31 oktober 2008

Çapemeniya tirk wek kûreya derewan dixebite

Li dinyayê tu medyaya welatekî din weke ya tirk bêrû, rezîl û virek tuneye.
Piraniya xeberên wan derew in.
Tu hew mêze dikî gelek rojnameyan xeberek derxistine manşetê û hertiştî bicî û war dikin. Lê roja din derdikeve ortê ku xeber vir bûye, binakeya wê xeberê tunebûye, hinekan ji ba xwe çêkiriye.
Meriv matmayî dimîne.
Rojnameyeke bi sedhezaran xwendevanên wê hebin çawa dikane xeberekê ji derewan çêke?
Lê li Tirkiyê ”xebera derewîn” fenomeneke pir normal e, hema hema hemû çapemenî dike.
Îcar meriv nizane xebera pêşî derew e ya jî tekzîba wê, çimkî hatiye dîtin ku ne tenê xeber, tekzîb jî derew bûye.
Do rojnameya Zamanê, Yenî Şafakê, Sabahê û gelek sajtên tirk li ser brîfînga ku serokerkan Îlker Başbûg di 27-ê mehê da dabû Heyeta Wezîran, nivîsîbûn û gotibûn ku Başbûg di brîfîngê da gotiye:
Divê li Kurdistanê kadroyên îmaman yên vala werin dagirtin, gund bê îmam nemînin.”
”Ji bo qedandina terorê divê gavên sosyal, aborî û kulturî werin avêtin.”
”Weşana bi kurdî hêdî dimeşe, divê zû di dest bi weşanê bike.”
”Terorîstê herî maqûl ne terorîstê kuştî, terorîstê teslîm dibe” ye. Terorîstên tên kuştin li herêmê kînê zêde û tevlêbûnê jî teşwîq dikin.”
”Heger feyde tê hebe bi alîgirên terorîstan ra jî dikane were peyivîn.”
”Û di vê çarçewê da hevdîtinên bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra jî destpêkek baş e û artêş ne li dij e û gelek îdîayên din.”
Li ser vê, do min jî nivîsek nivîsî(Baweriya serokerkanê tirk bi serkeftina şerê çekdarî nemaye) û ev gotinên serokerkan Başbûg şirove kir.
Lê îro eynî medyayê îcar eksê vê xebera nivîsîye, dibêjin ew tiştê do li ser navê serokerkan hatiye gotin ne rast e, vir e.
Merkeza Çapemeniyê ya Serokwezaretê îro beyanek daye û gotiye, xeberên ku do di derbarê brîfînga serokerkan da di hin rojnameyan da derketibûn ”bêbingeh in û para wan ya rstiyê tuneye”, divê bîrûraya giştî îtîbarê bi xeberên wiha manîpulatîv neke.
Wezîrê Kar û Ewlekariya Sosyal Huseyîn Çelîk jî li ser eynî meselê beyanek daye û wî jî gotiye ew tiştên li ser navê serokerkan hatine gotin derew in, ne rast in.
Nuha meriv baweriya xwe bi kîjanê bîne?
Geleo bi rastî jî xeber ji binda derew e, serokerkan tiştên wiha negotine, rojnamevan ji ba xwe çêkrine?
Ya jî xeber rast e, lê tekzîb derew e.
Ttiştên di çapemeniyê da belav bûne nayê hesabê wan, loma jî îro bi tekzîbekê înkar dikin.
Axirê him çapemenî û him jî siyasetmedarên tirk hewqas derew kirine ku êdî meriv nikane ji tu gotina wan bawer bike.
Kurd dibêjin, mala yê virek şewitî kir gazî û hawar lê kesî jê bawer nekir. Ji ber ku berê gelek caran derewên wiha kiribûn.
Yê tirkan jî bûye ev mesele, meriv nizane kîjan derew e, kîjan rast e.

Baweriya serokerkanê tirk bi serkeftina şerê çekdarî nemaye

Serokerkanê Tirkiyê Îlker Başbug roja pêncşemiyê li ser şerê li hember PKK-ê û têkoşîna gelê kurd ya demokratîk brîfîngeke dûr û dirêj da heyeta wezîran.
Di beşê axaftina Başbug ya ku di çapemeniyê da belav bûye meriv dibîne ku artêşa tirk ji pertav da ketiye û êdî baweriyê bi serkeftina şerê çekdarî nayne.
Berê li gor Başbûg, ”terorîstê herî baş, terorîstê mirî bû” lê di brîfînga da Başbûg ev dîtina xwe guhertiye û gotiye,”terorîstê herî baş, terorîstê teslîm dibe” ye.
Ev jî siyaseteke nuh e.
Ji ber ku li gor tirkan jî ”kurdê herî baş, kurdê mirî ye” zindî pîs be, merivê wan be jî ne baş e.
Hamdî Ateş di rojnameya Yenî Şafakê da pir bi kurtî qala vê brîfînga Başbûg dike û jê çend nimûneyên gelkî balkêş dide.
Hamdî Ateş, di nivîsa xwe da gotiye, ”pêşniyarên Başbug endamên hukûmetê matmayî hîşt” lê teferûatên pêşniyaran eşkere nake.
Başbûg gotiye, di van demên dawî da di tevlêbûna ”rêxistina terorê” da zêdebûnek heye. Û tevlêbûnên herî zêde jî ji Stenbol, Diyarbekir û herêma Mêrîdînê dibe. Ji Sûriyê û Îranê jî tevlêbûn heye.
Heta nuha xwedêgiravî PKK ”li ber qedandinê” bû, ”ketibû ber zikratê”, qefle bi qefle gerîlla teslîmî dewletê dibû û gelek virên din.
Lê bi van gotinên Başbûg diyar dibe ku rastî ne wiha bûye, bira qedandin li wir bimîne, ”di tevlêbûna gerîlla da zêdebûnek” heye.
Evy ek jî nîşan dide ku êrîşên bênabên û barandina bi tonan bombe tu netîceyeke berbiçav bi xwe ra neaniye, nebûye sebebê qelsbûn û belavbûna PKK-ê.
Başbûg di axaftina xwe da gotiye ”4. 500 gerîllayên PKK-ê hene, ji vanan 3000 li başûrê Kurdistanê ne û 1.500 jî li bakurê Kurdistanê yanî li Kurdistana Tirkiyê ne. Yanî li gor jimar û hesabê Başbûg ji sisiyan yekê gerîlla li Kurdistana Tirkiyê ne û li wê derê cîwar in.
Heger em van agahiyên Başbûg rast qebûl bikin, wê demê îdîeya di êrîşan da gerîlla ji başûrê Kurdistanê tê li hewa dimîne. Çimkî hezar û 500 gerîlla di nava sînorên Tirkiyê da hene û ev hejmar jî têra êrîşan dike.
Ev aliyekî meselê ye. Aliyê din yê meselê jî carê artêşa tirk nikane rê li ber ger û şargebûna van gerîllayan bigre.
Yanî gerîlla ji der nayê, têra xwe li hundur heye. Û ev yek jî argumentê tirkan ku ”gerîlla ji başûrê Kurdistanê êrîşê dibe ser hêzên artêşa tirk” pûç dike.
Heta nuhali gor artêşa tirk, ”terorîstê herî baş, terorîstê mirî bû” lê di vê brîfîngê da xwedêgiravî Başbûg ev dîtina xwe guherandiye û gotiye ”terorîstê herî baş ne terorîstê mirî ye. Terorîstê herî baş, terorîstê teslîm dibe.”
Ev jî nîşan dide ku Başbûg birengekî fedyok qebûl dike ku bi kuştinê ew nikanin dawiya kurdan bînin û zora wan bibin.
Yanî bi gotineke din, mesela kurd bi zor û bi kuştinê, bi şerê çekdarî çareser nabe, bi vê riyê dewlet nikane biser keve. Teslîmkirina vê rastiyê ji bo kurdan serkeftineke gelkî mezin e.
Çimkî heta nuha bawerî û hêviya tirkan ew e û artêşê ew e ku ewê bi şerê çekdarî bikanibe tevgera kurd ya netewî bipelçiqîne, tasfiye bike.
Roja ku kurd vê alternatîf û riya şerê çekdarî pûç bikin çareseriya meslê jî hêsan û nêz dibe.
Leşkeran heta nuha bi tu hawî ne qebûl nedikirin û ne jî destûr didan ku siyasetmedarên pepûk bi hukûmet û serokên Kurdistana Federe ra rûnin û mesela PKK-ê minaqeşe bikin.
Lê li gor agahdariyên Hamdî Ateş dane, xwedêgiravî Başbûg ji di axaftina xwe da gotiye:
”Ji bo qedandina terorê em ji her pêşniyarê ra vekirîne, tu pêşhukmiyeke me tuneye. Bi piştvanan ra jî(yanî hevalbendên PKK-ê) dikane were axaftin.
Di vê çarçewê da em ji hevdîtinên bi Barzanî ra ne aciz in.Bû destpêkek baş lê em ne memnûn in.”
Di van gotinên Başbûg da devjêberdan û têkçûna siyaseta artêşê ya bêtawîz û bêkompromis xwe dide der, eşkere dibe.
Bêguman ne ji bo kurdên bakur tenê, ji bo kurdên başûr jî pûçbûna vê siyaseta artêşa tirk ya şerxwaz serkeftineke mezin e, îmkanên hevdîtin, diyalogê û dîtina riyeke aştiyane zêdetir dike.
Dema dewlet û hukûmet vê riya diyalogê bide ber xwe, bike siyaseta xwe ya esasî mecbûr e bi kurdan ra bipeyive, têkeve danûstendinê û hin tawîzan bide.
Dîsa li gor îdîa Hamdî Ateş, serokerkanê tirk Başbûg gotiyeye ku ”teror” bi şerê çekdarî tenê naqede, ji bo qedandina ”terorê” divê gavên sosyal, aborî û kulturî werin avêtin. Weşana telewîzyona kurdî, hêdî diçe, divê ev kar bi lez û beztir bimeşe.
Wek tê zanîn ji zûdaye biryara kanaleke ”pirzimanî” hatiye girtin, heta serok û şêwirmendê wê jî hatiye diyarkirin lê kanal bi xwe li ortê tuneye. Li gor beyanên destpêkê divê ji zûda ”telewîzyona kurdî” ya dewletê dest bi waşanê kiribûya. Lê li gor îdîayên heta nuha leşkeran rê nedaye ku hukûmet vê biryara xwe bicî bûne. Li gor leşkeran weşaneke wiha ewê nasyonalîzma kurdî xurttir bike loma jî divê dewlet tawîzeke wiah nede kurdan.
Lê heger tiştên li ser navê Îlker Başbûg tên gotin rast bin, artêşê dev ji vê siyaseta xwe jî bedaye, êdî artêş û ”dewleta kûr” jî ne li dijî kanaleke kurdî ye. Bêguman ev jî pêşkeftineke baş e
Xwedêgiravî artêşa tirk ”nobedarê laîsîzmê” ye û ji ber ku AKP partiyeke îslamî ye loma jî di nabêna artêşê û hukûmeta AKP-ê da dubendî û şer heye. Îdîa kemalîstan ew ku hukûmeta AKP-ê bi ajandeyeka bi dizî dixwaze civatê îslamîze bike lê artêş nahêle.
Herçî nêta û armanca hukûmetê ya bi dizî û eşkere pir vekirî ye, ew partiyeke îslamîst û panturkîst in û dixwazin civatê jî li gor vê îdeolojiya xwe perwerde bikin.
Lê îdîa ku artêş weke prensîb û îdeolojîk li dijî vê siyaseta AKP-ê ya îslamî ye derew e. Derew çimkî Başbûg di axaftina xwe da xwestiye ku hukûmet bêtir giraniyê bide propagandeyên dînî û li hemû gundên Kurdistanê melan bide bicî kirin.
Ji ber ku Başbûg dibîne teror, şer nîjadperestiya tirk têr nake, bi vacayî tesîreke negatîv li kurdan dike, kurd bêtir li nasname û kurdayetiya xwe xwedî derdikevin. Dema gerîllayekî dikujin, deh kesên din dibin gerîlla û sedan kes dibin dijminê dewleta tirk. Loma jî ji dêlî wê va, dixwazin bi riya dîn têkevin nava kurdan û kurdan bixapînin.
Başbûg pir vekirî gotiye:
”Ji bo kêmkirina alîkariya bi PKK-ê ra û rêlibergirtina derketina çiyê dîn xwediyê ciyekî gelkî girîng e. Ji ber vê yekê jî divê li herêmê(Kurdistanê) kêmasiyên meleyan ji ortê rabin, hemû mizgeftên bê îmam divê tayinên wan werin kirin.”
Ev gotinên Başbûg jî nîşan didin ku ”laîsîztiya” artêşê çiqasî sexte û vir e. Ev yek.
Ya duyem, dijmin dîn û îslamiyetê jî li hember me çekekê bikar tîne, dixwaze bi riya ”dîn û îslamiyetê” kurdên bawermend bixapînin û ji doza wan ya netewî dûr xin.
Û ya sêyem jî, divê em kurd bibînin û fêm bikin ku AKP di destê ”dewleta kûr” û artêşê da tenê amûr û wasiteyeke xapandina kurdan e.
Tiştê ku dewlet nikane bi riya kemalîzmê, MHP-ê, CHP-ê û şerê çekdarî bidest xe dixwaze bi riya AKP-ê û dîn bidest xe. Loma jî di şertên îro da ji bo kurdan hêza herî xeter AKP ye.
Divê kurd vê wezîfeya AKP-ê ya di nava kurdan da baş eşkere bikin û nehîlin xurt bibe.
Li Kurdistanê xurtbûn û serkeftina AKP-ê têkçûna miletê kurd e.

29 oktober 2008

Tirk belasebebî xwe dikin pêkenînê cîhanê

Gazî û hawara min ya do olaneke mezin da, gelek kurdên jîr û hosteyên înternetê bi pêşniyarên xwe yên gelkî hêja hatin alîkariya min.
Hevalekî gelkî hêja û avakarê vê malperê ji min ra du lînk şandine û gotiye heger xwendevanên li Tirkiyê van lînkan bikar bînin ewê bi rehetî kanibin têkevin malperê.
Pêşniyar di bin nivîsa min ya do(Gurên înternetê ma hûn lik u ne?)da heye. Lê ezlînkan li vir jî dinivîsim.
Xwendevanên li Tirkiyê û Li Kurdistanê dikanin bi riya van lînkan xwe bigihînin malpera min.
Lînk ev in:
http://anonymouse.org/cgi-bin/anon-
www.cgi/http://zinarexamo.blogspot.com
A niha ji eynî hevalî(Nîhat) pêşniyareke din jî hat. Ez wê jî li vir diweşînim.

"Merheba Zinar,
Li Tirkiye meriv vê malperê veke û adresa malpera te binivîse û pêl surf Anonimously bike, îhtimala mezin dê malper vebe. Ev malper navnîşana meriv yanê IP adresa komputera meriv duguhere û wek ku meriv ji welatekî din ketibe malperê nîşan dide.
http://anonymouse.org/anonwww.html"

Birayê min jî pêşniyareke şandiye. Wî jî gotiye, kesên ku ji Tirkiyê dixwazin xwe bigihînin malpera min, dikanin berê atunnel.com, ya jî btunnel.com, ktunnel.com binivîsînin, ewê malpera tunnel vebe, dûre jî edrese malpera min(http://zinarexamo.blogspot.com/) binıvîsin ewê malpere derkeve.Ya din jî gotiye:
”Di computerê da dns hene, kanin van biguherinin, çaxa dns verin guhertin tu malper namînin ku venebin. Ev rê hîn baştir e. Li dora 200 heb dns hene, ez li vir yekê dinivîsim. 4.2.2.1
4.2.2.2”
Xwendevanekî din jî ji Îspanyayê (Zinar Ala)di wordpressê da ji min ra malpereke çêkiriye û şandiye.
Ji bo vî alîkariya wî û yên hemû hevalên din, ez ji dil û can sipasiya hemûyan dikim. Mala hemûyan ava.
Lê herçî malpera ”wordpressê” ye nabe, ew tiştekî din e. Wê demê divê ez ji nuh ve da dest pê bikim. Lê ez naxwazim dev ji malpera xwe berdim, çimkî arşîveke min ya dewlemend çêbûye. Ez naxwazim ew arşîva min ji ortê rabe û careke din ji sifirê dest pê bikim.
Lê dîsa jî gelek sipas û hezar carî mala wî ava ku ji bo min serê xwe êşandiye û ew malper avakiriye.
Ez bawer dikim dema ev herdu pêşniyarên jorîn bigihê destê xwendevanan ewê mesele nîvçareser bibe.
Pêşmergeyê serê çiyayên Kurdistanê îro li Qesra Spî mîvanê serokê Emerîkayê Bush bû.
Dinya, ez gelkî kêfxweş bûm ku min îro bi çavên serê xwe ev dîmen dît.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê George Bush, îro li Washîngtonê li Qesra Spî pêşwaziyeke gelkî germ li serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.
Piştî civînê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Amerîkayê Bush civîneke çapemeniyê li dar xistin. Bush got, wan di civînê de li ser qanûnên petrol û hilbijartinan û peymana ewlekariyê ya di navbera Iraq û Amerîkayê da (SOFA-Status of Forces Agreement) gotûbêj kirine.
Bush got, baweriya wî ew e ku ewê peymana ewlekariya di nabêna Îraq û Emerîkayê da(SOFA-Status of Forces Agreement) were qebûlkirin.
Serokê Kurdistanê Barzanî jî got baweriya wî jî ew e ku ev peyman di qezence Îraqê da ye û kurdan jî piştgiriya îmzkirina vê peymanê kiriye û ewê ji nuha û pê va jî vê piştgiriya xwe bidomînin.
Bush, di axaftina xwe da gelkî pesnê dostaniya serokê Kurdistanê da û got ”Serok Barzanî di pêşxistina Îraqeke azad da roleke esasî lîstiye” û ji bo vê yekê jî sipasî wî kir.
Serok Barzanî jî di axaftian xwe da got:
”Em qurbanên ku gelê Emerîkayê ji bo rizgarikirina gelê Iraqê dane bilind dinirxînin.”
Serokê Kurdistanê axaftina xwe bi kurdî kir.
Lê ya herî girîng ew e ku serokê Kurdistanê ne destvala, bi hin qezencên siyasî venegere Kurdisranê.

28 oktober 2008

Gurên înternetê ma hûn li ku ne?

Ez îşev dîsa hinekî dereng hatim mal. Piştî kar ez çûm bajêr, emanetê hevalekî ev çend roj bûn di çentê min da bû, min bir dayê.
Dûra çay qahwe, axirê heta ez gihîştim mal saet bû dehê şevê.
Di serê min da tiştekî ku minê li ser binivîsanda tunebeû.
Mesela qedexekirina malpera min, min do qal kiribû. Bi lez û bez min kompîtora xwe vekir û weke nêçîrvanê li nêçîrê bigere, ez jî ji xwe ra li mijarekê geriyam. Ne li ba tirkan û ne jî li ba kurdan min tu nûçe û bûyereke girîng nedît.
Yê tirkan ji xwe çend pîlaqên wan yên xerxûtî hene, tim ew li ser in.
Efendim nizanim PKK-ê çi kiriye, serokê DTP-ê çi gotiye û hin xebrên li der û dora van bûyeran.
Ez meraq dikim, ez dibêjim heger rojekê PKK ”biqede” gelo ev dewleta tirk ya tu dibê qerase, ev telewîzyon û rojnameyên wan ewê qala çi bikin?
Xwendevanekî(Zinar Ala)ji Îspanyayê li ser qedexekirina blogspotê di bin nivîsa min ya do da şiroveyeke girîng kiriye lê ez jê fêm nakim. Li gor gotina birêz Zinar Ala, meriv dikane qexekirina tirkan bi riya Wordpressê derbas bike.
Lê ez nizanim ezê çawa xwe bigihînim Wordpressê û xwe têxim wir?
Zinar Ala wiha gotiye:
” Ez jî Blogspotê wek we bikar tînim, ama bi zimanê spanî. Ji ber ku Blogspot li Sûriyê qedexeye min rabû bloga xwe (Ji Spanya Ta Kurdistan) di malpera Wordpressê da damezrand. Ji ber wê eger hûn dixwazin ku gotarên we li Tirkiyê werin xwendin berê xwe bidin Wordpressê.
Barek silav û rêz ji bo we
Ji Spanyayê Zinar Ala”
Heyran wele ez dixwazim berê bidim her derê, lê ez feqîrê Xwedê ne ziman dizanim û ne jî rê. Edres jî li ba min tuneye.
Heger min zanîbûya ev îş çawa dibe nuha min ji zûda tirk û qedexeya wan rezîl û riswa kiribû û malpera xwe li Kurdistanê dabû xwendin.
Lê ez çi bikim, dil heye lê taqet tuneye.
Ez dixwazim herdu tiliyên xwe li çavên wan bêbavan xim lê destê min nagihîje wan.
Û yên xwedêgiravî jîr û şarezayên înternetê jî li malên xwe rehet rehet rûniştine û li min û tirkan temaşe dikin, yek destê xwe li sînga xwe naxe, nabêje errrrrik, ez bavê Elo me, ezê alîkariya te bikim.
Ji min ra meylan dişînin piştgirî û xemgîniya xwe nîşan didin, ji tirkan ra xeberan didin.
Heyran ji wê bêtir rê nîşanî min bidin, ji milet ra bibêjin li Tirkiyê û li Kurdistanê ewê çawa û bi çi riyê kanibin xwe bigihînin malpera min?
Ma ne divê di rojeke wiha da zana û mihendizên kurdan werin gazî û hawara yên weke min nezan û rê nîşanî min bidin.
Yekî îro li bajêr ji min ra got, heger lînka te di melperke din da hebe dikanin ji wir têkevine û xwe bigihînin malpera te.
Ez nizanim rast e y ana?
Wê demê bi ra ji kerema xwe ra malperên ne qedexe malpera min bikin lînk û vê alîkariyê bi min ra bikin.
Axir kî çi dizane divê huner û marîfeta xwe di rojeke wiah da nîşan bide.
Ez li hêviya alîkariya we ya teknîkî me. Hûn dikanin di bin nivîsê da binivîsin ya jî min ra bişînin.
Çavê min li hêviya alîkariya we zanayên kurd e…

27 oktober 2008

Hukûmeta AKP-ê malpera min jî qedexe kir

Do derengê şevê piştî ku min nivîsa xwe ya li ser ziyareta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Emerîkayê qedand, min got hela ez seriyakî bidim malperên kurdan, gelo li ba wan çi ”ulûm” û xeber hene?
Piştî serdana çend malperan, dor hatibû Lotikxanê. Dema min Lotikxane vekir û rismê xwe yê li ber mîkrofonê û bi sernivîsa ”Tovjîn îcar Xamo şewitand” û li ser risim jî simîta/teksta ”Na, ellawekîl ev lotik nayê qebûlkirin” dît, di cî da hertişt li ber min reş bû, tekst weke leylanê li ber çavên min û çû hat, ez şepleyî bûm.
Min ji xwe ra got, ku Tovjîn careke din jî li ser min tiştekî xerab gotibe êdî divê ez wî baş bipûrtikînim, wekî din çare tuneye.
Ez nizanim min nivîs çawa tikand.
Hişê min li ser şiklê ”cezaya” Tovjîn, min dest bi xwendina nivîsê kir. Meriv him ji sernivîsê û him jî ji destpêka nivîsê wisa fêm dikir ku Tovjîn dîsa li ser min tiştek nivîsî ye.
Nivîs wiha destpêdike:
“Zinarê Xamo Ocalan rexne kiribû. Rêzan Tovjîn jî Xamo rexne kiribû. Piştre jî Xamo got Tovjîn gotiye tu çima ji xwe re domaînek xweser nastînî. Niha jî Tovjîn malper li Tirkiyê qedexe kir. Ev lotik wê Xamo pir biêşîne.Xuyaye wê Zinarê Xamo gelekî li ber vê nûçeyê bikeve. Tew ku bibihîze ji rûyê malpera wî gelek malperên din jî hatine girtin. Belê, Tovjîn li Tirkiyê malpera Zinarê Xamo qedexe nekir, lê Serdozgerê Komarê yê Amedê qedexe kir.”
Heta ez gihîştim hevoka ” Belê, Tovjîn li Tirkiyê malpera Zinarê Xamo qedexe nekir, lê Serdozgerê Komarê yê Amedê qedexe kir.” hezar û yek gotin di serê min da li bin guhê hev ketin, lê piştî xwendina vê hevokê axirê ruh bi min da hat û êdî min fêm kir ku ne Tovjîn, îcar dewleta tirk bela xwe di min daye.
Kêfa min hat, çimkî dijmin e, mineta wê tuneye.
Ji bo ku dilê min baş di cîkeve, min bi meylekê ev yek ji çend xwendevanên li Kurdistanê jî pirsî. Mala wan ava be, gelekan bersîva min da. Yên bersîv dane gotine rast e, dema meriv dixwaze têkeve malpera te, ev teksta jêr derdikeve:
”Gîhandina vê sîteyê bi riya dadgehê hatiye qedexekirin. Dadgeha Sulh Ceza 1-em ya Diyarbekrê di tarixa 20-10.2008 û bi biryara 2008/2761 gihîştina vê sîteyê qedexe kiriye.”
Yanî hukûmeta AKP-ê qîma xwe bi qedexekirna telewizyon û rojnameyên kurdî neanî, malpera min jî qedexe kir, ew jî da girtin.
Lê rastî ew e ku AKP li min tenê nehatiye xezebê, tiştê min fêm kir, dadgeheke dewleta tirk ya naylon hemû malperên li ser ”bloggspot”ê weşanê dikin qedexe kiriye.
Lê mesele çi ye, ji bo çi qedexe kirne, ya jî weke Lotikxanê gotiye, gelo bi rastî jî ji ruyê malpera min ev ferman dane? baş nayê zanîn.
Bi kêmanî min sebebê qedexekirinê fêm nekir.
Blogspot.com li cîhanê sîteyeke herî mezin e û bi milyonan însan wê bikar tîne. Lê ji bo tirkan ferq nake, ew carê fêrî qedexekirnê bûne. Diz, wampîr çawa ji ronahiyê ditirsin, dewleta tirk jî hewqasî ji azadî û demokrasiyê ditirse û cunî dibe.
Bi qasî ku ez dizanim li cîhanê tenê Çîn, Kuba, Koreya Bakur, Îran û Tirkiye hîn bi mejuyekî wiha genî û kufikî hereket dikin û qedexeyên wiha prîmîtîv bikar tînin.
Û xwedêgiravî ev dewleta tirko jî bi pêşengiya meleyan da ewê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa.
Bi vê zîhniyeta genî, îdareya çete û meleyan 50 salên din jî Tirkiye nikane bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê, divê tirk berî hertiştî demokrasîyê û plûralîzmê qebûl bikin, lê ew jî ji bo tirkan gelkî zahmet e.
Esas qedexekirina blogspotê tenê têr nake, divê AKP hemû înternetê qedexe bike, wê demê ewê bikanibin ji bin da rê li ber kurdan bigrin.
Û jixwe hemû derdê wan jî ev e.
Bi riya şandina sinyalan rê li ber telewîzyonên kurdî girtine, rojnameyên wan jî digrin û kitêban jî didin topkirin. Maye înternet, înternetê jî ji binda yasax bikin, wê demê ewê rehet bikin.
Û pirseke gelkî GIRÎNG!
Ji bo ku malpera min li Tirkiyê û li Kurdistanê were xwendin, yanî ji bo ku ez vê qedexeya tirkan QUL bikim, ez dikanim çi bikim?
Kesên jîr û şarezayê înternetê ji kerema xwe ra li hember dewleta tirk werin gazî û hawara min…

26 oktober 2008

Ziyareteke gelkî girîng

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi serdaneke resmî îro çû Emerîkayê.
Serok Barzanî roja çarşemiyê li Qesra Spî ewê bi serokê Emerîkayê George Bush ra hevdîtineke resmî bike.
Li gor beyana wezareta derve ya Emerîkayê, hevdîtinên Barzanî yên resmî ewê roja sêçemiyê bi wezîra karê derve ya Amerîkayê Condoleezza Rice û hin berpirsiyarên din ra dest pê bike. Tê gotin ku alîkarê serokwezîrê Îraqê Berhem Salih jî di heyeta Barzanî da ye û ewê jî bi Barzanî ra beşdarî van hevdîtinan bibe.
Li gor beyanên berdevkên Qesra Spî, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ewê li Washîngtonê bi şêwirmendên siyaseta derve yên namzetê domokratan Barack Obama û yên komariyan John McCain ra jî hin hevdîtinan bike.
Serokê Kurdistanê ewê du hefteyan li Emerîkayê bimîne û hilbijartinên serokatiyê jî li wir taqîb bike.
Çapemeniya tirk dinivîse, dibêje şêwirmendê Erdogan yê siyaseta derva Ahmet Davutoglu jî ewê bi serokê Kurdistanê Barzanî ra di eynî tarîxê da li Emerîkayê be. Lê nabêjin Davutoglu ewê bi kê ra hevdîtinan bike.
Diyar e di protokolê da tu hevdîtinên girîng tunene, heger hebûya tirkan ewê binivîsanda.
Lê ji dêlî wê balê dikşînin ser ziyareta serokê Kurdistanê û gotine, ”Barzanî ziyareteke krîtîk pêk tîne.”
Tiştê meriv ji sernivîs û ji şiroveyên tirkan fêm dike, ew ji vê ziyareta serokê Kurdistanê ne kêfxweş in û heta gelkî jê aciz in. Heger ji destê wan bihata ewê rê li ber vê ziyareta serokê Kurdistanê bigirtana.
Berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê li ser armanc û sebebên ziyareta serok Barzanî heta nuha tiştek negotine. Lê ji ber ku ziyaret li ser vexwendina Qesra Spî ye bêguman gelkî girîng e û miheqeq sebebekî cidî heye. Ya na meriv di saniya dawî da dawet nake.
Loma jî meriv dikane bibêje ku ziyaret bi serê xwe ji bo kurdan serkeftineke mezin e. Lê heger bi vê ziyaretê kurd bikanibin bi emerîkiyan ra hin peymanan jî îmze bikin bêguman ewê gelkî baştir be.
Bi hêviya ku serokê Kurdistanê bi xeberên xêrê vegere û hemû kurdan şa bike.

Hesabê du rojan

Ji ber ku ev du roj in di vî quncikî da min hûn bênivîs hîştin berî hertiştî ez lêborîna xwe ji we dixwazim.
Ez hêvî dikim ku ji ber vê tunebûna min ya kin hûn ji min nexeyidîne.
Di nivîsa xwe ya roja pêncşemiyê da jixwe min gotibû ku ez û çend ”hevalên” swêdî yên ji ciyê kar emê herin derva, bi hev ra xwarinekê bixwin.
Weke me li hev kiribû, piştî kar saet di hijdan da me li bajêr hevûdu dît û em çûn aşxaneyeke lubnaniyan.
Çaxa ez dibêjim ”swêdî” bira tiştekî xerab neyê bîra kesî, di nava me da yek jin jî tunebû, em hemû jî zilamên qert bûn.
Ez viya dibêjim ji ber ku ji nuha da hin paşgotinî bi ber guhên min ketine, xwedê giravî Zinarê Xamo bi 6 jinên swêdî ra çûye kêf kiriye…
Buhtan e, binaka wê tuneye. Ji kereme xwe ra li ciyê rehetiyê xanimê li min neazirînin.
Belê, ez werim ser meselê.
Xwarinên lubnaniyan nuha li Stockholmê gelkî meşhûr in. Kêfa swêdiyan gelkî ji xwarin û bi taybetî jî ji dansozên ereban ra tê.
Lê bi taybetî jî jin diçin van aşxaneyan û li reqsa dansozan temaşe dikin û ew jî pê ra dilîzin û fêr dibin.
Ya rast ji bo min xwarinên lubnaniyan ne tu xwarin in, çerez in. Menuya wan li dora 15-20 mezeyên germ û sar in û dûra jî şîşek kibab û şîşek mirîşk didin meriv. Û herçî dans e ji xwe ji berê da ye kêfa min zêde jê ra nayê.
Lê ji bo swêdiyan tiştekî nuh e û loma jî gelkî kêfa wan jê rat ê.
Bi xwarin, dekor û muzîka erebî atmosfera aşxaneyeka oryentê li Stockholmê dijîn.
Mirovên swêdî gelkî kêfçî û meraqdar in, tu hesretê di dilê xwe da nahêlin.
Di salên 70-80-î da li Swêd aşxaneyên çînî wiha populer bûn, nuha êdî kes naçe aşxaneyên çînî, yên lubnanî û hindî di raxbetê da ne.
Navê aşxaneya em çûnê Al Sarab bû. Aşxaneyeke pir paqij û serwîsa wan jî baş bû.
Dema ez gihîştim mal, saet yekê şevê bû, êdî ez ji hal da ketibûm, loma jî raste rast hema min çû serê xwe danî.
Ji şansê xerab ra do jî (25/10)roja paqijiya hawirdora me bû. Ji mecbûrî ez saet di nehan (09.00)da rabûm, min çû navê xwe di lîsteyê da nivîsî, tirmixa(şepneya)xwe da destê xwe û min dest bi paqijiyê kir.
Li Swêd kesên ne di apartûman û bîneyan da, kesên di wîla û rêzxaniyan da dijîn buhar û payizan ew paqijiya derûdora malên xwe dikin. Di vê mehê da piştî ku dar pelên xwe diweşînin û herder di qilêrê da dimîne, cîran rojekê bi hev ra paqijiya derûdora xwe dikin. Û ew roj jî ji şansê min ra do bû.
Saet ji nehan heta donzdan wek baxçevanekî min çîmenên dora malê û bin daran paqij kir. Saet di donzdan me paqijî qedand. Piştî wê min dest bi paqijiya hewşê kir.
Yanî divê herkes ber deriyê xwe paqij bike, min jî paqij kir.
Dema saet bû sêzde hal di min nema, hema ez çûm min xwe dirêj kir.
Cîranê min Mamoste telefon kir, got ma tu nayê sunciqên biraştî naxwî û bîrayê venexwî?
Min got weleh taqet di min da nemaye, ezê rakevim.
Li Swêd piştî qedandina paqijiyê meriv suncuqan/sosîsan dibrêje û bi hev ra dixwe.
Gotineke heye, dibêje Xwedê bide, li ser hev dide.
Yê min jî do wisa bû. Ev ne bes bû, êvarî jî daweta lawê kekê Weysî Zeydanlioglu Baran bû, divê miheqeq ez biçûmayê û weke dost û şirîkekî nezerê yê “kevn” di vê şahiya malbata Zeydanlioglu da beşdar bibûma.
Saet li dora 13.45-an ez ji xew ra bûm, heta min serê xwe şuşt, riya xwe kur kir û piçekî xwe tûzikand saetê nêzikî li pêncan(17.00)kir.
Weke hertim emê dîsa bi ereba cîranê min Mamoste biçûyana. Jixwe ne xêra Mamoste be halê min ne tu hal e, ez ne dikanim herim şîna kesî û ne jî şahiya kesî.
Ez hêvî û dua dikim ku Mamoste ewê tim cîranê min be, çimkî xêra wî texsiya min tim li ber mala min e.
Yanî bi kurtî Xwedê daye min, lê ez hêvî dikim ku ji min nestîne, yanî cîranê min ji vir bar neke. Ji ber ku li vê dinyayê hertişt mimkûn e.
Saet di pêncûnîvan da divê em bi rêketana.
Bi nêzîkbûna wexta çûyinê ra nexweşiya xanimê jî girantir bû û got ez nikanim bêm. Piştî ku ew nehat, herdu xortên min jî nehatin.
Welhasil ez tenê çûm dawetê.
Salona dawetê gelkî mezin û xweşik bû, serwîsa wan mikemel bû.
Di salên 80 û 90-î da di dawetan da me xwarin li malan çê dikir û dibir dawetê. Di her dawetekê da hin dost û havalan alîkarî dikirin, pel, kufte û tiştên wiha li mal çêdikirin û dibirin dawetê. Kar û ezabekî pir mezin bû. Çêkirin û birina beroşan ne bes bû, piştî dawetê divê meriv lokal jî pa bikira.
Û gelşa mezin jî li vir derdiket.
Çimkî gelek kesên soza alîkariyê didan yajî meriv hêviya alîkariyê jê dikir, çerx dikirin, xwe vedidizîn û diçûn mal, paqijî diket hustuyê çend kesan. Ez dikanim bibêjim ku ji wan çend kesan ez tim yek bûm.
Lê ji 1990-î û vir da ye, kurd êdî wek destpêkê ne kurdên rût in, êdî hemû xwedî kar û îş in, xwedî qesir û qonax in, xwedî pere û dewlemend in. Û loma jî êdî lokalên herî luks digrin, xwarinên herî xweş û lezîz didin berbû mîvanên xwe.
Do bi şev di dawetê da min bala xwe da dîmenên gelkî xweş, serwîsa bi ser û ber û miletê bi hêl û mêl û min rojên berê anîn bîra xwe. Min ji hevalên li dor xwe ra qala wan rojên berê kir û got, hela bala xwe bidinê, em ji ku hatine ku?
Weke hûnê jî texmîn bikin, li dawetê min gelek dost û heval dîtin û şeveke pir xweş borand. Dema em gihîştin mal saet yekê(01.00)şevê bû. Herçiqas li ser goştê xwe hûr dibûm jî lê mecala min ku tiştekî binivîsim tunebû. Min ji xwe ra got, sibe tê xêr vêra û çûm ketim nava nivînan.
A weleh vê sibehê çer rabûm, hema min xurîniya xwe kir û piştra jî xwe da ber kompîtorê. Min berê bîstekê bala xwe da malperên kurdan û tirkan û xwest ku bizanibim hela ka li Tirkiyê û li Kurdistanê çi bûye, çi nebûye.
Min bala xwe dayê ku tu jahr jî nehatiye guhertin, wek tirk dibêjin tas jî eynî tas e û himam jî eynî himam e.
Û piçtî wê jî a bi van çend rêzan min xwest ku we ji wan herdu rojên xwe agahdar bikim. Yanî di tûrikê min da çi hebû min ji we ra got. Êdî bi dilê we ye ne bi dilê we ye hûn dizanin.

23 oktober 2008

Gelo ewê "sona" me kurdan çito be?

Kurdekî bi navê ”Welat”, ji endanên Dîwanxaneyê ra meylek şandiye û gotiye:
”Ev sona(dawiya) me kurdan ewê çito be? Çend sal in ku em êsîr in. Ev halê me ewê ça be?”
Camêr pirs ji dereke rast, ji Dîwanxanê kiriye.
Dîwanxane ciyê mîr û began, ciyê hamî haman û xwediyê aqil û faman e, divê meriv pirsên wiha giran ji cimata Dîwanxanê bike.
Gelo “sona” me kurdan ewê çito be?
Bi rastî ez jî bi şev û roj difikirim û vê “sonê” meraq dikim.
Gelo ewê “sona” me kurdan çito be?
Piştî hewqas liberxwedan, şer û fedekarî û bi dehhezaran şehîd, gelo emê havilekê bikin û tiştekî bi ser avê xin ya jî dîsa weke carên berê ewê keda me bibe keda bersîs û bi avê da here?
Ne Welat tenê, ez bawer dikim hemû kurd vê pirsê ji xwe dikin û dixwazin bersîva wê bizanibin.
Ez xelkê nizanim, lê tiştê ji min va xuyaye nuha “halê me kurdan halê helewçiyan e, me xwe tê da hîştiye, me herdera xwe di ard, rûn û şekir gerandiye lê hîn tu helaw li piyasê tuneye.
Tiştê xuyaye ev hevîr ewê hîn gelek av bikşîne, divê em vê yekê baş zanibin û li gor wê hesab û kitabê xwe bikin.
Lê herçî “sona” me ye, ez bawer nakim ji nuha xerabtir bibe. Û başkirina halê me jî heta dereceyekê di destê me da ye, em çuqasî xwe bidin ser hev û siyaseteke rast bimeşînin, dinyayê nekin dijminê xwe emê halê xwe hewqasî baştir bikin.
Dengîr Mîr Mehmet Firat, li ser talîmata Erdogan careke din got ew tesadufî rastî Ahmed Turk hatiye û ne wî, Sirri Sakik jê ra gotiye "abê" merheba!
Berdevkê AKP-ê Dengîr Mîr Mehmet Firat, li ser nanxwarina xwe ya bi Ahmet Turk ra îro beyanek din daye rojnameya Hurriyetê û careke din sond dixwe ku ew bi tesadufî rastî DTP-liyan hatiye.
Firat li ser terorîstiya PKK-ê ji Hurriyetê ra wiha gotiye:
“Talîmata serokwezîr jî heye. Gotiye heta ku nebêjin rêxistina terorê ez bi wan ra rûnanim. Ya rast jî ev e. Tu bêyî ku ferqê têxî nabênê, însanan bikujî nabe. Divê tu naletê li vê bînî, lê tu nakî. Esas divê di vir da îhtîlaf tunebe. Serokwezîr viya dibêje. Ez jî di eynî fikrê da me. PKK rêxistineke terorîst e û bi terorê jî ne mimkûn e ku bigihîje derekê. Şansê serkeftinê tuneye. Hêza dewletê bêsînor e.”
Di van gotinê berdevkê Erdogan da meriv dibîne ku serokê wî qîma xwe bi beyana wî ya berê neaniye, xwestiye li dijî PKK-ê ew beyaneke hîn serttir û vekirîtir bide, gotinên serok tesdîq bike û biparêze.
Û wî jî feqîro wiha kiriye, li gotinên serokê xwe xwedî derketiye û ji mecbûrî wî jî gotiye PKK “terorîst” û heta ku DTP ji PKK-ê ra nebêje “terorîst, ez jî bi wan ra napeyivim.
Însan dema emirqûlî be wiha ye, nikane ji emrê serokê xwe derkeve, divê tim bibêje, serokê min rast gotiye.
Û navê vê jî şelefî ye.
Min ji xanimê îzin girtiye, sibe êvarî ez û çend kesên ji ciyê karê min emê herin aşxaneyeke lubnaniyan. Loma jî sibe ezê dereng werim mal, ji min tiştekî nepên.

22 oktober 2008

Dewleta tirk kurdan bi kurdan dide kuştin

Profesor Umît Ozdagê nîjadperest û endamê MHP-ê, di derbarê eslê(nasnameya)leşker, pûlis û milîsên gundan yên ku hetanî nuha di şerê li dijî PKK-ê da hatine kuştin de lêkolîneke kiriye.
Umît Ozdag, xwedêgiravî xwestiye bizanibe hela ji kuştiyên dewletê çuqasê wan kurd in û çuqasê wan tirk in?
Bi îhtîmaleke mezin mezinên wî ev vatinî dane wî, nexwe ew bi serê xwe, bê emir û destûra "dewleta kûr" tişên wiha nake.
Li gor lêkolîna Umît Ozdag, ji % 26.8-ê milîsên gundan, leşker û pûlisên ku di şerê li himber PKK da hatine kuştin kurd in û bi piranî jî ji bajarên weke Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik(Bîngol), Dêrsim, Bedlîs, Diyarbekir, Colemêrg, Ixdir, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Ruha, Şirnex û Wanê ne.
Umît Ozdag gotiye, li gor reqemên dewletê heta nuha ji van bajarên ku navên wan derbas dibe 2.800 kurd(leşker, çerdevan, pûlis) hatine kuştin.
Esas ev hejmar hindik e, divê hîn zêdetir be. Ji ber ku Ozdag, kurdbûna kuştiyan
bi bajarên wan va sînor kiriye, yanî li gor bajarên Kurdistanê çûye.
Ev şaş e. Çimkî kurd li Kurdistanê tenê najîn, li bajarên Tirkiyê, wek Stenbol, Îzmîr, Edene Mêrsîn û gelek bajarên din jî dijîn.
Bêyî van bajaran, li Enedoliya Navîn jî hejmara kurdan ne hindik e, li wir jî nêzî milyonekûnîv kurd hene.
Li Anqerê( Haymana, Polatli, Bala, Koçhîsar), li Qonyayê (Kûlû, Cîhanbeyîi, Yûnak), li Kirşehîrê (Kaman, Çîçekdaxî), li Aksarayê, li Yozgatê (Yerkoy), li Çorûmê û li Tokatê bi kêmanî li dora milyonekûnîv Kurd hene û ji van kurdan jî gelek kes hatine kuştin.
Loma jî hejmara kurdên ku dewletê bi darê zorê ew dane kuştin ji 2 heyştsed kesî kelkî zêdetir e.
Yanî gerrîla jî kurd e û leşker jîç kurd e, mêrikan herdu seriyan bi hev dide kuştin.
Min lêkolîn bi xwe bidest nexist, di rojnameya Hurrîyetê da Yalçin Dogan qal kiriye, min ew nivîs xwend.
Di beşên ku di nivîsa Yalçin Dogan da heye, tenê hejmara kurdên ji Kurdistanê heye, hejmara kurdên ji bajarên Tirkiyê û ji Enedoliya Navîn tuneye. Dema meriv hejmara kurdên derî Kurdistanê jî têxe ser, wê demê ev reqem ewê gelkî zêde bibe, belkî derkeve 3 hezar û pêncsed (3.500-4000) 4 hezarî.
Umît Ozdag ji ber ku merivekî nîjadperest û çeteyekî Ergenekonê ye, loma jî ji lêkolîna xwe bi zanetî netîceyeke gelkî çewt û beradayî derxistiye.
Yanî rastî tahrîf kiriye.
Li gor wî, 2.800 kurdên ku li ser navê dewleta tirk hatine kuştin îspata wê yekê ye ku,
“Ne tenê tirk, herweha Kurd bi xwe jî li dijî PKK-ê ne û şerê wê dikin.”
Li derêkê jî bi zindiqî gotiye:
“Kurd şerê hev dikin û hevdu dikujin.”
Û dûra jî bi hawakî pir rezîl û sextejar fena ku nizane dewlet kurdan çawa mecbûrî cerdevanî û leşekeriyê dike, fena ku nizanibe li Tirkiyê leşkerî mecbûrî ye, gotiye:
“Hinek dibin PKK- î û derdikevin çiyê û hinek jî (bira, pismam û xwediyên hev in) dibin leşker û li dijî wan şer dikin.”
A qalîte û alimiya profesorekî tirk ev e.
Li Tirkiyê heger meriv leşkeriya xwe nekiribe, meriv nikane bibe bekçiyekî kuçan jî, dewlet meriv bi darê zorê dibe leşkeriyê. Ji bo ku kurdekî saxlem neçe leşkeriyê divê ji Tirkiyê bireve. Dema bixwaze li Tirkiyê bimîne divê leşkeriyê bike.
Bêguman Ozdag viya dizane, lê ji ber ku exlaq, etîk û namûsa zanistê pê ra tuneye, ji ber ku ji alimekî bêtir çeteye û qeşmerekî dewleta xwe ye loma tiştên wiha tewşo mewşo dibêje.
Ozdag çi dibêje bila bibêje, em hemû kurd dizanin ku ne gerîlla tenê, piraniya kuştiyên ji aliyê din jî kurd in.
Kurd diwêrin derkevin serê çiyan û li hember dewletê şer bikin, divê biwêrin çûna leşkeriya dewleta tik jî red bikin.
Li Tirkiyê biçûk be, destpêk be jî vê qonaxê dest pê kiriye, divê kurd bi xurtî tevî vê “redda wîjdanî” bibin û tivinga dijmin navêjin ji milê xwe da û neçin li hember qewmê xwe şer nekin.

21 oktober 2008

Qatilê dewletê li xwe mukur hat:min 1000 kes kuştiye

Min kompîtora xwe nuh vekiribû û hûrik hûrik çavên xwe li xeberan digerand. Fena nêçîrvanê ku ji xwe ra li nêçîrê bigire, ez jî ji vê malperê diçûm wê malperê û ji xwe ra li mijarekê digeriyam.
Saet li dora heyştûnîvan bû û min hîn nuh xwe li ser kursiyê cî li xwe xweş kiribû. Telefona min ya destan got zirrrr…
Min bala xwe dayê yê telefon dike Mamosteyê cîranê min e. Got, vaye Mûrad Ciwan û xanima xwe mîvanên me ne, tu xanima xwe jî virda werin.
Min got baş e.
Xanima min li gor min bêtir ji xewê hez dike yanî hinekî xewar e, got wele ez sibê zû radibim diçim kar, eznikanim werim.
Ez serê we neêşînim ez tenê çûm. Wext hindik bû û mijar pir bûn, me hema di se ra qala gelek tiştan kir.
Xeber û mijarên di tûrikên me da ne bes bû, di ber ra jî me li kanalên kurdî tirkî guhdarî dikir û xeberên wan jî şirove dikir.
Jixwe Tirkiye û Kurdistan wek derya ulûm û xeberan e, meriv heft roj û heft şevan li ser hev qala bûyeran bike jî naqede; wek koça binîhîlala ye, tu carî dawî nayê.
Di qanala Star TV-ê da Ugûr Dundar, bi mahkûmê çeteya Sûsûrlûkê pûlisê tîmê taybet yê kevn Ayhan Çarkinê ra dipeyivî.
Ayhan Çarkin bi zimanekî pir sakîn û vikerî digot, ”di micadeleya bi terorê ra min 1000 kes kuştiye.”
Belê we çewt nexwend, mêrik di kanaleke telewizyona tirkî da digot min 1000 kes kuştiye û ev meriv hîn li derve ye û digere.
Ayhan Çarkin piştgirî û alîkariya dewletê qet venedişart, pir eşkere digot, ”cezayê min ya muebet ya jî îdam bû, lê ji brt ku ez merivê Ergenekonê bûm tenê 4 sal dan min.” Li gor wî, Ergenekonê ew û hin kesên din bikar anîye û bi wan gelek kes dane kuştin.
Ji ber ku mêrik qatilê dewletê bûye û yên kuştine jî hemû kurd in. Loma jî cezayekî zêde nedanê. Û dema meriv 4 sal ceza bixwe, piştî salekê du salan meriv tê berdan. Loma jî Çarkin nuha serbest e.
Û di kanalên din da jî dîmenên liberxwedan û serîhildana kurdan nîşan didan. Xort û zarokên kurd weke şêr û pilangan hêzên dagîrker didan ber keviran.
Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê kurd îcar jî ji bo "dahfdana" birêz Ocalan rabûbûn ser piyan. Û ku ew jî rast be. Dikane derew be jî, ji ber ku abûqat çi datînin ber milet, milet wiya dixwe.
Kuçe û kolanên bajaran dişibiya qada cengeke giran.
Ayhan Çarkinê qatil di telewîzyonan da dibêje min 1000 însan kuştiye(ez bawer dikim ji sedî 99-ê wan kurd in ) kes tiştekî nabêje, milet serîhilnade lê ji bo "lextkirina" birêz Ocalan bi sedhezaran însan serîhildidin.
Li alî din tiştê xuyaye hukûmeta AKP-ê jî di rojên pêş da ewê van bûyeran bike bahane û li hember tevgera kurd ya netewî hin qanûnên pir sert derxin. Yanî di rojên pêş da êrêşên dewletê jî ewê dijwartire bibin.
Lê bi baweriya min dewlet çi bike jî pere nake, sîstem û dewlet roj bi roj laçka dibe, ji çav da dikeve, îtîbar û otorîteya xwe wenda dike.

20 oktober 2008

Xwezî ez îşev bibûma Ristemê Zal !

Ez dixwazim îşev nivîseke ku tesîreke pir mezin li min kir, bû sebebê ku gurrûzî bigre canê min, biweşînim.
Li ba dilê min ev nivîs hezar qatî ji şiroveyên min yên siyasî girîngtir, hêjatir û bi tesîrtir e.
Do êvarî weke endamekî grûba Dîwanxaneyê, min jî nivîsek (Orhan Pamûk û tirs) ji Bargiran Baran girt.
Min nivîs derengê şevê xwend. Piştî xwendina nivîsê xew li min herimî. Do ji ber ku dereng bû min nikanîbû tiştek li ser binivîsîya, loma min hîşt îro.
Û ji dêlî ku ez perçe perçe qala nivîsê bikim, min baştir dît ku nivîsê bi temamî biweşînim. Çimkî nivîsên wiha li çiqas cî bên weşandin jî hêja ye.
Eynî nivîs di Lotikxaneyê da jî hatiye weşandin.
Bargiran Baran, li Tirkiyê dojeha miletê kurd tê da bi serpêhatiyeke xwendevanekî kurd wiha raxistiye ber çavên kurdan:

”Danê nîvro, li aşxaneya Ataturk Ogrencî Yûrdûya li Zeytinbûrnûyê hevalên ji Wanê xeber danê: Hevalê delal, hevalên delal dîsa basqinek kirine û herhal 15 kes ji wan kuştine. Hay ji xwe hebe, dibe ulkucu(faşîst û mêrkujên dewletê) bên dolap molabên te vekin, tew dengê xwe meke…Çi gotin gotin, bê temam, zêdetir tiştekî mebêje. Yûrt di dest wan de ye, tu dizanî weleh û billeh wê me bihênciqînin, parçe bikin. Eger kitabên kurdî li cem te hene, tew vemeşêre, çeke, bila here.
”Çi?.. Orhan Pamuk?!”
Ma tu fêhm nakî ez dibêm çi heval?
Firavînê nexwe jî dibe, ji rêzê derdikeve, berê hêdîka, paşê bi gavên lez dimeşe. Li paş xwe dinêre, dinêre kes tuneye û direve jor.
Di çapikîya lîngên wî û hilke hilka pê ketî de gotinên dawîyê li ber çavên wî dibe fîlmek û di mêjîyê wî de deng dide:
“Sala çûyî yek kêr kirine û kirine nexweşxanê, berê jî ji rû wan de çend meriv ji zanîngeha Marmarê çekirine. Ji Orhan Pamuk tew hez nakin, lewra tu dizanî ew Kurdan hez dike.’’
Li qata duduyan û di bloqa pêncemîn de tenê dengê derîyê herî dawî tê. Dikeve hindir û dolaba xwe bi lez vedike, derîyê dolabê li cama kêlekê dikeve, vedigere li wî dikeve, cilên di hilawistokê de dihejin, dikevin lê ew nabîne. ”Masumiyet Muzesî“ ya Orhan Pamuk kanî! Tişt çito li ber çavên meriv winda dibin ya rebbî! Kitabên hiqûqê yek bi yek derdixîne, di nav cilên gemarî û paqij de lê digere lê nabîne û lanetê li şeytên tînê.
Hemd û sipas ji xwedê re be kitabê dibîne, lê şaş dibe. Kitab kengî kiribû bin balîfê xwedê? Ma şeva bihurî kitab xwendibû?.. Hele niha ne wexta wî bû.. Ji bin nivînan tûrê goreyên reş derdixîne, bi carekê ve vala dike, û ”Masumiyet Muzesî” yê dikutê, kitabê derdixîne û carek din rûpela 83-an dixwîne. Qatek cilê paqij û şampûan di hembêzê de, tûr jî di nav wan de, ber bi serşokan dimeşe. Li dor xwe dinêre, kes tune. Guh dide serşokan, dengê avê tune. Devikê çopê vedike û tûrê reş çeng dikê…
Bi esir re ulkucu dikevin hindir. Yekser radibe ser xwe, navê bajarê xwe dibêje. Li dolabê dinêrin, bin nivînan dinêrin, çenteyan vedikin û tiştên ecêb dipirsin. Berî derketinê telefona wî jî dixwazin, di telefonê de muzik û risman kontrol dikin û dibêjin ji te re. Dikenin û derdikevin.
Çav sor bûne û tev de direcife, telefona xwe di dest xwe de dizîvirîne û pir paşê ji min re mesajekê bi çar qontoran dişîne:
‘’Xalo, min Masumiyet Muzesîya te nexwend û çengkire çopê. Ulkucuyan odên me kontrol dikirin, ez tirsîyam, mecbûr mam û min çeng kir.“
Ez fêhm nakim, ma Orhan Pamuk ne Tirk e?.. Eger Tirk e, çima Tirk jê hez nakin û tu jê hez dikî?.. Eger Tirk e û Tirk jê hez nakin, çima em Kurd ji kesên ji miletê xwe hez nakin, hez dikin?.. Sibe ez li mala we me.
Bi xatirê we ...
Bargiran Baran”
Nuha ji nişka ve hêreseke bêsînor ez girtim, kela dilê min weke pêlên Okyanûsan rabûn pêdarê…
Ji ber ku weke kurdekî ez nikanim wî xortê kurd ji bin wê zulmê xelas bikim min ji xwe fedî kir.
Xwezî ez bibûma Ristemê Zal û wê seet û wê bîstikê li wê odeya biçûk hazir û nazir bûma. Û min bi çepilên wan faşîstan bigirta û weke çewrikên kûçikan yeko yeko hemû di pacê ra çekira jêr.
Dûra ez fikirîm, min ji xwe ra got, xwezî her kurdî yanî karkir, mamûr, leşker, xwendevan, jin, mêr, axir hemû kurdan weke vî xortî tenê qala jiyana xwe ya rojekê bikira û piştra jî hemû kurdan ew bixwenda.
Bixwenda û bidîta ku kurd weke milet li Tirkiyê di bin zulm û rasîzmeke çiqas dirinde, çiqas wahş da dijîn, şexsiyata mirovê kurd çawa tê pelçiqandin û rencîdekirin.
Piştî ku kurdan xwend û rewşa xwe ya malkambax dîtin, divê wergerînin îngilîzî û pêşkêşî cîhanê jî bikin.
Divê cîhan jî bibîne ku kurd di bin zulm, zoradrî û rasîzmeke çiqas mezin da dijîn.
Divê ev zulm û zora li ser miletê kurd veşartî nemîne, were nivîsîn, bibe fîlm, çîrok, roman, helbest, piyes, stran, bibin belgeyên dîroka miletê.
Bi kurtî divê ev zulma li me dibe wenda nebe û neyê jibîrkirin.
Û riya vê jî nivîsîn û belavkirine.
Gelek sipas ji bo Bargiran Baran ku ev zulma tirkan careke din raxist ber çavên me kurdan.

19 oktober 2008

Firat:Hevdîtin ne bi talîmata Erdogan bû

Alîkarê serokê AKP-ê Dengir Mir Mehmet Fıratê Semsûrî, pêr bi serokê DTP-ê Ahmet Turk, wekîlê Mûşê Sirrri Sakik û wekîlê Ruhayê Îbrahîm Bînîcî ra li Anqerê xwarinek xaribû û vê xwarinê di çapemeniyê da olaneke mezin dabû û weke hevdîtineke di nabêna DTP-ê û AKP-ê da hatibû şirovekirin.
Li ser vê ”hevdîtinê” do min jî nivîseke nivîsîbû û gotibû, ”divê DTP bi kurdên tirkperest ra rûnene.”
Firat, îro bi beyanekê vê îdîeya ku ew bi ”talîmata” serokê xwe Erdogan bi Ahmet Turk ra rûniştiye bi şîdet û hîdet red dike û dibêje ev îdîa dereweke hişk û biring e, serokê min talîmateke wiha nedaye min; hevdîtina me tenê ”rasthatineke bi tesadufî bû.”
Firat dibêje, programeke wan ya plankirî tunebû, ji bo xwarinê ew çûbû aşxanê, li wir bi tesadufî rastî Ahmet Turk, Sirrî Sakik û Îbrahîm Bînîcî hatiye.
Û ji ber ku Ahmet Turk hevalê wî yê mektebê bûye, ji mercbûrî silav li hev kirine(lê negotiye kê berê silav lik ê kir? Bi îhtîmaleke mezin Ahmet silav daye wî, çimkî Firat destûra silavdanê ji serokê xwe Erdogan negirtiye.Bêyî destûra Erdogan dikane dikane problem derkeve) û rûniştine li ser eynî masê xwarin xwarine.
De îcar di vê da çi sûc û guneh heye?
Yanî berdevkê (!)Erdogan dixwaze bibêje, ji ber ku ew û Ahmet hevalên hev yên mektebê ne loma jî nebûye silava wan negre û masa xwe biguhere; ji mecbûrî bi Ahmet ra li ser eynî mesê xwarin xwariye.
Li hember îdîa û şiroveyên çapemeniyê yên ”hevdîtin bi talîmata serokwîzîr Erdogan bûye” xwe gelkî qeherandiye û gotiye, ”Erdogan talîmateke wiha nedaye min û haya wî jî tunebû ku min bi DTP-liyan ra xwarin xwariye.”
Ecêba giran!
Na weleh di vê te ji aşxanê telefon bikira û haya wî bigihandayê.
Helbet haya wî jê tunebû. Jixwe haya wî jê hebûye qebûl nedikir. Û tu jî bi vê yekê dizanî. Tu dizanî loma tu bi tu bi heftêûheft kitêban sond dixwî, gelek delîl û îspatan nîşan didî ku bi tesadufî û mecbûrî bûye. Ji ber ku tu Ahmet Turk hevalên hev yên zanîngehê ne. Nexwe dinya jî xera bibûya, kevir jî ji asîmanan da bibariya tu bi yekî DTP-lî ra rûnedinişt û li ser eynî masê xwarin nedixwar.
Çimkî azadiya te ne di destê te da, di destê Erdogan da ye.

Îşkence dezgeyeke Tirkiyê ya girîng e

Siyasetmedar û berpirsiyarên dewletê herçiqas înkar bikin jî lê azar û îşkence wek dezgeyeke dewleta tirk ya esasî ye.
Li gor kesên ku dewletê îdare dikin, bêyî îşkence dewlet îdare nabe.
Pêşiyên tirkan gotine, yê li qîza xwe nexe ewê li çonga xwe xe.
Birêvebirên Tirkiyê jî li gor vê şîreta bav û kalên xwe hemwelatiyên xwe baş dikutin.
Lê gelek caran bi vê jî nayên serî, loma jî salê çend heban dikujin.
Li gor rapora Weqfa Mafên Însanî ya Tirkiyê(TIHV) di sala 2000-î da kesên di bin çavan û di girtîgehan da mirin e 59 e.
Di sala 2001-ê da hejmra kesên di bin çavan û di girtîgehan da hatine kuştin daketiye 57 kesan.
Di sala 2002-an da ev hejmar hinkî din jî kêm bûye, tenê 48 kes hatine kuştin.
Di sala 2003-an ev reqem baş kêm bûye, daketiye 22-an.
Di sala 2004-an da rewş dîsa xera bûye û hejmara kesên hatine kuştin ji 22-an derketiye 38-an.
Di sala 2005-an da hejmara kuştiyan daketiye 16, di sala 2006-an da hinekî din jî kêm bûye, daketiye 11, di sala 2007-an da daketiye 10-an.
Lê di neh mehên pêşîn yên îsal (2008)da hejmara kesên bi îşkenceyê hatine kuştin îcar derketiye 29-an.
Diyar e dîsa cî li dewletê teng bûye. Çimkî dema cî li dewletê teng dibe îşkence û cînayet jî zêde dibin.
Wek tê dîtin sal tuneye ku bi dehan însan bi îşkenceyê nehatibin kuştin. Sala herî kêm 2007-e, wê salê jî dîsa 10 kes kuştine.
Di vir da meriv dibîne îşkence û kuştin li Tirkiyê beşekî sîstemê ye û bi hawakî sîstematîk tê meşandin.
Salekê kêm bibe, sala din zêde dibe. Lê tu carî ji ortê ranabe. Ji ber ku siyasetmedar û birêvebirên dewletê azar û îşkence tu carî sûc nedîtine û nabînin. Hela tew kesê ku îşkence lê hatibe kirin kurd be ji xwe normal e.
Loma jî heta ku îktîdarên siyasê azar û îşkencê weke sûcekî li dijî însaniyetê qebûl nekin li Tirkiyê îşkence naqede.
Dîsa li gor rapora TIHV-ê kesên ji ber van bûyeran di heqê wan da lêpirsîn hatine vekirin di îfade û parastinên xwe da tiştên pir balkêş û ecêb gotine. Ji îfadeyan çend nimûne:
-Em di şertên pir xerab da dixebitin. Perên em distînin pir hindik e. Jiyana me ya sosyal tuneye.
Weleh xweş meseleye, wê demê kî di şertên xerab da bixebite û meaşê kê hindik be divê îşkencê li xelkê bike û însanan bikuje.
Esas li Tirkiyê îşkence jî û hebûna her babet çete jî bi mesela kurd û têkoşîna kurdan ve girêdayî ye. Dem tê dewlet bi qanûnên xwe nayê serî, wê demê çete, qatil û îşkenceyê dixe dewrê, li hember kurdan wan bikar tîne.
Çawa ku li Tirkiyê gelek qanûn bi taybetî ji bo kurdan hatine çêkrin, her wisa îşkence jî bi taybetî ji bo ku li kurdan tê kirin sûc nayê dîtin û nayê qedexekirin.
Mesele ev e.

18 oktober 2008

Divê DTP bi kurdên tirkperest ra rûnene

Serokê MHP-ê Devlet Bahçelîyê nîjadperest heta nuha çend caran silav daye serokê DTP-ê Ahmet Turk û hevalên wî û bi wan ra sohbet kirye, lê serokwezîrê Komara Tirkiyê û serokê AKP-ê Tayyip Erdogan heta nuha roja cejnê jî silava Xwedê nedaye Amet Turk û bi hevalekî wî ra tu carî rûneniştiye.
Li gel hemû israrên DTP-ê jî, Erdogan tim gotiye, divê DTP-e ji PKK-ê ra bibêje terorîst, terorîzmê mahkûm bike, dûra emê bifikirin.
Ne AKP-ê û ne jî Erdogan heta nuha ev dîtina xwe ya derbarê DTP-ê da neguharandine.
Yanî do çi gotine îro jî wiya dibêjin.
Lê çi hîkmetî îlîhî ye do Erdogan, destûr da berdevkê xwe yê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat ku bi serokê DTP-ê Ahmet Turk ra xwarinekê bixwe û qahweyeke tahl vexwe.
Gelo çi bû ku Erdogan do destûr da Firat ku here silavekê bide Ahmet Turk û Sirri Sakik?
Bêguman mecbûr mane û kara xwe tê da dibînin.
Yanî ne ku siyaseta xwe guherandine, hedefa wan dîsa jî îmha kirina tevgera kurd e.
Lê mêrikan bêyî ku gotinên xwe yên derbarê DTP-ê da gotine paş da bigrin ya jî tiştekî nuh bibêjin vê yekê dikin.
Çimkî raqibên wan jî ne tu raqib in.
Û DTP jî wek ku qet tiştek nebûbe, him jî ne bi Erdogan ra, lê bi zilamê wî yê kurd ra rûdine.
Bala xwe bidinê, ne Erdogan bi Ahmet Turk ra rûdine ne jî merivekî xwe yê tirk dişîne.
Çimkî ew û hemû mahcirên weke wî dijminê gelê kurd in, nikanin tehamul bikin ku bi DTP-ê ra rûnin.
Ji dêlî wî va, radibin merivên xwe yê kurd, "Hespê xwe yê Turûwayê" dişînin.
Xwedêgiravî Firat kurd e, lê ewê li ser navê dewleta tirk bi kurdan ra bazarê bike.
Bi baweriya min divê Ahmet Turk ev yek qebûl nekira.
Firat ne mixatabê Ahmet Turk e, mixatabê Ahmet Turk Erdogan e, divê ew bihata pê ra rûnişta.
Heger Erdogan nedihat, wê demê divê Ahmet Turk jî alîkarê xwe bişanda, ew bi Mîr Dengîr ra rûnişta.
Dewleta tirk tim wiha dike. Di hevdîtinên bi kurdên başûr ra jî wiha kirin. Mêrikan ji dêlî ku serokwezîr ya jî serokkomarê xwe bişînin ba serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, rabûn çend mamûrên xwe şandin.
Serokê Kurdistanê divê bi wê heyetê ra rûnenişta, divê serokwezîrê Kurdistanê jî heyetek xwe bişanda û ew heyet bi wan ra rûnişta.
Heger tirk dixwazin bi serokwezîr û serokkomarê Kurdistanê ra rûnin, divê ew jî serokwezîr û serokkomarê xwebişînin.
Çaxa mahcirên kafkas û balkanan tenezul nakin bi me ra rûnin, divê em jî tenezul nekin bi herkesê ku ew dişînin ra rûnin.
Divê kurd vê protokola tirk li gor xwe li ser me ferz dikin qebûl nekin û li gor şert û mercên wan bi wan ra rûnenin.
Ma dema Erdogan, Firat bişîne ba Baykal ya jî ba Bahçelî ma ewê pê ra rûnin?
Bêguman Baykal û Bahçelî bi Firat ra rûnanin, ji ber ku ew ne mixatabê wan e, mixatabê wan Erdogan e.
Heger Erdogan dixwaze tiştekî bi DTP-ê ra bipeyive, divê weke meriv û însanan, weke ku ew dihere ba Baykal û Bahçelî bi wî rengî û bi wê resmiyetê here ba Ahmet Turk jî.
Dema vê yekê neke, divê kurd jî hevdîtinan qebûl nekin.
Ji ber vê yekê jî ez hevdîtina Ahmet Turk ya bi Firat ra şaş dibînim.
Divê DTP ji nuha û pê va bi kurdên tirkperest ra rûnene.
Heger tirk dixwazin bi kurdan ra rûnin, bira tirkekî, lazekî, çerkezekî, arnawitekî, boşnaqekî, çeçenekî ya jî gurciyekî bişînin.
Lê ne kurdekî...
Ev li miletê kurd heqaret e.

Yê li ber têkçûnê êrîşkar e

Fûara Frankfûrtê ya Pirtûkan sê roj berê bi merasimeke pir mezin vebû.
Wek tê zanîn Fûara Frankfûrtê ya Kitêban li dinyayê ya herî mezin e û salê welatek weke mîvanê şerefê tê dawetkirin.
Mîvanê fûarê yê îsal Tirkiye bû.
Wek gelek milet û dewletê, kurdên başûr jî îsal di fûarê da standek pirtûkan vekirin.
Ji ber ku kurdan li standa xwe al û xerîteya Kurdistanê bidarde kirine tirkan xwe gelkî aciz kirin û xwestin ku dewleta Alman al û xerîtiya Kurdistanê bi kurdan bide rakirin.
Dema ne kurdan û ne jî dewleta Alman ev ”emir û fermana” dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê neanîn cî, bi tahrîk û teşwîqa sefîrê Tirkiyê yê Berlînê û weşanên çapemeniya tirk yên provakatîv, tirkan bi bahaneya ku hin bajarên ”Tirkiyê” di nava xerîteyê da hatine nîşandan do êrîş birin ser standa kurdan û xerîteya Kurdistanê çirandin.
Li gor qaîdeyeke gelemperî, kesê li ber têkçûn û mexlûbiyetê pir êrîşkar dibe, wek boxeyê çav li xwînê keve, dîn û har dibe, êrîşî her derê û herkesî dike.
Rewşa dewleta tirk jî nuha ev e.
Birîndar e, xwîn û elem jê diherike…
Wek min got, dewleta tirk, wek boxeyê birîndar ya jî marê nîvkuştî ji ber birînên xwe, birînên ku kurdan di laşê wê da vekirine pir azirîye û loma jî pir êrîşkar e.
Bi taybetî jî li hember al û xerîteya Kurdistanê, li hember navê Kurdistanê, tirk, wek milet û dewlet şepleyî dibin û li herderê êrîşê dibin ser kurdan.
Lê êrîşkariya wan gorra wan kûrtir û mirina wan jî zûtir dike.
Hemû dîktatoriyên li ber têkçûnê di dawiya umrên xwe da wiha êrîşkar dibin.
Wan do wek gurên har êrîş birin ser standa kurdan û xerîteyek Kurdistanê çirandin, lê kurdan du xerîteyên hîn mezintir bidarda kirin.
Wan bi vê êrîşa xwe bi sedan, bi hezaran, bi sedhezaran dil ji xwe sar kirin û kirin dijminên xwe.
Lê kurdan jî bi hezaran dost qezenc kirin.
Bi vê êrîşa wan, cîhanê dît ku tirk miletekî çiqasî bêtehamul û êrîşkar e, hukûmeta AKP-ê çiqasî virek, bêtolerans û antîdemokratîk e.
Loma jî, ew çiqasî êrîşî kurdan bikin ew ji xwe ra xerab dikin û umrê vê dewleta kemalîst ya dîktator û ceberrût kintir dikin.
Zulm tu carî ne ebedî ye.
Di nêzîk da heq ewê tecelî bike, al û nexşeya Kurdistanê jî ewê di nava al û nexşeyên cîhanê da cihê xwe yê bi şeref bigre.

16 oktober 2008

Medyaya tirk malik li serokerkan Başbug viritand

Çapemeniya tirk îro li serokerkan Îlker Başbûg hatiye xezebê, wî ji kirasekî derdixin dixin kirasekî din.
Bi gotineke herî sivik felek li serokerkan û li generalên wî şaş kirine.
Nivîskarên hemû rojnameyên mezin, gelek qelemên çapemeniya tirk yên herî bi nav û deng gotin û tehdîdên Başbûg yên do bi mêranî rexne dikin û îcar şêleke demokrat û cesûr nîşan didin.
Û him jî ne kesên wek Ahmet Altan tenê, gelek nivîskar û rojnamevanên ku heta nuha wek berdevkên leşkeran dihatin zanîn jî tevî vê ”serîhildana” li hember artêşê bûne.
Li Tirkiyê ev pêşketineke nuh e û gelkî baş e.
Êdî merivên leşkeran jî îro gotine, êdî bes e, bimre koletî û tirsa ji leşkeran! Bijî serbestî û azadî!
Wek tê zanîn serokerkanê tirk Ilker Başbûg, do di civîna xwe ya çapemeniyê da li dijî rojnameya Tarafê û hemû çapemeniyê axaftineke pir sert û giran kir.
Başbug di axaftdina xwe da bi hawakî sergirtî rojnameya Tarafê tehdît kir û bi hêrseke mezin ji hemû çapemeniyê ra got, ”hedê xwe bizanibin û cihê xwe rast diyar bikin.“
Ji ber ku generalên tirk bi piranî însanên nezan, cahil, bêkultur, bêedeb û zirzop in, loma jî ne merivên dûrbîn in, bihostekê jî pêş xwe nabînin. Loma jî nizanin tehdîda wan ewê bibe sebebê reaksiyoneke çawa?
Ji ber vê yekê jî Başbug efendî wisa texmîn dikir ku ev tehdîdên wî ewê milet bitirsîne.
Lê helbet ev hesabekî şaş bû, rebeno nizanîbû ku dema tirsa ji artêşê ji zûda boriye, êdî kes pênc qurişên xwe jî di dehdîd û fortên generalan nade.
Min him di nivîsa xwe ya do da û him jî berê çend caran gotibû, dema tirsa ji leşkeran êdî derbas bûye, êdî kes ji wan natirse.
Û her ku biçe ev cesareta medenî li ba însanan ewê zêdetir bibe. Lê generalên cahil vê tendensê nabînin.
Ew ji zûda ji devê ketine lê hîn ji hophopa xwe namînin.
Hemû nivîskaran uslûb û tehdîdên Başbug rexne kirine û gotine ji dêlî ku tu tiliya xwe li ba bikî û rojnamevanan tehdîd bikî û çavkaniya xeberê bipirsî, xeber rast e ya ne rast e, bersîva wê bide.
Lê tehdît û gefên Başbug pir baş bû. Heger ne ev tehdît û zirzopiya wî bûya îro ev reaksiyon li hember wî û artêşê çênedibû.
Ew çuqasî hêrs bibin û xelkê tehdît bikin li zirara wan e û li feydeya me ye.
Bi şer û teşxeleyên wiha îtîbar û otorîteya artêş zeîf dibe, di nava milet da giranî û îtîbara wan namîne, milet û rewşenbîr sawa wan ji ser xwe davêjin.
Li gor netcîyên anêteke şîrketeke lêkolînan(Metrepol) ji %21, 6-ê tirkan dibêjin artêş di şerê li hember terorê da ne serkeftî ye, baweriya wan bi gotinên artêşê nayê. Tenê ji %48 baweriyê bi artêşê tîne.
Berê li tirkiyê dezgeha herî bêtir xelkê bawerî pê dianî û jê hez dikir artêş bû, lê nuha ne wiha ye, ev bawerî roj bi roj kêm û zeîf dibe.
Bêguman şerê gerîlla û zayiatên artêşê jî di vir da rolekek mezin dilîze, milet dibîne ku general çi fortan didin xwe bira bidin xwe derew e, bi hewqas îmkan û çekên giran lê dîsa jî nikanin bi gerîlla, dîsa jî herroj zayiatên mezin didin. Îro jî wa ye 5 kuştî dane, ji van yek general e. Helîkoptereke wan ketiye. Bûyerên wiha artêşê rezîl dike, îtîbara wan dixe.
Yanî îşê artêşê xerab e û ewê xerabtir jî bibe.
Tiştê herî balkêş, di vî şerê serokerkan û çapemeniyê da do serokkomar Gul û îro jî serokwezîr Erdogan şûrê leşkeran û Başbug kişandin û ew parastin.
Do, serokkomar Abdullah Gul, piştgirî da gotinên Başbug û got divê meriv moralê artêşa xwe xera neke.
Îro jî Erdogan medya rexne kir û got mafê kesî tuneye ku moralê artêşê xera bike.
Erdogan got, ”min gelek caran got, bi van weşanên xwe hûn piştgiriyê didin terorê, hûn propaganda wan dikin.”
Careke din derket ortê ew kêsên ku hin hêviyên mezin ji AKP-ê û ji Gul û Erdogan dikirin çiqasî şaş bûne, ji xwe ra xewn û xeyal dîtine.
Lê eşkerebûna vê yekê pir baş bû.

15 oktober 2008

Kurd dikin sîleyeke baş li AKP-ê xin

Do xebereke xêrê ku kêfa meriv jê ra dihat min xwend lê min pê ra negîhand ku tiştekî li ser binivîsim.
Lêkolînerê rayagiştî Tarhan Erdem, ji bo hilbijartinên mehelî ku heta çend mehên din ewê bibin, texmîna xwe got.
Li gor Erdem, AKP ewê di hilbijartinên mihelî da li Kurdistanê rayên xwe kêm bike û DTP jî ewê zêde bike.
Wek tê zanîn Erdogan pir dixwaze Diyarbekrê ji destê DTP-ê derxe û loma jî tim dibêje, ”ez Diyarbekrê dixwzim”
Li ser vê yekê Erdem dibêje:
”Heger AKP li Diyarbekirê Osman Baydemîrî jî wekî namzet nîşan bide ewê dîsa winda bike.”
Erdem di hevpeyvîna xwe da dibêje,
Rayên AKP-ê yên li Tirkiyê ewê pir neyê guhertin, lê belê li Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Anadoliyê (yanî li Kurdistanê) ewê kêm bibe.
Û dîsa li gor texmîna Erdem, rayên DTP-ê jî bi hawakî berbiçav ewê zêde bibin.
Min ev yek weke xebereke xêrê dît û gelkî jî pê kêfxweş bûm.
Dema kurd dijminên xwe nas bikin û bi rayên xwe wan nekin wekîl û berpirsiyarên xwe bêguman tiştekî pir baş e û divê kêfa meriv jê ra were.
Ji bo ku em kanibin zora dijmin bibin divê di nava me da dost û hevalbendên wan pir kêm bibin, nemînin. Heta ku li welatê me, bi rayên me ew ji me xurttir bin, em nikanin zora wan bibin.
Ji bo ku em zora dijmin bibin, divê em kurdên hevalbendên wan j iwan biqetînin, divê ji bo vê yekê DTP û hemû siyasetmedarên kurd yên din serê xwe biêşînin, li riya bigerin.
Heger em bikanibin bi ”kursî û meqamekî” wan ji dijmin biqetînin divê em ”bertîlê” jîbidin wan. Ji ber ku dîrokê nîşan da ye ev îş tenê bi zorê nabe, yekcarnan ”zêr” ji ”zorê” bi tesîrtir û efektîvtir e.
Loma jî divê di van hilbijartinan da DTP siyaseteke bêtir netewî bide ber xwe, cî û îmkanê bide kes û hêzên derî xwe jî.

Tirk tirsa xwe ya ji leşkeran dişkînin

Ev du sê roj in şerekî mezin di nabêna leşker û çapemeniya tirk da tê meşandin.
Şer li ser xeber û weşandina belgeyên derbarê êrîşa HPG-ê ya ser qereqola Bêzelê ye.
Rojnameya Tarafê do hin belge û fîlmên derbarê êrîşa ser qereqola Bêzelê da weşandin.
Van belgeyên Tarafê li Tirkiyê olaneke mezin da. Rojnameyê, di manşeta xwe ya do gotibû, “êrîş mehek berê dihat zanîn lê li gel vê jî tu tedbîr nehat girtin. Rojname di belgeyên do da dibêje, 3 saet û nîv berî êrîşê ji balafirên bêmirov fîlm hatine şandin û di monîtoran da li fîlman hatiye temaşekirin, lê dîsa jî tedbîr nehatiye girin.
Yanî artêşê zanîbûye ku gerîlla berbî qereqolê va tên û ewê bavêjin ser wan. Lê li gel vê jî tedbîr negirtine.
Piştî xebera Tarafê, gelek rojnameyên din jî dest bi rexneyên gelkî giran û tûj kirin.
Li hember van rexneyên çapemeniyê serokerkanê tirk Ilker Başbug îro bêdengiya xwe xera kir û di civîneke çapemeniyê da weşanên Tarafê û rexneyên hin rojnamevanan yên li ser êrîşa qereqola Bêzelê bi tundî rexne kir û dûra jî gef li çapemenîyê xwar û got:
” Kesên ku kirinên rêxistina terorê wek serkeftinê nîşan didin dibin şirîkê xwîna tê rijandin û ya ku ewê were rijandin.
Başbug, piştre jî bang li çapemeniyê kir û bi tehdîdwarî got:
”Ez herkesî dawetî dîqetê û sekna li dera rast dikim.”
Lê negot dema kes guh nede vê tehdîda wî û ”li ciyê rast” nesekine ewê çi bike?
Gelo ewê bide kuştin?Başbug di civînê da qumandarên hemû ordiyan dabû pişt xwe û wek serokê rêxistineke mafyayê gef li hin rojname û rojnamevanan dixwar, bi hêrs kulma xwe dihejand û medya tehdît dikir.
Diyar e, Başbug dixwze rojnamevan jî weke erên di bin destê wî da li hember wî têkevin hazirolê û ji bo her emrê wî bibêjin “ser seran qumandarê min”!
Berpirsiyara rojnameya Tarafê Yasemin Çongarê îro ji NTV-ê ra behsa tehdîdên serokerkan Başbug yên îro kir û got, wê hêvî dikir ku Başbug behsa rastiya bûyerê bike û bersiva rexneyên li hêzên leşkerî tên kirin bide. Çongarê got, ji dêlî bersîvên pirsan, di axaftina serokerkan da tehdît hebûn. Weke rijnameya Tarafê ji nuha û pê va jî agahiyên ku em bi rastiya wan bawer in emê weşandina ean bidomînin.Li gor çapemenî dinivîse, piştî nîvro, serokê Dadgeha Leşkerî, weşandina xeber û belgeyên derbarê êrîşa qereqola Bêzelê da qedexe kiriye.
Min di nivîseke xwe da gotibû, piştî bûyera Bêzelê, bêyî Ahmet Altan êdî gelek kesên din jî diwêrin artêşê û generalan rexne bikin.
Ev du roj in meriv vê yekê baş dibîne.Êdî nivîskar û siyasetmedarê herî tirsonek û herî nêzî leşkeran jî li hember leşkeran serî hildide û wan rexne bike.Êdî weke berê kes ji artêşê û ji generalan natirse, nivîskarê herî bêbizav jî ji serekerkan ra dibêje ”îstîfa bike.”Di wê nivîsa xwe da min gotibû:
”Ev pêşketineke pir baş e. Heta ku otorîte û tirsa artêşê ji dilê milet û siyasetmedarên bêzirav derneke li Tirkiyê tu jahr nayê belav bikirin, ne demokrasî tê û ne jî mesela kurd hal dibe.”
Reaksiyonên îro li hember axaftina serokerkanê tirk hat nîşan dan pêşketineke nuh e, pir baş e û hêviyê dide meriv.
Tiştê xuya ye hin dest dirêjî text û taca general û artêşê bûne û hêdî be jî dihejînin. Zû dereng ewê hilweşînin.
Umrê vê rejîma ceberût pir hindik maye…

14 oktober 2008

Tirk reqlama nexşeya Kurdistanê dikin

Di nivîsa xwe ya do da ji bo ku rewş, hebûn û tunebûna blogên kurmancî(qesta min tenê kurmancî û tîpên latînî ye)bizanibim min ji xwendevanan alîkarî xwestibû û gotibû, gelo berî min jî tu blogên kurmancî hebûne ya na? Û heger hebûn kînga destpêkirine û navê wan çi ye?
Û nuha rewş çi ye, çend blogên kurmancî hene?
Heta nuha xwendevanekî tenê ji Îspanyayê guh daye vê pirs min û ev bersîva jêr li bin nivîsa min nivîsîye:
”Rêz û Silav Ji Spanya,
Ev bû çend roj in ku ez bi bloga we hesiyam û min xista nav Google Reada xwe, ta ku ez nivîsên we herdem bixwînim.Li ser pirsên we, bawer dikim ku berî we blogên kevnar hene, balam bawer nakim ku wek we di warê çakirina herdemî de hebin, anko mirov dikare bêje ku bloga we yekmîn bloga xerû bi kurdî diweşe.”
Ez bi vê bersîva hevnavê xwe ”Zinarala” gelkî kêfxweş bûm. Gelek sipas ji bo bersîvê.
Wek min di bersîva xwe da jî gotiye, bixwedê heta nuha tenê Îspanya kêm bû. piştî ku ji Îspanyayê jî xwendevanên min çê bûn, maneya xwe pêşeroja min ronî ye. Êdî tu tirsa min a xwendevanan û batbûnê jî tuneye.
Heta nuha xwendevanên min tenê ji Kurdistanê, Tirkiyê, Belçîkayê, Almanya û ji hin welatên Skandînawyayê bûn.
Elhemdulîh wa ye hêdî hêdî qada min mezin û fireh dibe, îro Îspanya, sibe jî ji hin welatên din kurd ê bi min bihesin.
Li ser minaqeşeyeke telewîzyonê
Nuha min li minaqeşeya di nabêna seroka partiya sosyaldemokrat Mona Sahlîn û serokwezîrê Swêd Fredrîk Reinfeldt(serokê partiya mihafezekar e)temaşe kir û minaqeşeyên serokên tirkan anî anî ber çavên xwe.
Minaqeşeya Mona Sahlî û Fredrîk Reinfeldt, ji minaqeşeya siyasî wêdetir diçibiya sohbeteke du xanimên pir kibar û nazik, ne gotinên hevûdu birîn, ne deng li hev bilind kirin û ne jî hevûdu bi sûîstîmalê, bi dizî û bi talankirina malê dewletê îtham kirin.
Herdu aliyan jî bi rengekî pir sakîn, pir medenî û retorîkeke mikemel qala îcrîat, siyaset û programên xwe kirin.
Erê di minaqeşeyê da ruh, aksiyon tunebû, jixwe ev yek qerekterê swêdiyan e, xewa meriv li ber minaqeyên wan tê. Lê li alî din jî gotinên vala, îthamên bêbingeh, heqaret û devavêtin bêmistewa tunebû.
Di rewşên wiha da meriv ferq û mistewa di nabêna çeteyan û kesên siyasî da pir barîz dibîne.
Xêra Serokê MHP-ê Devlet Bahçelî dîtina nexşeya Kurdistanê bû nesîbê miletê Tirk.
Çapemeniya tirk îro 3 nexşeyên/xerîteyên Kurdistanê weşandine. Mala wan ava be, xêra wan hemû tirkiyê nexşeya Kurdistanê dît.
Li gor çapemenî dinivîse, dibêjin serokê MHP-ê Devlet Bahçeliyê nîjadperest dema di civîna grûba partiya xwe da peyivîye 3 nexşeyên Kurdistanê di destê wî da bûne. Bahçelî, nexşe nîşanî wekîlên MHP-ê daye, tim bi hêrs li ba kiriye û gotiye:
“Ev nexşe, xwedêgiravî(tirk ji bo hertiştê kurdan dibêjin”sozde”, yanî qaşo, xwedêgiravî)nexşeya Kurdistanê ye...”
Bahçelî nexşeya yekem çend caran li ba kiriye û gotiye, ev nexşe li ofîsa serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li pişt wî bi darde ye. Gotiye ev nexşe, ji Gavur Dagiya li başûr, heta bi Sêwasa li bakur Tirkiye ji ortê dike du şeq.
Û dû ra jî nexşeyeke din nîşan daye û dîsa bi hêrs gotiye ev jî nexşeya duyem e, serokên kurdan vê nexşeyê jî di civîn û hevdîtinên navnetewî da radixin ser maseyê.
Lawo bêbavan haya wan ji hertiştî heye...
Bahçelî gotiye, ev nexşe jî wek ya Mesûd Barzanî ye.
Ê ehmeq, piştî ku eynî nexşeye wê demê çima dibe ya “duyem” ez fêm nakim.
Û dû ra jî nexşeya “sêyem” li ba kiriye, gotiye nexşeya sêyem jî ya PKK-ê ye, lê ew jî eynî weke nexşeyên din bûye.
Yanî Kurdistan nehatiye biçûkkirin.
Yahû ev tirk çi kêmaqil in, kurro ehmeq, helbet nexşe ewê eynî bin. Ma qey ewê neşexeya her partiyê çihê be?
Welatê me çiqas e nexşeya wî jî ew e. Em ne welatên kesî dikin welatê xwe û ne jî bihostekê ji axa Kurdistanê biser kesî da berdidin.
Kurdan bi milyaran pere jî bidana çapemeniya tirk dîsa nikanîbûn nexşeya Kurdistanê biweşandana.
Û bi rastî jî nexşeya herî rast weşandine. Ji başûr weke marekî kobra dihere xwe dighîne Îskenderûnê deryayê. Bi rastî jî derya tunebe îşê kurdan zor e, çarhawêl dijmin e, loma jî derya ji bo kurdan weke boriya nefesê ye, pir mihîm e.
Nêta Bahçelî û yên ev aqil dane wî çi dibe bila bibe, lê bi baweiya min netîceya hat meydanê gelkî baş e. Him nav û him jî nexşeya Kurdistanê camêran ji me ra belaş weşandin.
Mala wan ava.

13 oktober 2008

Ferqa me û xelkê

Weleh îşev ez qala tirkan, AKP-ê û artêşa wan nakim. Herroj eynî leqleqa vala ye, tiştekî nuh tuneye.
Ez dixwazim îşev bi çend gotinan qala blogeke keçeke swêdî û ya xwe bikim.
Li Swêd di van 2-3 salên dawî da blogg(webblogg/malper)pir populer bûne, bi hezaran însan xwedî blogg in.
Lê di nava gişan da jî yeka herî meşhûr û herî mezin heye. Xwediya vê blogê(malperê) keçikeke 17 salî ye. Navê wê Isabella Lowengrip e lê bi kinî jê ra dibêjin ”Blondinbella”, yanî Zeriyê, Zerîbelayê.
Di rojnameya Metro ya îro da xeberek li ser kesên blogdar heye. Di vê xeberê da tê gotin Zerîbelayê dike nabênê bide bloga xwe. Çimkî bloga êdî gelkî mezin bûye, bûye şîrketeke mezin û bi milyonan pera qezendc dike. Êdî xanim pê ra nagihîne.
Li gor xebera rojnameyê bloga Zerîbelayê li Swêd yekem e û hefteyê 184 264 kes wê ziyaret dike. Demakê qala 400. 000 dikirin, lê nuha wa ye dîsa kêm bûye.
We çewt nexwend, heftê 184.264 kes.
Reqemeke pir mezin e, meriv naxwaze bawer bike.
Lê bi îhtîmaleke mezin ewê rast be.
Vê hejmarê û rewşa blogên kurdan bidin ber hev, de îdî hesa bli ba we ye…
Dema meriv ferqa di nabêna xwe û xelkê da dibîne dilê meriv bi halê meriv dişewite.
Zerîbelayê qala tu tiştekî mezin û girîng jî nake, tenê qala jiyana xwe ya rojane dike.
Qala xurîniya xwe, çûyina mektebê û danûstendên xwe yên rojane dike. Yanî wê rojê çi kiriye, çi vexwariye, çi his kiriye, bi kê ra çi peyivî ye, telefonî kê kiriye ûhwd.
Lê dîsa jî heftê 184. 264 kes malpera wê ziyaret dike.
Ji zû da bû ez difikirîm ku tiştekî ji xwendevanên xwe bipirsim. Dema îro min ev xeber xwend, min ji xwe ra got, weleh hema ji îro çêtir tuneye.
Wek tê zanîn du hefte berê sala bloga min qediye. Lê ez hîn nizanim gelo bêyî min jî tu blogên xurî bi kurdî hene ya na?
Heger di vî warî da hin xwendevan ji min ra bibin alîkar ezê kêfxweş bibim.
Tiştê ez dixwzim bizanibim ev in:
-Gelo berî destpêkirina min tu blogek ya jî blogên xurî bi kurmancî hebûn ya na?
-Heger hebûn, nav û edresên wan çi ye û ziyaretçiyên wan çuqs in?
-Geleo ez bloga kurmancî ya pêşî me ya na? Heger ez ne ya pêşî me gelo ya pêşî kîjan e?
Li alî din ji bo ku xwendevan zêde bibin û nivîsan bi kêf û şewq bixwînin ez qala çi bikim û li ser çi binivîsim?
Tiştê ez dibînim kurd ji şer, pevçûn, teşxele û rexnekirina şexsan gelkî hez dikin, nivîsên rexnegirî li gor yên li ser siyasetê zêde tên xwendin.
Lê ew jî herroj nabe.
Ya din jî ez baş nizanim ku ez ”bela” xwe di kê bidim nivîs ewê pir were xwendin û olan bide.
Ji bo vê yekê jî hewcedariya min bi alîkarî û pêşniyarên xwendevanan heye. Divê hûn jî bi daxwaz û pêşniyarên xwe riya baş bi ber min xin, aqil bidin min, perspektîva min mezintir û firehtir bikin.

12 oktober 2008

Enqere xebera dawetkirina Nêçîrvan Barzanî red dike

Hemû malperên kurd do beyaneke nûnerê YNK-ê yê Enqerê Behroz Gelalî belav kirin.
Di xeberê da dihat gotin ku Behroz Gelalî di beyana xwe ya rojnama YNK-ê Kurdistanî Newê da gotiye, di van çend rojên pêş me da serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina hukûmeta Tirkiyê ewê Enqerê ziyaret bike.
Di nivîsa xwe ya do da bi çend gotinan min qala vê ziyareta Nêçîrvan kiribû û ev yek weke pêşketineke pozîtîv dîtibû lê zêde li ser nesekinîbûm.
Min îro bala xwe da çapemeniya tirk, min xwest ez bizanibim hela ka tirk çi dibêjin û çi dinivîsin?
CNN Turk-ê qala vê xeberê kiriye, lê tenê weke ”îdîayeke” kurdan û çavkaniya xeberê jî çapemeniya kurd nîşan daye.
Gelek rojnameyên din jî ev xeber dane, lê wan jî xeber ji medya kurd girtine.
CNN Turk dibêje, herçiqas çapemeniya kurd wiha dibêje jî lê peyivdarên tirk yên berpirsiyar vê îdîaya kurdan red dikin û dibêjin ”Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê nuha ne mijareke aktuel e.”
Gelo ev ”îdîa” Behroz Gelalî ji ber xwe derxist?
Tiştekî wiha dibê ne mimkûn be.
Piştî êrîşa Bêzelê di çapemeniya tirk da hat gotin ku hukûmetê birayra danûstendina bi kurdan ra daye, lê ev danûstendin ewê kînga û di kîjan derecê da bibe nehat gotin.
Di axftina serokkomar Abdullah Gul ya do da jî ev meyl û mesaj dihat dîtin, lê ne vekirî bû.
Bi kurtî, heger xeber û ”îdîaya” Behroz rast be, wê demê tirk ji bo çi înkar dikin?
Ev yek jî meriv matmayî dihêle.
Bêguman dema Tirkiye dev ji dijminatiya xwe ya li hember kurdan berde û hukûmeta Kurdistanê nas bike û serokwezîrê wê jî bi rengekî resmî dawetî Enqerê bike ev yek pûşketineke pozîtîf e û ji bo kurdan serkeftineke baş e.
Lê gelo bi rastî jî nêta tirkan dostanî û naskirina kurdan e ya jî hesabekî wan yên din heye?
Hesabê wan yê esasî kurdan bera hev din, li hember PKK-ê hin sozan ji hukûmeta Kurdistanê bigrin.
Divê kurd van taktîk û planên tirkan baş bibînin.
Esas di siyaseta tirkan ya li hember kurdan da bêyî hîle, nerindî û xapandinê meriv tu guhertineke nuh nabîne. Loma jî îhtîmala dawetkirina Nêçîrvan Barzanî jî ez pir mimkûn nabînim.
Lê heger dawet bikin jî ewê resmî û weke serokwezîrekî dawet nekin û wê resmiyetê jî nedinê.
Ji vexwendin û pêşwazîkirina serokwezîrekî bêtir ewê riyek û navekî din ji ziyaretê ra bibînin û di mistewa serokwezîrekî da pê ra rûnin.
Ji bo ku statuya hukûmeta Kurdistanê nas nekin û dijminatiya xwe nîşan bidin ewê bixwazin di mistewayeke pir nizim da pê ra rûnin.
Lê divê kurd jî viya qebûl nekin.
Ma li hember Celal Talabanî jî eynî taktîk bikar neanîn?
Talabanî serokê dewleta Îraqê bû lê dîsa jî bi protokola serokkomarekî pêşwazî lê nekirin.
Îcar dewleta ku li hember serokkomarê Îraqê ji ber ku kurd bû wiha bike, ewê çawa serokwezîrê Kurdistanê wek serokwezîrekî resmî dawet bike?
Helbet bikin pir baş e, lê texmîna min ew e ku ewê bi wî navî nekin.
Lê heger hat û dawet bi rastgeriya jî divê kurd rûniştina bi wezîr ya jî mamûrekî wan ra qebûl nekin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê miletekî û Kurdistanê ye loma jî divê bi wî navî û di wê mistewayê da were pêşwazîkirin, dereceyeke din divê kurd qebûl nekin.
Û ya din jî divê Nîçîrvan Barzanî bi beyan û gotinên xwe bi milyonan kurdên bakur neyne hemberî xwe û wan xeyalşikestî neke.
Çimkî ji ”vexwendinê” nêta tirkan yek jî ev e., dixwazin PKK-ê û hukûmeta Kurdistanê bînin hemberî hev.
Dema min ev nivîs dînivîsand Pûkmediayê xebera êrîşên balafirên tirk da. Li gor xebera Pûkmediayê saet di 17:00-ê vê êvarê da balafirên tirk yên şer careke din Zap û navçeyên Nêrwe, Rêkan, Avaşîn yên ser qeza Amêdiyê bombebaran kirine û bombebarankirina wan hîn jî berdewam e. Û di van êrîşan da gelek gund jî hatine bombebarankirin.
Jixwe ji êrîşa ser qereqola Bêzelê û vir da ye balafirên tirk wer Kurdistanê bombebran dikin.
Heta niha jî bombebaran berdewam e.
Serfermandariya tirk jî di beyana xwe ya îşev da dibêje ji 4-ê cotmehê û vir da ye 7 caran Zap û gelek deverên din yên Kurdistanê bombebaran kirine.
Îcar xwediyên vê siyaseta şer û dijminatiyê ewê destê ”dostaniyê” dirêjî kurdan bikin?
Ev yek pir nakeve serê min lê Xwedê bike rast derekve…

11 oktober 2008

Dewleta tirk dike were îmanê

Hevalekî min ev sê hefte bûn li Tirkiyê bû, do li min geriya, got ez hatime, were bîstekê em ji xwe ra sohbet bikin.
Piştî kar ez çûm, me hinekî henek menek kir û dû ra min got:
-Ma li Tirkiyê rewş çi ye, piştî bûyerên Bêzlê û Diyarbekrê miletê tirk çi digot, reaksiyon û dîtina milet çi bû?
Hevalê min bi kurtî got:
-Zinar, wele ev cara pêşî ye ku min dît însanên li kuçê pir vekirî li dijî leşkeran dipeyivîn, gotinên nemayî ji artêşê û ji generalê golfçî ra dikirin. Berê meriv nikanîbû li dijî artêşê devê xwe vekira, lê îcar gelek kesî vekirî digot tiliya generalan di van bûyeran da heye, ew dixwazin şer û teşxele berdewam be.
Hevalê min qala Kurdistanê û kurdan nedikir, qala Stenbolê, hin bajarên din û tirkan dikir.
Bi baweriya min meriv li Tirkiyê vê rewşa nuh, vê reaksiyona li dijî artêşê ji der da jî dibîne.
Berê li Tirkiyê artêş tabûyeke mezin bû, kesî newîbû bi rengekî vekirî berê xwe bidayê û ew rexne bikira. Yên rexne dikirin jî pir ”sergirtî” û bi ”êrifî” rexne dikirin.
Yê li hember vê tabûyê şerekî eşkere û bi cesaret îlan kir rojnameya Tarafê û nivîskarê wê Ahmet Altan bû.
Rojnameya Tarafê ji roja dest bi weşanê kiriye û vir da ye(teqrîben ev salek e)li dijî serdestî û dîktatoriya artêşê şerekî medenî û bi cesaret dide.
Û bi taybetî jî Ahmet Altan di vî warî da roleke gelkî girîng lîstiye û dilîze.
Bêguman di nava rewşenbîrên tirk da bêyî Ahmet Altan jî hin kes midaxeleya artêşê ya siyasetê rexne dikin hene.
Lê gelekên wan di rexneyên xwe da ya zimanekî ”ezop” ya jî zimanekî pir ”întellektuel”, pir giran bikar tînin loma jî ne gel jê fêm dike û ne jî digihîje armanca xwe.
Lê Ahmet Altan, zimanekî pir sade, pir basît û pir vekirî bikar û pir bi tesîr bikar tîne. Tu carî tu tiştî bi îma û bi mane nabêje, rexneyên wî hemû jî pir vekirî û edresên wan diyar in.
Ji ber ku ji kesî ne ”avis e” û ne zilamê kesî ye loma jî gotin û fikrê xwe tu carî sansor nake, çi difikire wek mêran, bêyî ku bibe û bîne dobre dobre dibêje.
Û di ser da jî pir xweş dibêje. Her nivîseke wî di dîwarê artêşê yê tirsê da qulekê vedike, tirs û xofa artêşê ya di dilê rewşenbîr û milet da dişkîne, cesaretê dide însanan.
Ji ber ku cesareta medenî pê ra heye loma jî ji serekerakn û ji generalan natirse, wan ji asîmanên bilind dadixîne jêr û merteba mamûrekî dewletê.
Dema qala serekerkan û generalekî dike, weke gelek rewşenbîr û rojnamevanên din devê wî li hember wan nakeve hev, ji ber hurmeta tirsê nakeve hazirolê.
Piştî bûyera Bêzelê, ez bala xwe didim çapemeniya tirk êdî gelek kesên din jî wek Ahmet Altan diwêrin artêşê, generalên vala û cahil û midaxeleya wan ya siyasetê pir vekirî rexne bikin.
Bi qasî ku di van du hefteyên dawî da text û taca general û artêşa tirk hatiye hezajandin di seranserê 85 salên Komara Tirkiyê da nehatiye hejandin.
Êdî nivîskar û siyasetmedarê herî tirsonek, herî bêtir zilam û pepûkê leşkeran jî diwêre li hember leşkeran dengê xwe derxe û wan rexne bike.
Kesê rê li ber çêbûna vê cesareta medenî û civakî vekir rojnameya Taraf û bi tabetî jî Ahmet Altan e.
Ahmeta Altan bi her nivîseke xwe kevirek ji dîwarê artêşê yê tirs û xofê xist û bi vê yekê jî cesaret da kesên din û civatê.
Êdî wek salek berê kes ji artêşê û generalan natirse, nivîskarê herî bêzirav jî diwêre ji serekerkan ra bibêje îstîfa bike.
Ev pêşketineke pir baş e. Heta ku otorîte û tirsa artêşê ji dilê milet û siyasetmedarên bêzirav derneke li Tirkiyê tu jahr nayê belav bikirin, ne demokrasî tê û nej î mesela kurd hal dibe.
Di salên 60-î da tu kesî li Tirkiyê newêrîbû navê Kurdistanê bigirta ser zimanê xwe, cesareteke wiha bi kesî ra tunebû. Ji bo vê cesareta medenî wext lazim bû.
Lê îro, êdî heger yek ne pir reben û pepûk be bi rehetî dikane bibêje Kurdistan û dibêjin jî.
Ji ber ku ew dema tirsê ji zû da ye li dû maye.
Tirsa ji artêşê jî êdî ketiye wê prosesê.
Ji îro û pê va her ku biçe artêşê hêz û otorîteya xwe wenda bike û hêdî hêdî ewê têkevin bin emrê siyasetmedaran.
Bûyerên îro li Tirkiyê û li Kurdistanê diqewimin û biryra Tirkiyê ya naskirina hukûmeta Kurdistanê û vexwendina Nêçîrvan Barzanî ya Anqerê îşaret û xeberfêrîka vê têkçûna artêşê ye.
Îşareta têkçûna siyaseta tirkan ya înkar, îmha û dijminatiya kurdan e, carê rê vebe, ”fedî û şerma” xwe hinekî bişkê ewê hîn gelek tiştên din jî qebûl û nas bikin. Ya girîng divê carê rê ve. Û piştî kur ê vebû tirkê zû fêrî qebûlkiran gelek tiştên din jî bibin.
Lê divê kurd jî zêde wan neêşînin, hêdî hêdî…
Siyaseta kurdên başûr, artêş û siyasetmedarên tirk yên cahil û îrrasyonel rezîl kir, anî pênc peran.
Çimkî dawiya dawî, piştî hewqas zirt û fort mecbûr man ku hukûmeta Kurdistanê nas bikin û bi wan ra rûnin.
Bi kurtî li Tirkiyê ji nuha û pê va tu tişt êdî ewê ne weke salek berê be.

09 oktober 2008

Dewleta tirk kurdan êdî wek dijminê xwe yê sereke dibîne

Meclîsa Tirkiyê do bi 511 dengan tezkereya hukûmetê ya ku destûra operasyonên li derî sînorên Tirkiyê dide artêşê qebûl kir.
Hukûmetê îro jî “komisyona micadela bi terorê ra” di bin serokatiya serokwezîr Erdogan da civand.
Civînê tam 6 saetan ajot. Lê girre girr û aqilmendên dewleta tirk di van 6 saetan da îşê xwe neqedandine û tu biryar negirtin. Li ser bextê wan be, ew wiha dibêjin.
Loma jî heta roja sêşemiyê nabên dane civînê, roja sêşemiyê ewê dîsa bicivin û li ser kurdan hin biryarên “girîng” bigrin.
Dewleta tirk tam ev 30 sal in ku bi hemû dem û dezgeyên xwe ve, bi artêş, pûlis, MÎT, hukûmet, meclîsa xwe ve wer li ser kurdan civînê li ser civînê çêdike, plan û programan hazir dike.
Lê dîsa jî dawiya civînên wan nayê.
Têrnekirina 6 saet ji xwe ne normal e, lê ya ji wê jî anormaltir texîrkirina roja “sêşemiyê ye!”
Ji bo çi ne înî, şemî, yekşem ya jî duşem, lê sêşem?
Ev nabêna hewqasî dirêj ji bo çi ye?
Gelo li hember kurdan amadeyiya cengeke mezin dikin?
Diyar e di heqê kurdan da dikin hin biryarên pir girîng bigrin. Û ji bo vê yekê jî hin agahî û faktayên pêwîst û esasî ji wan ra lazim e. Qey amadekirina wan di rojekê da ne mimkûn e.
Yanî dikin raporekê hazir bikin. Û ji bo hazirkirina raporeke ku kanibe bibe bingehê biryarên wan bêguman çend roj lazim in.
Bêyî vê, ez tu sebebkî din yê 6 roj nabêndana civînê nabînim.
Civîn di bin serokatiya “berdûşê” Kasimpaşayê Tayyip Erdogan da cêbûye. Lê bêyî Erdogan, wezîrê dewletê û cîgirê serokwezîr Cemîl Çîçek, wezîrê hundur Beşîr Atalay, wezîrê derva Alî Babacan, wezîrê parastinê Vecdî Gonul, wezîrê edaletê M. alî Şahîn, serokerkan Îleker Başbûg, serfermandarê hêzên bejayiyê orgeneral Işik Koşaner, serfermandarê cendirman orgeneral Atîla Işik, çîgirê serekerakn yê duyem Hasan Igsiz, misteşerê serokwezîr Efkan Ala, misteşarê MÎT-ê Emre Taner, midûrê giştî yê emniyetê Oguz Kagan Koksal û berpirsiyarên din jî beşdarî civînê bûne.
Wek tê dîtin hemû serok, berpirsiyar û girre girr û erkanên dewletê yên leşkerî û sivîl beşdarî civînê bûne. Maneya xwe mijareke gelkî cidî hebûye, loma jî nikanîbûne biqedînin, çar roj nabên dane civîna xwe.
Bêguman em nizanin mêrikan îro li ser çi peyivîne û roja sêşemiyê jî ewê li ser çi bipeyivin?
Lê meriv dikane texmîn bike ku nêta wan gelkî xerab e û biryarên li ser kurdan bigrin jî ewê pir xerab bin.
Divê kurd li hember her êrîşa dewleta tirk amade bin û ji bo vê yekê jî yekîtiya xwe xurttir bikin.

Mûrad Belge siyaseta dewleta tirk ya nuh îfşa dike
Ez di xwazim li vir qala nivîseke Mûrat Belge jî bikim.
Mûrad Belge du roj berê di rojnameya Tarafê da li ser têkoşîna kurdan û şêla dewleta tirk nivîseke(Kurt meselesî/mesela kurd) pir hêja nivîsîye.
Belge dibêje:
“Demekê me got, “li vî welatî kurd tune ne, herkes tirk e, yên xwe kurd dihesibînin dixapin. Ji bo îspata vê, me tonek kitêb dan nivîsandin. Me bi vê jî qîma xwe neanî, yê eksê wê got me xist hefsê. Me kurdî jî qedexe kir. Lê dîsa nebû”
Belge, dû ra li ser siyaseta dewletê ya panturkîst radiweste û dibêje:
Dewleta tirk heta nuha xwestiye herkesî bike tirk. Xwestin kurd bi kurdayetiya xwe nehesin. Vê siyasetê demekê ev şiyarbûn bi derengî xist, nehîşt kurd zû bi kurdayetiya xwe bihesin. Lê hew. Lê bi derengî be jî di dawiyê da kurd bi kurdbûna xwe hesiyan û nuha jî tenê li wê difirkirin.”
Li gor Belge, siyaseta dewletê berê “asîmîlekirina” kurdan bû, dewletê dixwest kurdan jî weke miletên din di nava “etnîsîteya” tirk da bihelîne, bike tirk. Lê li gor Belge. Îro ev siyaseta dewletê hatiye guhertin, dewlet êdî bi çavakî dijmin li kurdan dinêre. Belge dibêje:
Demeke dûr û dirêj me xwest ku kurdan di nava “tirkîtiyê” da asîmîle bikin.
Hûnê him viya bibêjin û him jî bibêjin kurd dijminê me ne, ev nabe, bi qişleya “Mustafa Muglali” asîmîlasyon nabe.”

Belge dû ra jî ji dewletê û ji hukûmeta AKP-ê dipirse, dibêje:
“Gelo bêyî ku haya me jê hebe hûn siyaseta xwe diguherînin? Qey we dev ji siyaseta “asîmîlasyonê” berda û dest bi siyaseta dijminatiyê kir?
Baş e hûn bi vê siyasetê li hêviya çi ne?
Çawa be ji navê rakirina kesên ku dibêjin “gelş heye”, dikane wek ji navê rakirina “gelşê” were dîtin.”
Belge, rexne li kesên ku dibêjin “divê em fêrî jiyana bi terorê bibin” jî digre û dibêje:
“Hinek dibêjin, divê em fêrî jiyana bi terorê ra bibin. Heta nuha li dora 40-50 hezar kuştî hene, gelo bersîv ev e?”
Belê, ”dewleta kûr” û hukûmeta AKP-ê wiha difikire, ew dixwazin herkes fêrî rojê rakirina 9-10 cenazeyan bibin. Loma jî Erdogan û Gul dibêjin, teror di demeke kin da naqede, divê em fêrî vê yekê bibin.
Hemû bûyer û radan nîşan didin ku di rojên pêş da dewletê di gelek waran da êrîşê bîne ser hêzên kurd. Êrîşa ser başûrê kurdistanê hîn ne diyar e, lê li bakur ewê bixwzin kurdan terorîze bikin û baş biêşînin.
Lê helbet wek hercar, îcar jî ewê nikanibin tu jahrê belav bikin. Ne artêş, AKP û hemû nîjadperestên tirk tenê, miletê tirk jî divê hêviya xwe ji şer bibire. Kurd divê vê hêviya wan jî pûç bikin.
Û ji bo vê yekê jî hinekî din wext lazim e.

08 oktober 2008

Meclîsa tirk careke din biryara şer da

Texmîna min ya do rast derket, leşker û siyasetmedarên tirk yên şerxwaz bi serkeftineke mezin gihîştin armanca xwe; tezkera ku destûrê dide êrîş û îşxala artêşê ya ser axa Kurddestana Federe bi 511 dengan di meclîsa Tirkiyê da hate qebûlkirin.
529 wekîl beşdarî dengdana dirêjkirina tezkerê bûn. Ji van, 511 wekîlan raya qebûl û 18 wekîlan jî raya red/na dan.
Bi vî rengî tezkere bi piranîya dengan hat qebûlkirin.
Tiştê balkêş 4 wekîlên DTP-ê beşdarî dengdanê nebûn. Ew jî ev in. Selahattîn Demîrtaş, Gulten Kişanak, Aysel Tuglik û Akin Bîrdal. Wek tê zanîn di meclîsê da 21 wekîlên DTP-ê hene, piştî ku 4 beşdar nebûn, loma jî 17 kesî raya redê da. Raya red ya din jî ya Ufuk Urazê serbixwe ye.
Di çapemeniya tirk da beşdarnebûna 4 wekîlên DTP-ê weke piştgiriyeke "fedyok" ya bi tezkerê ra hate şirovekirin.
Tezkereya serokwezîr ji 17-ê cotmehê û pê va saleke din destûra şerê li dijî sînorên Tirkiyê dide artêşa tirk.
Bi dirêjkirina tezkerê careke din eşkere bû ku ji alî kurdan ve bi qasî serê derziyê jî ferq di nabêna AKP-ê, leşker û mixalefetê da tuneye. Leşeker jî, mixalefet jî û AKP jî di siyaseta li hember kurdan da di her warî da hemfikir in û tu dijayetî di nabêna wan da tuneye.
Mixabin heta nuha gelek siyasetmedarên kurd bi safiyeke zarokan hin hêviyên mezin ji AKP-ê û ji sûtalê Kasimpaşayê dikirin. Ez hêvî dikim ku bûyerên dawî û beyanên Erdogan êdî hişê wan bîne serê wan û bibînin ku di dîtinên xwe da çiqasî şaş û saf bûne.
Berî êrîşa ser qereqola Bêzelê dengên li hember dirêjkirina tezkerê zêde û gurr bûn, îhtîmal hebû ku bêyî DTP-ê ji AKP-ê û CHP-ê jî hin wekîlên kurd raya redê bidin tezkereyê.
Lê piştî êrîşê û kuştina 17 leşkeran herkes ji tirsa weke kûsî xwe kişanda qalikê xwe û îro ji nava AKP-ê û CHP-ê yek dengê red jî derneket.
Di vir da meriv dikane bibêje ku ji alî wextê va êrîşa Bêzelê bi kêrî tirkan hat.Yanî mêrikan rê li ber ”fîredanê” girtin.
Lê tiştekî din yê girîng jî, îro dema ku di meclîsê da li ser dengdanê dihat peyivîn li Diyarbekrê otobozeke pûlisan hat gulebarankirin û di encamê da 6 pûlis hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Ev jî ”çalakiyeke” surprîz bû.
Bêguman êrîşê tirk bêtir har kir.
Meriv matmayî dimîne, çima di vê taftafê da bûyereke din ya wiha mezin?
Armanc çi ye?
Li alî din li gel ku di ser bûyerê ra 7-8 saet derbas bûye lê hîn jî kesî bûyer negirtiye ser xwe.
Ev jî hinekî ecêb e!
Berî nuha bi çend rojan artêşê ji hukûmetê xwestibû ku li Kurdistanê hin mafên demokratîk werin sînorkirin û urfî îdare were îlankirin û selahiyeta leşkeran zêde bibe. Bi îhtîmaleke mezin leşker çi bixwazin hukûmetê emrê wan bicî bîne. Ji xwe îro wa ye rojnameya Azadiya Welat mehekê qedexe kirin, hêdî hêdî ewê gelek qedexeyên din jî tixên praktîkê.
Û ji bo tiştên wiha jî bêguman bûyer û teşxele lazim e, divê li Kurdistanê çend pûlis û leşker werin kuştin ku ev qedexe ”zarûrî” û ”meşrû” bibin.
Loma jî êrîşa Diyarbekrê ya îro serdestî û bandora leşkeran ewê xurttir bike.

Serokê MHP-ê hemû kurdên meclîsê xayin dibîne
Serokê MHP-ê Dewvlet Bahçeliyê faşîst di axaftina xwe ya do da hemû wekîlên kurd yê di meclîsa da weke xayin û endamên PKK-ê yên bi îllegal nîşan daye û gotiye, ”sibe dusibe dema rewşeke awarte were ortê li vir 96 kesên ku kanibin bi PKK-ê ra hereket bikin hene.”
Ji van 96 wekîlan em dizanin ku 21-ê wan kurd û wekîlên DTP-ê ne, li wir dimîne 75 wekîlên ”xayin”, ew jî yên AKP-ê û CHP-ê û MHP-ê ne.
Mêrik venaşêre, pir eşkere dibêje, hûn eslê xwe înkar bikin, dijminatiya gelê xwe bikin, bibin xulam û ajanên me jî baweriya me bi we nayê. Hûn xwe di ava Kewserê da kin, bi heft qalib sabûn ji xîret û namûsê bişon jî têr nake, li ber çavaê me tirkan hûn xayin in û hûnê her xayin jî bimînin.
Bahçelî bi kurtî wiha difikire û vê fikra xwe eşkere jî dibêje. Çimkî li gor mêrik kesê bi qewmê xwe ra xayiniyê bike, dikane bi wan ra jî bike. Loma jî baweriya xwe bi kurdên ku xwe înkar dikin û bûne zilamên tirkan jî nayne.
Bi baweriya min him baş dike û him jî rast dike.
Lê ez bawer nakim ku van gotinên Bahçelî tu tesîrê li wan bike, ji br ku carê xwe ji xurûr û xîreta netewî şuştine.

07 oktober 2008

Tirk kurdan bi qetlîam û îşxalê tehdît dikin

Piştî êrîşa HPG-ê ya ser qereqola Bêzelê, serokên tirkan yên kev û nuh, bi hukûmet û mixalefeta xwe ve di êrîş û tehdîtkirina kurdan da bi hev ra ketine pêşbaziyê(pêşbirkê), ji bo êrîşa ser Kurdistana Federe xwe di ber hev ra dikin, dibêjin “divê bakurê Îraqê ji coxrafiya dijmin were derxistin.”
Serokkomarê Tirkiyê yê kevn û aqilmendê dewleta kûr Suloyê Şivan(Suleyman Demîrel)jî îro fortek da xwe û wî jî kurd tehdît kirin.
Demîrel di axaftina xwe da got, “piştî êrîşê axaftin heqê min e” û dû ra jî wiha tirs di kurdan firand:
“Kes nikane Tirkiyê perçe bike. Ev ne mimkûn e. Bedelê perçenekirina Tirkiyê çibe ev milet amadeya wî bedelî bide. Ez kesî tehdît nakim, ez li gor menfeeta her kesî tiştekî dibêjim. Gotina vê yekê dikeve ser milê min, loma ez dibêjim. Hîn rê nêz e werin aqilê xwe bidin serê xwe.”
Baykal, Bahçelî û Erdogan jî di axaftinên xwe da eynî tehdît kirin, wan jî got “kes nikane Tirkiyê perçe bike.”
Demîrel dû ra got, “bûyera serê Tirkiyê ne teror e, perçekirina welêt û avakirina dewleteke serbixwe ye.”
Ecêb e, tirkan heta nuha bi zanetê sebebê rastîn yê têkoşîn û liberxwedana kurdan eşkere nedikirin, digotin “teror”, lê Demîrel îcar wa ye qebûl dike û dibêjee mesele serxwebûna kurdan e.
Ev yek jî tê wê manê ku êdî medelê pir cidî dibînin û pir ditirsin. Ne xwe zû bi zû nabêjin mesle ne “teror” e.
Sibe li meclîsê ji bo dirêjkirina tezkerê ewê minaqaşe bibe. Leşker dixwazin tezkereya ku destûrê dide êrîşa artêşa tirk ya ser Kurdistana Federe saleke din were dirêjkirin.
Hukûmet dibêje leşker çi bixwazin em di emrê wan da ne û mixlafet jî dibêje, ji bo êrîşa ser “bakurê Îraqê” emê ji tezkereyê ra bibêjin erê.
Yanî di mesela êrîşa ser kurdan da di nabêna leşlker, hukûmet û mixalefetê da tu dubendî tuneye.
Serokên hemû partiyan îro di civînên grûbên xwe yên parlamentoyê da axaftinên pir ajîtatîv kirin û Kurdistana Federe hedef nîşan dan, xwestin ku artêş zûtirîn wext here têkeve nava axa Kurdistana Federe, hukûmeta Kurdistanê biguherîne û li wê derê herêmeke tampon çêbike.
Baykal û Bahçelî ev yek vekirî gotin, Erdogan jî dibêje leşker û pûlisên me ji hukûmeta me çi bixwazin emê wiya bikin.
Yanî meriv kane bibêje ku di mesela êrîşa ser kurdan da hukûmet û mizalefet hemfikir in.
Li Îraqê hilbijartinên herêman nêz dibin, mesela Kerkûk û madeya 140-î li ber helbûnê ye û kurd û ereb jî hêdî hêdî berbî lihevkirinekê ve diçin.
Ev yek tirkan nerehet dike. Loma jî dixwazin maneyekê bibînin, teşxeleyek derxin û têkevin axa Kurdistana Federe.
Ji bo ku Kerkûk bi Kurdistanê va neyê girêdan, heger ji tirkan ra biserife ewê teşxeleyekê derxin.
Tirsa wan şêla Emerîka ye. Divê Emerîka destûrê bide wan.
Lê hilbijartinên Emerîka jî nêz dibin, dixwazin di vê valahî û qerembolê da carê xwe tecrûbe bikin.
Bi kêmanî nêta wan ev e.
Gotinek heye, dibêjin mêrê qels du caran şer dixwaze, tirk dixwazin careke din xwe biceribînin.
Yanî dil heye, lê taqet heye ya na ew hîn ne diyar e.
Wek me got, tezkere sibe diçe meclîsê û ewê were qebûlkirin. Bi tezkerê dixwazin çavsoriyê li kurdan bikin û pê wan bitirsînin.
Erdogan di axaftina xwe ya îro da vekirî dibêje:
“Sibe ewê li ser tezkereyê were axaftin.Meclîsa me ew îradeyeke mişterek têxe ortê. Ez hevalan dawetî civî heyeta giştî dikim. Emê tezkereyê saleke din dirêj bikin.”
Yanî tezkere ewê were qebûlkirin. Lê ewê êrîş bikin ya na ew tiştekî din e.
Li alî din leşker bi vê jî nayên serî, dibêjin li Kurdistanê demokrasî, maf û azadiya însanan pir zêdeye, dixwazin ev yek kêm bibe û ji nuh ve urfî îdareya leşkerî were îlankirin.
Û hukûmet û mixalefet jî DTP-ê bi girtinê û parlamenterên wê jî dîsa weke berê bi zandankirinê tehdît dikin.
Mimkûn e bikin jî. Çimkî hilbijartinên mehelî nêz dibin. Heger bibînin DTP ne zeîf e û dîsa ewê gelek belediyan bigre, ewê “çêyiyekê” jê ra bifikirin.
Di van şert û mercên pir giran da, di van êrîşên hovane da tek çareyek kurdan heye, ew jî dostanî, hevkarî û yekîtiya kurda ye.
Divê kurd ji herdemê bêtir hêzên xwe bikin yek, piştgiriyê bidin hev û Kurdistana Federe bi tenê nehêlin.

06 oktober 2008

Tirk tên îmanê

Olana êrîşa ser qereqola Bêzelê li Tirkiyê berdewam e.
Ev cara pêşî ye ku di çapemeniya tirk da û bi taybetî jî di rojnameyên nêzî AKP-ê da gelek kes raste rast serfermandariya giştî û siyaseta artêşê ya şerxwaz rexne dikin û dibêjin heta ku mafê kurdan neyê dayin eva gir venamire û ”teror” naqede.
Hin nivîskarên rojnameyên wek Tarafê, Radîkalê, Zamanê, Yenî Şafakê û Hur Haberê bi tundî li dijî siyaseta artêşê ya şerxwaz derdikevin û bi cesaret û vekirî mesela kurd binav dikin û ji hukûmetê doza çareseriyê dikin.
Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Hakan Albayrak vekirî dibêje:
”Heta ku sebebê PKK xuluqandiye bi şiklekî herî radîkal ji navê ranebe, dawîlêanîna şîdetê (ya jî marjînalkirina wê) ewê ne mimkûn be.”
Nivîskarên Zamanê jî li ser êrîşa HPG-ê ya ser qereqola Bêzelê li gor berê li dijî artêşê gelek tiştên tûj dibêjin û dixwazin ku serekerkan hesabê vê bûyerê bide. Heta hinekan gotina bira serekerkan îstîfa bike.
Wisa xuya ye ku tirk hêdî hêdî tên îmanê.
Min gelek caran gotiye, siyasetmedarên tirk ne ew kesên bîrewer û kamil in ku bi rehetî, bêyî şer û teşxele, weke meriv û însanan mafê kurdan bidin û vî şerî rawestînin.
Bi rehetî mafê kurdan nadin, divê zorê bibînin û mecbûr bibin.
Yanî heta ku tirk mirinê nebînin bi tayê razî nabin. Ev yek pir vekirî ye.
Dema artêş rojê 9-10 gerîllayî dikuje, di hemû rojaname û medyaya tirk da dibe xebera kêfxweşiyê, herkes kêfa xwe tîne û dibêje hindik ma biqedin. Kes nabêje hûn çima van xortan dikujun?
Lê dema kuştiyên wan ji yên kurdan zêdetir be wê demê dîn û har dibin, wek deveyên hêc kef û kopik bi devên wan dikeve û dibêjin:
Bes e, vî şerî rawestînin.!”
Lê ferq nake, sbeb çi dibe bira bibe, ya girîng ew e ku tirk îro ji berê bêtir dibêjin divê mesela kurd were çareserkirin, heta mafê kurdan yên netewî neyê dayin ne şer radiweste û ne jî ”teror” diqede.
Hatina beşekî tirkan ya vê nuxtê gelkî girîng e. Ji ber ku êdî dibînin ku bi zor û şîdetê nikanin şer û liberxwedana kurdan rawestînin.
Bêguman ji bo kurdan ev pêşketin û serkeftineke.
Lê di vê nuxtê da divê rêber û siyasetmedarên kurd pir cesûr bin û nekin vine-vin, daxwazên miletê kurd pir vekirî û pir zelal bînin zimên.
Divê dewleta tirk û cîhan bizanebe miletê kurd kîjan mafan dixwaze û doza çi dike?
Divê bi teoriyên vala, bi ”demokratîk cuhûriyetê” miletê kurd neyê xapandin. Li başûr çawa ku herkes dizane kurd çi dixwazin, li bakur jî divê ev yek wiha vekirî û zelal be.
Dîrokê nîşan da hemû hesabên tirkan şaş derketin. Wan digot, ewê li Kurdistanê nufûsa kurdan daxin dora ji %40-î û bi vî hawî ewê şertên serxwebûnê ji destê kurdan bigrin. Û ewê 5-6 milyon kurdî jî di nava xwe da biheînin.
Lê hesabê mal û bajêr tam li hev derneket.
Carê di mesela guharandina demografiya Kurdistanê da biser neketin.
Ya din kurdên mecbûrî koçberiyê kirin, erê beşekî wan asîmîle bû lê nebûn tirk, tam weke wan dixwst neheliyan.
Di ser da bûn bela serê wan û li Tirkiyê îro hêzeke mezin in û dema şer li Kurdistanê gurtir bibe dikane di nabêna tirk û kurdan da şerekî mezin derkeve.
Ev yek him tirkan ditirsêne û him jî di hesabê wan da tunebû.
Yanî bi kurtî, tirk îro ji herdemê bêtir bêçare û nêzî çareserkirina meselê ne.
Loma jî divê kurd vê rewşê baş analîz bikin û siyaseteke li gor wê bimeşînin.
Nivîskarê rojnama Zamanê Alî Bûlaç jî di nivîsa xwe ya îro da li ser bûyera Bêzelê radiweste û wisa dinivîse:
”Li gor hesabekî li herêmê hejmara leşkeran 240 hezar, ya qorîciyan 60 hezar û ya pûlisan jî 50 hezar e. Ev dike 350 hezar hêzên ewlekariyê. Hêza PKK jî li herêmê li dor 1500-1700 kesî ye. Li bakurê Îraqê jî 3500, li ser hev dike 5 hezar. Em dev hêjmarê berdin. Ma teknolojiya çekan ya di destê leşkeran da, piştgiriya lojîstîk û îmkan qey ji yên PKK-ê kêmtir in? Kanê mitefikê me Emerîka di cî da xeber dida me û hemû tevgerên wan taqîb dikir?
Ne çend kes, bi sedan PKK-yî ji wî aliyê sînor tên, digrin ser qereqolê, leşkeran şehîd dikin û direvin. Helbet cahilên weke me vî îşî fêm nakin, lê dibê hinek ji me ra îza leşkerî ya teknîkî bike.”

Îzaha wê ez ji te ra bibêjim Alî efendî, bawerî û fedekarî ye. Dema meriv mirinê bigre çavê xwe tu hêz û teknîk nikane rê li ber meriv bigre.
Kurd, miletekî bi şeref û bi heysiyet e, tu carî koletî û bindestî qebûl nekiriye û nake, dixwaze ew jî weke tirk, ereb û farisan azad û serxbixwe bijî. Miletê kurd ji azadî û serbestiyê hez dike. Û loma jî her babat fedekariyê dike, ev serê 150 salî ye ku bi rengekî bênabên têkoşînê dide û wek lehiyê xwîna xwe diherikîne.
Yanî sebebê ku li Îranê, li Îraqê, li Sûriyê û li Tirkiyê tu hêz nikane vê liberxwedana miletê kurd bişkîne ev yek e.
Hûn ne 350.000 hezar, 35 milyon leşker li Kurdistanê bicî bikin û teknîka herî modern jî di destê we da be hûn dîsa mahkûmê têkçûnê ne, çimkî îradeya gelê kurd ji jimar û teknîka we gelkî xurttir e.