09 oktober 2008

Dewleta tirk kurdan êdî wek dijminê xwe yê sereke dibîne

Meclîsa Tirkiyê do bi 511 dengan tezkereya hukûmetê ya ku destûra operasyonên li derî sînorên Tirkiyê dide artêşê qebûl kir.
Hukûmetê îro jî “komisyona micadela bi terorê ra” di bin serokatiya serokwezîr Erdogan da civand.
Civînê tam 6 saetan ajot. Lê girre girr û aqilmendên dewleta tirk di van 6 saetan da îşê xwe neqedandine û tu biryar negirtin. Li ser bextê wan be, ew wiha dibêjin.
Loma jî heta roja sêşemiyê nabên dane civînê, roja sêşemiyê ewê dîsa bicivin û li ser kurdan hin biryarên “girîng” bigrin.
Dewleta tirk tam ev 30 sal in ku bi hemû dem û dezgeyên xwe ve, bi artêş, pûlis, MÎT, hukûmet, meclîsa xwe ve wer li ser kurdan civînê li ser civînê çêdike, plan û programan hazir dike.
Lê dîsa jî dawiya civînên wan nayê.
Têrnekirina 6 saet ji xwe ne normal e, lê ya ji wê jî anormaltir texîrkirina roja “sêşemiyê ye!”
Ji bo çi ne înî, şemî, yekşem ya jî duşem, lê sêşem?
Ev nabêna hewqasî dirêj ji bo çi ye?
Gelo li hember kurdan amadeyiya cengeke mezin dikin?
Diyar e di heqê kurdan da dikin hin biryarên pir girîng bigrin. Û ji bo vê yekê jî hin agahî û faktayên pêwîst û esasî ji wan ra lazim e. Qey amadekirina wan di rojekê da ne mimkûn e.
Yanî dikin raporekê hazir bikin. Û ji bo hazirkirina raporeke ku kanibe bibe bingehê biryarên wan bêguman çend roj lazim in.
Bêyî vê, ez tu sebebkî din yê 6 roj nabêndana civînê nabînim.
Civîn di bin serokatiya “berdûşê” Kasimpaşayê Tayyip Erdogan da cêbûye. Lê bêyî Erdogan, wezîrê dewletê û cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek, wezîrê hundur Beşîr Atalay, wezîrê derva Alî Babacan, wezîrê parastinê Vecdî Gonul, wezîrê edaletê M. alî Şahîn, serokerkan Îleker Başbûg, serfermandarê hêzên bejayiyê orgeneral Işik Koşaner, serfermandarê cendirman orgeneral Atîla Işik, çîgirê serekerakn yê duyem Hasan Igsiz, misteşerê serokwezîr Efkan Ala, misteşarê MÎT-ê Emre Taner, midûrê giştî yê emniyetê Oguz Kagan Koksal û berpirsiyarên din jî beşdarî civînê bûne.
Wek tê dîtin hemû serok, berpirsiyar û girre girr û erkanên dewletê yên leşkerî û sivîl beşdarî civînê bûne. Maneya xwe mijareke gelkî cidî hebûye, loma jî nikanîbûne biqedînin, çar roj nabên dane civîna xwe.
Bêguman em nizanin mêrikan îro li ser çi peyivîne û roja sêşemiyê jî ewê li ser çi bipeyivin?
Lê meriv dikane texmîn bike ku nêta wan gelkî xerab e û biryarên li ser kurdan bigrin jî ewê pir xerab bin.
Divê kurd li hember her êrîşa dewleta tirk amade bin û ji bo vê yekê jî yekîtiya xwe xurttir bikin.

Mûrad Belge siyaseta dewleta tirk ya nuh îfşa dikeEz di xwazim li vir qala nivîseke Mûrat Belge jî bikim.
Mûrad Belge du roj berê di rojnameya Tarafê da li ser têkoşîna kurdan û şêla dewleta tirk nivîseke(Kurt meselesî/mesela kurd) pir hêja nivîsîye.
Belge dibêje:
“Demekê me got, “li vî welatî kurd tune ne, herkes tirk e, yên xwe kurd dihesibînin dixapin. Ji bo îspata vê, me tonek kitêb dan nivîsandin. Me bi vê jî qîma xwe neanî, yê eksê wê got me xist hefsê. Me kurdî jî qedexe kir. Lê dîsa nebû”Belge, dû ra li ser siyaseta dewletê ya panturkîst radiweste û dibêje:
Dewleta tirk heta nuha xwestiye herkesî bike tirk. Xwestin kurd bi kurdayetiya xwe nehesin. Vê siyasetê demekê ev şiyarbûn bi derengî xist, nehîşt kurd zû bi kurdayetiya xwe bihesin. Lê hew. Lê bi derengî be jî di dawiyê da kurd bi kurdbûna xwe hesiyan û nuha jî tenê li wê difirkirin.”Li gor Belge, siyaseta dewletê berê “asîmîlekirina” kurdan bû, dewletê dixwest kurdan jî weke miletên din di nava “etnîsîteya” tirk da bihelîne, bike tirk. Lê li gor Belge. Îro ev siyaseta dewletê hatiye guhertin, dewlet êdî bi çavakî dijmin li kurdan dinêre. Belge dibêje:
Demeke dûr û dirêj me xwest ku kurdan di nava “tirkîtiyê” da asîmîle bikin.
Hûnê him viya bibêjin û him jî bibêjin kurd dijminê me ne, ev nabe, bi qişleya “Mustafa Muglali” asîmîlasyon nabe.”

Belge dû ra jî ji dewletê û ji hukûmeta AKP-ê dipirse, dibêje:
“Gelo bêyî ku haya me jê hebe hûn siyaseta xwe diguherînin? Qey we dev ji siyaseta “asîmîlasyonê” berda û dest bi siyaseta dijminatiyê kir?
Baş e hûn bi vê siyasetê li hêviya çi ne?
Çawa be ji navê rakirina kesên ku dibêjin “gelş heye”, dikane wek ji navê rakirina “gelşê” were dîtin.”
Belge, rexne li kesên ku dibêjin “divê em fêrî jiyana bi terorê bibin” jî digre û dibêje:

“Hinek dibêjin, divê em fêrî jiyana bi terorê ra bibin. Heta nuha li dora 40-50 hezar kuştî hene, gelo bersîv ev e?”Belê, ”dewleta kûr” û hukûmeta AKP-ê wiha difikire, ew dixwazin herkes fêrî rojê rakirina 9-10 cenazeyan bibin. Loma jî Erdogan û Gul dibêjin, teror di demeke kin da naqede, divê em fêrî vê yekê bibin.
Hemû bûyer û radan nîşan didin ku di rojên pêş da dewletê di gelek waran da êrîşê bîne ser hêzên kurd. Êrîşa ser başûrê kurdistanê hîn ne diyar e, lê li bakur ewê bixwzin kurdan terorîze bikin û baş biêşînin.
Lê helbet wek hercar, îcar jî ewê nikanibin tu jahrê belav bikin. Ne artêş, AKP û hemû nîjadperestên tirk tenê, miletê tirk jî divê hêviya xwe ji şer bibire. Kurd divê vê hêviya wan jî pûç bikin.
Û ji bo vê yekê jî hinekî din wext lazim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE