30 november 2008

Tirkiyê ji Îraqê xûg xwestiye

Rejîma kemalîst û meleyan avên çemên Kurdistanê li hemberî welatên cîran weke şantajê bikar tîne û dixwaze bi nedana avê ji Îraqê xûgiyê/xeracê bigre.
Endamê Komîteya Çandiniyê ya Parlamentoya Iraqê Heyder El-Suveydî, do di kongreya cotkarên Îraqê da peyivî û got, ”avdana zeviyên welêt bûye gelşeke siyasî.”
El-Suveydî
got:

”Bi qutkirina ava çemê Ferêt hukûmeta Tirkiyê, li hember Îraqê zordestiya avê bikar tîne û dixwaze avê bi petrolê biguhere.”
Hêdî hêdî eşkere dibe ku Tirkiye çima di çêkirina bendavan da hewqasî israr dike. Heta nuha dihat zanîn ku bi çêkirina bendava GAP-ê û bi taybetî jî beşê Bendava Ilisuyê Tirkiye dixwaze rê li ber tevgerên gerrîla bigre û têkiliya miletê kurd ji hev qut bike.
Lê waye derket ortê ku hesêbê Tirkiyê yê bi dizî ne tenê ev bûye, bi çêkirina van bendavan Tirkiye dixwaze ji Îraqê petrolê belaş bigre, yanî xûgiyê bigre.
Wek tê zanîn,Tirkiyê di çarçeweya projeya GAP-ê da di sala 1983-an da li ser çemê Ferêt bendava(beraja)Ataturk çêkir. Tirkiye avên çemên Dîcle û Ferêt di bendavan da depo dike û dûra jî li hemberî Îraqê û Sûriyê weke qozekî siyasî bikar tîne. Û nuha jî derket ortê ku Tirkiye dixwaze avê bi petrolê biguhere.
Ji ber ku petrola wê tuneye û nikane Îran ya jî Îraqê îşxal jî bike, loma jî dixwaze avê ji ser Sûriyê û Îraqê bibire û bi vê yekê jî belkî çend kurtêlan bidest xe.
Yanî mêrikan dixwazin ava kurdan ji kurdan bibirin û bi vê yekê jî ji kurdan hinek petrola belaş bistînin.
Ev nêta Tirkan heta nuha min nizanîbû, ev cara pêşîye ez vî hesabê tirkan ji Suveydî fêr dibim.
Suveydî, do li bajarê Hîlle beşdarî kongreya cotkaran bû û di kongrê da axaftinek kir.
Di axaftina xw da da got, ”Tirkiyê li ser çemê Ferêt bi çêkirian beraja Ataturk hemû av ji ser Îraqê biriye.”Suveydî got, di meha adara borî da li Sulêmaniyê kongreyeke enerjiyê çêbû û ji gelek welatên Ewrûpayê jî nûner beşdar bûbûn. Wî di wê kongreyê da jî ev mseleya avê aniye zimên û gotiye ku Tirkiye li hember welatên cîran ambargoya avê bikar tîne. Û ji nûnerên ewrûpî ra gotiye ”heta ku Tirkiye meseleya xwe ya avê bi cîranên xwe ra çareser neke divê tirkiyeyê nekin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.”Rejîma kemalîst û meleyan bûye wek ”segê gurrî” xwe di dîwaran dide. Bi artêşa xwe ya yek milyonî dixwaze çavsoriyê li cîranên xwe bike, belkî cîran ji van gefên wan bitirsin û xûgiyê bidin wan.

Çapemeniya kurd divê derewên tirkan zû nefroşin kurdan

Bi nêzîkbûna hilbijartinên mehelî ra fen û fût û sozên dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê jî ji berêvkê da zêde dibin.
Piştî soza ”TRT-ya bi kurdî” nuha jî minaqeşeya wergera Qurana Kerîm ya ”bi destê dewletê” avêtin ortê.
Li gor xebera rojnameyên Redîkal û Akşamê, ji Serokatiya Karên Diyanetê du zanayên xwedîgotin ji bo projeya wergera(mealî) Qûrana bi kurdî, bi gotina tirkan ”lempeya kesk” vêxistine.
Serokê Heyeta Weşanên Diyanetê Prof. Dr.Saim Yeprem gotiye:
"Metnên Mewlûda kurdî jixwe hene. Bi destê dewletê amadekirina metnên Qurana Kerîm jî ne tiştekî ku ne mimkûn e.
Quran dibê bi her zimanî hebe. Hebûna kurdî li Tirkiyê rastiyeke. Di vê çarçeweyê da dibê meala Quranê jî were amadekirin. Piştî ku TRT biryara weşana bi kurdî dide, çima ewê meala Quranê ya bi kurdî tunebe.”
Piştî van gotinên girover û yên dilxweşkirinê Yeprem efendî di dawiyê da ”lê”yek lê zêde kirye û gotiye:

”Zahmetiya herî mezin, hewcedarî bi alimên ku bi kurdî û erebî baş zanibin heye.”Tiştê meriv ji gotinên Saîm Yeprem efendî fêm dike, nuha kesên wiha tunene, lê heger rojekê werin dîtin ewê ev yek jî were kirin.
De hela hûn bala xwe bidin vê ecêbê!
Di nava tirkan da kesên bi erebî baş dizanin hene lê di nava bi milyonan kurdên ku zimanê wan yê perwerdeyê bi erebiye kesekî ku vî karî bike tuneye.
Ev vireke ji serê xwediyê vî îdîayê mezintir e, heger ne bi hezaran be, bisedan kurdên kanibin vî karî bikin hene. Û ji xwe berê jî pir ne baş be jî kurdan bixwe ev werger kiriye. Yanî astenga wergerê ne rast e, vir e.
Berpirsiyarê weşanên Serokatiya Karê Diyanetê û Cîgirê Serokê Diyanetê Mehmet Gormez jî xwedêgiravî piştgiriyê daye gotinên SaîmYeprem yên derbarê wergera Quranê da û gotiye:
”Ne tenê bi kurdî, bi her ziman û lehçeyê divê Quran hebe. Lê di rojeva me da xebateke wiha tuneye. Ji ber ku li gor kurdî wergerên gelek zimanên din hene ku ji kurdî bêtir tên bikaranîn, me hîn tercumeyên wan nekiriye. Amadekirina Quranê bi kurdî bi serê xwe pirseke ilmî ye.”Yanî pîrê memir buhar tê, kerê memir qîfar tê.
Bi gotineke din tiştê hatiye gotin vir e, xapandine, dewlet tiştekî wiha nake.
Ji destê dewletê bê ewê qedexe bike.
Gormez pir eşkere dibêje, ”di rojeva wan da xebateke wiha tuneye.”
Îcar piştî ku "di rojeva wan da xebateke wiha tuneye", ez fêm nakim hin malperên kurd çima vê derewa mamûrekî tirk weke biryareke dewlet û hukûmetê pêşkêşî xwendevanên kurd dikin?
Çapemeniya kurd divê bi temkîn û bi çavekî rexnegir li xeberên wiha binêre, her dereweke dewletê ya ji bo propagandeyê tavilê neweşîne.
Û ya din jî ji xwe mêrikan negotine biryareke wiha hatiye girtin, tenê gotine "divê bibe." Lê nuha ne kurdekî vî karî biike heye û ne jî xebateke wiha di rojevan da ye.
Li gor îdîeya Gormez, kurdî zimanekî biçûk e, zêde nayê bikaranîn, loma jî nuha ne di dorê da ye. Di destê wan da wergerên hin zimanên ji kurdî bêtir tên bikaranîn hene, wan hîn ew werger neqedandine.
Yanî binake û sinakeya derewa Saîm Yeprem tuneye, gotineke û ji xwe ra kiriye.
Weke Saîm Yeprem, Gormez jî ji tunebûna kesên bi kurdî û erebî dizanin gazin kiriye û gotiye:
”Ji bo karekî wisa pêwîstî bi alimên ku kurdî baş dipeyivin û baş dinivîsin heye. Berê divê ev alim werin dîtin.”Ji bo ku kurd zimanê xwe fêr nebin, nikanibin nûçeyan bi kurdî bixwînin hukûmeta AKP-ê hema hema hemû malperên kurdî yên nûçeyan(Netkurd, Avesta, Rizgarî, Pûkmedia, Kurdistan Post) qedexe kirine, rojnameya Azadiya Welat meheke din dan girtin û kanalên telewîzyonan kurdan jî bi sinyalan xera dikin.
Dîsa çendakî berê hin meleyên kurd ji bo ku xutbeyên roja îniyê û weaz bi kurdî bêne xwendin serî li diyanetê dan, lê diyanetê ev daxwaza kurdan qebûl nekir.
Berpirsiyarên diyanetê gotin zimanê dewletê yê fermî tirkî ye û bêyî tirkî nabe bi tu zimanekî din xutbe û weaz were xwendin.
Û hukûmeta xwediya vê bersîvê ewê rabe di zanîngehan da beşê zimanê kurdî veke, Quranê wergerîne kurdî û telewîzyonê da dest bi weşana kurdî bike.
Hema ev derew neket serê min.
Helbet bikin pir baş e, lê li gor baweriya min nakin, vira dikin. Loma jî heta di praktîkê da nebînim ezê bi şik li van îdîeyan binêrim.
Ma çi têkiliya Netkurdê, Avestayê û Pûkmediyayê bi PKK-ê ra heye? Çima xwendina wan asteng dikin?
Li Tirkiyê bi sedan malperên weke kerxaneyê dixebitin hene, jinan û zarokan difroşin, wan nagrin, malperên kurdan digrin.
Digrin ji ber ku li dijî hebûna zimanê kurdî ne, li dijî hebûna miletê kurd in.
Hukûmet û rejîma ku van malperan sansor bike, rejîmeke pir xerab û faşîst e û li hember miletê kurd siyaseteke nîjadperest û pir dijminane dimeşîne.
Divê em kurd vê rastiyê bibînin.
Ez bi xwe vanan hemûyan weke virên berî hilbijartinan dibînim.
Cara berê jî AKP-ê berî hilbijatinên giştî îmajeke wer da xwe fena ku careke din were ser hukum ewê meseleya kurd çareser bike.
Praktîkê nîşan da ku çawa çareser kir?
AKP-ê heta nuha di meclîsê da çi kiribe di belediyên xwe da jî ewê eynî tiştî bike. Siyaseta AKP-ê ”yek dewlet, yek milet, yek al” û yek ziman e.Herçeiqas Erdogan ”yekziman” bi şertên xwe va neke jî maneya ”yek milet” yek ziman e jî.
Çimkî miletê tirk zimanekî wî heye û ew jî tirkî ye
Ev yek pir vekirî ye. Divê hinek kurd bi zanetî xwe li xamî û nezaniyê daneynin û gotinên Erdogan çewt fêm nekin.
Erdogan pir vekirî dibêje: Dibê hûn bibin tirk. Dema hûn nebin tirk û bixwazin weke kurd bijîn divê hûn ji vî welatî bar bikin û herin ciyekî din.
Îcar xwediyê van gotinan ewê destûrê bide telewizyona kurdî, beşê zimanê kurdî û tercumeya Quranê, ew jî qet nakeve serê min.

28 november 2008

Terora li ser navê dîn û dereweke tirkan

Bûyera terorîst ya Hindistanê ez gelkî xemgîn kirim û êşandim. Li hember vê wahşeta dûr î aqilan meriv kerr û lal dide.
Li ser navê dîn û îdeolojiyê tiştên li hember însanên sivîl û bêguneh hatiye kirin bi gotineke herî sivik wahşet e, qetlîam e û ne karê însanan e. Ez vê qetlîama terorîstî bi şîdet mahkûm dikim.
Li gor malpereke Mêrdînê(mardînlîfe)dinivîse, Rektorê Unîversîteya Artukluyê Prof. Dr. Serdar Bedii Omay gotiye, ji bo ku li Unîversîteya wan beşekî Ziman û Edebiyata kurdî vekin, wan dest bi xebatê kiriye.
Û ji bo destpêkirinê jî di demeke kin da ewê pêşniyarekê bibin ji YOK(Heyeta Bilind ya Perwerdeyê) ra.
Li gor Omay, di vekirina beşekî zimanê kurdî da ew tu tiştekî şaş nabîne û normal e, lê divê bi qanûna esasî ra li hev bike.
Omay gotiye, vekirina beşekî wiha ewê ji aştiya civakî ra xizmetê bike, ewê feydeyeke mezin bigihîne welêt.
Heger bi gotinê be tirk di telewizyonan da dest bi weşanên kurdî dikin, di unîversîteyan da beşên kurdî vedikin, axir dikin û dikin.
Lê di praktîkê da nahêlin kurd bibin xwedî rojnameyeke rojane jî.
Li bakurê Kurdistana û li Tirkiyê tenê rojameyeke kurdan ya rojane heye(Azadiya Welat), wê jî herroj digrin, nahêlin kurd mehekê li ser hev bixwînin.
Di xeberên îro da heye, dibêjin, Serdozgeriya Komarê yê Stenbolê, Azadiya Welat meheke din jî girtiye.
Ji xwe Azadiya Welat 23 roj berê qedexeya mehekê qedandibû û dest bi weşanê kiribû. Meha wê neqediya, waye meheke din jî qedexe kirine.
Mêrika nahêlin kurd bi destê xwe tiştekî ava bikin û berdewamiyekê bidinê, tim diqurçimînin û rê li ber digrin.
Îcar ewê di zanîngehê da ”beşekî ziman û edebiyata kurdî vekin?”
Kuro ma ne hîn çend roj berê ji bo ku mebûsê Sêrtê Osman Ozçelîk di karta xwe ya Çejna Qurbanê da li gel tirkî bi kurdî jî gotibû, “Ez Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim û kar û xebatên we da serkeftinê daxwazim”, ji ber van gotinan we karta wî çap nekiribû û paş da lê vegerandibû. Hela berê destûrê bidin mebûsekî kurd, bira bikanibe ji hemwelatyên xwe ra bi kurdî bibêje ”ez çêjna we pîroz dikim”, dûra di zanîgehan da dest bi vekirina beşên kurdî bikin.
Hilbijartinên mehelî nêz dibin, loma jî divê kurd bi hin sozên vala werin xapandin.
Û xapandina kurdan jî ji xwe weke vireke ava e, zarokekî çar salî jî dikane bi hezaran kurdî bixapîne.
Ma çima Erdogan bi wî aqilê xwe bi çend derewan bi milyonan kurd nexapand?
Û piştî ku karê xwe qedand mêrik dest bi zirt û fortan kir, û got ya hûnê bibin tirk ya jî hûnê ji vî welatî herin.
Ji ber ku tirk dizanin kurd ne ji serpêhatiyên bav û kalên xwe, ne ji gorrên li ber çavên xwe û ne jî ji cendekên zarokên xwe yên perçeperçe bûyî tecrûbeyê nagrin, dereweke biçûk, silavek sexte têra xapandina wan dike û zêde ye jî.
A ji ber vê yekêye ku bi nêzîkbûna hilbijartinên mehelî ra ji bo xapandinê hin derewên nuh li hev radigrin, xwedêgiravî di zanîngehan da ewê beşê edebiyat û zimanê kurdî vekin.
Û vê sozê jî serokwezîr ya jî wezîrê perwerdeyê nade, rektorekî zanîngehê dide. Tu berpirsiyariyeke camêr tuneye, mamûrekî dewletê ye û fikrekî xwe gotiye. Sibe ewê bibêje wele min xwest lê hukûmetê red kir.
Hemû mesele ev e.
Heger ne derew e, rojmnameyên kurdî qedexe nekin, navên parkên kurdî neguherînin, ji bo ku bi kurdî karteke çejnê nivîsîye xelkê nedin mahkimeyan.
Dema we ev tişt kirin wê demê emê jî baweriyê bi van soz û planên we yên di zanîngehan da vekirina beşên kurdî bînin.

27 november 2008

Xebera vexwendina Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê dîsa derew derket

Gelek malperên kurd do li ser navê malpera Pukmedîaê xeberek belav kiribûn û gotibûn ku, Tirkiyê bi rêya konsolosê Tirkiyê yê Mûsilê Ahmet Yildiz dawetnameyeka resmî gîhandiye serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ew dawetî Enqereyê kiriye.
Di nivîsa xwe ya do da ez jî li ser vê mijarê rawestiyam û min got, ”tirsa min ew e ku tirk sibe vê şaiya kurdan îcar jî tekzîb bikin û bibêjin Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê nuha ne aqtuel e û îdîaya kurdan derew derxin.”
Texmîna min rast derket, îdîa kurdan bêbinake û derew bû.
Hinekan ev xeber ji bal xwe çêkiribûn û gelek malperên kurd jî bêyî ku çavkaniya xeberê fêr bibin ev xeber dan.
Li gor ku Netkurd îro dinivîse, ”berpirsê peywendîyên derve yê hikûmeta Kurdistanê Felah Mustefa, îdiayên ku serokwezîr Nêçirvan Barzani ji alîyê Tirkiyeyê ve hatîye dawetkirin red kiriye.”Carê berê, çaxa kurdan dîsa îdîayek wiha avêtibûn ortê, wê demê tirkan bi xwe îdîaya kurdan ya ku Nêçîrvan Barzanî ji alî Tirkiyê va hatiye vexwendin, red kiribûn.
Diyar e tirkan îcar ev tekzîb ji dêlî ku ew bi xwe bikin, bi kurdan dan kirin.
Felah Mistefa di beyana xwe da gotiye:
”Tu dawetnameyek fermî ji Tirkiyeyê negihîştîye destê serokwezîr Kurdistanê Nêçirvan Barzanî.”Ê yanî çi?
Nuha ne şerm e ev du car in derewên wiha di çapemeniyê da tê belabkirin. Ez fêm nakim kî û ji bo çi xberên wiha belav dike?
Û ya din jî dema di malperekê da hat belavkirin divê her kes hema ji wê malperê negre û belav neke.
Divê bi hukûmeta Kurdistanê ra têkilî were danîn û xeber ji bal wan ve jî were teyidkirin.
Di vê demê da danîna têkiliyê û pirîsîn pir ne zor e, li gelek welatên Ewrûpayê nûnerên hukûmeta Kurdistanê û yê partiyê hene, meriv dikane xwe bigihîne wan.
Ya din bi teknîke îro, meriv dikane raste rast ji hukûmetê bi xwe bipirse û bide teyidkirin.
Belavkirina xeberên ne rast ne xweş e û zirarê dide kurdan.
Do, dema min xeber xwend, min zanîbû ne rast e, loma jî di nivîsa xwe da min got, ”Ez hêvî dikim ku dawet îcar rast derkeve, lê heger îcar jî derew derkeve bi rasîtî ji bo kurdan şermeke mezin e.”Netîce xeber rast derneket.
Serokwezîr Erdogan di serî da, hemû wezîrên hukûmeta AKP-ê hîn tu carî tehamulî navê Kurdistanê nakin û nabêjin Kurdistan, ji Kurdistanê ra dibêjin ”Bakurê Îraqê”, îcar ewê çawa serokwezîrê hukûmeta Kurdistanê dawet bikin.
Ez vê hêviya kurdan pir realîst nabînim.
Tirk bi dizî, gava du çav nebînin û kes nebihîze dikanin gelek derewan bikin, lê tu qîmetî herbiya gotin û sozên bêsened û bêbelge tunene.
Naskirin bi dizî nabe, divê eşkere bibêjin.
Kurd dibêjin, bizin bi dizî tê nêrî lê eşkere dizê. Heger tirk ê jî hukûmeta Kurdistanê nas bikin divê eşkere nas bikin, yanî divê eşkere bizên.
Lê tiştê xuyaye hîn nêteke tirkan ya naskirina statuya Kurdistanê tuneye, tenê mecbûrî hin têkiliyên di bin ra û bidizî bûne, hewqas.
Ev yek nayê wê maneyê ku tirkan siyaseta xwe guherandiye. Na, tenê dixwazin bi gotin û sozên vala kurdan bêtir bixapînin, îşê xwe bi wan bidin meşandin.
Û heger mimkûn be, bi saya vê silava xapandinê kurdan berra hev bidin, hin gotinên ne xweş ji devê wan bigrin û bi vê yekê jî wan li ber çavên kurdên Kurdistana bakur reş bikin.
Divê hukûmeta Kurdistanê hay ji vê zindîqiya tirkan hebe û neyên lîstika wan.
Meleyên tirk pir fisgenî ne û takiyê dikin.
Divê haya kurdan ji vê yekê hebe.

26 november 2008

Kurdên başûr li bende dawetkirina tirkan kevzikî bûn...

Li gor malpera Pukmedîa îro dinivîse, wezîrê derve yê Tirkiyê Alî Babacan, bi rêya konsolosê Tirkiyê yê Mûsilê Ahmet Yildiz dawetnameyeka resmî gîhandiye serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ew dawetî Enqereyê kiriye.
Dema min sernivîs dît, min bawer nekir, hinekî matmayî mam lê dûra min ji xwe ra got, dibe ku rast be. Çimkî yekcarnan tiştên ne karê aqilan e dibin û diqewimin.
Lê piştî ku min xeber xwend şika min ya ji rastiya xeberê zêdetir bû.
Min bala xwe dayê, hemû malperên kurdan yên mezin jî cî dane vê îdîaya kurdan ya çavkanî nediyar û ne saxlem.
Di orta meha cotmehê(oktober) da dîsa ji alî nûnerê YNK-ê yê Enqerê Behroz Gelalî va îdîayeke bi vî rengî-xwedêgiravî hukûmeta Tirkiyê serokwezîrî Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawetî Tirkiyê kiriye-hatibû derxistin.
Wê demê jî hemû malperên kurdan dîsa bi def û zurne û bi zilxit xwe avêtibûn ji ser xeberê û bi kêfxweşiyeke mezin ew belavkiribûn.
Lê rojek piştî vê îdîaya kurdan, berdevkê hukûmeta AKP-ê ev îdîaya kurdan ya bêbinake redkiribû û gotibû ”Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê nuha ne mijareke aktuel e.”Yanî tiştê kurd dibêjin ne rast e û me Nêçîrvan Barzanî dawetî Tirkiyê nekiriye, kurd ji ber xwe derdixin.
Tirsa min ew e ku tirk sibe vê şaiya kurdan îcar jî tekzîb bikin û bibêjin ”Hatina Nêçîrvan Barzanî ya enqerê nuha ne aqtuel e” û îdîaya kurdan derew derxin.
Ya din jî ez fêm nakim, ji bo ku werin dawetkirin kurdên başûr çima hewqasî li ber tirkan digerin û ji wan lava dikin?
Dema meriv li serok û berpirsiyarên kurdên başûr guhdarî dike û beyanên wan dixwîne, meriv pir vekirî dibîne ku ji bo ku tirk wan dawetî Enqerê bikin di nava kercaleke mezin da ne, ji bo ku tirk wan dawet bikin îdâyên nerast belav dikin.
Tu nemaye ku ji Erdogan ricaya vexwendina xwe bikin, bibêjin ”ji bo xatirê Xwedê, hela carê me jî dawetî Enqerê bikin lo, carê silavekê bidin me û dilê me jî hinekî xweş bikin. Ma qey ewê kevir bibare?”
Bi baweriya min ev lavlava serokên kurdan tenê wan biçûk dixe. Divê kurd ji bo çûna Enqerê xwe hewqasî biçûk nexin.
Jixwe ji bo tiştekî wiha tu sebeb jî tuneye.
Ez hêvî dikim ku dawetkirin îcar rast derkeve, lê heger îcar jî derew derkeve bi rasîtî ji bo kurdan şermeke mezin e.
Bi qasî ku kurd muhtacî tirkan e, tirk jî hewqasî û heta hîn bêtir mihtacî kurdên başûr in. Lê ji bo hin hesabên siyasî xwe giran dikin.
Divê kurd jî xwe sivik nekin, bivacayî xwe giran bikin. Qîra wan kiriye, dawet dikin nakin ew ji xwe ra dizanin.
Lê tiştê ez dibînim, kurdên başûr feqîran li bende vexwendina/dawetkirina tirkan kevzikî bûne, çavên wan li rê qerimiye. Lê bêbavên tirkan jî xwe pir giran dikin û dawetnameyekê ji wan ra naşînin.
Mîrê êzdiyan Mîr Tehsîn Beg, ji rojnameya Kurdistanî Nwê ra qala feqîrî, perîşanî û rewşa xirab ya êzîdiyan kiriye. Tiştê wî qal kiriye meriv gelkî xemgîn dike û ditirsîne.
Mîr Tehsîn gotiye:
”Xelkên êzdî nikanin ticaretê bikin, çimkî li Kurdistanê hin kes hene muameleyê bi êzdiyan ra nakin.”
Diyar e emê nebin milet û negihîjin xelkê. Di rojeke wiha da heger hîn jî hin kurdên wiha paşdemayî û xwediyên fikrên wiah genî hebin wê demê me arî li serê xwe kir.
Heta ku di nava kurdan fikrên wiha hebin kurd tu carî nikanin ji bin vê zilmê xelas bibin û bibin xwedî dewlet.
Ku em bibêjin ev elewî ye, ev êzdî ye, ev sûnî ye, ev şîe ye, ev komînîst e, ev dîndar e wê demê me havil kir.
Bi vî aqilê vala emê tu carî negihîjin hevala.

25 november 2008

Kurd êdî ne kurdên berê ne


Elhemdulîlah îro ez ne li ser berfê bûm çît û ne jî ketim nava çembera pûlisan.

Bi berbanga sibê ra bi semt ji malika xwe derketim, çûm li otoboza xwe siwar bûm û çûm karê xwe.

Wek yê devê wî ji şîr şewitîbe ji tirsan pifî mêst bike, ji bo ku careke din nekevim û dereke xwe seqet nekim pir bi dîqet dimeşiyam.

Berfê îro vekir û sir û serma kêm bû.

Swêd welatekî wiha ye, du saetên wî hevûdu nagre.

Rojekê dibe berf û tozan, serma 10-15 dereceyan dadikeve binê sifirê, roja din 10-15 dereceyan derdikeve ser sifirê.

Li gor rapora meteorologan/seqamasan ji sibe û pê va hewa ewê germtir bibe û bibe baran. Berfê li erdê nemîne, herderê bibe avzêm.

Yanî berfa me bû weke ”mêrik” bi meriv bikene, tenê sê roj bûn, hat û çû, me tiştek jê fêm nekir.

Dema meriv bi salên dûr û dirêj li xerîbiyê bimîne haya meriv ji pêşketin û guherandina welêt çênabe.

Herçiqas meriv hin tiştan dibihîze jî têr nake, çimkî dîtin û bihîstin ne weke hev e, divê meriv bi çavaên serê xwe bibîne.

Bîstik berê dema min xebera, ”Gewerê jî ronahiya lempeyên trafîkê dît” xwend, min ji çavên xwe bawer nekir, ez gelkî kêfxweş bûm.

Min ji xwe ra got hey dinyayê, Gewer li ku lempeyên trafîkê li ku?

Lê li vê dinyayê tu tiştekî statîk tuneye, hertişt diguhere û heta lempeyên trafîkê jî xwe digihînin Gewera şîrîn.

Belê, êdî weke li her bajarekî modern li Gewerê jî lempeyên trafîkê hene, însan û wasite li gor qaîdeyên trafîkê diçin û tên.

Xêraxwedê.
Ma ji viya çêtir ?

Dibe ku weke min gelek kesên din jî bawer nekin, lê rast e, dawiya dawî gelê Gewerê jî lempeya sosr dît.

Lê ya xerab ji ber ku nizanîbûne kîjan reng ji bo çi ye, loma jî destpêkê serê milet hinekî li hev ketiye, lê dû ra mesele nemaye.

Li gor çapemenî dinivîse li navçeya Gewerê ev cara pêşîye sîstema sînyalîzasyonê ya trafîkê dikeve fealiyetê.

Roja pêşî ne milet tenê, piraniya şofêran jî nizanîbûne ewê di kîjan rengî da rawestin û di kîjan rengîn da derbas bibin, loma jî tevlihevî û teşxele derketiye.

Ji ber ku kesî nexistiye serê kesî, li ser vê, milet mercbûr maye ku demekê dîsa li gor usûla berê ya bav û kalan herin û werin û wolta xwe bavêjin.

Lê ev yek jî bûye sebebê tevliheviyeke mezin.

Li ser dora çûyin û hatinê, di nabêna kesên peya û şofêran da teşxeleyeke mezin derketiye.

Li gor milet bi vêketina lempa sor divê wasite rawestin û însan derbas bibin, lê şofêr li dijî vê dîtina milet derketine û gotine, dema lempa sor vêkeve divê însan rawestin û wasite derbas bibin.

Çimkî li gor hin şofêran, divê di sor da meriv derbas bibe û di kesk da jî meriv raweste.

Di vî warî da milet û şofêran hîn nekiriye serê hev, lê minaqaşe berdewam in.

Li ser pirsa rojnamevanekî, ”dema lempa sor vêketîbe meriv çi dike?”, Îsmaîl Kayayê Gewerî gotiye:
 ”Di lempa sor da meriv ji mînîbusa sekinîye ya dadikeve ya jî lê siwar tê, ma wekî merivê çi bike?”


Gotina rast rast e.

Bi rastî jî kurd êdî ne kurdên berê ne…

Kakiriên Çapxaneya Meclîsa Tirkiyê karta mebûsê Sêrtê Osman Ozçelîk, ji ber ku li gel tirkî, bi kurdî jî gotiye ‘Cejna we ya Qurbanê pîroz dikim. Di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim.”, çapnekirine û paş da li Ozçelîk vegerandine.

Çapxaneyê gotiye, ji ber ku bi kurdî hatiye nivisandin em nikanin çap bikin.

Li ser vê sosiretê, Osman Ozçelîk gotiye:

“Tê îdîakirin xwedêgiravî li pêşîya kurdî tu astengî nîne, TRT xwe amade dike ku dest bi weşana kurdî bike, lê parlamenterek nikane cejnekê bi kurdî pîroz bike.”

Bi baweriya min tiştên wiha pir baş in, belkî kurd teseliya xwe ji tirkan bibirin û doza serxwebûna xwe bikin.

Derewa TRT-ê beşekî ji plan û taktîka xapandina kurdan û tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye.

Ez bawer nakim nêta tirkan û dayina tu mafan hebe.

24 november 2008

Bi berfa pêşî ra ez li erdê bûm çît...

Ev sê roj û sê şev in li Stockholmê berfê venekiriye, pûk e, tozan û bager e, çav çavan nabîne.
Ji sar û sermê çûk li hewa diqefilin
Rê hatine girtin, trafîk serobinî hev bûye, trên baş naxebitin, otoboz di wextên xwe da nayên.
Bi sedan qeza çêbûne, bi hezaran rêwî di riyan da mane.
Bi şev vizîn û guveguva ba û bahozê meriv ji guhan dike.
Serma çend dereceyan daketiye binê sifirê.
Bîska berê dema xanimê li xeberan temaşe dikir û wasiteyên seroqûnî hev bûbûn dît, di bin çavan ra li min nêrî û bi mane ji min ra got, te digot berf berf, a berfa te barî û malik li xelkê şewitand. Wa ye xelkê feqîr giş di riyan da maye…
Min mijar guherand.
Bi rastî jî ez ji berfê gelkî hez dikim, zaroktiya min weke xewnên şevan tîne bîra min.
Li Wêranşarê berf hersal nedibarî û heger bibariya jî hertim ne zêde nedibarî. Lê sala zêde bibariya û rê dirb bihatana girtin kêf kêfa me zarokan bû.
Loma jî hezkirina ji berfê weke bîranîneke zaroktiyê bi min ra maye.
Û bi taybetî jî di vê mehê da tarîtiya meha mijdarê (çirîya paşîn) diçirîne, dibe çira û find û lokiz û herderê ronî dike.
Do piştî nîvro me got ka em herin bîstekê ji xwe ra bigerin. Derve sar bû, berfeke xweş dibarî û bê(ba)digobiland.
Me xwe baş jidand û em birê ketin. Erd şematok bû û hîn qûm nekiribûn. Em nêzî kaşekî bûn. Xanim li milê min ê çepê dimeşiya, ez lê zîvirîm û min got, tu nekevî, erd şematok e...
Hîn min gotina xwe neqedandibû min hew dît ku ez li ser piştê li erdê me.
Weke kundurekî gurmînî ji min hat, ez li erdê bûm çît.
Ji şansê min ê xerab ra, hîn ez li ser piştê li erdê bûm, jinikeke swêdî ji hember da di me derket, ez di wî halî da dîtim.
Got, divê meriv bi semt bimeşe, erd pir şematok e.
Min dengê xwe nekir, xwîdan li xwe sar kir û rabûm ser xwe. Xanimê xêra xwe ez ji para dawşandim û ken got, “maşalê tu pir neêşiya?”
Min qala êşa boçika xwe nekir, min got na na, şikir ez bi selametî xelas bûm, min dereke xwe neşikand.
Çaxa xerab were li ser hev xerab tê.
Îro piştî kar min telefonî Yilmaz kir, min got, heger tu li aşxanê yî, ezê werim qahweyeke te vexwum.
Weke hertim got, ma ezê li ku bim, were ez li vir im.
Saet di 16.18-an da ez li trinê siwar bûm û min berê xwe da bajêr. Çimkî ciyê karê min hinekî derî bajêr e. Saet ji çarûnîvan çend deqîqe dibihurîn ez îstesyonê derketim ku herim ba Yilmaz. Lê min bala xwe dayê ku pûlisan rê girtine. Gelek însan kom bûne, dixwazin derbas bin lê pûlis rê nade.
Me got mesele çi ye, çima we rê girtiye?
Gotin banqeyek hatiye şêlandin, loma jî me rê girtiye. Min xwest xwe di bin ra kim û herim qeherî, qebûl nekir.
Ez li dora aşxaneyê nîv saetê doş bûm, li ciyekî du ciyan min xwe di bin şirîta qedexeyê ra kir lê pere nekir, ez çûm kîjan kuçe û kolanê girtiye, kesî bernadin.
Ya xerab êdî ez nikanîbûm bi paş da jî vegeriyama, ez mabûm di ortê da, ne dikanîbûm pêş da û ne jî paş da biçûyama.
Ji Îstasyonê dûr ketibûm, nêzî aşaneyê bûm, lê min nikanîbû xwe bigîhandayê.
Min telefonî Yilmaz kir, mesele jê ragot. Got heyran li vir jî wiha ye.
Welhasil min bala xwe dayê, heger ez li bende rakirina qedexeya pûlis bimînim ezê hîn gelkî li ber sar û sermê û berfê biricifim.
Pûlisê Swêd wek yên tirk naçe nigê xwe li pakêta bombeyê naxe û nabêje ”ez di qûna vê pakêtênim, ma ewê çi tê hebebe?” û nabe sebebê mirina xwe, bi derewa dînekî jî dikane 3 saetan bi dehan kuçe û kolanên Stockholmê bigre.
Ji ber ku ez bi viya dizanim, loma jî min hema bi lez xwe di bin şirîta yasaxê ra kir û baz da û berê xwe da aşxanê. Bêyî ku li pişt xwe binêrim min xwe avît hundur.
Li aşxanê çend mişteriyên ku di hundur da asê mabûn rûniştibûn û bîra vedixwarin, weke min ew jî li bende rizgarbûnê bûn.
Qahwa min ji xwe berê hazir bû, min bi ser xwe da kir û pê hundurê xwe germ kir.
Birêz Zarayê Kurdîzan, di nivîsa min ya do da gotina ”data” meraq kiriye û gotiye:
”Ma gelo ji bo wateya maman; dadîk; xaltî …yan jî tiştekî din hatiye bi kar anîn?”Heyran ji ber ku ez li Swêd dijîm loma jî gelek caran bêhay hin gotinên swêdî bikar tînim. Li Swêd ji kompîtorê ra bi zimanê rojane dibêjin ”data/n” ya jî dator.
Yanî dema xanimê ji min ra got here li ber ”data” xwe rûne, qesta wê ew bû ku here li ber kompîtora xwe, bi tirkî dibêjin ”bîlgîsayar” a xwe rûne, ne ku here li ber "xaltîka xwe" rûne.
Lê texmîna te ji bin da ne vala ye, ”xaltîk” jî lê tê, ji dêlî ”datayê” dikanîbû bigota here li ba "xaltîka xwe" rûne…
Û herçî mesela dirêjiya nivîsan e tu ji erd heta bi asîman bi heq î, nivîs çuqasî kin be hewqasî hêsantir û pirtir tê xwendin.
Lê ji wê ra jî hosteyî lazim e. Hêdî hêdî emê wê jî fêr bibin.
Ev aliyekî meselê ye.
Aliyê din jî bûyer pir in, gelek caran destê meriv ji yekê jî nabe, weke moza hingiv meriv dixwaze li ser hemûyan venîje û bi çend gotinan be jî qalê bike.
Axir tu kar bê qusûr nabe, lê bêguman qusûr çuqasî kêm bin hewqasî baş e, ew jî rast e û wesalam.

23 november 2008

Şêwir û mişêwrên yekşemiyê

Gelek caran ez pê ra nagihînim herroj li hemû rojname û malperên tirkî û kurdî yên sereke, yên ku ez tim riya xwe pêdixim binêrim.
Ji ber ku rojên kar qet wexta min tuneye, ez bi zor pê ra digihînim ku nivîsa xwe binivîsim.
Ji xwe ji roja ku min dest bi vê blogê kiriye û vir da ye li mal min devê kitêbekê jî venekiriye. Bi sedan kitêb bi rengekî hustuxwar di refikan da wer li bende min in.
Berê herşev min tiştek dixwend, nuha blog bûye hertiştê min, ez bi blogê ra radikevim û bi blogê ra radim.
Ev jî tiştekî ne baş e, ez ketime bin bandora blogê.
”Blog” bûye teniya bidon û di min geriyaye, ez nizanim ezê çawa jê pa bibim.
Ya xerab, ji ruyê blogê da xanim jî hêdî hêdî xwe ji min dipirnixîne û ”li hember min” serî hil dide.
Carê çawa be dema ez diherim ber telewîzyonê û li xeberan ya jî li tiştekî din mêze dikim, bi tinaz û bi mane dibêje:
-Ma tu hatî çi?, here ji xwe ra li ber data(kompîtora) xwe rûne.
Û helbet ev jî îşareteke ne ji xêrê ra ye…
Rojên şemî û yekşemiyan li gor rojên kar 3-4 saet bêtir wexta min heye, di van rojan da ez dikanim bêtir bala xwe bidim hin malperên kurdan yên ku min nexwendibin.
Bîstek berê min çavên xwe li çend heban gerand û rastî çend xeberên balkêş û xweş hatim.
Li gor ku malpera Serwextê nivîsandiye, dibêje di netîceya lêkolîn û lêpirsîneke ku ji alî Yekîtiya Ewrûpayê va li 27 welatên endamên YE û 3 welatên berendam û Norweçê hatiye kirin, derketiye holê ku ji alî kêmaqilîyê va Tirk yên herî korfam û kêmaqil in.
Ji alî dilgeşî û çavtêriya ji jiyanê jî dîsa li dû herkesî mane û ji dawiyê da bûne yekem.
Yanî di nava 30 welatên Ewrûpayê da însanên herî kêmaqil, herî nebexrewar û ji jiyana xwe nerazî tirk in.
Û ji xwe ji ber vê nerazîbûna ji jiyanê ye ku tirk ji welatê xwe direvin û weke xerzê kulî li seranserê cîhanê belav dibin, meriv here serê dinyayê jî miheqeq rastî tirkekî tê.
Nivîskarê xeberê(MB)ji ber vê ”ehmeqiya tirkan” gelkî xemgîn bûye û gotina ”dijminekî zana ji dostekî ehmeq çêtir e” dubare kiriye, gotiye xwezî dijminên me hewqasî jî ne ehmeq bûne.
Rast e, dostê meriv jî, dijminê meriv jî biaqil bin li kara meriv e, meriv ji biaqiliya wan zirarê nabîne. Lê dema kêmaqil bin û bi taybetî jî dijmin, wê demê karê meriv gelkî zahmet e.
Jixwe serhişkiya dijminên me jî ji cahilî û ehmeqiya wan tê, totik vala ye, tu çi dibêjî nakeve serî, tim dibêje le êzingên min.
Û ji ber ku leşker û siyasetmedarên tirk bi vê kêmaqiliya miletê xwe dizanin loma jî dev ji şerê xwe bernadin, em kîjan riyê didin ber wan jî ew red dikin, dibêjin ya hûnê bi tirk bin ya jî vî waletî terk bikin.
Yanî mahcirên Kafkas û Balkanan me ji welat û ji mala me diqewitînin.
Hela tu bala xwe bide vê sosireta giran!
Ne karê aqilan e lê tirk dibêjin.
Li ser bextê nivîskarê Lotikxanê Gerîllayê Bênav be, gotiye pîreka Osman Ocalan ya kevn Kewê xanim poşman bûye û dîsa li Osman efendî vegeriyaye.
Piştî ku Kewê xanim Osman Ocalan terk kir û bi çol û çepelan ket, Osman zêde li bende nema, efendî hema yek nekir dudu û tavilê bi yeka ji wê gelkî piçûktir ra zewecî. Ez bawer dikim ewê ji keça wî jî gelkî biçûktir be.
Loma jî Kewê xanim ji mecbûrî çûye ser hewiyê.
Îcar ji ber ku Xwedê daye Osman Ocalan û li ciyê rehetiyê mêrik bûye mêrê du jinan, Gerîllayê Bênav jê dexisiye(kumreşî, pexîlî, hesûdî kirye) û gotiye:
“Yê me heta em bi jinekê re dizewicin çavê me û bavê me derdikevin. Lê ê Osmanê me xwedê bi elba mezin, cot cot davêje ber ellawekîl. Ez dibêjim a herî baş ezê jî paşnavê xwe bikim Ocalan. Ne wilo be qismetê min venabe qerdeşim, wîî!”
Heyran heger guherandina paşnav tenê têr bikira nuha gelekan ji zûda guhertibû.Yê vê malbatê “mêrikê” gur bi wan ve ye, tim serê biskê ne.
Birayê mezin bûye “pêxemberê” vê sedsalê, gotinên wî yên tewşomewşo jî weke ayetên Quranê tên qebûlkirin, bi hezaran însan dikanin bi yek gotina wî xwe bişewitînin.
Xweha Osman Ocalan Fatma xanim ji Hz. Fatîme jî derbas kiriye, li her dera tê dîtin bi hezaran însan êrîşê dibin ser ji bo ku pê tewaf bibin, destên wê maçî bikin.
Îcar Osman Ocalan bûye mêrê du jinan jî tiştek e...
Yê van camêran Xwedê carê ji wan ra li hev aniye, kes nikane xwe bi wan ra birewisîne.
Loma jî temiya min li te birayê Bênav, navê xwe neguherîne û bi “kokima” xwe were serî...

22 november 2008

Mêrên kurd ne dîk û jinên kurd jî ne mirîşk in

Wê rojê kurdekî dilşewat telefonî min kir û got, Meclîsa Kurdistana Federe qanûna pirjiniyê(poligamiyê)qebûl kiriye, tu çima dengê xwe nakî, ma qey tu jî bi biryara meclîsê ra yî?
Min got heyran, weleh min şûrê xwe baş tûj kiribû ku êrîşeke giran bibim ser meclîsê. Îcar va ye te jî telefon kir, soz ezê jî xwe di wan derxim û çend xîçan tê wer bikim.
Hela ka Xwedê çi dike?
Bi rastî çend roj berê dema di çapemeniya kurd da min xwend ku Meclîsa Kurdistana Federe, zewaca ”bi çend jinan ra” (qey ewê çar be)weke biryar qebûl kiriye, ez ji xwe ra matmayî mam.
Di vê sedsalê da parastin û qebûlkirina qanûna ”polîgamiyê” yanî zewaca bi çend jinan ra ne ji bo Meclîsa Kurdistanê tenê, ji bo miletê kurd û hemû siyasetmedaran jî şermeke giran û rûreşiyeke mezin e.
Dinya alem pêş da dihere, em paş da diherin.
Xwedêgiravî me pesnê kurdên başûr dida, me digot ew ji hemû cîranên derûdora xwe pêşdatir in.
Çi pêşda çi pêşda?
Min pêşniyara qanûnê nexwendiye û li ser naveroka wê jî ne xwediyê agahiyeke zêde me. Lê bi qasî ku min di çapemeniyê da taqîb kir, Meclîsa Kurdistanê pêşniyareke zewaca bi çend jinan ra qebûl kiriye. Lê biryar hîn weke pêşnûmeye, nebûye qanûn, dikane were guhertin û redkirin. Lê piraniyê endamên meclîsê li gel biryarê ne.
Gelek meleyên Kurdistanê jî di gotarên xwe yên roja îniyê da qedexekirina ”pirjiniyê” wek "redkirina deqên Quranê" binavkirine û rexneyên dijwar birine ser mebûsên ku li dijî vê biryarê derdikevin.
Li gor dînê Îslamê û Quranê, zewaca heta bi 4 jinan ra jî serbest û helal e.
Lê ez fêm nakim çima çar û ne pênc?
Belkî hinekên xwedî pere bi çaran nayên serî, dixwazin bikin 5 ya jî şeş, heta hîn jî zêde.
Li gor fetwa Îslamê ya îro, hêz û perê kîjan zilamî hebe dikane çar jinan bîne ser hev û kêfa xwe bi wan biqewitîne.
Ev yek şiklê jiyaneke berî nuha bi 1500 salî bû, însanên wê demê ev têkilî normal didîtin. Dewr dewra pêxemberan bû.
Haremên padîşahan hebûn.
Lê ew dem êdî derbas bû, bû dîrok.
Meclîsa Kurdistanê divê bi çavê dîkan li mêrên kurd û bi çavê mirîşkan jî li jinên kurd nenêre, şerm e.
Civateke medenî, însanên medenî divê îro jî têkiliyên ”polîgamî” neparêzin, divê îro jî weke padîşahan nexwazin bibin xwedî harem û cariye.
Ez hêvî dikim ku xebata 21 rêxistinên jinan ewê netîceyeke baş bide û serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, serokê meclîsê Ednan Muftî û hemû mebûsên medenî ewê rê nedin qanûnbûna vê biryara meclîsê ya nemedenî û paşdamayî.

21 november 2008

Dewla min bi avê neket

Ez zanim ji do da ye gelek xwendevan li bende min in, dibêjin hela ka “xalê Zinar çi kir?”
Hema ji we ra eşkere bibêjim, “xalê Zinar tu jahra we jî belav nekir”, ji şevê kortuka hustuyê xwe xurand û vegeriya malika xwe.
Esas ez xwe baş nas dikim û min zanîbû ku ewê wiha bibe, ji ber ku ez ji suûda xwe ne bawer bûm.
Min zanîbû ji asîmanan kulûnçe jî bibare ewê kevir were li serê min kevin.
Dema ez bi kinî qala şevê û şahiyê bikim, bi rastî jî şeva me gelkî xweş bû. Saet li dora şeşan em çûn aşxaneyê.
Aşxaneyeke gelkî mezin û xweşik bû. Em 85 kes bûn lê bêyî me jî gelek însan li wir hebû. Ji bo me ciyek cihê kiribûn.
Destûra kî dixwaze li ba kê rûne nedan. Kaxetên ji çar rengan(kesk, sor, hişîn û xewraxî)çêkiribûn, bi ketin hundur ra meriv ji sepetê kaxeteke digirt û li gor wî rengî diçû li derekê rûdinişt. Ji bo ku însan tevlihev bibin û kesên hevdûdu nas nakin jî bi vê riyê hevûdu nas bikin.
Ez ketim ba 3 jinan, dudu nas bûn û yek jî ne nas bû. Milê min ê çepê jî vala bû, çimkî ez li masa serî rûniştibûm.
Ji hersê xaniman yek ne tê da, lê herduyên din pir şîrîn û li gor dilê min bûn, herdu jî nazenîn, zarşîrîn û sohbetxweş bûn.
Berî rûniştinê herkesî qedehek koktayl girt û rûnişt.
Me zû sohbet germ kir. Yê hevûdu nasnedikir xwe bi hev dan naskirin.
Piştî wê dor hat kurte jiyanê:
-Çend sal e tu li Swêd î?(xanimek ji Wîetnamê bû)
-Rewşa malbatî çi ye, zewiciye ya azib î? Ev gelkî mihîm e.
-Çend sal e li dahîreya sîgortayê kar dike?
Berê çi kar kiriye?
Û gelek pirsên bi vî rengî.
Ev destpêk e, yanî germbûna berî antramanê ye.
Heta me hinekî hevûdu nas kir û di heqê hev da gihîştin hin qeneatan xwarin hat. Xwarin pir xweş bû.
Bi hatina xwarinê ra mijar guherî, bû xweşî û tama xwarinê.
Hinekan masî, hinekan xwarina vegeterîsk û hinekan jî sînga mirîşkê girtibû. Mesela min sînga mirîşkê girtibû. Ji ber ku ez sînga mirîşkê nas dikim, tiştê min berê nexwaribe ez newêrim zû bi zû bigrim.
Herkesî bîstekê qala xwarina xwe kir.
Em hemû jî ji xwarina xwe razî bûn.
Dû ra dîsa vexwarin hat. Me hinekî din sohbet germ kir.
Piştî wê mêrikê dengbîj hat. Heta dehê şevê bi gîtarê solo stra. Û bi piranî jî bi îngilîzî û stranên salên 1960-1970-ê got.
Bêyî ku ez yek gotinê jî jê fêm bikim, min jî bi herkesî ra jê ra li çepikan dixist.
Yekcaran bi rastî jî meqamên wî gelkî xweş bû, lê min nizanîbû çi dibêje.

Kultur û zanîna kesên ewrûpî ya muzîkê li gor me pir û pir zêde ye. Dema dibînin ez hemû stranên Elvis Presley û yên dengbêjên rockê yên salên 1960 û 1970-î nizanim matmayî dimînin.
Her strana mêrik kesên dora min hema serên xwe pê ra dihejandin û pê ra digotin. Ji ber ku min yek gotin jî jê fêm nedikir, loma jî bi rengekî matmayî li devê min dinêrin.
Di vî warî da ez gelkî şerpeze bûm.
Erê min telebetî nedîtiye û ji muzîkê jî qet fêm nakim, lê gelo ez tenê wiha paşda mayî me ya jî piraniya kurdên di salên min da wiha ne?
Tiştê ez zanim me tenê çend dengbêjin kurd û tirk nas dikirin, kesî dengbêjin emerîkî, îngliz, Elvis Presley û grûba popê ABA nas nedikir.
Axir swêdî biçûk mezin kultura wan ya muzîkê pir zêde ye.
Ez ji meselê hinekî dûr ketim
Piştî xwarinê êdî milet li gor dil û hesabê xwe dest bi cîguherandinê kir û di hev aliqîn.
Êdî marîfeta kê çi bû divê nîşan bida.
Ez ji ciyê xwe memnûn bûm û sohbeta me jî ne xerab bû.
Lê weke hertim vala bû, dawî nehat…
Xanimên swêdî wiha ne, heta dihêlin meriv carê wan himêz bike çermê eniya meriv diqete, meriv kezebreşî dikin…
Li ba me ne wiha bû, mizicandineke ji dil, awirekî çavan ya jî çavqurçkirineke evîndaran tenê têr dikir…
Min dît ezê ”tiştekî” bi ser avê nexim, loma jî min dest bi siyasetê kir.
Belê, di şevên wiha da dema meriv dibîne ku dewla merivê bi avê nekeve, divê meriv dest bi siyasetê bike. Ya çêtir ew e.
Min jî wer kir.
Heta ji min hat min da ser tirkan. Çimkî hustuyê wan ji yê herkesî qalindtir e, şîrmaq baş cî digre…
Welhasil, şahiyeke gelkî xweş bû. Me têra xwe xwar, vexwar û gelek şêwir û mişêwr û laqirdiyên bêzirar û bêkar jî kir.
Û dûra jî xemgîn û hustuxwar min berê xwe da malika xwe.
Bi rê da min ji xwe ra got, Zinar, çavê li deriya xwelî li seriya...
Saet wa ye tê yanzdeûnîvan(23.30), xanim û zarok ji zû da raketine. Bêdengiyeke mirinê li hundur hakim e, tenê tike tik ji saetê tê.
Saet ji dehan û virda ye berfeke hûr hûr dibare, min derî vekir û li der nêrî, erd spîboz bûye.
Êdî wexta raketinê ye.

19 november 2008

Berfa pêşî

Axirê dawiya dawî çavên me îro berfa çîkspî dît.
Îsal ev cara pêşî ye ku Stockholm berfê dibîne.
Danê êvarî(16.30) dema ez ji kar derketim matmayî mam. Berfeke nerm nuh dest pê kiribû û hîn nuh erd girtibû. Bayekî sar dihat û erd cemidî bû, meriv dişemitî.
Di vê mehê û meha pêş me da barîna berfê weke dermanê çavê kul e, ji meriv ra dibe weke çira û findê.
Çimkî ev meh û meha pêş me dinya tim tarî ye, meriv qet rojê nabîne.
Sibê dema diçim kar dinaya tarî ye û dema ji kar derdikevim jî tarîye, şev e. Lê dema berf dibare Stockholma xopan weke bûkekê kerasekê spî bera ser bejn û bala xw dide û herder spîboz dibe.
Berfa spî, şewq û xemla lampeyên Noelê kuçe û kolanên Stockholmê dixe kerasê bajarekî xewnan û xeyalan.
Loma jî dema çavên min bi peşkên berfê ketin gelkî kêfa min hat, min got xwedêbike heta sibê veneke.
Di xeberan da gotibûn ewê îro ewê berf bibare, loma jî min tedbîra xwe girtibû.
Min parkê xwe yê bi kum li xwe kirbû.
Min kumê xwe kişand serê xwe û berê xwe da îstasyona trênê.
Dema li pageha(rawestgeh, seknok)taxa mala me ji otobozê daketim hîn jî hûr hûr dibarî, kuliyên spî li hewa li hev digobilîn, li binguhê hev dikin.
Lê ne ew berf bû ku erdê bigre. Min fêm kir ewê dom neke.
Ji xwe dûra vekir, şabûna me qurmiçand.
Ez îşev naxwazim zêde dirêj bikim, dixwazim herim zû rakevim.
Ji ber ku sibe li ciyê kar festa/şahiya me heye. Weke kurdekî şoreşger divê ez zindî û li ser xwe bim.
Xwdêgiravî ji ber ku me karekî pir baş kirye ciyê kar me hemûyan diezimîne xwarinekê. Yanî me xelat dikin.
Aşxaneyek gelkî xweşik girtine, li dora 90 kesî (em 140 kes in lê hemû nayên) emê herin heta derengê şevê bixwin, vexwin û kêfê bikin.
Û heger Xwedê li hev bîne, bi vê minasebetê ezê bi gelek xanimên swêdî ra têra dilê xwe têkevim şêwr û mişêwran û îmkana gelek henek û laqirdiyên nayênjibîrkirin bibînim.
Ez vî sirrê xwe li vir îfşa dikim ji bo ku sibe ezê hinekî dereng werim mal û nikanibim tiştekî binivîsînim.
Û ya din jî bo ku hûn jî bizanibin ku ez li ku me û çi dikim?
Heger hat û tiştekî xêrê û manîdar qewimî soz ezê we jê agahdar bikim...

18 november 2008

Hêdî hêdî bloga min jî meşhûr dibe

Dema meriv bixwaze di karekî da biserkeve, berî hertiştî dibê meriv ji karê xwe hez bike, karê dike pir cidî bigre, qelpiyê neke, hemû hêza xwe bidê û zû neweste.
Kurd dibêjin, ”xwediyê sebrê mîrê Misrê.”
Par di meha îlonê da dema min dest bi bloga xwe kir, destpêkê xwendevanên min rojê herî zêde 9-10 kes bûn.
Li hember vê jimara hindik ez tu carî bêhêvî nebûm û min dev ji nivîsandinê berneda, sistî û dudilî min nexist nivîsên xwe yên rojane.
Baş xerab, min herroj çend gotin li hev siwar kirin û miheqeq tiştekî rojane nivîsî.
Xwendevanan jî bi ziyaretên xwe qedir û qîmeteke mezin dan vê xebata min ya biçûk, ziyaretçiyên min roj bi roj zêde bûn.
Navê bloga ”Hindik-Rindik” li gor par, êdî nas e, têra xwe ”meşhûr” e û haya bi hezaran kurdî jê heye.
Ji ber ku kes pesnê min nada û qala ”meşhûriya” min nake, loma jî ez mecbûr im bi xwe vê rastiyê li vir pêşkêşî we xwendevanan jî bikim
Ji bo ku hûn bibînin ku bloga ”Hindik-Rindik” di nava kurdan da çuqasî deng û olan daye.
Hewqas deng daye û ”meşhûr” bûye ku êdî radyoya kurdî Zayele jî tê bi min ra hevpeyvînê dike, dixwaze bloga ”Hindik-Rindik” ji nêz va nas bike.
Ez bi vê yekê him kêfxweş bûm û him jî serbilind bûm.
Îro, gava telefona min lêket û dengê hember got:
Navê min Şukran Kavak e, ez ji radyoya Swêd beşê kurdî Zayele telefon dikim û dixwazim li sser bloga te bi te ra hevpeyvînekê bikim”, ez him şaş mam û him jî gelkî kêfxweş bûm.
Min qet texmîn nedikir ku bloga min rojekê ewê bala radyoya Zayele bikşîne û were bi min ra hevpeyvînkê bike.
Ne karê aqilan e lê rast e!
Şukran xanim rojnamevaneke şarezayî karê xwe bû û xwe baş hazir kiribû, dizanîbû ewê çi bipirse.
Bi pirsên xwe yên hêja ez li hevûdu şaşomaşo kirm.
Pirsên wê gelkî xweş û bi dilê min bûn, pirsên pir cidî û di cîda bûn, pirsên ronamevanan bûn.
Mesela ji min ra got:
-Te çima dest pê kir?
-Blogên kurdî çima hindik in?
-Tiştekî ku tu newêrî bela xwe tê bidî heyî?
-Sînorên rexneyên te çi ye?
-Çima Hindik-Rindik?
Û gelek pirsên din yên bi vî rengî zahmet.
Pirs dema di telefonê da ji nişkave tê, weke nivîsandinê wexta meriv ya fikirandinê tuneye, hişê meriv li bin guhê hev dikeve, tiştê meriv dizane jî meriv ji bîr dike.
Di rewşên wiha da zanebûn û tecrûbe têr nake, bêxwedî divê were bîra meriv jî.
Piştî hevpeyvînê ez ji xwe ra hinekî li pirsan û bersîvên xwe fikirîm.
Min ji xwe ra got, ”bersîvên te bi qasî pirsan ne xurt bûn.”
Lê tişt nabe, meriv bi kêmasiyên xwe bihese jî destpêkeke baş e.
Ev cara duyem e ku radyoya Zayele bi min ra dipeyive. Cara pêşî, di sala 2006-an da bi minasebeta bîstemîn salvegera kuştina Olof Palme dîsa bi min ra hevpeyvînek kiribûn. Ew rû bi rû bû, rehettir bû.
Di wê hevpeyvînê da me qala bîranînên gelkî tal û nexweş kiribû. Ya îro li ser mijareke hîn baştir, li ser blogên kurdî bû.
Min di hevpeyvînê da jî got, hebûna blogan ji bo kurdan îmkan û derfeteke bêhempa ye.
Lê çi heyf ku di nava kurdan da û bi taybetî jî blogên kurmancî qet bi pêş neketine. Ev yek kêmasiyeke pir mezin e.
Kurd bi saya vê teknîka belaş dikanin zimanê xwe fêr bibin û bipêş xin.
Kesên weke min ku ji bin da ji teknîka înternetê fêm nake jî dikane bi rengekî pir hêsa ji vê teknîkê feydeyê bibîne û xwe bigihîne û her meh xwe bigihîne bi hezaran însanî.
Û ji bo vê yekê jî ne pere û ne jî zanebûneke zêde lazim e.
Divê kurd ji her miletî bêtir ji vê teknîkî feydeyê bibînin, ximeta ziman, kultur, edebiayt û dîroka xwe bikin.
Çimkî kurd ji her miletî bêtir mihtacî vê yekê ne.
Ne tenê blogên siyasî, divê blogên magazîn, mode, muzîk û li ser her tiştî hebin. Lê ez bi xwe heta nuha li yek bloga xurî bi kurmancî rast nehatime. Evy ek ciyê xemgîniyê ye.
Bi hêviya ku blogên kurdî zêde bibin.
Programa li ser blogên kurdî û hevpeyvîna bi min ra hûn dikanin sibe saeet di hivdan da(17.00) (www.sr.se/kurdiska)guhdarî bikin.
Li vir ez careke din gelkî sipasî Şukran xanimê û hemû redaksiyona Zayeleyê dikim û dibêjim gelek sipas û mala we ava.

17 november 2008

Ev ji min kêm bû ew jî hat serê min

Wek dibêjin ew ji min kêm bû dawiya dawî ew jî hat serê min.
Heta nuha di jiyanê da, li vê xerîbiya malwêran gelek îş, derd û bela hatine serê min, min gelek sosiret û ecêbên giran dîtine, ji ber bêbavî û bêbextiya dewleta tirk bûme "mîvanê" hefs û zindanên gelek weltan.
Lê tu carî di asansorê da "hefsî" nemame.
Ji şans û siûda min ya xerab ra îro ew jî hat serê min.
Diyar e ew ji min kêm bû.
Saet duduûnîv(14.30)bû, ereba posta dahîrê tije name, kaxet-maxet bûn û ez bi asansorê ji tebeqa şeşan dadiketim tebeqa duduya, dera ez lê dixebitim.
Li tebeqa şeşan ez ketim asanorê û min pê li bişkoka tebeqa duduyan kir. Kesî din di asansorê da tunebû, ez tenê bûm.
Di nîvê rê da gurmîniyeke ji bêxwediyê hat û sekinî. Bi gurmîniyê ra baş lerizî, lê min fêm kir ku neçû xwar, li derekê, nîvê rê da ma.
Min çend caran pê li alarmê kir, zirrîniyê ez kerr kirim. Dûra min bala xwe dayê ku meriv dikane telefon jî bike.
Xwedê kir ku telefona destan bi min ra bû, min telefonî sentrala alarmê kir û gazî û hawar jê xwest.
Ev cara pêşî bû ku min qedir û qîmeteke meizn da telefonê û sipasî kesê ew îcad kiriye kir.
Ji ber ku heta îşneyê serê meriv, meriv qîmeta tiştan nizane.
Piştî telefonê min dît ku di bin bişkoka bişkoka alarmê da tekstek heye, dibêje, ”dema tu pê alarmê dikî divê tu 30 saniyeyî tiliya xwe ji ser bişkokê ranekî”, min ji heyecanê ew teks nexwendibû û li gor dihat xwestin pê li bişkoka alarmê nekiribû.
Lê xêra telefonê min hesiyan, gotin netirse, emê nuha xwe bigihînin te.
Di vê nabênê da min haya şefa kar jî gîhandê, ez di hundur da girtî, lê qepeqepa wan diaht min. Xanimê bi zimanekî henûn digot:
Zinar, netirse!
A bi xêr ceyran necû, hundur ne tarî bû.
Li ba me jinek heye, oda wê li qatê şeşan e lê dîsa jî li asansorê siwar nabe. Rojaê deh ccaran jî here der û were jî tu carî li asansorê siwar nabe, tim bi nêrdewanê dihere û tê. Çimkî ji siwarbûna asansorê ditirse, newêre lê siwar be. Bîna çiqasî bilind be jî dîsa lê siwar nabe., dîsa weke pitpitoka pê da hildiperike.
Min di dilê xwe da digot, kêmaqilê…
Di hundur asonsorê da ew jinik hate bîra min û cara pêşî min di dilê xwe da hinekî heq da wê jî.
Ew tu carî weke min di asansorê da "asê" nedima, ji ber ku ew tu carî lê siwar nedibû. Yanî ne li piskilêtê siwar dihat, ne jî diket û xwe seqet dikir.
Min fêm kir ku teknîk yekcarnan dikane bibe bela serê meriv jî.
Dema li der bû xirtexirt min fêm kir ku hosteye hatiye gazî û hawara min. Den li min kir, got netirse, ezê nuha vekim.
Çaxa derî vekir û ji hewa daketim jêr, min ala xwe da seetê, saet tam sisê bû. Yanî ez tam 30 deqîqeyî di hundur asansorê da girtî mabûm.
Axir bi saxî û selametî ez xelas bûm û dîsa çûm ser karê xwe.
Xanimên swêdî lid or min kom bûn û gotin bihurtî be û xweş kirin û mezin kirin.
Min got heyra, tişt nabe, jiyana min hinekî din jî dewlemend bû, ev macera kêm bû elhemdulîlah waye ez wê jî jiyam…

16 november 2008

Rapora do û xewna vê sibehê

Belkî hûnê bawer nekin lê bi rastî jî do saet ji heyştan heta panzdeûnîvan(08.00.15.30)min kar kir.
Herkes dizane ku li Swêd dahîreyên dewletê rojên şemî û yekşemiyan girtî ne, mamûr naçin kar. Lê do ez û 55 kesên din, em çûn Dahîreya Sîgortayê(Forsakringskassan)û em xebitîn.
Kar ketiye ser hev, bi dehhezaran însanên nexweş, seqet, teqawid û kesên li îznî nikanin pereyên xwe di wextê da bigrin.

14 november 2008

Gelo tirk ewê ji vê tabloyê şerm bikin?

Foruma Aborî ya Dinyayê(WEF) hersal li ser wekheviya jin û mêran raporekê belav dike.
Forum di rapora xwe ya îsal da di warê tendurustî, perwerde, aborî, hêz û temsîla siyasî da li 130 welatî îmkan û rewşa jin û mêran miqayese dike, dide ber hev.
Rapor, bi faktayan nîşan dide ku li kîjan welatî wekheviya jin û mêran çiqas e.
Rapora WEF-ê ya îsal li ser 130 welatî ye. Di wekheviya jin û mêran ya di her warî da weke hersal, îsal jî dîsa welatên Îskandînawî Norweç, Fînlandiya, Swêd, Danîmarka û Îzlanda di rêza pêşîn da ciyê xwe girtine. Norweç weke par dîsa yekem e.
Lê Çîn, Emerîka û Fransayê jî li gor du sal berê gelek pêşketinên baş bidest xistine.
Piştî welatên Skandinawî, Îngilîstan û Almanya tên.
Weke me got, rapor li 130 welatî rewşa jin û mêran miqayese dike. Di raporê da Tirkiya “mezin”, Tirkiya leşker û çeteyan di van 2 salên dawî da 3 pêlikan paş da çûye û di nava 130 welatî da di rêza 123-an da ciyê xwe girtiye.
Yanî di îktîdara meleyên takiyecî da rewşa jinan di her warî da, bi taybetî jî di warê aborî(105) û siyasî da(123) li gor 2 sal berê gelkî xerabtir bûye, sê pêlikan daketiye jêr, ketiye dû Gana û Etîyopya yê.
Tirk herroj pesnê xwe û dewleta xwe didin, dibêjin em deleteke pir mezin in, li Rojhilata Navîn em welatê herî medenî û demokratîk in. Yekcarnan siyasetmedarên tirk xwe zêde berddin û dibêjin, efendim me berî gelek welatên ewrûpî mafê dengdanê daye jinan
Li gor rêzbûna rapora WEF-ê Tirkiyê, di warê wekheviya jin û mêran da li pişt Gana, Zîmbabwe û Etîyopya yê maye.
Tirkiye di rêza 123-em, Tunus 103, Urdun 104, Yekîtiya Emîratên Ereban 105, Misir 124, Fas 125, Pakîstan 127, Suûdî 128 û Yêmen jî di rêza 130-î da ciyê xwe girtiye.
Yanî li gor vê rêzbûnê, di nava 130 welatî da tenê Misir, Fas, Suûdî û Yêmen li pê Tirkiyê ne.
Dîsa li gor lêkolîneke ku li 187 welatan hatiye çêkirin, di warê temsîla jinan ya di meclîsê da Tirkiye ji sedî bi 4,4 di rêza 165-an da cî digre. Dema meriv bala xwe dide welatên li pey Tirkiyê dilê meriv bi halê jinên Tirkiyê dişewite. Li gor lêkolînê Tirkiye(4,4), (Îran 4,1), Vanuatu (3,8), Haîtî (3,6), Tongo (3, 4)
Ev jî nîşan dide ku di warê temsîla jinan da Tirkiye li 30-40 sal berê gelkî paşda çûye.
Xwedêgiravî li Tirkiyê û li Kuridistanê jinan 72 belê mafê beşdarbûna hilbijartina û dengdanê bidest xistiye. Îro di meclîsa Tirkiyê da ji 550 mebûsî tenê 24-ên wan jin in. Û ji vanan jî 8-ên wan mebûsên DTP-ê ne.
Yanî yên kurdan ji 20 mebûsan 8-ê wan jin in, yên tirkan ji 535 mebûsan 16-ê wan jin in.
Lê li gel vê jî siyasetmedarên tirk, serokên partiyên wan ji xwe fedî nakin, li ber xwe nakevin, hîn jî bêşerm û heya qala edalet, wekhevî û demokrasiyê dikin.
Herçî siyasetmedarên tirk in êdî tamara eniya wan ya arê qetiyaye, di her tiştê baş da li pey xelkê ne lê dîsa ne xema wan e.
Ji bo wan ya girîng e û sereke jinfiroşî, eroîncîtî, qetil, çetecîtî û şerê li hember kurda ye, ew bal û enerjiya xwe didin van karan, bi van karan mijûl in.
Heq, huqûq, edalet, wekhevî û demokrasî wan pir eleqeder nake, dewleta tirk îşê xwe ji van tiştan nayne.
Tirkiye di warê temsîla jinan da di nava 187 welatî da di rêza 165-an da ye, ma xema tirkan û çeteyên weke Erdogan, Baykal û Bahçelî ye...

PARVE BIKE