04 oktober 2008

Li Tirkiyê dîsa gurmîna defa şer e

Gerîllayên HPG-ê do nava rojê avêtin ser qereqola Bezelê (Aktutun) ya cendermeyan ya girêdayî Şemzînanê. Li gor tê gotin şerê navbera leşker û gerîllayan zêdeyî 5 saetan ajotiye û di şer da 15 leşkerên tirk hatine kuştin û gelek jî birîndar in.
Artêşa tirk îdîa dike ku wan jî 23 gerîlla kuştine. Lê HPG-ê di heqê zayiatên xwe da hîn tu daxuyanî nedaye.
Bi bihîstina şer û 15 kuştyan ra Tirkiye dîsa li bin guhê hev ket, dîsa bû qerepere û qîjewîja general û siyasetmedarên tirk û dest bi fort û gefan kirin , dîsa berê xwe dan Kurdistana Federe û hukûmeta Îraqê û xwestin ku ew tavilê rê li ber van êrîşên PKK-ê bigrin û êrîşkaran jî ceza bikin.
Fena ku qiyamet rabûbe, Erdogan gerra xwe ya Tirkmenîstanê nîvçe birrî û vegeriya Tirkiyê, Abdullah Gul sibe ewê biçûya Fransayê lê ev gerra xwe îptal kir û neçû.
Civata Bilind ya Têkoşîna li Dijî Terorê di bin serokatiya Erdogan da tavilê civiya. Hemû qumandarên artêşa tirk, wezîrê derve Alî babacan, wezîrê bergeriyê Vecdî Gonul, serokê MIT û pûlisan jî beşdarî vê civînê bûn.
Abdullah Gul tavilê rahîşt telefonê û telefonî serokkomarê Îraqê Celal Talabanî kir, ji Talabanî xwest ku ew rê li ber van êrîşên terorîstî bigrin.
Programên telewîzyonan û beyanên siyasetmedar û pisporên nîjadperest û prowakator dîsa dest bi lêdana defa hawarê kirin.
Abullah Gul rebeno ji hewla ruhê xwe piştî nimêja sibê bi les û bez berê xwe da qerergeha serekerkaniyê û ji serokerkan Başbug ra serxweşî xwest, bi çend gotinên şalûzane pesnê artêşê da û got şerê me yê li hember terorê ewê berdewam be.
Erdogan jî bi vegera xwe ra wî jî raste rast berê xwe da meqamê Başbûg wî jî li wir ji tirsan xemgîniya xwe nîşanî Başbûg da.
Yanî serokwezîr, serokkomar û hemû wezîrên din yeko yeko beyana didin û dixwazin nîşanî serokerkan bidin ku ew bi her awî li pişt artêşa xwe ne.
Ez bi xwe tu tiştî ji van tirkan fêm nakim. Wek berferatî dibêjin, ”ne ji motê dibin ne jî ji gotê”.
Dema ew rojê 5-6 gerîlla dikujin kêfa wan tê, çapemeniya wan tu namîne ku qûna xwe jî hine bikin.
Lê dema ew tên kuştin, wek meymûnan dikin qîjewîj, hawar û gazî.
Kurd dibêjin biratî, aştî, dibêjin na.
Kurd şer dikin, dibêjin hûn çima şer dikin?
Baş e bira kurd çi bikin?
Bêguman şer ne baş e, zirarê dide herdu aliyan jî.
Lê yê şer dixwaze hûn in, yên diherin li serê çiyan qereqolan çêdikin, yên li şer û kuştinê digerin hûn in.
Ê dema hûn li şer bigerin û bixwazin xelkê bikujin, bêguman xelkê jî we bikuje.
Wê demê ev nûze nûza we ji bo çi ye?
Û ji xwe hûn viya dixwzin, hûn dixwazin herroj çend leşkerên we werin kuştin ji bo ku hûn vê saltanata xwe ya leşkerî û siyasî bidomînin, ji bo ku hûn kanibin bêrîkên xwe dagrin û kursiyên xwe biparêzin.
Sebebê berdewamiya îktîdara we hebûna şer e, roja şer rawest e saltanata we jî diqede.
Loma jî hûn naxwazin ev şer biqede. Û ji bo vê yekê jî gelek caran tiliya we(artêş)bi xwe di êrîşan da heye, hûn bi zanetî xwe dikin hedef û textê nîşanê. Di êrîşa gulanê da derket ortê ku haya qumandarê herêmê ji êrîşê hebûye, lê tu tedbîr nehatine girtin.
Gelo di vê êrîşê da jî dîsa lîstikek wiha tunebe?
Dema êrîşa gulanê bû li ser tezkereya şerê li dervî sînor dihat peyivîn. Piştî êrîşa gulanê tezkere bi lez û bez ji meclîsê derbas bû û destûra êrîşa ser Kurdistana Federe dan leşkeran.
Lê ew desûr qediya. Lê leşker dixwazin destûra şer saleke dinjî dirêj bibe û ji bo vê yekê jî tezkere hatiye hazirkirin.
Û ev êrîş jî wek ya berê, dîsa berî tezkereyê bû. Gelo tu têkiliya vê êrîşê û dirêjkirina tezkereyê bi hev heye ya ne?
Di rojên pêş da ev yek ewê zelaltir bibe.
Lê hesab û plan çi dibe bila bibe, ”tiliya” kê tê da dibe bila bibe ferq nake, tezkere dirêj bibe jî ferq nake, kin bibe jî ferq nake, dewleta tirk nikane şer PKK-ê biqedîne, nikane liberxwedana miletê kurd bişkîne.
Vê rastiyê hûn baş dizanin, lê ji bo xapandinê hûn ji miletê xwe ra nabêjin.
Ev aliyekî meseleyê ye.
Aliyê din yê meseleyê jî Kurdistana Federe ye. Kurdistana Federe bûye kelema nava çavên we. Ji bo êrîşa ser Kurdistana Federe û terorîzekirina miletê kurd, hûn dixwazin tim di destê we da qulp û bahaneyek hebe. Loma jî dema PKK şerradiwestîne û naxwaze şer bike jî bi êrîşên xwe hûn wan mecbûrî çalakiyan dikin.
Di van rojên dawî da di nabêna kurd û emerîkiyan da tevger, çûn û hatineke pir întensîv heye, pir ne dûr e ku hin tişt bi ber guhê we ketibe û loma jî hûn dixwazin tevlihevî û teşxeleyekê derxin, ji bo ku dîsa êrîşê bibin ser Kurdistana başûr.
Bêbaviyên wiha ji we pir ne dûr e. Û ji bo vê armanca xwe jî hûn dikanin 10-15 zarokên xelkê bikin qurban.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE