18 september 2008

Bersîvên kurdan dewleta tirk xeyalşikestî kir

Dewleta tirk dem dem li ser kurdan ankêtên cûr be cûr dide çêkirin.
Du roj berê di çapemeniya tirk da li ser kurdan dîsa netîceyên anketekê hebû.
Ankêta li ser kurdan, ji alî şîrketeke bi navê ”Ankethane” yê va di nabêna 1-10-ê tebaxê da hatiye çêkirin.
Ev şîrketa lêkolînan ya bi navê ”Ankethane”, şîrketeke nêzî AKP-ê ye û bi îhtîmaleke mezin ev anket jî li ser daxwaza AKP-ê çêkirye.
Diyar e AKP berî hilbijartinên mehelî dixwaze li Kurdistanê û li hin bajarên Tirkiyê yên ku kurd lê pir in hêza DTP-ê bizanibe. Loma jî ev anket daye çêkirin.
Di anketê da pênc pirsên li jêr hatine kirin:
-Li gor we li Tirkiyê pirsa kurd heye?
-Li gor we tirk û kurd du miletên cuda ne?
-Li gor we kurdî zimanekî ji tirkî cudatir e?
-Li gor we kurdî lehçeyek tirkî ye?
-Li gor we DTP partiyeke cudaxwaz e ya na?
Anket li hemû wîlayet û qezayên Kurdistanê yên ku DTP lê xurt û yên ku DTP lê ne xurt e û li 15 wîlayetên Tirkiyê, li ser hev bi 14.243 kesan ra hatiye çêkirin.
Di netîceya anketê da derketiye ortê ku li bajar û navçeyên Kurdistanê yên ku DTP lê xurt e ji %70-yê xelkê gotiye li Tirkiyê mesela kurd heye, kurd miletekî cuda ye, kurdî ne lehçeyeke zimanê tirkî ye, zimanekî çihê ye.
Û li wîlayet û qezayên Kurdistanê yên ku DTP lê ne xurt e jî ne di rêjeya ji %70 da be jî lê nêzî piraniyê dîsa milet li kurdbûn û cêhêtiya zimanê xwe xwedî derketiye, gotiye em mileteî cihê ne û zimanê me jî cihê ye.
Lê li bajarên tirkan piraniyê kurd wek miltekî cihê û zimanê kurdî jî weke zimanekî serbixwe qebûl nekiriye, gotine miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tuneye.
Helbet anket jî dijmin daye çêkirin û netîceyên wê jî ew ji me ra dibêjin. Em nizanin ev netîce çiqasî rast in?
Lê meriv dikane texmîn bike ku netîceyên gelkî li dijî îdeolojiya resmî û ji bo kurdan bibin delîl û moralekî baş eşkere nakin.
Yanî beşekî rastiyê, bi qasî ku bê hesabê wan dibêjin. Divê meriv viya texmîn bike.
Ev jî tê wê maneyê ku rastî ji vê rêjeya wan qebûl kiriye gelkî zêdetir e.
Lê heger em reqamên wan webûl bikin jî netîceya anketê meriv xeyalşikestî nake, bi vacayî hêviyeke mezin dide meriv.
Xebat û têkoşîna bi salan, xweîna bi hezaran şehîdî bi avê da neçûye, kurd êdî bi çavê miletekî li xwe dinêrin.
Ez fêm nakim ji bo çi tim dijmin ewê ankêtên wiha çêkin û ji me kurdan ra bibêjin, “kurd wiha difikirin...”
Çima DTP ya jî hin kurdên din ankêtên wiha nadin çêkirin?
Heger ez dixwazin civat û miletê xwe nas bikin, fikir û meylên wan bizanibin divê lêkolînên wiha em bi xwe bikin. Divê lêkolînên wiha ji siyaseta me ra bibin bingeh.
Heta ku em di warê aborî, civakî, sosyal û siyasî da welat û miletê xwe nas nekin, em nikanin siyaseteke li gor rastiya civatê jî bimeşînin.
Loma jî di zûtirên wext da divê DTP jî li Tirkiyê û li Kurdistanê anketeke wiha bide çêkirin û gelê xwe baştir nas bike.
Lê netîceya dijmin qebûl kiriye jî meriv kêfxweş dike.
Çimkî piraniya kurdan gotiye, em kurd in û tirk jî tirik in. A ev qebûlkirin xelasiya Kurdistanê nêzîk dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE