06 november 2008

Hela bala xwe bidin vê sosireta giran!

Ez dixwazim îşev qala tiştekî pir taybet, pir îstîsna bikim.
Dibe ku ji bo gelek kesî ev tiştê ku ezê qal bikim pir normal e, nabe mijara minaqeşê û nivîseke wiha.
Lê ji bo min ne wiha ye, bi min pir ecêb hat.
Ez du roj berê rastî xeberê hatim, minê do binivîsanda lê min li hev ranegirt. Hilbijartina Barack Obama dor ji wê girt.
Roja şemiya borî(2/11) kongreya giştî ya ÎHD-ê (Komeleya Mafê Mirovan) ya 14-mîn çêbû, serok û komîteyeke nuh hate hilbijartin.
Dema xebera li ser kongreya ÎHD-ê bi ber çavê min ket, min xwend û xwest navê serokê nuh fêr bibim. Dema min navê serokê nuh xwend, ez matmayî mam, min carê du caran çavên xwe qurc kirin ji bo ku baştir bixwînim.
Lê feyde nekir, navê min xwendibû rast bû.
Navê serokê ÎHD-ê yê nuh Abûqat Ozturk Turkdogan(Öztürk Türkdogan) bû. Yanî dema meriv wek mane tercume bike, tê maneya ”tirkê heqîqî, tirkê rastîn yê tirk hatiye dinê”!
Alahuekber!!!
Dema meriv nav li xwe kir dibê wha be, dibê dinya alem ji navê meriv fêm bike ku meriv him ”tirkekî heqîqî ye û him jî tirk hatiye dinyayê.”!Navên hin kurdên me yên ku ê wan wan jî bi "Turk..." dest pê dike li hember vî navî pênc quruşan jî nakin, hema biguherînin çêtir e.
Mesela paşnavên wek ”Turk” li hember vî navî zêde balê naksîne û tu heyecanekê jî nade meriv.
Nav, dibê balê bikşîne, heyecanê bide însanan û li seranserê cîhanê nimûneyeke din tunebe.
Mesela weke Ozturk Turkdogan!Xwedê hevza meriv bike!
Ez nizanim ev camêr kurd e ya tirk e?
Heger tirk be ji xwe diyar e bavê camêr tirkçî û faşîstekî tam keftar bûye. Loma jî mêrik xwestiye bi navê zarokên xwe jî nîşanî kurdan bide ku ew çuqasî tirkçî ye û dijminê kurdan e.
Bêguman heger Abûqat Ozturk Turkdogan ji nav û paşnavê xwe hez nekira ewê biguheranda.
Ozturk Turkdogan neguhertiye, diyar e pir kêfa wî ji navê wî ra tê. Helbet ew jî mafê wî ye.
Meriv dikane navê xwe bike sergîn ya jî tepik!
Ma çima bi hezaran navên tirkan ne ”Satilmiş” û nizanim çi ne.
Lê heger kurd e û dîsa jî vî nav û paşnavê beloq, tahrîkkar û serapê nîjadperestî û tirkçîtî jê difûre naguhertiye maneya xwe ew e ku ne tenê bavê wî, ew bi xwe jî ji nav û paşnavê xwe gelkî hez dike.
Weke merivekî huqûqnas û serokê komeleyeke mafê mirovan pir şerm e ku wî heta nuha ev nav û paşnav naguhertiye.
Ez fêm nakim meriv çawa dikane xwedêgiravî him merivekî demokrat, humanîst û parêzvanê mafê mirovan be û navê meriv jî ewê ”Ozturk Turkdogan be?”Ma li dinyayê nav û paşnav nema?
Nav nasnameya meriv e, gelek caran mensûbiyeta meriv ya netewî û meyla meriv, meyla dê û bavê meriv ya siyasî dide der.
Loma jî wek qaîdeyeke gelemperî navek, dibê însanan nerehet neke, ji bo zarok nebe sebebê fedî, zor û zahmetiyê.
Disa navek dibê pir ne xav, pir beloq û balkêş be.
Lê navê ”Ozturk Turkdogan” hertişt e, meriv fêm dike ku bi kêmanî malbata wî tirkperest û faşîst bûye.
Merivekî demokrat û parêzerê mafê mirovan dibê bi vî navê ku di cî da nîjadaperstiyê tîne bîra meriv nejî.Paşanav jî bi qasî nav girîng e, ew jî nasnameyeke meriv ya hîn firehtir e.
Paşnav, diyar dike ku meriv ji kîjan malbatê, eşîrê, heta ji kîjan qewmî ye; yekîtî û mensûbiyeta meriv bi kes, malbat, eşîr û miletekî ra eşkere dike, tê maneya ku meriv ji kîjan malbatê û ji kîjan miletî ye.
Ji ber vê yekê jî nav û pasnavê "Ozturk Turkdogan"gelkî girîng e, gelek tistan tîne bîra meriv.
Ma ne ji ber van sebebanan e ku dewleta tirk paşnavê ”Turk, Ozturk, Turkdogan, Turkkulu” û hwd. li kurdan dike lê heta nuha nehştiye ku yek kurd jî paşnavê xwe bike ”Kurd, Kurdperwer, Kurdhez, Kurdêrastî” û yên weke van
Dibe ku camêr merivekî weke nav û paşnavê xwe ne tahlûke be, lê zêran jî bidin min jî weke kurd ez newêrim xwediyê vî navî bikim abûqatê xwe jî.
Kevir bibare, lawo kurdek(heger tu kurd î) çawa dikane navê xwe bike Ozturk û paşnavê xwe jî bike Turkdogan?Hema kî çi dibêje bira bibêje, bi ya min ibret û sosireteke giran e û dibê meriv hevza xwe ji xwediyê vî navî bike û weselam...
Tirk êdî nahêlin kurd bi diyên xwe ra jî bi kurdî bipeyivnLi gor malpera Netkurdê dinivîsde xortekî kurrd yê bi navê M.Zekî Bucaga, ji ber ku di telefonê da bi diya xwe ra bi kurdî peyivîye marûzî êrîşeke pir giran bûye û çûye ber haletê mirinê. Yanî xwestine lînc bikin.
Bûyer li Tirkiyê li bajarê Golbaşiyê qewimî ye.
Li gora agahîyên Bucagay, dema ew li Gulbaşîyê li dikanekê runîştîbûye, dayika wî telefonî wî kirîye û ew jî bi dayika xwe re bi kurdî peyivî ye.
Du kesên din li dikanê bûne, midaxeleyî wî kirine û jê ra gotine ku ew nikane bi kurdî bipeyive. Û wî jî gotiyeku ewê bipeyive û minaqwşe kirine. Li ser vê herdu birayên tirk li xortê kurd xistine, milê wî şikandine û birine ber halê mirinê.
Belê, serokwezîrê Tirkiyê dibêje li Tirkiyê kurd jî weke tirkan xwediyê hemû mafan in.(!)
Lê tiştê xerîb, mafê wan yê axaftina bi diya xwe ra tuneye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE