24 september 2008

Gelo Rêzan Tovjîn vê şalûziyê ji bo çi dike?

Nivîskarê Amîdakurdê Rêzan Tovjîn, li ser min û Nefelê nivîseke bi navê ”Nivîskarên qeşmer” nivîsîye.
Lê bêtir jî heqaret li şexsê min kiriye.
Yanî nivîs ne rexneye, tenê heqaret û çêr in.
Nivîs di 22-ê mehê da hatiye weşandin. Heta nuha haya min jê tunebû. Ez bîstek berê pê heysiyam û min nivîs xwend.
Rêzan Tovjîn di nivîsa xwe da li hember min pir bêedebî û şîrheramî kiriye, ji ber nivîsa min ya bi navê ” Ocalan di 5 saliya xwe da zanîbûye ku kurd bindest in” ji min ra gotiye ”qeşmer” û ”tolaz.”
Hûn rastiyê dixwazin min qet bawer nedikir ku ev sûtalê kuçan li ciyê rehetiyê, bêyî ku sebebekî cidî hebe ewê hewqas heqaret li min bike.
Lê hin însan dişibin maran, divê meriv tu carî baweriyê pê neyne, hertim dikanin bi meriv vedin.
Di êrîş û uslûba Rêzan ya bêedeb da wer xuya ye ku mêrik ya ji hin derên bilind emir û ferman girtiye ya jî bi vê êrîşê dixwaze xwe têxe çavên xwediyên xwe yên berê.
Ferq nake, herdu jî eynî tişt e.
Heta roja şemiyê ez hinekî meşxûl im, loma jî wexta min tuneye bersîveke ku vî şelafê zirzop heqkiriye bidimê.
Lê di dawiya heftê da ezê hewil bidim ku pê ra bi kurdîyeke fesîh bipeyivim.

Îşev min nêt hebû ku bi çend gotinan qala roja xwe ya îro bikim. Lê Xwedê nehêle, weke hûn dibînin xelk meriv rehet nahêle...

Ji bo xwendina nivîsa Rêzan Tovjîn, lînka jêr bitikînin:
http://www.amidakurd.eu/yazar.php?id=157

10 kommentarer:

  1. Silav u rêz kek Zinar,

    Ez hêvîdar im ku tu dê zêde li ber xwe nekevî.
    Em gî jî bash dizanin ku kesên bi fermanên ji jor va têne ser textê, dîsan ji jor va dikevin bin textê.
    Rêzan beg jî goya berdevkiya Apo'yê xayîn u tirkperest dike, daku bila di nav cherxa Apo'yê "tolaz u qeshmer" da ciyê xwe bigire.
    Ya rast ez gelekî zêde diketim malpera amidakurd.com'ê. Lê mixabin ku ev e 3-4 hefte ne ku malpera amidakurd.com'ê bi shur u mertal buye Apocî u wekî dîktatorê xwe yê kujerê kurdan hêrîshî welatparêzan dike.
    Ez ji kesên ku di amidakurd.com'ê de dinivîsînin, tika dikim, daku ew bila jê veqetin.

    Bi silavên kurdperwerî u kurdistanî

    Bîrjen Jehr

    SvaraRadera
  2. Bi silavên kurdîperestî,

    Heyhaaat, Rêzan'ê me, cîgerim buye tifinga mor u bêyî ku nîshana xwe bigire, wekî serokokê xwe yê kujer yê tirkîperest u tirkperest, gulleyan berdide ser kesên kurdîhez u kurperwer. Tishtekî pir xwerîb e u diyar e ku ji jor va ferman hatiye, malpera amidakurd.com'ê ev e chend hefte ne ku dest bi weshanên generalî kiriye. Wey xwelî li serê me, goya malpereke chand u huner'ê bu, bi ti partiyekê va eleqeder nebubu. Hayhooo, ez dibêjim Îbo Tatlises chi ye, Apo'yê tirsonek u cahil jî ew e. Goya kapîtalîzm analîz kiriye!!! Êêê wellehî sayin gurchiklerim, heger hun xwe bi vî hawî li keriyê bidin, ewê Apo'ê sibeh fîzîkê jî analîz bike u dura jî bi ser ejdadê Albert Einstein'ê me da mîz bike. Li gorî elmenên nijadperest jî Hîtler zanayê abadîn bu. Ma gelo ferqa di navbera Apo u Hîtler da chi ye? Tenê ev ferq heye: Hîtler bo elmenan dawiya cihuyan anî, lê Apo jî (ne jibo kurdan) dixwaze bo tirkan wan biqelîne.

    Bila her bijî kurdîperest u kurdperwerên rastîn!

    Rênas Shurkêsh

    SvaraRadera
  3. Silav kekino!

    Ez hertim dibêjim, Apo ne bi baqiliyê, lê her dayîm bi fêlbaziyê tevdigere. Pishtî ku kesek di nav PKK'ê da derkete pêsh, êdî Apo bi her tishtî wî kesî bi ajantiyê tawanbar dike u dura jî ji partiyê îxrach dike yan jî dide kushtin. Apo desturê nade tu kesî ku demeke dirêj bijî. Jiber ku ew bi xwe jî bash dizane ku kesên xwedî tecrube dê rojekê ji wî hin pirsan bikin. Jiber vê yekê hertim teqtîka xwe ya kevnare bi kar tîne u di nav partiyê da berpirsiyarê bi rêk u pêk dide zexelên zir nezan. Camêr di nav DTP'ê da jî weha dike. Herweha avuqatên xwe jî li gorî vê yekê dizayn kiriye. Chiqas nu be, chiqas ciwan be, ewqas jî bash e jibo Apo. Bi fikra min ev chend cahilên ku malpera amidakurd.com'ê birêva diben jî, eynî zexel in u hew. Malpera "chand u hunerê" ya sayin Türkapo. Chi huner u chand e, haaa!

    Bi silavên kurdistanî

    Cengo Nêchîrvan

    SvaraRadera
  4. Biryên delal,

    Sayin Apo di xewna xwe da chuye Anitkabîrê u li ber Mistoyê ji kerxaneya Selanîkê sond u eman xwariye u gotiye: Ez ê wekî antîsemît cîhanê li cihuyan heram bikim. Lê misto tinazên xwe pê kiriye... Helbet sayin ApoTirkKan soz daye pashayê xwe yê tecawuzcî u dura jî daye qorrîniyê.

    Bi silavên kurdparêzî

    Tîlo Chavxwesh

    SvaraRadera
  5. Silavên xwadê,

    Wellehî va ye chend hefte ne ku kesina dest bi propegandeya Apo kirine. Bêguman vê yekê jî, mîna ku generalên tirkan bi medya xwe dikin, bi fermaneke ji jor va dest pê kir. Qey em wan "hevalên" tirkperest nas nakin yên ku ji derî vegotinên: "Heval, înîsiyatîf ha!!! Önderlige ulusal ve ululararasi alçakca saldiri söz konusu!!! Bu komployu yok etmeli!!!..." nizanin u van aqilsiviktiyan dikin.

    Bila her bijî kek Zinarê Xamo u kurdîperestiya wî!!!
    Bila bimirin dewshormeyên kemalîst!!!

    Cano (bi) Bilbilo

    SvaraRadera
  6. Silav,
    hey looo, tê gotin ku kek Zinarê Xamo ketiye xewna Apo'yê "qeshmer û tolaz". Kekê me guhê Apo'yê kemalîst kishandiye û bi ser da wilo qîrriye: Lao, kuro, hishshsh! Bedenê te bu shêsht salî, lê hishê te ma yek salî.

    Her bijî kek Zinarê Xamo yê kurdîhez u kurdperwer!!!

    Egîd*

    *Serokê akademiyên Apo yên li ser kolanên gundan, navcheyan, chiyan u bajaran!

    SvaraRadera
  7. Ji bo min ne mimkûn e ku ez yeko yeko bikanibim bersîvên hemû şiroveyên xwendevanan bidim û dîtinên xwe li ser wan bibêjim.
    Tiştê balkêş,şiroveyên hemû xwendevanan ne li ser nivîsa min û Rêzan Tovjîn, lê li ser Ocalan in. Kesî qala nivîsa min nekiriye. Negotiye hela ka min di nivîsê xwe da çi "qeşmerî" kiriye?
    Ocalan gotiye, "Çaxa ez pênc salî bûm min ji diya xwe ra gotibû, tu nikanî navekî kurdî bidî zarokên xwe, ma namûs ev e?"
    Min jî gotiye ku zarokekî 5 salî ne mimkûn e ku bîra van tiştan bibe.
    Di van gotinên min da ne henek û ne jî heqaret hene.
    Lê Rêzan Tovjîn bi uslûbeke bêedeb gelek gotinên ne xweş ji min ra kirine.
    Loma jî divê şirove li ser nivîsa min û bersîva wî be.
    Yanî şirove li ser mijarê bin ewê gelkî çêtir be.
    Ez naxwazim nivîsa tu kesî derxim, loma jî rica min ji xwendevan ev e ku divê heqaretên şexsî û çêr neyên kirin, fikir werin gotin.
    Û li ser mijarê were rastan.

    SvaraRadera
  8. Rojbaş birez Zinare Xemo!
    Xwezka gelek kurdperwer u niviskare kurd wek TE hebane.
    Birasti Rezan Tovjin bixwe qeşmeri kiriye.Herbiji u desti xweşbe birez Zinare Xemo.
    Silav u rez

    SvaraRadera
  9. Birakino
    Bi rastî jî Rêzan beg pir bê heqqî kiriye. Rexne û gotinên ne rind, eynî tembur ninin. Kekê me Zinar gotinên minasib aniye zimên.
    Bi silav û silametên xwedê
    Mihemedê ji Nisêbînê

    SvaraRadera
  10. This is a topic that's close to my heart... Many thanks! Where are your contact details though?

    my web-site ... best cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE