02 september 2008

Min serêşiya xwe ji bîr kir

Ez naxwazim herşev bi gilî û gazinên nizanim kudera min diêşe we nerehet û mijûl bikim.
Lê ev yek rastiya min naguhere.
Veşartina ji we ne xelasî ye, bi rastî jî ez hîn baş nebûme.
Serêşê û êşa çavên min, min gelkî nereht dike, ez nikanim baş konsantre bibim.

Di serê min da çend tişt hebûn min dixwest li ser wan çend gotinan bibêjim lê îşev jî nabe, divê ez baş li ser xwe bim.

Ji dêlî wê, ezê îşev nivîsa Helîm Yûsif ya li ser kitêba min(Antolojiya Çîrokên zarokan. http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=349) û bersîva ku min daye wî biweşînim.

Dibe ku gelek xwendevan Diyarnameyê ziyaret nakin û loma jî haya wan ji vê nivîsê çê nebe.

Ez nivîs Helîm Yûsiv û bersîva xwe li jêr diweşînim û lînka ”diyarname.com”ê jî di nava parantêzê da didim.
Yên bixwazin dikanin him malperê ziyaret bikin û him nivîsê ji wir jî bixwînin.

Diyarneme yek ji wan malperên kurd e ku ez tim ziyaret dikim.
Ez nizanim min ji zûdaye ziyaret nekiriye ya jî ji ber ku nivîsa li ser kitêba min weşandine lema, lê îşev şikil û şemala wê bi min gelkî xweş hat, hertişt xweş bicî bûye û xweş li hev hatiye.

Dilê meriv dibijiyê.

Ya din hin nivîskarên nuh, yên wek Hekîm Sefkan jî cara pêşî min îşev dît ku di diyarnameyê da dinivîsine. Hekîm Sefkan, yek ji wan helbestvanê ku ez gelkî jê hez dikim, helbestên wî dilê meriv wek hespeke kihêl radike pêdarê.

Divê ez Jan Dost jî ji bîr nekim, li ber dilê min ew jî him wek nivîskar û him jî wek şair merivekî pir ezîz e.

Bira Xwedê van herdu şairên me jî ji qeza û bela "dostan" û ji nezera çavnebar û dijminan bisitirîne.

Min got ezê tenê çend rêzan binivîsim û herim razêm, lê bêhay min serêşiya xwe ji bîr kir û nivîs jî dirêj bû.

De baş e, bira îşev jî hewqas be. Xwedê qebûl bike bes e.

Bersîva min ji Helîm Yûsif ra Wey ser seran û ser herdu çavan Helîmcan!
Gelek sipas ji bo nivîsa te ya dostane û qudirşînas.
Do êvarî tam min kompîtor digirt e-meyla te hat.
Ez gelkî westiyayî bûm û serê min jî pir diêşiya(tu rastiyê dixwazî ez hîn jî baş nebûme.
Ez nuh ji nava nivînan rabûm)loma jî min nikanîbû bi xweşikî û li gor kêfa dilê xwe bixwenda, min hema wiha di ser ra çavek li nivîsê gerand û min hîşt ji îşev ra.
Nuha min nivîs careke din xwend.Bira, ez çi bibêjim?
Ez sond dixwim ku te helandiye.
Bi xêra nivîsa te, min hin meziyetên xwe jî nas kirin.
Ez bawer nakim heta nuha tu kesî li ser min û xebatên min tiştên hewqas pozîtîv gotibe.

Gelek kesan rexne li min girtine, kevir û kuçik li min barandine, gelek nav û nîçok li min kirine, lê tiştekî min yê baş, yê pozîtîv negotine.
Di vir da ez çend nivîsên nasandina kitêbên xwe didim aliyekî.
Ev cara pêşî ye tu, li ser berhem û nivîskariya min tiştekî erênî dibêjî.
Mala te ava be.
Qe nebe di jiyana xwe da min dît ku hinek jî qedir û qîmetê didin xebata meriv. Jiyana van hestan tiştekî xweş e.
Bêguman wek nivîskarê kitêbê tu carî çavê meriv ji ”pesin” û gotinên baş têr nabe.

Min dixwest ku tu hinekî din jî li ser naveroka kitêbê rawestiya, çend çîrok şirove bikira, li ser ziman û lihevragirtina çîrokan dîtina xwe bigota û hin tiştên din.
Tu zanî yê min jî bû mesela pîrê. Dibêjin Pîrê bawer nedikir mêr bike, piştî mêr kir doza heftekan dike.
Yê min jî bû ev mesele. Min bawer nedikir kes tiştekî li ser binibvîse û dema dinivîsin jî ez tiştê hîn zêdetir dixwazim.
Guh nedê, tiştê min got weke henekekê qebûl bike.

Erê te zêde dirêj nekiriye, te kin gotiye lê te rind gotiye. Yanî ”hindik-rindik” tim baş e.
Ji xwe navê malûera min jî ”Hindik-Rindik” e.
Careke din gelek sipas ji bo ku te xwe westand û ew gotinên hêja li ser kitêma min gotin.
Bimîne di xêr û xweşiyê da
Zinarê Xamo
Nivîsa Helîm Yûsif Zinarê Xamo, wekî gelekên din ji nivîskarên kurd, ji qada siyasetê tê. Her çendî ew meseleya nivîskariya xwe dixîne stûyê qederê ku bi tesadufî ew kiriye nivîskar (rûpel 345) lê dîsa jî vî karî bi cidiyeteke mezin dike.

Bi şopandina nivîsên wî ji “hindik û rindik” hetanî bi “Antolojiya Çîrokên Zarokan” ku, mijara vê nivîsa me ye, hetanî bi nivîsên wî yên siyasî, mirov dikare çend xisletên taybet yên nivîskariya wî destnîşan bike.
Yek ji wan ew e ku dikare helwesta xwe ya rexnegirî bi şêweyekî qerfî bide nîşandan.
Wisa jî bi xwîneke sar, bi delîl û dekumet, cirra xwe li ber mijara xwe xweş dike û bi dilekî germ dîtinên xwe dinîvisîne.
Ev xisletên giştî yên nivîskariya wî di vê pirtûka wî ya nû de, bi awayekî din, tên cem hev.
Pirtûk kedeke mezin û demdirêj ji berhevkirin û vegotinê ye.
Pirtûk: Antolojiya Çîrokên zarokan. Weşanên Apec. Stokholm 2008.

Ev pirtûk ji 125 çîrokan pêk tê. Hinek ji wan li her derê naskirîne, mîna Şengê û Pengê.
Hinek ji wan li ser zimanê mezinan li civatan dihatin gotin, mîna kê zengil têxe stûyê pisîkê?.
Hinekên wan ji cem nivîskar bi xwe ne ku ji diya xwe bihîstine yan jî ji devê kalemêr û pîrejinan girtine, mîna Toz beg.
Hinek ji çîrokan bi du sê şêweyan têne gotin, nivîskar hinek ji wan bi cih kirine, lê mînakin din jî hene ku bi yek şêweyî nivîskar ew bi cih kirine.
Ji bo em dirêj nekin, ez ê tenê yek mînakê bidim.
Çîroka Birayê şêr (rûpel 16) Stiriyek dikeve lingê şêr.
Gur ji ber ku bawerî pê nayine, wî girê dide, stirî ji lingê wî derdixîne û diçe. Şêr mecbûrî rovî dibe ku girêdana lingên wî veke.
Şêr vedigere malê û ji zarokên xwe dixwaze ku xwe ji bo koçberiyê amade bikin û wisa çîrok bi dawî dibe:
“Warê ku gur min lê girê bide û rûvî jî min azad bike, ez hew li wî warî dimînim.”
Ev çîrok bi xwe bi navê çîroka welatê Çirto û Virto tê naskirin û li dawiya çîrokê şêr vê yekê dibêje ku “Welatê ku Çirto min lê girê bide û Virto min azad bike, ez hew li wî welatî dimînim.”
Nivîskar bi xwe di (gotina dawî) de, jêderên xwe destnîşan kirine, her wisa çîroka xwe bi van çîrokan re gotiye.
Destpêka ku ev pirtûk dikeve dest mirov, dibe ku navê wê…çîrokên zarokan, mirov li xwendina wê germ neke, lê bi xwendina çîroka yekem re ew ramana şaş ku, ev pirtûk tenê ji bo zarokan hatiye nivîsandin, ji hişê mirov dûr dikeve û şûna xwe dide rastiyeke din ku, ev pirtûka çîrokan ji bo mezinan jî bi nirx e û hêjayî xwendinê ye.
Her çendî çîrok li ser zimanê lawir û heywanan hatibin gotin, lê dîsa jî encamên serpêhatiyên hezarên mirovan di hundir xwe de dihewînin.
Bi hezarên mirovan di afirandina wan çîrokan de beşdar bûne, wisa jî bi xêra wê hêza afirêner ya ku di naverok û awayê honandina van çîrokan de, xwe li hember demê parastine û gihane roja îro.
Bi demê re jî tiştek ji nirx û wateya xwe winda nekirine. Ev nayê wê wateyê ku em ji girîngiya şêwe û awayê nivîsandina van çîrokan û nivîskarê wan kêm bikin, berevajî wê, Zinarê Xamo bi zimanê xwe yê şayik û zelal çêjeke din daye van çîrokên gelêrî û ew careke din ajotine ber deriyê vejînê.
Ez bawer dikim wê mezin ji zarokan bêhtir karibin çêj û tamê ji xwendina vê berhemê werbigirin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE