30 september 2008

Min jî salek li dû xwe hîşt

Henek menek, lê dawiya dawî bi “qûnkişkê” be, bi gelek zor û zahmetî be jî min sala xwe temam kir.
Yanî êdî ji çarpiya xelas bûm û baş xerab biser nigan ketim.
Ji bo yekî weke min, “mêrê bi tenê”, liberxwedana salekê ne hindik e.
Par, di 30-ê îlonê da bi nivîsa xwe ya bi navê “Mizgîn li we kurdan, ez jî bûm xwedî BLOG!” min dest bi nivîsandinê kir.
Fena ku meriv çavê xwe bigre û ber de, min hew dît ku sal qediya.
Sal qediya lê ji kîsê min çû, çimkî ez salekê kaltir bûm.
Salek 365 roj e.
Min nuha bala xwe dayê, di van 365 rojan da, min tam 311 meqale nivîsîne. Rojên mayî jî ya ez nexweş bûme ya jî ne li mal bûme. Roja ku ez li mal bûme û min kanîbûye xwe li ser kursiyê biedilînim û çend rêzan binivîsim min tu carî qelpî û zexelî nekir, min tim halê xwe kir hal û kin dirêj tiştek nivîsî.
Min tim hewil da ku xwendevan herroj tiştekî nuh bixwîne.
Piştî salekê ez bi dilşadiyeke mezin dibînim ku erê ne bi hezar û sedhezaran, lê rojê li dora 50-î kesî riya xwe bi feqîrxaneya min dixwe.
Bi ya min ev jî ne hejmareke hindik e. Ji ber ku di malpera min da xeberên rojana tunene, tenê nivîsa min e.
Helbet çawa ku perê zêde serê meriv naşkîne, bêguman xwendevanên zêde jî zirara wan tuneye, hebin baş e, lê rojê 40-50-î serdan jî tê ra min dike. Ji xwe ez merivekî ne tima me, bi tiştê hindik jî têm serî.
Ya din jî kurd dibêjin, xwediyê sebrê Mîrê Misrê. Yanî dibê meriv zû neweste û îstkrarê nîşan bide.
Ji bo ziyareta “hezaran” îstîkrar, bawerî, xet û rengê meriv yê siyasî gelkî girîng e. Dibê xwendevan bizanibe ku meriv li ser çi dînî ye?
Ez hêvî dikim ku heta nuha min reng û rûçikê xwe diyar kiriye.
Belê, dawiya dawî min jî salek li dû xwe hîşt.
Hey kes ji min ra nabêje, ya baş ew e ku dîsa ez pesnê xwe bidim û bibêjim:
Yeksaliya "Bloga Hindik-Rindik" pîroz be û ez hêvî dikim ku ewê gelek salan bibîne.
Amîn...

Li sefaretxaneya Tirkiyê ya Moskovayê bi salan tîcareta jinan hatiye kirinLi gor ku malpera Netkurdê dinivîse, kanaleke telewîzyona rûs derxistiye ortê ku hin mamûrên seferetxaneya tirk ya li Moskovayê qewadiyê dikin. Yanî jinên rûs ji ser rê da dixînin û ji bo fuhûşê dişînin Tirkiyê.
Di programê de hatiye nîşandan ku mamûrekî sefaretxaneya Tirkiyê bi navê Sarper Yetîş û jinek rûs ya bi navê Olga vî karî organîze dikin. Di programê da hevdîtin, bir û bazara Yetîş û Olgayê jî hatiye nîşandan. Programê nîşan daye ku Yetîş û Olga, li ser şandina jinan û girtina vîzeyan dipeyivin û bazarê dikin. Li gora programê Olga, jinan peyda dike û Yetîş jî ji wan ra vîzeyê distîne. Yetîş, ji bo her jina ku dişîne Tirkîyê 6000 Euro –yî digre.
Piştî min ev xeber xwend, min nikanîbû li ser nenivîsanda.
Dibe ku ev bûyer bi hinekan pir ecêb were, lê bi min qet ecêb nayê. Ji ber ku “dewleta kûr” bi salan e ku li gel karê eroînê vî karî jî dike.
Jixwe heger ne xêra tîcaret û pereyên eroînê û firotina jinan bûya dewleta tirk nikanîbû li hember kurdan hewqas sal şer bike û li ber xwe bide. Fînasmana dewleta tirk ya esasî îcareta eroînî, derbaskirina biyaniyan û firotina jinan e.
Heta nuha çend caran Înterpolê di raporên xwe yên salane da gotiye ku Tirkiye merkeza eroîn û fuhûşê ye.
Çete û faşîstên ku di bûyera Sûsûrlûk, Eregenekon û bûyrên din da hatin girtin hemû jî bi van karan mijûl bûn.
Li Tirkiyê qala 200 milyar pereyê reş tê kirin. Çendakî berê(min jî di nivîseke xwe da qal kiribû)serokê emniyetê yê teqawitê gotibû ku li Dtenbolê fabrîqeya narkotîkê heye û dewlet nagre.
Yanî tîcareta eroînê û jinan karê dewleta tirk e, dewlet vî karî dide kirin. Nexwe karkirekî sefaretxaneyê bi salan nikane vî karî bi serê xwe bike. Dewleta kûr bi vê tîcaretê şerê xwe yê Kurdistanê fînanse dike. Heger ne ev tîcarfeta eroîn û jinan bûya dewleta tirk ji zû da top avêtibû û hatibû rê.

7 kommentarer:

  1. Kekê Zinarê Xamo,

    Wellehî ez ži yezdanê dilovan žibo te u malpera te "bloga hindik-rindik" ya kurdperwerî u kurdîperest jiyaneke xwešik u serkeftî daxwaz dikim!

    Bila rumeta Zerdešt pêxember hertim li gel te be!

    Bernas Kurmanc

    SvaraRadera
  2. Kekê mino,

    Di destpêkê da dixwazim vê bibêžim: Bila hebuna „bloga hindik-rindik“ ya yek salî ži hemî xelkê me yê kurd ra pîroz be!
    Bi baweriya min, hemî malperên bi kurdî, hemî wešanên partiyên kurdan yên siyasî, hemî serokên van partiyan, ev hemu žî werin ba hevdu, nikarin bi vê asta malpereke wilo kurdîperest, kurdewar u kurdistanî čê bikin. Nikarin wekî xalê me Zinarê Xamo kurdînî bibin u xelas.

    Bila xwedayê mezin žiyaneke abadîn bide malpera „hindik-rindik“ u xwediyê wê!

    Bi silavên kurdîhezî

    Rožen Šêrbaz

    SvaraRadera
  3. Ji birayê Rojen Şêrbaz ra,
    Birayê Rojen Şêrbaz, gelek sipas ji bo hestên te yên dostanî û dilxwaziyê.
    Lê li alî din jî divê meriv karê ku ez dikim zêde mezin neke. Teqdîrkirina karekî tiştek e lê pesnên fahş tiştekî din e. Ez rica tikim pesnên ne rast û ne xweş bi ser serê min da nebarînin û min nekin pêkenînê alemê. Îdîa ku malpera min ji ya ”hemû kurdan” kurdperwertir e” ne rast û ne xweş e.
    Pesnê zêde wek alkola zêde ye, meriv serxweş dike û li hember dinya û alemê jî dike mijara pêkenînê. Rexne jî pesin jî dibê bi pîvan be.
    Hindik rindik tim baştir e.

    SvaraRadera
  4. Birez Zinare Xemo yek saliya malpera TE piroz dikim u desti xweşbi.
    Silav u rez jibo TE
    Merdini

    SvaraRadera
  5. Kek Zinarê Xamo,

    Bi xwedê ev fikir u ramanên min yên šexsî ne. Kêfa min zêde bi malperên kurdan ra nayêt. Ya rast bi tirs dikevim malperên kurdî. Kesê ku zimanê kurdî rast binivîse, tune. Hin malper henin ku min heta niha žî di ti gotareke van malperan da hevokeke rast nedîtiye. Herkes dibêže rêzimana C. Bedirxan, lê kes žî hînî wê nabe. Wekmînak, min heya îro žî di avestakurt.net, netkurd.com u hê di gelekên din da hevokeke rast nexwandiye. Ev e bi salan in ku wešanê dikin, lê qîmetê žî zêde nadin zimanê xwe. Bêguman zimanê kurdî bi fikrên gundîtî u eletewš nikare bigêže azadiya xwe.

    Ži ber van u hê gelek hegerên din, ew malper xwe bidirînin žî bi qelîteya ku kek Zinarê Xamo kurdî bi kar tîne, nikarin bikin. Di warê naverokan da žî wekî zarokekî sinifa duyan/sêyan šîroveyan dikin.
    Kekê mino, bila dilê te fireh be. Heger min rožekê ligel Te kêmasiyek dît (heger hebe), ez ê rexneyên xwe yên wekî birayeke bičuk li Te žî bikim, him žî bi têra xwe tuž u xwešik.

    Ez hêvîdar im ku ewê bîr u baweriya min ya di derbarê šexsê Te da (ku Te heq kiriye) žibo Te zêde serêšiyan dernexine.

    Bi tevî silavên kurdînî

    Rožen Šêrbaz

    SvaraRadera
  6. Every weekend i used to visit this web page, for the reason that
    i want enjoyment, as this this site conations in fact good
    funny material too.

    My web site cellulite treatment

    SvaraRadera
  7. Hi, the whole thing is going fine here and ofcourse every one is sharing information, that's truly excellent, keep up writing.

    Here is my web page ... cellulite treatment cream

    SvaraRadera

PARVE BIKE