03 september 2008

Serdaneke manîdar

Serekerkanê nuh yê dewleta tirk yê sê rojîn Îlker Başbug, îro bi surprîzeke gelkî xweş nîşan da ku di mesela Ergenekonê da ew çi difikrin û hevalê kê ne?

Vê sibehê li ser navê Artêşa Tirk Korgeneral Galîp Mendî, li girtîgeha Kandirayê generalên teqawit yên ku hîn ji doza Ergenekonê girtî ne ziyaret kir û silav û hurmetên serekerkanê nuh Îlker Başbug gîhand wan.

Artêşê ev serdana xwe ya resmî ne veşart û ne jî hin sebebên ”însanî” nîşan da. Serekerkan li ser navê artêşê him generelek şand serdanê û him jî di melpera artêşê ya resmî da got, ev serdan li ser navê me hatiye kirin.

Bêguman di vê serdan û beyana artêşê da mesajeke siyasî heye, artêş dixwaze herkes bizanibe ku di mesela Ergenekonê da ew ne bêterf in, ew heval û piştevanên çeteyên Ergenekonê ne.

Heger ne wiha bûya bêguman ewê sebebekî ”însanî” û ”hevaltiyê” nîşan bidana û mesele ewê bihata girtin.

Lê nexwestin wiha were fêm kirin, loma jî bi beyanekê gotin serdan li ser navê artêşê hatiye kirin.

Beyana di malpera artêşê da wiha ye:
1. Roja 3-ê îlona 2008-an saet di 11:30-î da fermandarê garnîzona Kocaeliyê Korgeneral Galip Mendî li girtîgeha Kandirayê Orgeneralên teqawit Şener ERUYGUR û Hurşit TOLON ziyaret kiriye.

2. Ev ziyareta herdu fermandarên teqawit ên ku gelek xizmet ji Artêşa tirk ra kirine, li ser navê Hêzên Çekdar ên Tirk hatiye kirin.

3. Wek tê zanîn, wekî do îro jî hurmet û baweriya Hêzên Çekdarên Tirk bi edaletê temam e.

Wek tê zanîn, berî hilbijartina Îlker Başbug bi çend rojan, wî û Tayyip Erdogan hevdîtinek pêk anînîn. Piştî hevdîtinê dîtina gelek siyasetmedar û çavdêrên siyasî ew bû hukûmet û artêşê di meseleya Ergenekonê da li hev kirin ku ewê vê dozê zêde pêş da nebin û mezin nekin û Îlker Başbug jî bikin serekerkan. Ji ber ku hukûmetê dikanîbû serekerkaniya Başbug red bikira. Çimkî ew merivekî li dijî AKP-ê ye.

Li hember vê tawîza hukûmetê, artêşê jî weke Erbekan bera Erdogan nede û hukûmetê nexîne.

Bûyerên vê hefta dawî, beyanên hin generalên nuh û yên serekerkan û herî dawî jî ev serdan û beyana serekerkaniyê nîşan didde ku artêş û hukûmetê li hev kirine.

Heger lihevkirin tunebûya, heger hukûmet li dijî serdan û beyanên bi vî rengî bûya artêşê tu carî hewqasî vekirî xwe tevî meselê nedikir.

Meriv nikane bibêje ku Başbûg bi hilbijartina xwe hukûmet xapand û nuha jî piştgiriya xwe dide Ergenekonê.

Bi vê serdan û beyana serekerkaniyê êdî diyar dibe ku artêş li dijî dadgehkirina van generalan e û dixwaze herkes jî vê şêla artêş bizanibe.

Esas Başbug û taximê dora wî mecbûr in vê piştgiriyê bidin hevalên xwe yên kevn. Çimkî ew jî di nava vî îşî da ne, Velî Kuçuk bi serê xwe û ji bo malbata xwe hewqas kurd nedaye kuştin, wî di çarçeweya zîncira emir û qomûtayê da wezîfa xwe kiriye, karê dane wî kiriye.

Îcar ji bo ku emrê dane wî bicî anîye ewê rabe di zindanê da birize?

Kes viya qebûl nake. Heger wiha be, ewê jî bipeyive, ewê jî navê hevalên xwe yên din bide, navê kesên emir daye wî bide.

Hewqas cînayet kes bi serê xwe nake.

Bêhemdî hin tişt eşkere bûn û êdî bi veşartin nayê. Ji bo vê yekê jî divê çend kes ji bo dewleta xwe hin fedekariyan jî bike, yanî çend mehan ya jî salekê du salan girtî jî bimîne, ev dikane were tehamulkirin.

Lê ne ku wek sûcdaran ceza bixwin.

Artêş vê yekê tu carî qebûl nake.

Û hukûmet jî ne ew hukûmet e ku vê yekê bi zor bi wan bide qebûlkirin.

Heger Tolon û Eruygur ji endametiya rêxistineke îllegal ku xwestiye darbeyeke leşkerî bike cezayê bixwin ewê prestîj û otorîteya artêşê xera bibe, cezakirina generalan ewê bibe adet, ewê rê vebe.

Wê demê jî kesê newêribe haziriya darbeyan bike.

Lê leşker li dijî tiştekî wiha ne, ew hîn jî xwe di ser her tiştî ra digrin.

Û serok û rêvebirên AKP jî ji bo ku ne merivên demokrat in, baweriya wan bi demokrasiyê tuneye, loma jî ji bo kursiya xwe her tawîzê didin leşkeran û heta dawiyê naçin ser çeteyan.

Bi kurtî maneya serdana Tolan û Eruygur û gotina baweriya me bi “edaletê heye” ew e ku em teref in û divê ev hevalên me jî êdî werin berdan.

Tiyatro be jî bes e, henek be jî bes e!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE