03 november 2008

Ji bo naskirina Erdogan du nimûneyên dîrokî

Di nivîsa xwe ya do da min Tayyip Erodogan şibandibû Mahmût Esat Karakûrt û Nîhal Atsizê faşîst û panturkîst û gotibû ku Erdogan jî weke van pêşiyên xwe yên faşîst kurdan bi tehcîr û qetlîaman tehdît dike û ji wan ra dibêje ”ya bibin tirk ya jî vî welatî terk bikin.”Kesên kal û navsale Mahmût Esat Karakûrt(1902-1977) û Nîhal Atsiz(1905-1975) baş nas dikin, dizanin ku ew du faşîst û panturkîstên tirkan yên herî mezin û dijminê miletê kurd yên qanîqanê ne.Lê piraniya cîlê nuh navên Mahmût Esat Karakûrt û Nîhal Atsiz bihîstibin jî ji nêz va nasnakin.
Kesên weke Turkes, Baçelî û Erdogan suxte û mirîdên van faşîst û tûranciyan e û hîn xeta wan ya îdeolojîk û siyasî didomînin.
Nîhal Atsiz di 4-ê gulana 1941-ê-da wesîyetnameyeke pir kin ji lawê xwe Yagmûr Atsiz ra nivîsîye. Ez dixwazim vê wesîyetnameya pîrê Erdogan li vir pêşkêşî we jî bikim.
Wesîyetname di 4-ê gulana 1941-ê da hatiye nivîsîn û wiha dest pê dike:

”Yagmûr lawê min!
Îro tu tam yeksalûnîvî yî. Min wesiyetname qedand, digrim. Ez rismekî xwe weke yadîgar ji te ra dihêlim.
Ji nesîhetên min dernekeve, bibe tirkekî baş.
Komînîzim meslegekî dijminê me ye. Viya baş fêr bibe.
Cihû dijminê hemû miletan yê bidizî ne.
Rûs, Çîn, ecem/faris, yûnan dijminên me yên dîrokî ne.
Bûlgar, alman, îtalî, îngilîz, fransiz, ereb, sirb, xirwat, îspanî, portekîzî, romen dijminên me yên nû ne.
Japon, afgan û emerîkî dijminên me yên sibe ne.
Ermenî, kurd, Çerkez, abaza, boşnak, arnawut, pomak, laz, lezgî, gurcî, Çeçen dijminên me yên hundur in.
Ji bo şerê bi hewqas dijmin ra dibê meriv baş hazir bibe.
Xwedê alîkarê te be!
Nîhal Atsiz
4 gulan 1941”
Ez bawer dikim ne hewceyî gotin û şiroveyeke zêde ye, hertişt li ber çava ye. Miletê kurd û hemû însaniyet rûbirûyî îdeolojiyeke li dijî mirovahiyê, îdeolojiyeke nazîst û hov e.

Nîjadperestên wek Bahçelî, Baykal û Erdogan telebeyên vê medresê ne û bi vê îdeolojiya dirinde perewerde bûne û xida xwe jê girtine.
A bi vê îdeolojiya tûrancî-panturkîst ya wahş Erdoganê mahcirê gurcî îro ji kurdan ra dibêje,
“ ya bibin tirk ya jî ji vî welatî bar bikin”Yanî mahcir û mahkûmê Kafkasan ku bi kok, esl û feslê xwe dişibe gêrmiya gavanan, kes nizane bezê guhê wî ji kuye, me ji welatê me diqewitîne.
Ez dixwazim nimûneyekê jî ji dîtin û îdeolojiyiya E. Mahmût Karakûrt jî bidim.
“Tirk, efendî û xwediyê vî welatî yê tekane ye. Kesên ku ne ji nîjada tirk ya paqij be li vî welatî tenê mafekî wan heye; mafê xizmetkariyê, mafê koletiyê. Dost û dijmin, heta çiya jî divê vê rastiyê wiha bizanibin.
Mahmût Esat Bozkûrt”

Şerê miletê kurd yê ji bo serxwebûn û azadiyê li hember neviyên van panturkîst û faşîstan e. Îdeolojî eynî ye tenê şexs cihê ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE