan kurd li hember dewletê radibin û doza mafê xwe dikin.
Li gor dîtin û edaleta Akgul û AKP-ê, ev yek sûcekî pir mezin e û kuştinê heq dike.
Dibê kurd vê yekê bizanibin.
Hasîp Kaplan di minaqeşeyên li ser butçeya Wezareta Edaletê da mafê axaftinê digre û wiah dibêje:
-Qanûna raweste-lêxe tê pêkanîn. Pûlis dibêjê ”raweste, li yê raneweste dixe. Ev şexs dikane kerr jî be.
Abdulkadir Akgul îtîrazî van gotinên Kaplan dike û dibêje, li welatê herî demokratîk jî wiha ye, dema yek li hemberî dewletê sûcekî bike dewlet wî dikuje.
Mêrik kuştina kurdan bêyî ku veşêre, pir vekirî diparê ze, wiha dibêje:
-Ez merivekî ne li gel berdanê(gulebarankirinê, kuştinê)me, lêbelê helbet ezê bi kuştina kesên ku li hember milet û dewleta min radibin kêfxweş bibim. Hinek kesên însan(qesdt tirk in)hene, hinek kesên sûcên însaniyetê dikin hene.
Li hember van gotinên Akgul, meriv matmayî dimîne, xwîna meriv dicemide. Lê li alî din jî mêrik qala siyaseta dewlet û hukûmeta xwe dike, qala rastiyeke heyî dike.
Li gor tirkan, kurd dibê di her fersendê da werin kuştin.
Piraniya miletê tirk û AKP-ê wiha difikire, lê her kes weke Akgul hewqas eşkere nabêje. Ferq e.
Ma tirk dema fersendê dibînin herroj kurdan lînc nakin?
Bêguman dikin.
Ji bo hukûmeta AKP-ê û dewleta tirk qetla yê kurd helal e, heger fersend û îmkan çêbû dibê were lînckirin, were kuştin.
Abdulkadîr Akgul tenê qala tiştekî ku di merîyetê da ye, yanî tiştekî ku herroj tê bikaranîn dike.
Li gor van gotinên Akgul, pûlis hertim dikane kurdekî bikuje û dûra jî bibêje:
-Min got bisekine, nesekinî, loma jî min berdayê kuşt.
Û ji xwe heta nuha çend caran wiha jî bûye, pûlis otomobîla kurdekî gulebaran kiriye, kesên tê da birîndar kiriye û kuştiye.
Û piştra jî gotiye:
-Me got bisekine, nesekinî.
Pûlis wiha gotiye û xelas bûye, yek rojê jî neketiye hefsê.
Ji wezîfeya xwe jî nehatiye bidûrxistin.
Erê xwedêgiravî li Tirkiyê dadgeh, dozger hene lê ew ne ji bo me kurdan e.
Heta mimkûn be nahêlin kurd bigihîjin wê derê, berî wira temam dikin.
Dema bigihîjinê jî bi ekseriyet pere nake.
Ma hîn ne çend roj berê bû Erdogan dikandarê ku bi tivingê gule bera meşvanan dabû parastibû û gotibû:
-Deme hûn herin zirarê bidin malê xelkê bêguman xelkê jî xwe biparêze.
Yanî Erdogan jî weke serokwezîr bi van gotinên xwe îşaret û destûra kuştina kurdan dabû miletê tirk.
Esas tiştek pir vekirî û eşkere ye, tirk, hemû miletê kurd, çi kîjan fikrê û baweriyê dibe bila bibe ji bo wan qet ferq nake, weke neyarê xwe dibînin. Weke milet û dewlet hebûna xwe bi tunebûna me kurdan va girêdane. Loma jî dixwazin her kurdî bikujin.
Çare, divê hemû partî û siyasetmedarên kurd, lê bi taybetî jî PKK û DTP-ê dev ji siyaseta biratiya tirkan û jiyana bihev ra berdin û riyeke din bidin ber gelê xwe.
Dibê em ji gelê xwe ra êdî bibêjin, tirk jiyana bi me ra qebûl nakin.
Loma jî dibê em ji hev veqetin.
Wekî din tu rê ne tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE