26 november 2008

Kurdên başûr li bende dawetkirina tirkan kevzikî bûn...

Li gor malpera Pukmedîa îro dinivîse, wezîrê derve yê Tirkiyê Alî Babacan, bi rêya konsolosê Tirkiyê yê Mûsilê Ahmet Yildiz dawetnameyeka resmî gîhandiye serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ew dawetî Enqereyê kiriye.
Dema min sernivîs dît, min bawer nekir, hinekî matmayî mam lê dûra min ji xwe ra got, dibe ku rast be. Çimkî yekcarnan tiştên ne karê aqilan e dibin û diqewimin.
Lê piştî ku min xeber xwend şika min ya ji rastiya xeberê zêdetir bû.
Min bala xwe dayê, hemû malperên kurdan yên mezin jî cî dane vê îdîaya kurdan ya çavkanî nediyar û ne saxlem.
Di orta meha cotmehê(oktober) da dîsa ji alî nûnerê YNK-ê yê Enqerê Behroz Gelalî va îdîayeke bi vî rengî-xwedêgiravî hukûmeta Tirkiyê serokwezîrî Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawetî Tirkiyê kiriye-hatibû derxistin.
Wê demê jî hemû malperên kurdan dîsa bi def û zurne û bi zilxit xwe avêtibûn ji ser xeberê û bi kêfxweşiyeke mezin ew belavkiribûn.
Lê rojek piştî vê îdîaya kurdan, berdevkê hukûmeta AKP-ê ev îdîaya kurdan ya bêbinake redkiribû û gotibû ”Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê nuha ne mijareke aktuel e.”Yanî tiştê kurd dibêjin ne rast e û me Nêçîrvan Barzanî dawetî Tirkiyê nekiriye, kurd ji ber xwe derdixin.
Tirsa min ew e ku tirk sibe vê şaiya kurdan îcar jî tekzîb bikin û bibêjin ”Hatina Nêçîrvan Barzanî ya enqerê nuha ne aqtuel e” û îdîaya kurdan derew derxin.
Ya din jî ez fêm nakim, ji bo ku werin dawetkirin kurdên başûr çima hewqasî li ber tirkan digerin û ji wan lava dikin?
Dema meriv li serok û berpirsiyarên kurdên başûr guhdarî dike û beyanên wan dixwîne, meriv pir vekirî dibîne ku ji bo ku tirk wan dawetî Enqerê bikin di nava kercaleke mezin da ne, ji bo ku tirk wan dawet bikin îdâyên nerast belav dikin.
Tu nemaye ku ji Erdogan ricaya vexwendina xwe bikin, bibêjin ”ji bo xatirê Xwedê, hela carê me jî dawetî Enqerê bikin lo, carê silavekê bidin me û dilê me jî hinekî xweş bikin. Ma qey ewê kevir bibare?”
Bi baweriya min ev lavlava serokên kurdan tenê wan biçûk dixe. Divê kurd ji bo çûna Enqerê xwe hewqasî biçûk nexin.
Jixwe ji bo tiştekî wiha tu sebeb jî tuneye.
Ez hêvî dikim ku dawetkirin îcar rast derkeve, lê heger îcar jî derew derkeve bi rasîtî ji bo kurdan şermeke mezin e.
Bi qasî ku kurd muhtacî tirkan e, tirk jî hewqasî û heta hîn bêtir mihtacî kurdên başûr in. Lê ji bo hin hesabên siyasî xwe giran dikin.
Divê kurd jî xwe sivik nekin, bivacayî xwe giran bikin. Qîra wan kiriye, dawet dikin nakin ew ji xwe ra dizanin.
Lê tiştê ez dibînim, kurdên başûr feqîran li bende vexwendina/dawetkirina tirkan kevzikî bûne, çavên wan li rê qerimiye. Lê bêbavên tirkan jî xwe pir giran dikin û dawetnameyekê ji wan ra naşînin.
Mîrê êzdiyan Mîr Tehsîn Beg, ji rojnameya Kurdistanî Nwê ra qala feqîrî, perîşanî û rewşa xirab ya êzîdiyan kiriye. Tiştê wî qal kiriye meriv gelkî xemgîn dike û ditirsîne.
Mîr Tehsîn gotiye:
”Xelkên êzdî nikanin ticaretê bikin, çimkî li Kurdistanê hin kes hene muameleyê bi êzdiyan ra nakin.”
Diyar e emê nebin milet û negihîjin xelkê. Di rojeke wiha da heger hîn jî hin kurdên wiha paşdemayî û xwediyên fikrên wiah genî hebin wê demê me arî li serê xwe kir.
Heta ku di nava kurdan fikrên wiha hebin kurd tu carî nikanin ji bin vê zilmê xelas bibin û bibin xwedî dewlet.
Ku em bibêjin ev elewî ye, ev êzdî ye, ev sûnî ye, ev şîe ye, ev komînîst e, ev dîndar e wê demê me havil kir.
Bi vî aqilê vala emê tu carî negihîjin hevala.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE