15 september 2008

"Erebeya xerxûte" dîsa arîze da

Ez dizanim, bi nivîsên li ser nixweşiyên xwe min serî li we gêj kiriye.
Lê ez qal nekim jî nabe.
Dema bêagahdarî ez rojekê du rojan nenivîsim hûnê meraq bikin, bibêjin gelo çi hat serê vî camêrî?
Ji bo çi îro tiştek nenivîsî?
Ezê dirêj nekim, pir kurt bibêjim.
Vê sibehê ez sipîsaxlem ji malika xwe derketim. Bi bazdan min bi zor xwe gîhand otobêzê.
Ji ber ku ez dereng mabûm, min pê ra negîhand ku qeytana sola xwe girê bidim. Bi lez û bez hema min sola xwe bi ser nigê xwe ve kir û revî revî berê xwe da otobozê.
Şansê min hebû min xwe gîhandê.
Bi helke helk ez li otobozê siwar hatim û min çû xwe bera ser kursiyakê da.
Ji ber ku min qeytana sola xwe girê nedabû, min xwe xwar kir ku sola xwe girê bidim. Çente di himêza min da bû, qey min cî jî baş li xwe xweş nekiribû loma jî dema min xwe xwar kir ku qeytana solê girê bidim, fena ku benek ji pişta min biqete min êşek his kir.
Min guh nedayê û riya xwe domand.
Dema li ciyê kar ji otobozê daketim min dît ku nikanim bimeşim.
Bi halekî xerab min xwe gîhand ciyê kar.
Heta danê nîvro min 2 hebên Voltaren û çar hebên Panofîl xwar lê pere nekir. Seet di 13.30-î da min berê xwe da mal û ketim nava nivînan.
Ev çend sal in pişt ketiye ber min. Dema ez şaş xwe xwar bikim, xwar rûnim ya jî tiştekî çewt rakim firk dikeve pişta min. Swêdî jê ra dibêjin ”ryggskott/lumbago). Salê çend caran tim xwe li min dide der.
Li mal jî min du hebên din xwar lê hîn jî nikanim xwe rast bikim û rehet rûnim. Dibê rojekê du rojan xwe dirêj bikim. Dû ra baş dibe.
Ji bo ku we bê agahdarî nehêlim, min halê xwe kir hal û rabû ev agahdarî ji we ra nivîsî.
Herçî xwarina heban e qet texsîr nakim, lê dîsa jî têr nake.
Ez hêvî dikim ku heta sibe ezê baş bibim û kanibim li ser kursiyê rûnim.
Gu bê strî, erebe bê arize û însan jî bê seqetî, êş û nexweşî nabe.
Ew jî perçeyekî jiyanê ne, meriv tu carî nikane ji bin da xwe ji wan xelas bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE