17 september 2008

Xelk nahêle meriv xweşikî nexweşiya xwe jî bijî

Carê ji min ra xerab çiriya ye.
Derd û kulên dinyayê û bi taybetî jî yê tirk û kurdan nexweşiya meriv jî li meriv dikin jahr û zuqûm û nahêlin meriv du rojan bê teq û req li malika xwe bîna xwe vede.
Êşa piştê li alîkî, derdê van tirkan li alkî…
Dawiya dawî ji qehran êdî min xwe ranegirt, min rabû du hebên Panocod li ser hev xwarin û çû xwe da ber kompîtora xwe ya hustuxwar…
Ev 3 roj in ji ber êşa piştê di nava nivînan da ez xwe rast û çep bor dikim. Ez heban li ber hev dugerînim.
Lê tu dibêjî qey bêxwediyan hemû jî ji bextê min ra bêtesîr bûne, ji sekinandina êşê bêtir min serxweş dikin.
Ez ditirsim carê bikevim dereke xwe seqet bikim.
Çimkî tir ji tirê fedî nake…
Firka piştê ne bes e, seqetiyeke din jî dikanel ê zêde bibe.
Û serxweşî jî tahlûkeye, meriv dikane gotinên tewşo mewşo bike.
Ez nizanim bi min wiha tê ya jî bi rastî jî wiha ye, di nexweşiya min da bûyer jî zêde dibin. Tu dibêjî belkî her kes li bende nexweşiya min e, roja ku ez nexweş dikevim bûyer li ser bûyerê diqewime.
Û hemû jî ji hev girîngtir.
Ez nizanim ez rebenê Xwedê bi vê êşa bêbext qala kîjanê bikim û qala kîjanê nekim?
Ez ji ziyareta serokerkanê Emerîkayê dest pê bikim.
Ev demak bû di nabêna Emerîka û Tirkiyê da bêdengiyek hebû. Do bi serdana serokerkanê Emerîkayê Michael Mullen ya Anqerê dawî li vê bêdengiyê hat.
Serokerkanê Emerîkayê Michael Mullen, di vê serdana xwe da bi serokkomar Abdullah Gul, serokwezîr Tayyip Erdogan û serokerkanê tirkiyê Îlker Başbug ra civiya û dû ra jî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li gor çapemeniya tirk radigihîne Mullen, bi raydarên tirk ra li ser rewşa herêma Kurdistanê, gelşa Kerkûkê, madeya 140-î, gelşa PKK-ê û mesela Gurcîstan û Rûsyayê hevdîtinên girîng kiriye.
Çapemeniya tirk di van hevdîtinên Mullen da balê dikşîne ser tiştekî girîng, dibêjin Mullen bi serokkomar û serokwezîr ra tenê 70 deqîqeyî peyivî, lê bi seroerkan Îlker Başbûg ra 270 deqîqeyî yanî 4 saet û nîvan peyivî ye.
Gelo çima?
Law tirk çi zinya ne, bi zanetî xwe li xamiyê datînin. Fena ku nizanin.
Helbet Mullen wê bi Başbug ra 270 deqîqeyî bipeyive, ji ber ku serokwezîrê rastîn Başbug e.
Herkes dizane ku serokwezîrtiya Erdogan formalîte û şiklî ye û desthilatiya hukûmeta wî jî heta derekê ye.
Îktîdara rastîn leşker in û serokwezîrê esasî jî serokerkan e.
Ji ber ku Emerîka vê rastiyê dizane bi xwediyê îktîdara rastîn ra zêde rûdine û hemû meseleyan bi wî ra minaqeşe dike.
Ji tecrûbeyên salan Emerîkayê baş fêm kiriye ku gotin û biryara dawî li ba leşkeran e, heta ku leşker nebêjin erê, kî çi sozê bide û çi peymanê îmze bike jî vala ye.
Loma jî Emerîka ji dêlî wezîrekî, serokerkanê xwe dişîne, hevdîtinên leşkerî jî û yên siyasî jî bi wî dide kirin.
Jixwe ya herî rast jî ev e. Li Tirkiyê di esasê xwe da rejîmeke leşkerî heye û Emerîka jî li gor vê rastiyê hereket dike.
Hinek dibêjin ji ber ku şer heye loma leşker vî hukmî dikin, heger şer tunebûya leşkeran ewê nikanîbûna ev serdestî li AKP-ê û li hukûmeta Erdogan bikira.
Ev îdîa ne rast e, leşker ne îro tenê, ji roja ku Komara Tirk ya sentetîk ava bûye û vir da ye li ser hukum in û îktîdara rastîn jî tim di destê wan da bûye.
Îktîdarên sivîl, meclîs, serokwezîr û serokkomar hemû jî vala û tenê wek nav hene, ji bo xapandina cîhanê ye.
Tenê Ozal xwest vê serdestiya leşkeran hinekî kêm bike lê ew jî kuştin.
Yanî pirsa Mullen çima bi qasimpaşalî Reco ra kin û bi Başbug ra zêde rûniştiye demogojiyeke vala ye.
Hûn jî dizanin ku erê def di hustuyê Reco da ye lê qolik di destê Başbûg da ye, heta ew lê nede deng ji defê nayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE