27 oktober 2008

Hukûmeta AKP-ê malpera min jî qedexe kir

Do derengê şevê piştî ku min nivîsa xwe ya li ser ziyareta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Emerîkayê qedand, min got hela ez seriyakî bidim malperên kurdan, gelo li ba wan çi ”ulûm” û xeber hene?
Piştî serdana çend malperan, dor hatibû Lotikxanê. Dema min Lotikxane vekir û rismê xwe yê li ber mîkrofonê û bi sernivîsa ”Tovjîn îcar Xamo şewitand” û li ser risim jî simîta/teksta ”Na, ellawekîl ev lotik nayê qebûlkirin” dît, di cî da hertişt li ber min reş bû, tekst weke leylanê li ber çavên min û çû hat, ez şepleyî bûm.
Min ji xwe ra got, ku Tovjîn careke din jî li ser min tiştekî xerab gotibe êdî divê ez wî baş bipûrtikînim, wekî din çare tuneye.Ez nizanim min nivîs çawa tikand.
Hişê min li ser şiklê ”cezaya” Tovjîn, min dest bi xwendina nivîsê kir. Meriv him ji sernivîsê û him jî ji destpêka nivîsê wisa fêm dikir ku Tovjîn dîsa li ser min tiştek nivîsî ye.
Nivîs wiha destpêdike:
“Zinarê Xamo Ocalan rexne kiribû. Rêzan Tovjîn jî Xamo rexne kiribû. Piştre jî Xamo got Tovjîn gotiye tu çima ji xwe re domaînek xweser nastînî. Niha jî Tovjîn malper li Tirkiyê qedexe kir. Ev lotik wê Xamo pir biêşîne.Xuyaye wê Zinarê Xamo gelekî li ber vê nûçeyê bikeve. Tew ku bibihîze ji rûyê malpera wî gelek malperên din jî hatine girtin. Belê, Tovjîn li Tirkiyê malpera Zinarê Xamo qedexe nekir, lê Serdozgerê Komarê yê Amedê qedexe kir.”Heta ez gihîştim hevoka ” Belê, Tovjîn li Tirkiyê malpera Zinarê Xamo qedexe nekir, lê Serdozgerê Komarê yê Amedê qedexe kir.” hezar û yek gotin di serê min da li bin guhê hev ketin, lê piştî xwendina vê hevokê axirê ruh bi min da hat û êdî min fêm kir ku ne Tovjîn, îcar dewleta tirk bela xwe di min daye.
Kêfa min hat, çimkî dijmin e, mineta wê tuneye.
Ji bo ku dilê min baş di cîkeve, min bi meylekê ev yek ji çend xwendevanên li Kurdistanê jî pirsî. Mala wan ava be, gelekan bersîva min da. Yên bersîv dane gotine rast e, dema meriv dixwaze têkeve malpera te, ev teksta jêr derdikeve:
”Gîhandina vê sîteyê bi riya dadgehê hatiye qedexekirin. Dadgeha Sulh Ceza 1-em ya Diyarbekrê di tarixa 20-10.2008 û bi biryara 2008/2761 gihîştina vê sîteyê qedexe kiriye.”Yanî hukûmeta AKP-ê qîma xwe bi qedexekirna telewizyon û rojnameyên kurdî neanî, malpera min jî qedexe kir, ew jî da girtin.
Lê rastî ew e ku AKP li min tenê nehatiye xezebê, tiştê min fêm kir, dadgeheke dewleta tirk ya naylon hemû malperên li ser ”bloggspot”ê weşanê dikin qedexe kiriye.
Lê mesele çi ye, ji bo çi qedexe kirne, ya jî weke Lotikxanê gotiye, gelo bi rastî jî ji ruyê malpera min ev ferman dane? baş nayê zanîn.
Bi kêmanî min sebebê qedexekirinê fêm nekir.
Blogspot.com li cîhanê sîteyeke herî mezin e û bi milyonan însan wê bikar tîne. Lê ji bo tirkan ferq nake, ew carê fêrî qedexekirnê bûne. Diz, wampîr çawa ji ronahiyê ditirsin, dewleta tirk jî hewqasî ji azadî û demokrasiyê ditirse û cunî dibe.
Bi qasî ku ez dizanim li cîhanê tenê Çîn, Kuba, Koreya Bakur, Îran û Tirkiye hîn bi mejuyekî wiha genî û kufikî hereket dikin û qedexeyên wiha prîmîtîv bikar tînin.
Û xwedêgiravî ev dewleta tirko jî bi pêşengiya meleyan da ewê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa.
Bi vê zîhniyeta genî, îdareya çete û meleyan 50 salên din jî Tirkiye nikane bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê, divê tirk berî hertiştî demokrasîyê û plûralîzmê qebûl bikin, lê ew jî ji bo tirkan gelkî zahmet e.
Esas qedexekirina blogspotê tenê têr nake, divê AKP hemû înternetê qedexe bike, wê demê ewê bikanibin ji bin da rê li ber kurdan bigrin.
Û jixwe hemû derdê wan jî ev e.
Bi riya şandina sinyalan rê li ber telewîzyonên kurdî girtine, rojnameyên wan jî digrin û kitêban jî didin topkirin. Maye înternet, înternetê jî ji binda yasax bikin, wê demê ewê rehet bikin.
Û pirseke gelkî GIRÎNG!
Ji bo ku malpera min li Tirkiyê û li Kurdistanê were xwendin, yanî ji bo ku ez vê qedexeya tirkan QUL bikim, ez dikanim çi bikim?
Kesên jîr û şarezayê înternetê ji kerema xwe ra li hember dewleta tirk werin gazî û hawara min…

4 kommentarer:

  1. Birêz Xamo:

    Çavkaniya nûçeya (http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=2739) ku min di Avestakurd de weşand texmîn dike ku sedema qedexekirinê Adnan Oktar be, berferhiya nûçeyê di vê blogê de heye (http://www.basbasbas.com).

    Ez jî Blogspot wek we bikar tînim, ama bi zimanê spanî. Ji ber ku Blogspot li Suriyê qedexeye min rabû bloga xwe (Ji Spanya Ta Kurdistan) di malpera Wordpress damezrand. Ji ber wê eger hûn dixwazin ku gotarên we li Tirkiyê werin xwendin berê xwe bidin Wordpress.

    Barek silav û rêz ji bo we

    Ji Spanya:Zinar Ala

    SvaraRadera
  2. Kekê delal Zinarê Xamo,

    Min žî mîna te ev nučeya di Lotikxanê da xwand. Min got, ma gelo ev camêr îcar ji xalê me či dixwaze u hinekî rabum xezebê. Lê Lotikxane žî kafir e haaa, wêneyeke te ya gernasî xistiye serrupela xwe .

    Diyar e dewleta bêbav hew dikare tehemulî kurdan u kurdî bike.
    Her čendî ez pištgiriya xwe bînim zimên žî, bawer nakim ku di vê babetê da bikaribim tištekî berbi čav bikim .

    Ê de bila her bižî malpera xalê me Zinarê Xamo u
    Bila bimire dewletê tirko!!!

    Bi silavên kurdîperestî u kurdperwerî

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  3. Wow all I can say is that you are a great writer! Where can I contact you if I want to hire you?

    SvaraRadera
  4. top [url=http://www.c-online-casino.co.uk/]casino[/url] brake the latest [url=http://www.casinolasvegass.com/]las vegas casino[/url] manumitted no consign bonus at the chief [url=http://www.baywatchcasino.com/]casino
    [/url].

    SvaraRadera

PARVE BIKE