01 september 2008

Îşev min îzîn daye xwe

Gelî dost û heval û xwendevanên hêja, heta ji min tê ez naxwazim yek şevê jî we bê nivîs bihêlim. Pir hindik, kin dirêj, axir herşev halê xwe dikim hal û ji der û doran çend gotinan li hev radigrim.

Îşev jî min nêt hebû ku bi kurtî be jî qala çend tiştan bikim. Bi taybetî jî li ser nivîsa Musta Canê kurd ku di 30-ê mehê da(30/8-08)di rojnameya swêdî Dagens Nyheterê da şûrkêşiya Ingmar Karlsson kiribû û bi gotinên gelkî nexweş û dijminane êrîş biribû ser serokên Kurdistana başûr kesên ku bersîv dabûn Karlsson. (binêrin nivîsa min ya bi navê Kitêbeke li dijî kurdan, 22/8-08)

Ev du roj in ji qahra wê nivîsa Musta Can serê min diêşe.

Kurd miletekî çi bêşans e, êrîşên dijmin û hevalbendên wan têr nake hin kurdên me jî xwe di ber ra dikin. Rewşenbîrên xelkê deme hewce be, di rojên teng da gelê xwe diparêzin, li hev xwedî derdikevin lê yê me ji bo xelkê û di ber xelkê da êrêşî hev dikin. Ev jî bêtalihiya miletê kurd e.

Îşev ez xwe gelkî bêhal û westiyayî his dikim û serê min pir diêşe, ji ber serêşê çavên min ranabin. Ez di xwe ra nabînim tiştekî binivîsim.

Û ji bo vê yekê jî hûnê min efû bikin. Ez dizanim nexweş e lê ez çi bikim, di jiyanê da yekcarnan nexweşî jî heye.

Bi hêviya ku hûnê xwe nexeyidînin û dev ji ziyareta malpera min bernedin.

Çaxa min nivîsa Mustefa Can xwend hema di cî da min çend rêz jê ra nivîsî. Ez wê nivîsa xwe jî li vir pêşkêşî we dikim.

”Merheba!
Mustefa, min qet bawer nedikir ku tu yê rojekê li hember kurdan nivîseke hewqas giran binivîsî.
Tiştê te ji bo Mesûd Barzanî û Talabanî gotine para "rastiyê" tê hebe jî lê bi piranî ne rast in û ne rexneyên dotan e. Uslûb û gotinên te bikar anîne jî gelkî ne xweş in û uslûba dijminatiyê ye. Gotinên te ji yên Nûrî Kino jî girantir in.
Te ez xeyalşikestî kirim.
Ji ber ku çend xortên kurd rexne li Karlsson girtine bi te zor tê, tu radibî abûqatiya Karlsson dikî.
Ma mafê însanan tuneye kitêba wî rexne bike?
Dema tu û hinekên din pesnê kitêbê didin ev mafê we ye.
Lê çima hinekên din ewê nikanibin rexne bikin?
Ma divê her kes wek te pesnê Karlsson bide?
Te li ser kitêbê zêde tiştek negotiye, ji wê bêtir te êrîşî kurdan kiriye, rexneyên kurda bi te pir zor hatiye.
Min fêm nekir ji bo çi?
Te li ser ”dîktatorî” û ”despotiya” Mesûd Barzanî û Talabanî, li ser ”serokeşîrtiya” wan gelek gotinên giran kirine. Gelo te ew agahî ji ku top kirin?
Ew kesên ku ev agahî dan te çiqasî bêterf in, çiqasî objektîv in?
Dîsa mala Karlsson ava be, mêrik zêde tişteke negotiye.
Heger te kitêb nivîsandiba te yê tam derba mirinê li kurdan xista.
Xwezî te ev nivîs nenivîsanda. Nivîsa te dilê kurdan û dostên wan şikand û dilê dijminê wan jî şa kir.”
Zinarê Xamo


Sibe meha Remezanê dest pê dike.
Bira meha Remezana mubarek li hemû kurdên bawermend bimbarek û pîroz be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE