12 oktober 2008

Enqere xebera dawetkirina Nêçîrvan Barzanî red dike

Hemû malperên kurd do beyaneke nûnerê YNK-ê yê Enqerê Behroz Gelalî belav kirin.
Di xeberê da dihat gotin ku Behroz Gelalî di beyana xwe ya rojnama YNK-ê Kurdistanî Newê da gotiye, di van çend rojên pêş me da serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina hukûmeta Tirkiyê ewê Enqerê ziyaret bike.
Di nivîsa xwe ya do da bi çend gotinan min qala vê ziyareta Nêçîrvan kiribû û ev yek weke pêşketineke pozîtîv dîtibû lê zêde li ser nesekinîbûm.
Min îro bala xwe da çapemeniya tirk, min xwest ez bizanibim hela ka tirk çi dibêjin û çi dinivîsin?
CNN Turk-ê qala vê xeberê kiriye, lê tenê weke ”îdîayeke” kurdan û çavkaniya xeberê jî çapemeniya kurd nîşan daye.
Gelek rojnameyên din jî ev xeber dane, lê wan jî xeber ji medya kurd girtine.
CNN Turk dibêje, herçiqas çapemeniya kurd wiha dibêje jî lê peyivdarên tirk yên berpirsiyar vê îdîaya kurdan red dikin û dibêjin ”Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê nuha ne mijareke aktuel e.”Gelo ev ”îdîa” Behroz Gelalî ji ber xwe derxist?
Tiştekî wiha dibê ne mimkûn be.
Piştî êrîşa Bêzelê di çapemeniya tirk da hat gotin ku hukûmetê birayra danûstendina bi kurdan ra daye, lê ev danûstendin ewê kînga û di kîjan derecê da bibe nehat gotin.
Di axftina serokkomar Abdullah Gul ya do da jî ev meyl û mesaj dihat dîtin, lê ne vekirî bû.
Bi kurtî, heger xeber û ”îdîaya” Behroz rast be, wê demê tirk ji bo çi înkar dikin?
Ev yek jî meriv matmayî dihêle.
Bêguman dema Tirkiye dev ji dijminatiya xwe ya li hember kurdan berde û hukûmeta Kurdistanê nas bike û serokwezîrê wê jî bi rengekî resmî dawetî Enqerê bike ev yek pûşketineke pozîtîf e û ji bo kurdan serkeftineke baş e.
Lê gelo bi rastî jî nêta tirkan dostanî û naskirina kurdan e ya jî hesabekî wan yên din heye?
Hesabê wan yê esasî kurdan bera hev din, li hember PKK-ê hin sozan ji hukûmeta Kurdistanê bigrin.
Divê kurd van taktîk û planên tirkan baş bibînin.
Esas di siyaseta tirkan ya li hember kurdan da bêyî hîle, nerindî û xapandinê meriv tu guhertineke nuh nabîne. Loma jî îhtîmala dawetkirina Nêçîrvan Barzanî jî ez pir mimkûn nabînim.
Lê heger dawet bikin jî ewê resmî û weke serokwezîrekî dawet nekin û wê resmiyetê jî nedinê.
Ji vexwendin û pêşwazîkirina serokwezîrekî bêtir ewê riyek û navekî din ji ziyaretê ra bibînin û di mistewa serokwezîrekî da pê ra rûnin.
Ji bo ku statuya hukûmeta Kurdistanê nas nekin û dijminatiya xwe nîşan bidin ewê bixwazin di mistewayeke pir nizim da pê ra rûnin.
Lê divê kurd jî viya qebûl nekin.
Ma li hember Celal Talabanî jî eynî taktîk bikar neanîn?
Talabanî serokê dewleta Îraqê bû lê dîsa jî bi protokola serokkomarekî pêşwazî lê nekirin.
Îcar dewleta ku li hember serokkomarê Îraqê ji ber ku kurd bû wiha bike, ewê çawa serokwezîrê Kurdistanê wek serokwezîrekî resmî dawet bike?
Helbet bikin pir baş e, lê texmîna min ew e ku ewê bi wî navî nekin.
Lê heger hat û dawet bi rastgeriya jî divê kurd rûniştina bi wezîr ya jî mamûrekî wan ra qebûl nekin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê miletekî û Kurdistanê ye loma jî divê bi wî navî û di wê mistewayê da were pêşwazîkirin, dereceyeke din divê kurd qebûl nekin.
Û ya din jî divê Nîçîrvan Barzanî bi beyan û gotinên xwe bi milyonan kurdên bakur neyne hemberî xwe û wan xeyalşikestî neke.
Çimkî ji ”vexwendinê” nêta tirkan yek jî ev e., dixwazin PKK-ê û hukûmeta Kurdistanê bînin hemberî hev.
Dema min ev nivîs dînivîsand Pûkmediayê xebera êrîşên balafirên tirk da. Li gor xebera Pûkmediayê saet di 17:00-ê vê êvarê da balafirên tirk yên şer careke din Zap û navçeyên Nêrwe, Rêkan, Avaşîn yên ser qeza Amêdiyê bombebaran kirine û bombebarankirina wan hîn jî berdewam e. Û di van êrîşan da gelek gund jî hatine bombebarankirin.
Jixwe ji êrîşa ser qereqola Bêzelê û vir da ye balafirên tirk wer Kurdistanê bombebran dikin.
Heta niha jî bombebaran berdewam e.
Serfermandariya tirk jî di beyana xwe ya îşev da dibêje ji 4-ê cotmehê û vir da ye 7 caran Zap û gelek deverên din yên Kurdistanê bombebaran kirine.
Îcar xwediyên vê siyaseta şer û dijminatiyê ewê destê ”dostaniyê” dirêjî kurdan bikin?
Ev yek pir nakeve serê min lê Xwedê bike rast derekve…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE