14 september 2008

Min jî xwe nuh kir

Dawiya dawî ez jî bi ber bayê "xwenuhkirinê" ketim. Min jî îro şikil û şemayekî nuh da "bloga" xwe.

Lê helbet dîsa bi saya serê Nîhat...

Xwendevanên hêja, par di 30-ê meha îlonê da min dest bi ”bloga” xwe kir. Dema min dest pê kir tu plan û haziriyeke min tunebû.

Destpêkirina min wek çûka li kevir keve, şans û tesadufeke mezin bû.

Ez bawer dikim di şeva 30 saliya damezirandina DDKD-ê da bû, bi tesadufî min ji hevalê xwe yê bargiran Nîhatê swêregî ra qala vê xeyala xwe kir.

Roja din min hew dît ku malpera min hazir e.

Min tavilê dest bi nivîsandinê kir.

Dawiya vê mehê yanî di 30-ê îlonê da sala min diqede. Min nuha bala xwe dayê, ji wê rojê û vir da min 294 nivîs nivîsîne û tevî vê jî dibe 295.

Dema min dest pê kir fikrê min ew bû ku ezê yekcarnan binivîsim. Tu nêteke min ku herroj binivîsim tunebû.

Lê piştî ku min dest pê kir, wek siwarê ku mehîna wî serî jê bistîne, min xwe ranegirt, nexweşî û şevên ku ez ne li mal bûme ne tê da min her şev baş xirab tiştek nivîsîye.

Min çawa pê ra gîhandiye ez jî fêm nakim?

Ez bawer dikim ji ber eşq û kêfa hebûna çend xwendevanan e, heger malper nehata xwendin ezê bibûma wek şofêrê otoboza bêrêwî, piştî demekê minê dev jê berda. Lê bi fikrê ku di israr û berdewamiyê da xêr û bereket heye, min dev jê berneda û heta îro anî.

Wek min got, serê vê mehê sala min diqede.

Min got di sala duyem da ez jî xwe hinekî nuh bikim û bi mîzanpajeke(layawteke)nuh derkevim hemberî we.

Di sala duyem da bira çavên we pergaleke xweşik û nazenîntir bibîne. Ev yek heqê we ye jî.

Wek destpêkê, min dîsa berê xwe da Nîhatê bargiran. Li gel ku bikaranîna kompîtorê jê ra hema hema qedexeye jî lê camêr mala wî ava dîsa jî ev rûpela nuh ji min ra çêkir. Bi ya min ne xerab e û ji barê gelkî xweşiktir e.

Lê ez hîn jî di lêgerînekê da me. Do ez rastî malpera Jan Dost hatim. Ew jî gelkî xweşik e. Min jê ra mesajek şand. Ez vê mesaja xwe û lînka wî li jêr diweşînim. Hûn jî dikanin lê temaşe bikin û fikrên xwe bibêjin.

Yek werger û 3 kitêbên min yên din hene, ez dixwazim wan û gelek nivîsên xwe yên berê yên ku min di gelek rojname, kovar û malperên din da weşandine biweşînim.

Di rojên pêş da ezê hewil bidim ku “bloga” xwe hîn jî dewlemendtir bikim, lê ji nuha da nabêjim ev tiştên nuh çi ne?

Dema hûn min taqîb bikin hûnê bibînin.

Du sê mijarên xweş û girîng hebûn min dixwest ez îşev li ser wan rawestim, lê wa ye wext nema, bi xêr şeveke din.

Yanî ji ber nareve, heger meriv diz be şevreş pir in...

Dîtinên we li ser malpera min ya nuh da ewê min kêfxweş bike.

Birayê Jan Dost merheba!
Malpera te bi xêr û xweşe be û ez hêvî dikim ku tu yê tê da gelek berhemên hêja biweşînî û kitêbxaneya kurdî dewlemndtir bikî.
Jan, malpera te gelkî xweşik e, sade ye, ne tevlihev û gelkî jî "pedagojîk" e.
Meriv qet nawestîne.
Hertişt bi rengekî hêsan û pir bi dûzan hatiye bicîkirin.
Dema meriv li tiştekî digere tu carî serî li meriv nagere, meriv hertiştî rehet û zû dibîne.
Tu dibêjî qey meriv li kitêbxaneyeke ewrûpî ye, ji bo dîtina nivîsekê hertişt hatiye hêsakirnin.
Gelo ev malpera şîrîn te çêkiriye ya jî hinekên din?
Heger yekî din çêkiribe gelo buhayê wê çuqas e?
Yanî dema ez jî bixwazim yeka wek ya te bidim çêkirin gelo ewê li ser min bi çuqaî rûne?
Û ya din jî, ez ji teknîka pir tevlihev fêm nakim, gelo bikaranîna wê hêsan e yan zahmet e?
Heger tu bersîvekê bidî min ezê spasdarê te bim.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Lînka malpera Jan Dost:
http://www.jandost.com/

1 kommentar:

  1. Xale Hêja
    Malpêr gellek xaş bîye, serkeftin dixwazim.
    Ji bona firka pişta te ji derbasbuyî be Xweda selamet u sihhatê bide te.
    Her bijî malpêra Hındık-Rındık
    Silaf u rêz.

    SvaraRadera

PARVE BIKE