11 september 2008

Îro qedexekirina îsotê jî êdî têr nake

Şikir ji Xwedê ra ku çavên me ev roj jî dît, hemşeriyên(ruhayîyên) min yên îsotçî dawiya dawî gihîştin mirazên xwe.

Yanî bûn xwediyê peykerekî îsotê.

Serokê Belediya Ruhayê Ahmet Eşref Fakibaba, di merasima vekirina peykerê îsotê da gelkî pesn û senayê îsotê daye û gotiye:

”Îsot, sibê, êvarê û suhorê yanî di her wexta me da heye. Em nikanin jiyaneke bê îsot bifikirin.”

Li gor Fakibaba, di warê ilmî da jî êdî îspat bûye ku îsot dermanê hertiştî ye, ji bo siheta însan pir baş e û heger ne derew be malikê li kansêrê jî diviritîne, bi tûjiya xwe hemû hucre-mucreyên kansêrê tarûmar dike.

Xêra Xwedê, hema divê meriv herroj bikşe ber îsotan û ji xwe ra ji kansêr û hemû nexweşî, derd û belayên vê dinyayê xelas bibe.

Yanî divê meriv îsotê bixwe û ji xwe ra ji tixtor û dermanan xelas bibe.

Ma ji viya çêtir çi heye?

Îsot di jiyna ruhayiyan da gelkî girîng e, loma jî bûye sebebê “serîhildaneke” gelkî bi nav û deng.

Dibe ku hemû kurd nizanibin, lê çîroka "serîhildana" ruhayiyan ya li hember fransizan gelkî meşhûr e.

Li gor hin rîwayetên xêrnexwazan, dibêjin sebebê serîhildana ruhayiyan ya li hember îşxala Fransayê ji ber qedexekirna îsotê bûye.

Xwedêgiravî ji br ku rojekê devê generalê fransiz ji îsotê pir şewitîye û loma jî rabûye kirîn û firotina îsotê li bajêr qedexe kirye.

Dema ruhayî sibê ji malên xwe derketine û dîtine ku îsot li ser emrê generalê fransiz li bajêr hatiye qedexekirin dîn bûne û tavilê êrîş birine ser hêzên fransizan.

Wek serokê belediyê Fakibaba jî gotiye, bi belevabûna xebera qedexebûna îsotê ra milet gotiye jiyan bê îsot nabe, jiyaneke bê îstot bira tunebe çêtir e û di 11-ê nîsana 1920-î da ruhayî û swêregiyên me jî bi wan ra bi qiç û pîlên xwe va di pêşengiya Alî Saîpê(Ursavaş) kurdê Kerkûkî da serîhildane û bajar rizgar kirine. Û dû ra jî helbet teslîmî tirkkan kirine.

Peykerê ku ji 3 îsotên sor hatiye çêkirin 3 mîtro dirêj e û her îsotek jî 130 santîm dirêj û 50 santîm jî bi ber e.

Min danîna peykerê îsotê ji hemşeriyê xwe Yaşar ra jî qal. Got hemşeriyên me pir baş kirine, qet nebe ji peykerê "Misto" çêtir e.

Ez qet nefikirîbûm, bi rastî jî rast e. Ji bo ku ji dêlî peykerê Ataturk, peykerê îsotê li Ruhayê bilind kirine ez hemşeriyên xwe yên ruhayî pîroz dikim.

Rîwayet mîwayet, axir hemşeriyên min ji bo îsotê li hember fransizan serî hildane. Kes nikane vê rastiyê înkar bike.

Lê ji bo ku li hember tirkan jî serî hildin, gelo divê meriv çi li wan qedexe yasax bike?

Esas ne ji bo ruhayiyan tenê, meriv dikane vê yekê ji bo hemû kurdan jî bifikire. Ji bo ku kurd li hember dewleta tirk serî hildin, gelo meriv çi li wan qedexe bike?

Zulm, teror, îşkence û qedexekirina kurdî tesîreke zêde li kesî nake. Wek nimûneya îsotê, divê zulm û qedexeyeke pir mezin be…

Li gor baweriya min, heta ku dewleta tirk zimanê tirkî li kurdan qedexe neke kurd tu carî serî hilnadin.

Çare û hêviya serîhildana kurdan tenê ev e, divê dewleta tirk, tirkî li kurdan qedexe bike…

Û bêguman viya jî tu carî nake.

Loma jî serîhildana kurdan jî pir û pir zahmet e…

Pêşniyareke din ya kê hebe bira kerem bike, ezê biweşînim.

Di dîrokê da îro
Di dîroka cîhanê û ya kurdan da îro gelek bûyerên girîng qewimîne. Çend nimûne bi kurtî. Di bîranînê da tu zirar tuneye.
-Meclisa serokayetiya Komara Îraqê do bi biryarekê Enfala kurdan wek jenosîdê webûl kir. Kurdan ji zûda bû ji hukûmeta Îraqê ev daxwaz dikir.

-Anna Lînd, di 11-ê îlona 2003-an da ji alî yekî sirb, bi navê Mijailo Mijailovic ve li Stockholmê hat kuştin. Ana Lin dosteke jineke humanîst û kurdan bû.

-Li başûrê Kurdistanê Şoreşa Îlonê îro(11/9-61) dest pê kir û heta Peymana Cezaîrê(3/6-75)dom kir. Di sala 1975-an da Seddam li Cezaîrê bi Şahê Îranê ra ”Peymana Cezairê” îmze kir û şoreşa kurd şikest. Lê kurd teslîm nebûn û bi têkoşîn û berxwedanên bêhempa hatin nuxteya îro.

-Di 11-ê îlona 2001-ê da çend terorîstên ereb bi çar balafirên ku tevî rêwiyan revandibûn êrîş birin ser World Trade Center û Pentagonê û nêzî 3000 însan kuştin. Ev êrîşa terorîstên ereb rewşa cîhanê guherand. Piştî wê şerê Emerî yê li hember terorê dest pê kir.

-Li Şîliyê genrel Pînochet, îktîdara Allendeyê sosyalîst bi darbeyeke leşkerî xist(11/9-73) û dest danî ser hukum. Pinochet 17 salan li ser hukum ma. Pinochet di sala 2006-an da(10/12-06) di 91 saliya xwe da mir.

Şîlîliyan Pînochet jî di nav da hemû generalên darbecî derxistin henber dadgehê û ceza kirin. Ez bawer dikim li cîhanê dewleta darbecî mahkime nekiriye tenê Tirkiye ye. Kenan Evren hîn li Tirkiyê merivê herî bi qîmet e, û herroj diçin pê dişêwrin.
Sibe jî (12-ê Îlonê)roja darbeya Tirkiyê ye. Tirk pîroz nekin baş e...

1 kommentar:

  1. Hi, just wanted to tell you, I liked this article.
    It was funny. Keep on posting!

    my weblog anti cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE