17 september 2008

Rutbeya "Çewalçî" bilind bû, malik li tirkan viritî !

Generalê emerîkî yê bi nav û deng Raymond Odierno, ku li Tirkiyê wek ”Generalê Çewalcî” tê naskirin do bi merasimekê wezîfeya fermandarîya hêzên DYA-ê ya li Îraqê ji Orgeneral David Petraeus wergirt.
Çapemeniya tirk ji vê dewr û teslîmê qet razî ne xuya ye, loma jî xebera serfermandariya Raymond Odierno, bi sernivîsa ”Çewalçî bû qumandarê Îraqê”! dan.
Wek tê zanîn leşkerên emerîkî di 4-ê temûza 2003-an da li Sulêmaniyê 11 tîm û zabitên tirk derdest kirin, destên wan li paş wan girê dan û çewal xistin serê wan.
Û 60 saetî îfadeya wan girtin, dû ra berdan.
Vê bûyerê tesîreke pir mezin li tirkan kiriye, di ser dilê her tirkî da bûye wek janeke zirav û kulek bêderman.
Heta ji br vê yekê ye ku heger tirk pir ne mecbûr bin navê ”çewêl” jî êdî zû bi zû bikar naynin, ji dêlî wê va dibêjin ”Telis.”
Çimkî ”ÇEWAL”, dibe sebebê associationeke(bibîranîneke/çagrişimeke)gelkî ne xweş, dema navê ”çewal” derbas dibe dîmenên zabit û generalên wan yên çewal di serî da tên ber çavên wan.
Loma jî leşkerên tirk û bi taybetî jî zabitên wan ji genreal Raymond Odierno wek cin ditirsin û qet jê hez nakin.
Çimkî bi "çewêl" qudûmê wan şikandiye, her cara ku navê wî derbas dibe çewal tê ber çavên wan.
Tirk ji bûyera "çewêl" Raymond Odierno berpirsiyar dibînin. Çimkî di dema bûyera ”Çewêl” da Raymond Odierno serfermandarê hêzên hevpeyman bû û ev yek bi emir û destûra wî hatibû kirin.
Ev bûyer, bi navê ”Bûyera derbaskirina çewêl/çuval geçîrme olayi”derbasî lîteratura tirkan ya leşkerî û siyasî bûye.
Li ser vê bûyerê gelek nivîs û karîkatorên hêja hatine çêkirin. Heger ez ne şaş bim Mamoste jî di Netkurdê da li ser vê bûyerê karîkatorekî pir xweş çêkir. Çewal di destê general Raymond da ye û dixwaze têxe serê leşkerê tirk. Generalekî tirk jî him bazdide û him jî ji hewla ruhê xwe ji leşkerên xwe ra dibêje:
-Law birevin, çewalçî hat…
Bi qasî ku meriv ji çapemeniya tirk fêm dike bi hilbijartina Raymond Odierno moralê artêşa tirk xera bûye û newêrin zêde serbest hereket bikin.
Ê bi rastî jî mêrikan ne neheq in ku bitirsin, hema kî be jî ewê ji ber çewêl bireve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE