21 november 2008

Dewla min bi avê neket

Ez dizanim ji do da ye gelek xwendevan li bende min in, dibêjin hela ka “xalê Zinar çi kir?”
Hema ji we ra eşkere bibêjim, “xalê Zinar tu jahra we jî belav nekir”, ji şevê bi tena serê xwe kortuka hustuyê xwe xurand û vegeriya malika xwe.
Esas ez xwe baş nas dikim û min dizanîbû ku ewê wiha bibe, ji ber ku ez ji suûda xwe ne bawer bûm.
Min dizazîbû ji asîmanan kulûnçe jî bibare ewê kevir were li serê min keve.
Dema ez bi kinî qala şevê û şahiyê bikim, bi rastî jî şeva me gelkî xweş bû. Saet li dora şeşan em çûn aşxaneyê.
Aşxaneyeke gelkî mezin û xweşik bû. Em 85 kes bûn lê bêyî me jî gelek însan li wir hebû. Ji bo me ciyek cihê kiribûn.
Destûra kî dixwa li ba kê rûne nedan. Kaxetên ji çar rengan(kesk, sor, hişîn û xewraxî)çêkiribûn, bi ketin hundur ra meriv ji sepetê kaxeteke digirt û li gor wî rengî diçû li derekê rûdinişt. Ji bo ku însan tevlihev bibe û kesên hevdûdu nasnakin jî bi vê riyê hevûdu nas bikin.
Ez ketim ba 3 jinan, dudu nas bûn û yek jî ne nas bû. Milê min ê çepê jî vala bû, çimkî ez li masa serî rûniştibûm.
Ji hersê xaniman yek ne tê da lê herduyên din pir şîrîn û li gor gor dolê min bû, herdu jî nazenîn, zarşîrîn û sohbetxweş bûn.
Berî rûniştinê herkesî qedehek koktayl girt û rûnişt.
Me zû sohbet germ kir. Yê hevûdu nasnedikir xwe bi hev da naskirin.
Piştî wê dor hat kurte jiyanê:,
-Çend sal e li Swêd e?(xanimek ji Wîetnamê bû)
-Rewşa malbatî çi ye, zewiciye ya azib e? Ev gelkî mihîm e.
-Çend sal e li dahîreya sîgortayê kar dike?
Berê çi kar kiriye?
Û gelek pirsên bi vî rengî.
Ev destpêk e, yanî germbûna berî antramanê ye.
Heta me hinekî hevûdu nas kir û di rheqê hev da gihîştin hin qeneatan xwarin hat. Xwarin pir xweş bû.
Bi hatina xwarinê ra mijar guherî, bû xweşî û tama xwarinê.
Hinekan masî, hinekan xwarina vegeterîsk û hinekan jî sînga mirîşkê girtibû. Mesela min sînga mirîşkê girtibû. Ji ber ku ez sînga mirîşkê nas dikim, tiştê min berê nexwaribe ez newêrim zû bi zû bigrim.
Herkesî bîstekê qala xwarian xwe kir.
Em hemû jî ji xwarina xwe razî bûn.
Dûra dîsa vexwarin hat. Me hinekî din sohbet germ kir.
Piştî wê mêrikê dengbîj hat. Heta dehê şevê bi gîtarê solo stra. Û bi piranî jî bi îngilîzî û stranên salên 1960-1970-ê got.
Bêyî ku ez yek gotinê jî jê fêm bikim min jî bi herkesî ra jê ra li çepikan dixist.Yekcaran bi rastî jî meqamên wî gelkî xweş bû, lê min nizanîbû çi dibêje.
Kultur û zanîna kesên ewrûpî ya muzîkê li gorm e pir û pir zêde ye. Dema dibînin ku ez hemû stranên Elvis Presley û yên dengbêjên rockê yên salên 1960 û 1970-î nizanim matmayî dimînin.
Her strana mêrik kesên dora min hema serên xwe pê ra dihejandin û pê ra digotin. Ji ber ku min yek gotin jî jê fêm nedikir, loma jî bi rengekî matmayî li devê min dinêrin.
Di vî warî da ez gelkî şerpeze bûm.
Erê min telebetî nedîtiye û ji muzîkê jî qet fêm nakim, lê gelo ez tenê wiha paşda mayî me ya jî piraniya kurdên di salên min da wiha ne?
Tiştê ez dizanim me tenê çend dengbêjin kurd û tirk nas dikirin, kesî dengbêjin emerîkî, îngliz, Elvis Presley û grûba popê ABA nas nedikir.
Axir swêdî biçûk mezin kultura wan ya muzîkê pir zêde ye.
Ez ji meselê hinekî dûr ketim
Piştî xwarinê êdî milet li gor dil û hesabê xwe dest bi cîguherandinê kir û di hev aliqîn.
Êdî marîfeta kê çi bû divê nîşan bida.
Ez ciyê xwe memnûn bûm û sohbeta me jî ne xerab bû.
Lê weke hertim vala bû, dawî nehat…
Xanimên swêdî wiha ne, heta dihêlin meriv carê wan himêz bike çermê eniya meriv diqete, meriv kezebreşî dikin…
Li ba me ne wiha bû, mizicandineke ji dil, awirekî çavan ya jî çavqurçkirineke evîndaran tenê têr dikir…
Min dît ezê ”tiştekî” bi ser avê nexim, loma jî min dest bi siyasetê kir.
Belê, di şevên wiha da dema meriv dibîne ku dewla merivê bi avê nekeve, divê meriv dest bi siyasetê bike. Ya çêtir ew e.
Min jî wer kir.
Heta ji min hat min da ser tirkan. Çimkî hustuyê wan ji yê herkesî qalindtir e, şîrmaq baş cî digre…
Welhasil, şahiyeke gelkî xweş bû. Me têra xwe xwar, vexwar û gelek şêwir û mişêwr û laqirdiyên bêzirar û bêkar jî kir.
Û dûra jî xemgîn û hustuxwar min berê xwe da malika xwe.
Bi rê da min ji xwe ra got, Zinar, çavê li deriya xwelî li seriya...
Saet wa ye tê yanzdeûnîvan(23.30), xanim û zarok ji zûda raketine. Bêdengiyeke mirinê li hundur hakim e, tenê tike rik ji saetê tê.
Saet ji dehan û virda ye berfeke hûr hûr dibare, min derî vekir û li der nêrî, erd spîboz bûye.
Êdî wexta raketinê ye.

2 kommentarer:

  1. Kek Zinar,
    Tu nekeve xeman. Em vê tolê ži kesî ra nahêlin. Sala tê, kek Zinar, sala tê em ê te bi tevî plan u prožeyên pir mezin bišînin ba wan gulgulekan. Lê de tu heya wê demê hinekî giraniyê bide boddy-building u spora xwe. Wellehî ewê bazuyên te yên hesinî u kurdînî dilê wan bike dešta Herran’ê. Bi xwedê tu dê žî tenê bi aramî bičêrî u bistrînî wekî Ciwan Haco: Wê yarkužêêê tîreeek weşaaand… sofî ži kuuučê ziviraaand, dil u îmaaan žêêê firaaand…
    Bi silavên germ
    Bîržen Žehr

    SvaraRadera
  2. Pîrê memir buhar tê, kero memir qîvar tê...
    Heyran yê me tenê henek û leqleqa vala ye. Bira tiştekîdin neyê bîra xortan.
    Em ji zûda ji devê da ketine lê ji hophopê namînin. Mesele ev e.
    Erê dil heye lê taqet tuneye.Ji me bêtir Xwedê îşê we xortan li hev bîne.

    SvaraRadera

PARVE BIKE